PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ji kerema xwe re fêrî Kurdî bibin!




Hêvîdar Zana

hevidar_zana@hotmail.com



Min ji zû ve dixwest ez nerînên xwe yên di derbarê pêþkêþvanên nûçeyên kurmancî yên Medya TV de bînim ziman, lê birastî ez dudil bûm. Ji ber ku min bixwe jî demekê pêþkêþvaniya nûçeyên heman Tv kiriye, dibe ku ev yek bibe sedema þîroveyên cûda, ango nerazîbûna mirovên ku ez dixwazim wan rexne bikim.


Ez hêvî dikim ku ne wiha be. Armanca min bi tenê ziman e, ango rexnekirina awayê xwendinê ye û ne tiþtekî din. Ez ne pispora zimanê kurdî me, lê ez di babeta xwendina nûçeyên kurmancî de jixwe bawerim û bi kêmanî dizanim li kudera hevokê pêwîste bêhna xwe berdim û li kuderê rawestim û guhdaran pê bidim hesandin ku hevok bi dawî dibe. Heger ev teknîk baþ were zanîn, hevok çiqasî giran û tevlîhev be jî mirov dikare wê bi awayê xwendina xwe bi guhdaran bide fêmkirin.


Ji pêþkêþvanên nûçeyên zaravayê kurmancî yên Medya Tv, - ji xeynî Reþad- yekî an jî yeke ku dengên kurdî derdixîne tune ye. Ew, bi dengên tîpên zimanê tirkî, nûçeyan dixwînin û mirov bi hêsanî têdigihîje ku ew ne bi zimanê kurdî mezin bûne, lê belê piþtre ji xwe re fêrî xwendina kurdî bûne. Jixwe dengên tevan jî ne dengên mîkrofonîk in û ji bo guhên mirovan ne xweþ in. Dema ku ew dengên nexweþ li gel fonetîkeke xerab dibin yek, guhdarkirina nûçeyan dibe ezabekî mezin. Mirov ji awayê xwendina wan, hevokan ji hev dernaxe û nikare nûçeya ku tê pêþkêþkirin baþ biþopîne. Ew nizanin ka li kuderê pêwîste mirov dengê xwe bilind an jî nizm bike, li kuderê lazime bêhn were vedan û bi çi dengî mirov dawiya hevokê bîne. Ew bi kîjan dengî destpêbikin, bi wî dengî jî dawî li hevokê tînin. Jixwe gelek caran mirov pê nahise ku wan nûçeyek qedand û dest bi yeke din kirin. Ew nûçeyên trajîk û yên komîk jî bi yek deng û rengî dixwînin. Mirov ji awayê xwendina wan û mîmîkên wan tênagihîje ka bûyera ku qewimiye trajîk e lê bi tenê civîneke siyasî ye.

Bi kurtayî, pêwîste ew mirovên ku nûçeyên kurmancî pêþkêþ dikin, min berê jî gotiye -ji xeynî Reþad- di perwerdeyeke taybetî re derbas bibin. Mirov nikare bi perwerdeya siyasî fêrî pêþkêþkirina nûçeyan bibe. Ji bo vî karî yan pêwîste mirov bi kurdî (ne bi tirkî) mezin bûbe, yan jî pêwîste mirov ji aliyê pisporan ve were fêr kirin. Bêgûman, pisporên ziman nikarin dengên mirov xweþ bikin, lê ew mirov xweþ fêrî xwendina kurmancî dikin. Heger wexta we ji bo perwerdeyeke demdirêj tune be, rojê deh deqîqeyan ji radyoya Dengê Emerîka li mamoste Xelefê Zêbarî an jî ji radyoya SBS li mamoste Þahînê Bekirê Soreklî guhdarî bikin û fêrî xwendina nûçeyên kurmanciya þêrîn bibin.




http://www.avestakurd.net/hevidar%20zana.htm