PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



80 SALÎYA PEYMANA LOZAN’Ê Û REWÞA KURDAN!



Insiyatifa Kurd

Di dîroka her netewê û her gelî de, hinek afatên hatine jîyîn hene ku rûxîna qewimîye û janên ku daye, di dîroka mirovahîyê de bi notên ku nayên jibîrkirin cîh girtîye. Vana; dikane mirinên ji ber egerê afatek xwezayî, xelayekê yan jî nexweþîyekê qewimîbe. Erdnîgarîya ku van afatana lê hatiye jîyîn di bîra mirovan ya dîrokî de mîna bîranînekê dimîne. Ya din jî di dîroka hinek netew û gelan de afat û dramên mirovahî ku civakên mirovan yên din bûne eger hene ku; di dîrokê de kul û birînên kûr ku jibîrkirina wan negengaz e vekirine.

Ji van afatan yên herî êþ û jan dane; wek çalakîyên dagîrkirina welatên gelên din, komkujî û nîjadqedandin ku bûye egerê jiyana bi mîlyonan mirovan dikane bêt rêzkirin. Ya din jî nîjadqedandina ku li demê hatîye belavkirin heye ku, di zanîna mirov de, her roj ji çêbûna kîn û nefretê nû re rê vedike. Welatê me Kurdistan û deverên cîhanê yên din bi mînakên werê yên bêhejmar tije ne.

Gava ku dewleta Osmanî, welatên Balkan û yên Rojhelatanavîn yên ku kiribû mêtingeh û di bin dagîrîyê de digirt wenda kir û bi dijwarî têk çû, li Kurdistana ku hîna di bin dagîrîyê de digirt, li ser rûxandina komkujiya pêþî ya du mîlyon Ermerî, bi sedhezaran Asûrî, Keldanî û gelên din, asasê dewleta Tirk ya nîjadperest û mêtinkar ya nû danî. Di þerê cîhanê yê yekem de, xulamtîya emperyalîstên Alman ku di þerê li hember gelên mezlûm dimeþand têk çû û hêzên emperyalîst yên din ku wan wek “neyar” bi nav dikir, ji sîyaseta dewleta xwe ya nû re mîna berhemek ku devjênayêberdan pejirand.

Dewleta Tirk ya nû ku mîratxurîya Osmanî dewir stend; ji bo komkujî û sazûmana xwe ya zordarî li ser Kurdistana ku di bin dagîrîyê de digirt di qada navnetewî de bide meþrûkirin, xebatek dîplomasî ya ku li ser derew û hîleyên ku hiþ û xeyalên mirovan nastîne meþand. Di dawîya van xebatan de, gelên herêmê yên têkçûn û ji mafên xwe bêpar man, li gorî menfîetên mêtinkarîya dewletên emperyalîst, bû egerê afat û parçebûnîyên nû. Di dawîya vê dîplomasîya qirêj de, peymana Lozanê ya di 24 Tîrmeh 1923 an de hat rojevê, bi þertê ku parçê welatê Kurdan yê herî mezin di bin dagîrîya xwe de bigire, di bûyina çar parçeyên ji hev cuda de rolekî sereke lîst.

Peymana Lozanê ya ku ji bo gelên li Kurdistanê dijîn rûpela dîrokê ya herî tarî û bi xwîn vekir; ji xeynî berpirsiyarên Tirkên nîjadperest yên ku dixwestin dewletek Tirk ya netewî ya mezin biafirînin, peymanek e ku îrada tu gelî temsîl nake, ji avabûna dewleta Tirk ya dagîrker û nîjadqedandinê re meþrûîyetek navnetewî daye qezençkirin. Kurdan bi vê peymanê dîtin ku nîjadqedandina ku tê zanîn wê li demajoya dîrokê belav bibe; di serî de bi serhildana Þêx Seîd, Agirî, Sason, Koçgirî û gelekên din li hemberî mêtinkarîya Tirk sekinîn. Di serhildana Dêrsimê ya 1938 an de, komkujîya ji heftê hezarî zêdetir, bi hezaran þewitandin û rûxandina gundan, koçbarkirina Kurdan ji welatê wan ya bi darê zorê, tunekirin û xedekirina hemû hebûnîyên Kurdan, bi polîtîkayên nîjadperest û asîmîlasyonê belavkirina nîjadqedandinek ku di nava dîrokê de, dewleta Tirk bi belgeya ku bi peymana Lozanê meþrûîyetek navnetewî ku di destê xwe de peyde dikir hat heta îro.

Sîyaseta dewleta Tirk ya nîjadperest, tenê di pratîka wê ya panzdeh salên dawî de, bi kuþtina dehhezaran Kurdan, þewitandina 5000 gundan, nefîkirina nêzîkî pênç mîlyon Kurd ji warê wan, bi koman mirov di îþkencan re derbaskirin û bi xwarindana pîsî serwerkirina terora dewletê ya di afirandina rewþa xof û tirsê de sîyaseta tirkkirinê, bêtir tê gehîþtin ku peymana Lozanê ya ku mêtinkarîya Tirk wê ji xwe re dike star, bûye serkanîya îlhamek çawa.

Ji ber van hemû egeran, peymana Lozanê ji alî Kurdan ve hatîye lenetkirin. Em wek Însîyatîfa Gelê Kurdistan ya Sivîsre di 80 salîya wê de carek din em vê peymanê bi nefret þermezar dikin û red dikin!


ÎNSÎYATÎFA GELÊ KURDÝSTAN LÝ SÝVÎSRE

Tîrmeh 2003