K U R D I S T A N Birîna deman û zeman Daxwaza pir dewlet û miletan Ji bo dewlemendiya te, her dem û zeman Serê me kete derd û kul û xeman Em xelas nebûn ji van cinawiran Cinawirên çol û çiyan Kes nizane ew ji kuderê ne Ew rawilên der û beran Ne dizanin însanetî û cînartî Ne jî mirovatî û wekhevtî Me înkar dikin li ser axa me Ew yobazên bê bawer û bêseriyan Cinawirek ji holê rabû Navê wî jî Sedamê tolê tolan Mane sisê li vî dewran Ew jî wek sêfîl û sêwiyan Tenê ji zorê dizanin van belangazan Zorbetî bûye pîþeya wan tazî û birçiyan Kurdistan tu pir xweþî, gula geþî Bi gazî û hawar î, tu pir bi êþ î Sebra te nema, bi keser tu dikalî Bi nalîn û zar î, te em kirin vî karî Kurdistan bo kesî nabî welat Bilî kurdan ji kesî ra nabî xelat Waye destpêkirin lawên te Tu loman neke, dê sivik bikin barên te Perçek rizgar û azad kirin xwediyên te Dê derman bikin birîna te FUAT AKPINAR ALMANYA 06.05.2003 |