Heta kûçikê we ev kûçik be, wê gûyê zarokê we jî ev gû be Du Kurd yek Misliman û yek ji Êzîdî dibin krivên hev. Ji wan yek dixwaze biçe mêvaniya kirîvê xwe. Dema ew tê nêzîkê mala kirîvê xwe, kûçikê malê diawte û êrîþê mêrik dike. Xwediyê malê bi zorê kuçik zevt dike û mêvan xwe bi lez davê mal û xwe xilas dike. Lê mêrik pirr tirsiyaye. Xwediyê malê ji þabûna hatina kirîv ziyafetekî mezin çê dike. Kirîv jî pirr birçî bûye û xwarin pirr dixwe. Dem derbas dibe û kirîv radikeve. Wextek dereng mêvan dixwaze here derva û destava xwe ya mezin bike. Lê ji ber ku ji kûçik pirr ditirse, newêre ku here derva. Dema ku ew difikire ka ewê çi bike, dergûþa male digirî û jina malê jî ji xew radibe. Mêvan diqêrê divê: - Kirîvê dergûþ nasekine. De dergûþa xwe bidin min, hun razên, ezê têkim xew. Jina malê dergûþê dide kiriv û diçe radizê. Piþtî demekî kin mêvan dibîne ku xwediyê malê razane, qundaxa derguþê vedike û tê de dirî û li dergûþê dipêçe û dergûþ di demeki kin de dikeve xew. Dibê sibe û herkes ji xew radibe û taþtê dixwin, dûvre jinik dixwaze binê dergûþa xwe biguherîne û matmayî dimîne. Divê : - Kirîv, kirîv ev çi ecêb e. Ev lawik tu car di binê xwe de wiha nedirî û binekî waha nedihat. Kirîv divê : - Heta kûçikê we ev kûçik be, wê gûyê zarokê we jî ev gû be. 15. 12. 2003 |