PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Sitranên Kurmancî : 1



Amadekirin: Cankurd

[ Di vir de em li ciyê (þ) (sh) bi kar tînin.]

Di Stran-1 de van stran û dûrik hene:

[Axao, Axao..!, Azê, Baranê!, Bavê Fexro, Bazo , Bedewcanê, Bediraxn, Bêrîvanê, Bistkî Wer, Boz Beg, Cana min, Canê, Cano, Casino, Cembilî, Çaçano, Çeko bilindo, Çeqilmast, Dankutan, Dawidê Dêwid, De bese, Delal, Delal, Delalê çiyayê Mazî, Delal ê Qerej‑Daxê, Delal ha wer delal, Delîlawo E’mer lawo, Derdo, Derwêshê Evdî, Diyarê Bilind, Dilo, Dîlber, Dînê, Dono Maa’mo, Dûrik, Dûrik]

Axao!..Axao!...

Axao!... Axao!...
Biçûko, xeshîmo, nûgihao!
Rêsê mehkûma û çetao!
Eshîra giran jê bi shûn da mao!
Kaniya Hewrizê bishewite, ji kula dilê min re, wa bi dar û dirî..
Mi dî Shemsê bi sê denga dikir gazî,
Ban (bang) dikir Qenco !, birao !...
Firqe qomandarê dewletê li wî gawirê shefqe kirî,
Mi dî Qenco bi sê denga kire gazî,
Ban dikir Shemsê porkurê, nemayê!,
Rab’ berê xwe bidê Mêrdînê xopan,
Cem mala Shêx Tahir, Shêx Ensarîye, here gilî,
Tu ê bibêjî Shêx Tahir, kushtin Eliyê Ehmed,
Beranê poshek, gamîshê tirka, beranê soring kirî,
Ez ne ketime ber heyra malê dinyayê,
Ez neketime ber heyra kushtina mêra,
Keyfa min tê li wê heyfê,
Çawan çira mala bavê min, ji êvara Xwedê de vedimirî...
Axao!.. axao!...
Biçûko! Nûgihao!
Kevirê shîfê dêrê Ermeliyao...!





Azê!
Aze yî, tu aze yî,
Weleh, bileh tu Aze yî,

Kûçik tu pir fitne yî,

Fitneyê gundê me yî,
Aze tu bavê Madiyê.
Te rahisht tûrê parseyê,
T’daket binya xetêyê,
T’sed olçek micbî kirin,
T’destê xwexist çalêyê,
T’berê xwe da Nisêbînê,
Bashçawîshê Stelîlê,
B’çavê serê xwe dibînê,
Destê Azê b’kelemça dixînê,
Berî didin Mêrdînê.

Nûrê radibe dilerzînê,
Hebana derewa bi xwe re hiltînê,
L’Midyatê direshînê.

Aze çû bû Diyarbekir,
Serbarê Azê shekir,
Beqala l’hev zêde kir.

Qesra Azê du kulek,
Jê firya bûn du ordek,
Tu l’ riha Azê binêr,
Wek teriya kuç’kê belek.

Qesra Azê du qozî,
Jê fir’ya bûn du horî,
Tu l’xweha Azê binêr,
Weke gîska hat ber nêrî.






Baranê!

Baran barî bi nîmeta,
Rûkê erdê kir xeta,
Ramîsanê keçika li mala bavê adeta,
Li mala mêrik qehbeta..
Were lê lê Baranê!
Baran barî bi zenbîla,
Rûkê erdê kir bîra,
Ramîsanê keçika xwesh in l’malê d’wezîra,
Hawar lê lê baranê!!..
Ka sozê bin eywanê,
Ka xwediya kesrewanê,
Reshiyê sharê berdanê,
Hawar lê lê baranê...





Bavê Fexro

Bavê Fexro mi stra bû, te ji mi re tew kir,
Gundî û maliya bi mi û te bû, te derew kir..
Way li minê, way li minê..
Gidî delal.. Bavê Fexro !...
Ji Farqînê heta Hadiya çiyayê Mezin,
Bala xwe da banê çiya Dêra Mezin
Bala xwe da hûrdeviya, ji xwe re binêre li konresha keriyê miha..
Îro sê ro, Bavê Fexro nexweshe li nav ciya..
Way li minê, way li minê..
Gidî delal, Bavê Fexro,
Ezê bi çepilê Fexro bigirim, birevînim,
Bavêm Kerengo, gundê Êzdiya,

Kê go bîra Kerengo genî bûye ji kuliya,
Çavê min, Bavê Fexro, kul bûbû ji toza dû keriya..
Way li minê, way li minê, gidî delal, Bavê Fexro!...
Wextê ez pîr bûm,
Wextê ez pir ezîz bûm,
Wextê ez bi dergistî bûm, ez meqbûl bûm,
Wextê ez ketim bin darê kopekê mêrê xerab, ez kal û pîr bûm..
Way li minê, way li minê, gidî delal, Bavê Fexro..!
Ev buhar e, xwesh buhar e, Bavê Fexro,
Li Gencê siwar nebe, dîn û har e,
Mi dî hatî cewaba nexêrê, go Mihemmedê Fexro
Bi sê gullayên tematîkê birîndar e..
Way li minê, way li minê, gidî delal, Bavê Fexro..!
Ji Helebê wê de Sham e,
Shal û shapikê Bavê Fexro bi shalqitmîrê ne timam e,
Gidî delal, gidî delal ..
Way li minê, Bavê Fexro..!
Ji Farqînê heta miqabilê mala me, tevde distira,
Mi ji te re go xwîshkê, te go bira..!
Gidî delal, gidî delal,
Way li minê, way li minê, Bavê Fexro..!
Ezê herim wê Amûdê, wê çarçiyê,
Mi dî xortik çû wê serayê, wê belediyê,
Mi li eslê vî xortî pirsî, go Mihemmedê Fexro, shêrê çiyê..
Way li minê, way li minê, gidî delal, Bavê Fexro..!
Ez hiliyam tu bihilî...






Bazo !

Bazo!, bazo!
Li me hatî danê êvara,
Sihê diyara xwe berda kokê zinara,
Xwezî hakîmkî a’dil, di welatê me rabûna,
Bila çeplê jina qenc bigirta,
Bila berda ji kotî pîsa, ji mirdala,
Bila bida çeleng siwara, stranvana..
Bazo !, bazê mino!
Ruhnîka herdu çavê mino!
Ji war ocaxê mala bavê mino!
Bazê xelkê te bejin ziravo, ji terha benkê..



Bedewcana Huseyn Axa
Stranvan: Ebdilhadî Mihemed


[ Ji nû ve nivisandin: Cankurd]

Ax lo yeman, Ûso yeman, ax lê yeman…
Bedewcanê, kezeb kulê, dil qazanê,

te sîng gewrê, berfa Terebzanê…

Eman Ûso, bira li me ne hata îda vê qurbanê..
Qîz û Bûkê Reshûya gishtik kiþyan ber govendê, ber dîlanê.

Bira Xwedê dîne mala Zeynel Beg axê Reshûya,
Bi destê zorê seba hezar Mecîdî bertîl standim,
Ji Ûsê Husên axa, kekê Nûrê, suwarê qilyê,

seîsê modeliyê, kilê çavê mi Bedewcanê
.
Eman Ûso, nabe derdê dila pir giran e, derman nabe,

goshî û neynûk ji hev ra nabe.

Kê go kê ne go ji bextê min û te ra,
Kemal pasha li Anqerê shirûtê dîne bi pasha be,
Ismet pasha bi awûqatê dewela be,
Kê go kê ne go roja înê û xutbe ji dinyê rabe,
Kîlo û xiram li dinyê di peyda be,
Sûndxwarî me tu cara terka Ûsê Husên axa nakim

heta kindira mi li cem kindira Shêx Seîdê rehmetî,

li Diyarbekir bi hêlkan û bi dar (da) be…

Eman Ûso, te ez ne xwestim û…ez revandim,

kirim marekî ji marê nîv kushtî li ser çiya ez rekandim.

Ez kirim taseke ji tasên çingo,
Li kaniya Eyin Zilxayê, ez çikandim.
Te ez birim qoce shewitî,

yekî sera walî, qonaxa çînge,

daîra mezin mehkema…

Xaîn, te ez gerandim,
Te ez kirim fincana ferfûrî, li qehwa Mihemed Emîn,

kekê Lamî, li destê hemî kesî te ez gerandim.

Xwedê dîne mala Zeynel Begê, axê Reshûya,
Seba hezar Mecîdî bertîl bi destê zorê ji Ûsê Husên axa sitandim,
Remakê Keçel di teresê kuça da ez gerandim.
Eman Ûso Kotkê shewitî, bishewite ber bi ba ye.
Eman Ûso, xaîno, mi te ra ne go, mi birevîne,
Bavî mala kher Osman paþa hustu xwarizk, di ser ra ye.
Heg li wira ne bû, mi birevîne,
Bavî pash Husênê Qucaxî,
Kekê Gulîzerê, kilê çavê Zerîf Xatûnê,
Daîm sed û çel xortên Siwêrekiya,
Tev tivingê enextara, tim vê ra ye..
Heg belkî, li wira ne bû, mi birevîne,
Bavî pash Emerê Hecî Osman,
Bavê Fethî û Reshîd li Qere Bozaxê rûdine,

daîm benda qaçxuna ye.

Li wira ne bû, mi bavî pash Hesen axa ji mala Heciya ye…
Ji bav û kalê xwe da daîm benda serseriya ye…
Heger li wira ne bû mi birevîne,
Bavî pash Mehemed Emîn, kekê Lamî,

beranê çarqoç, kela van xwînya ye..

Heger wira ne bû, mi birevîne,
Bavî pash Birahimê Kara, serê qelema wî çîçikê jarê.
Te gerandiye belkî sitara me li wira ne bû, mi birevîne,
Bavî pash Evdulqadir Qedûrê Kinik,

Rail Elya exû Zerga, perçak polatê duwela ye.

Heger li wira ne bû, xaîn Ûso mi birevîne,
Bavî pash Bozan Beg lawê Zulfeqarê,
Fat Çûçê ji bav û kalê xwe da hefsed malê Hîzola y.
Heger li wira ne bû mi birevîne,
Bavî pash Hirço û Bozan Beg,
Herdu lawê Shahîn Begê,
Ji bav û kalê xwe da,

daîm mezinê du hezar malê Dûgerîn û Beraza ye.

Heger li wira ne bû, mi birevîne,
Bavî pash zor Mehmûd Begê zerî,
Ji bav û kalê xwe da xwîkiyê dixu ji nabêna herdu Ferata ye.
Heger belkî li wira ne bû, mi birevîne,
Bavî pash lawê Seyfedîn pasha,
Ji bav û kalê xwe da mezinê çar hezar malê Hezroya ye.
Heger belkî sitara me tu ne bû, tirên hene Anqere va ye.
Mi birevîne, bavî pash Kamil Beg lawê Hecî Ehmedê Ewînê,
Wê min û Ûsê Husên axa fik bike, bi hukmê va zêra ye…

Bishewite mala Zeynel Begê, Xweda Rebîm, pergala wî bela be,
Seba hezar Mecîdî bertîl, ez sitandim ji Ûsê Husên axa,
Kekê Nûrê, suwarê qilyê, xortê çaxa di mi ra ye,
Bi destê zorê ez dame Remê Keçel, qebraxê ber firna ye..

Miradê min û Remê Keçel wek tiþtekî sherîeta Mûhemed qebûl nake,
Li ber dilê mi wek rîsayek goshtê van wehsha ye..

Eman Ûso, were li min û li Kolkê wêran, li vê Ziyaretê.
Mektûb hatî ser kaxetê..
Ûso xaîn, mi go : mi birevîne
Derba ewilî bavî pash Mehemed Emîn,

kekê Lamî, qoca Siwêreka shewitî, reîsê hikûmetê..

Heger belkî li wira ne bû, emê hevdu birevînin,

herin Shama Sherîf bigerin, bi hêsîrî li xurbetê…

Rebîm mi neheqiya Zeynel Beg qebûl kirî, tu qebûl neke,
Destê mi bi pêxîla Zeynel Beg keve Roja Hashirê,

li ser îmanê, li axiretê…






Bedirxan

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê, xwesh Mile Xanê!
Bejna Bedirxan beg zirave mîna bîna zila, bîna rêhanê,
Shemo yê Dêrshewî kire gazî:
Osman pasha kûçik bab,
Destê babê Têlî, mîrê Botan, shêrê Kurda,
Bi te nayête girêdanê..
De lo lo.. Lo lo...
Li me tê dengê topan û cebexan,
û li me tê heyfa bo mixabina dilê me dimîne,
kûçikê koshterê Romiya,

ketne sharê Cizîra Botan,
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê axan û eshîretê..

Lê lê Meyro!
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!
Milê Xanê bilinde le ( li ) dewrê rêyo,
Osman pasha yawork kishande qoça Mîsile,
Ez dikim û nakim qewata min nashêyo,
Bila qewateke giran hîja ji mira bêyo,
Topê mezin bila ji mi ra bêy,
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, Samiyê Lotî,
Shemoyê Dêrshewî,
Kopikê îro serê heft sala li çiyayê Ewreqê bîne asêyo..

De lo..lo..lo..lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
heyfa bo mixabina dilê me dimînê,
Kûçikê koshterê Romiya, bi ser welatê sharî Cizîra Botan da,
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eshîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê daketim wa Bilayloka,
Osman pasha yawork kishand qoça Mîsila,
De bila bît ji me ra topê tembiçîka,
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, Samiyê Lotî,
Sê roja sher dikin li geliyê Ewreqê wekî keyfê zava û bûka,

De lo..lo..lo..lo..Lo...!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,

Heyfe bo mixabina dilê me dimînê,
Kûçikê koshterê Romiya,
Ketne sharê Cizîra Botan,
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê mîran û eshîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!

Milê Xanê, xwesh Mile Xanê!
Bedirxan beg dike gazî..
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, Samiyê Lotî,
Shemoyê Dêrshewî kire gazî:
Mîro! Emê çawa sherî nakeyn be eshq û dila?!
Evro sher bi me herçar xwesh mêra,
Mîna keyfa zavyan û xemla bûka,
Mîro! Ma te nezanî li me hate kushtin Tahîrê biçûka?

De lo lo! ..lo lo!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfa bo mixabina dilê me dimînê,
Kûçikê koshterê Romiya,
Ketne sharê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê Sanceqa eshîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê, xwesh Mile Xanê!
Mîr Bediraxn bi sê denga kire gazî,
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, Samiyê Lotî,
Shemoyê Dêrshewî.

Osman pasha sekinî li Cizîra Botan,
Bi rojê eskerê xwe kom dike,
Bi shevê berê lê dikete ser rêza gunda,
Ev shev min divê bavêne ser ordiyê vî kûçik babî,
bibirrin serê topcî û qumandara..

De lo lo! Lo lo! Lo lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabina dilê me dimînê,
Kûçkê koshterê Romiya, ketne sharê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eshîretê..

lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê xwesh Mile Xanê!
Mîr Bedirxan bi sê denga kire gazî,
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, samiyê Lotî,
Shemoyê Dêrshewî.

Osman pasha sekinî li Cizîra Botan,
Bi rojê eskerê xwe kom dike,
Bi shevê berê lê dikete ser rêza gunda,
Ev shev min divê bavême ser ordiyê,
Vî kûçik babî, bibirrim serê topcî û qumandara..

De lo lo! Lo lo! Lo lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabin dilê me dimînê,
Kûçkê koshterê Romiya,
ketne sharê Cizîra Botan..

Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eshîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê xwesh Mile Xanê!
Mîr Bediraxn bi sê denga kire gazî,
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, Samiyê Lotî,
Shemoyê dêrshewî.

Osman pasha sekinî li Cizîra Botan,
Bi rojê eskerê xwe kom dike,
Bi shevê berê lê dikete ser rêza gunda,
Ev shev min divê bavême ser ordiyê vî kûçik babî,
bibirrim serê topçî û qumandara..

De lo lo! Lo lo! Lo lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabina dilê me dimînê,
Kûçikê koshterê Romiya, ketne sharê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eshîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê xwesh Mile Xanê !
Bi va Bidara û Bilalîka,
Herine sharê Cizîra Botan, xwesh tê dengê zavayan û bûka..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!
Zeyneb xatûn kire gazî li Mûsil û Bexdayê,

Topa radikêshîne Tapan pasha,
Topê Kelê Resh ji me ra îna,
Osman pasha koma bendê te dane gazekê, wan pîra û biçûka..

De lo lo! Lo lo! Lo lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabin dilê me dimînê,
Kûçkê koshterê Romiya, ketne sharê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eshîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê, xwesh Mile Xanê!
Mîr Bedirxan çû seyrana serê,
Meyt kêshane mîna kayê li coxîna,
Leshê esker û top û cibexane mane li çolîna,
Bang kir siwara sherî betal ken (biken) hing razîne?

Shemoyê Dêrshewî kir gazî:
Meyro dane ba Dêrgula rengîn ciyê meye,
destê me bê ser lê we nabe..

De lo lo! Lo lo! Lo lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabin dilê me dimînê,
Kûçkê koshterê Romiya, ketne sharê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eshîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê, xwesh mile Xanê!
Zeyneb xatûn pêsh eskerê Osman pasha ve çû,
Celemê hespê Osman pasha girt û berneda,
Osman pasha ketne tora te û babê te,
Destê babê Têlî beg heta bajêrî Diyarbekrê, li kelepçe mede..
De lo lo!..Lo lo! Lo lo...!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabin dilê me dimînê,
Kûçikê koshterê Romiya ketne sharê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eshîretê..






Bêmalê ! (*)

Bêmalê me te dî li hay Wanê (1),
Pishta xwe da erdewanê (2),
Ramîsana te bûn (3) parîk shekir, ketine (4) ber vê (5) zumanê,
Rebenê! soz û qirar temam bûne,
Gul û beybûna bi hev ra bûne,
Heshiya qazê li bejna zirav bela bûne,
Rebenê kerasê sipî li xwe meke, sare, çile li te sare,
Bi te ra soze, yek qirare,
Xeynî bejna zirav ji xwe ra nagirim dost û yare,
Gava tu bi xortê gundî bishtexilê li min zulme, li te qare (6),
Kina min a li nav kina,
Bejn (7) avî rihan e, av li bin e,
Emê herin welatê xerîbiyê,
Ji Xwedê û pê ve kesik (8) nuzane em ku ne..
Ez çûm welatê xerîbiyê, mi ji bîr meke,
Mi bike sêvê (9) Xelatî, a dî di berîka xwe ke,

Gava bêm bîrê, sêv biderêxe, a li ber bêvla xwe ke,
Suwar (10) dibû li ciwaniyê (11),
Berê xwe da welatê xerîbiyê,
Xemê min ne tishteke, qese tembariyê,
Kirasê sohr (12) li xwe meke, li te nayê,
Kanî soz û qirar, te bi mi ra (13) dayê,
Tu pey soza (14) xwe nayê,
Li xatirê te sê sal (15) ketim belayê,
Gava te nebînim sebra mi nayê,
Li kullekê meke tarî,
Dev li kanê gul dibarî,
Were cem min, destê xwe deynim li ser sîngê bi h’elal malî,
Mi te dî bû li ser dêkê,
Delalê min hat, li te e’bakê (16) wê ban dikê,
Xwedê muradê me herdu (17) tevda bikê,
Minê (18) dî bû ser dirûnê,
Hesso hesiya, vê ra dikê (19) pevçûnê,
Bejna min (20) gula nû xemilî,
Ser min û delalê min (21) çûne gilî,
Gava te nebînim agir (22) ser dilê min (23) shuxulî,
Çi subeye (24)? subake sarî,
Li kullakê meke tarî,
Destê xwe di destê mi ke,
Emê hevdu birevînin pisarê (25) vî buharî,
Ezê bimirim (26), tu sebebî,
Tirbê min (27) li mala bavê te bî,
Gava tu biborê, lingê xwe li tirbê mi xe,
Bê set (sed) reh’met li te bî,
Çiyayê bilind bê ba nabê,
Newalê kûr jê av xalî (28) nabê,
Qîzê vê heyamê ji heft (29) sala

û pêve li mala bavê xwe bê dost û yar nabê..


(*) Socin û Prym ‑ St.Petersbourg 1890,

Têbîniyên, ku li binê text (têkst) hatine nivîsandinê:

(1) dî bû li lay Wanê. (2) wêrdewanê. (3) bûne. (4) ketne. (5) vî. (6) qehre. (7) a te. (8) kes. (9) sêva. (10) helqê delal suwar. (11) ceniyê (12) sohra. (13) mir. (14) soz û qirara. (15) sê sala. (16) malê me, li te ébayê. (17) bê malê. (18) min. (19) serê subê Heso dayê sher. (20) mi. (21) delalê malê. (22) agirê. (23) mi. (24) subake. (25) bi serê. (26) bimirime. (27) mi. (28) bê av. (29) heft.





Bêrîvanê !


Bêrîvanê, bêriyê di gundê me çil û çar û çarde ne;
Li mehalê jêrî sê qipla (qible) ne,
Qipla birekî, hemî keçin malbatîne, bê lome ne,
Û qipla navê, bûkê di salê ne, û di bêgazinda ne,
Û qipla dumahîkê hemî keçê di desbijarî, di nav min û te..
Bêrîvanê, spêde ye, xwesh tê dengê mihêkar tê,
Heko tu Bêrîvanê min nas nekî,
Wê li nav çil û çardeh bêriye shala li serê sor û zer tê..
Bêrîvanê, pezê mala babê Bêrîvanê pezê sipî ye,
Shivana dê bêjite:
“Bêriya, were, dê bihnekî bikin yariyan û laqerdiyê”.
Eger ez biçim mal, bab û birakê di min bêjin: “Eve çî ye? “..
Bêje:”Lepkê di parzonê min qetiya bû, û e’yar sîrka min reshtiye..”
Bêrîvanê, barekî titinê hatiye gundê me, titinê zer e,
Xelk û a’lem kirrîn bi rûnî mehan,
Ez dê bo lawikê xwe kirrim bi dirav û zêrê zer e
Û heko lawikê min qaîl nebit,

Ez dê cotê zermemka danîm li ser e..





Bistkî Wer


Bistkî wer mala me ye,
Tishkî bibe ma’ne ye, ( hîccet )
Singê mi j' te re bexçe ye,
Gul û rîhan têde ye..

Meskenê min û te ye,
Hey lê gidyê nazliyê çelebiyê,
Xulama deqe li eniyê,
Wer em herin kaniyê..

Gundî, malya çi j' me ye,
Diyarbekir bi derge ye, ( dergeh )
Nisêbînê bi qishle ye,
Girherînê bexçe ye..

Mêrdînê di ser re ye,
Cihê min û te ye,
Heval û hogira çi j' me ye,
Îshev sheva berfê ye,
Ciya ye, li hewshê ye, (ciya dîne li hewshê ye ?!)
Destê xwe, b’ destê mi de,
Wer em herin çolê ye..

Îshev sheva baranê,
Ciya dîne li heywanê, (eywanê )

Destê xwe b’ destê mi de,
Emê biçin newalê..





Boz Beg


[ Li Zaxo hatiye bihîstin û nivisandin- Berhevoka Socin û Prym-Petersburg 1887]

Tîpguhastin: Cankurd


Salig (salik) bi salî di van zemana
Êleg (êlek) giran e çû zozana
Boz begê Qubê seremiyana (serê hemiyane)
God (got): Axa hiye, sed car hiye
Çi cewabekê ji nav malêt (malêd) Kemala hatiye ?
Ji Boz begê Qubê ra hatiye.
Boz begê Qubê karê xwe kiriye
Birek suwara haydayî ye
Malêd Kemala birin çûn (çû) bi cerdê ye
Go: Axa hiye, sed car hiye
Ji wê re rabû Dalo Mîrxanê di Kîkiye
Bi nav êlê de ketiye
Pênsed suwarî rum û top jê girtiye
Ji dê û babê xwe diziye
Sadiq axa rum ê giran e
Hêdî hêdî huwîrig (hûrig) hûrig dimeþiye
Meþya (meþa) wan li ser pozêd cezman e
Çû bû pêjya (pêþiya) Dalo di Mîrxan e
Go: Lo Axao, heke tu xeberê min bikî tê vegerî ji nîvê riyane
Go: Ezim Dalo di Mîrxan e
Ez venagerim ji nîvê riyane
Ezê bigirim ser konê Brahîmê di Eslan e
Ew kone konê di mêran e
Ezê zuwal bikim bi þûran e
Ezê jê çêkim e’dilê dewan e
Ezê jê bistînim xerac û bacê di Kîkan e
Go: Axa hiye, sed car hiye
Ji vêrê rabû Dalê Mîrxanê Kîkî ye
Koma Kîka hilaniye
Bi ser terefê Bozo da girtiye
Þerîtê koma (kona) bi þûra qetandiye
Êla va (van) ji binî hilaniye
Axa hiye, sed car hiye
Meþyû (meþî) bû li dor konê di axê ye
Qetandî aliyê di odê ye
Xuþikî bi aliyê di malê ye
Xînga Bozo rabû ji pê ye
Destê xwe avêtî cilawa (lîwana) hespê þê ye
Go: Herê axao, mi pi (bi) te ye tep (te bi) Xwedê ye
Te qetandî aliyê odê ye
Aliyê malê bide xatira min û vê kevnê ye
Go: Axa hiye, sed car hiye
Ji wêrê rabû Dalo Mîrxanê Kîkî ye
Topûz hevêþî (hiwêzî) ji bin qelpûsa zînê kiþandiye
Sê topizî ho-lewleb (li dûv yek) piþta kezyê wê xistiye
Mohrîk tev li hestiya ve þikandiye
Zêrê serê wê hilaniye
Guharê guhê wê þexitandiye
Bazinê destê wê þikandiye
Terzê jina li ber peya bûye
Xilxalê piya vekiriye
Dalo Mîrxanê Kîkî suwar bûye
Terþ û talan derxistiye
Qîrên bi Kemala ketiye
Xînga Bozo rabûye
Pi (bi) çol û beyarê ra ketiye
Terzî baranê beharê digiriye
Terzî gurê çolê dizûriye
Tozek zirav ji binê berya Mêrdînê rabûye
Xînga Bozo dikit hawar û gaziye
Bozo xînga xwe naskiriye
Zû be zû bi xînga xwe ra gihîþtiye
Lolo xîngê vê subhê me bihîstî tu miriye
Mumþeva (mûmê þeva min) mamê Þemdîn vê daniye
Lo mumreþa xalê Ebdî hilaniye
Go: Lo xîngê, tu çima vê dibêjî
Heke ji daw û dewara xwe ne besin,
Mi ji te ra bera qantir di aniye
Go: Yalla Bêyo, yalla Bêyo,
Go: Bozo dibê hîne sed car hîne
Go: Axa hîne, û sed car hîne
Van egîda çarexê Bozo vegirtî kemîn e
Go: Xwezî carek dî li min pêda bûye mamê me Þemdîn e
Go: Lo Homîko tuyî kûrî
Te agir li mala þixulî
Pi (bi) xêr û selamet kekê Bozo vegerît ji vê cerdêo
Min çi kir bû ji helalê xwe,
Ma bikim ji dora heramê xelkêo
Go: Xangê bêje çi qewimî, çi cêriye
Go: Birao, ew Dalo Mîrxano di Kîkî ye
Bi ser terefê Bozo da girtiye
Þerîtê kona bi þûra qetandiye
Birao, êla te ji binî hêlandiye
Go: Birao, hêye, sed car hêye
Meþya bû li der konê di axê ye
Xuþiqî bi aliyê di malê ye
Qetandî bû aliya dû odê ye
Go: Birao, xînga te rabû ji pê ye
Des (dest) avêtî cilava hespê þê ye
Mi go: Lo axao, mi bi te ye, te bi Xwedê ye
Te qetandî aliya odê ye
Aliyê malê bide xatira min û vê kenê ye
Go: Axa, hiye, belê sed car hiye
Ew Dalo Mîrxanê di Kîkî ye
Ewî sê sal e li sûka Diyarbekrê Romêyatî buhartiye
Lê xînga Bozo ne bihurtiye
Dalo Mîrxano Kîkî vê rabûye
Topiz ji bin qelpûsaa zînê kiþandiye
Sê topiza levlev piþta keyê mi xistiye
Morik tev li hestiya wê (min) þikandiye
Zêrê serî min hilaniye
Guharê guhê min þixitandiye
Bazinê destê min þikandiye
Terzî jina li ber min peya bûye
Xilxalê piyê min vekiriye
Lê ez namirim bi wê qehrê
Lê ezê bimirim bi wê derdê
Li tiradê (meydanê) subehê sê tirada qebo ji Bozo xwestiye
Evî got (erê) xîngê, heke wa bit, heke wa nebit
Sûndê di eþîra bê maa’ne bit
Keskê (kesekê) bi dewrê emana dîtiye
Malêd Kemala li heyfa xwe vebit
Go: Axa bilezkin, bilezînin
Peya bin, tangê di hespa biþidînin
Cezma di rikêba hilkiþînin
Demanca ji qebûra bikiþînin
Þaxtêskê bi ser da helweþînin
Hespê di rehtin belê me-êþînin
Dalê Mîrxano Kîkî ve bigihînin
Sê qîra bi erebî jê ra bilîlînin
Kezebê wî di zig (zik) da bihelînin
Kuçkê eþîra axa pê biqerînin
Go: Axa hiye, sed car hiye
Ji wê ve hatin (hatî) Dalo Mîrxanê di Kîkî ye
Go: Nîþanê Dalo Mîrxanê Kîkî çiye?
Kum î fêsa telatiye
Bi e’bayê zerêncî ye
Tîjk î dirêjin (dirêje), sê bost û çar tiliye
Cezm î zer e, þuftaliye
Ruma wî bi topa Nezeriye
Ew bi xwe Dalo Mîrxanê di Kîkî ye
Dalo Mîrxan gotê axa, hane sed car hane
Go: Bozo tu baþ bide van zirtane
Þer diketî li berê van cemane
Dê li wî þerî bizanin kî berx e, kî beran e
Go: Bozo têwo vehênijî
Ji ber xem û xiyalê xwe dihinijî
Agir û pêt ji topa Romê ve dirijî
God (got) derba ewwil gihiþt Dalo Mîrxanê Kîkî,
ji ber Roma ve dikujî
Go: Eve heyfa xanga min jî
Hate tiradê Kûr Þemdîn e
Li kimêdekî sor e, belê yaman þîn e
Mêra dikujid (dikujit), gilî ji wa digerîne
Hate tiradê qur Aslan e
Li kimêdekî sor e, yaman piþtê pan e
Ji Kîka vegerandin torê (gayê) di gan e
Hate tiradê qur Hogo ye
Selefê siyara bi xwe Bozo ye
Mêra dikujid, giliya tînit zû be zû ye
Hate tiradê qur Qubat e
Þîr (Þûr) dihingêvit, belê þîrekî ji xwe ribat e
Kîka ji ber dabû selewat e
Go: Axa, hazî sed car hazî
Kîka qulibandin ser çiya Mazî
Kîka vê dixwazin dexîl û gazî
Min heyfa heçî ji ber malê di Kemala filitîn
Çi mala xwe sor û tazî..
Go salê vergerha (vegerha) sala dî ye
Heyfa vê li heyfa pirsiye
Qazî Smaîl vê rabûye
Bareg (barek) zêr û diravê xwe hilaniye
Li sûka Diyarbekrê vê daniye
Go axa dicivîne, axa ved-civîne (vê dicivîne)
Demance dikirrît bi xorta re vê diþînê
Enterya dikirrît bi xorta re diþînê
Zebûna dikirrît bi xorta re diþînê
Tifinga dikirrît bi xorta re diþînê
Ciwaniyê kihêl bi xorta re diþînê
Zebûna du sed çerxî dikirrît
Bi Homikî (ra) bi zozanî vê diþînit
Me heyfe vî mee’resî xorta bi tayê xwe digihînit
Homig (Homik) divête qazî Smaîl çi qewmiye (qewimiye)
Go: Rojekî me heye , me bigriye
Me û Kemala careg (carek) dî þer bikiye
Go: Çi roja tu hes bikî min birag (birak) egîd min aniye
Min hewar li êlê da xastiye
Emê bênilhanê (bînin xanê) we Kîkîya
Go: Rojekî Bozo vê rabûye
Qezda (qesda) nig mamê Þemdîn vê kiriye
Go: Mamo min vê bihîstiye
Þêxa hef (heft) dewat vêgra vê daniye
Me divêd (divêt) ez biçim temaþa vê bikiye (bikime)
Go: Kurê min, çawe biçî li nav neyara temaþay dewatê bikiye?
Heker (heger) te pi (bi) xwe dewad (dewat) diviye
Eve êla Kemalan e, ezê hefde mutriba ji te ra biciviye (bicivînim)
Bila ji te ra dawetê bikiye (bikine)
Hefd (heft) roj û hef (heft) þeva tu bi xwe temaþa bikiye
Go: Mamo, e ji te dikim hîviye
Tu destûra min bidiye.
Mamê Þemdîn gotê min navê tu biçiye
Go: Kurê min destebirayê te kiye ?
Gotê Mamo, destebirayê min lawikê di Xerzî ye
Go: De here kurê min, min destûra te dayiye
Heta nîvro min vê xwe li te girtiye
Heker (heger) ciwaba te ne hatiye
Minê hawar li êlê da hîþtiye
Minê tenaþeke (qewaþeke) suwara vê aniye
Heke tu sax bû ezê te bikujim
Eger tu kuþtî bî, ji min hat, ezê heyfa te hilînim
Go: Bozo û destbirayê xwe suwar bûne
Qezda (qesda) êla Þêxa kiriye
Þêxa hef (heft) dawet vêgra daniye
Wekî Bozo ji wê ve hatiye
Maqûlê Þêxa pêþya Bozo ve hatiye
Cilawa (hespê) Bozo vê girtiye
Bozo peya kiriye
Li ser cih û balgiya rûniþtiye
Bozo temaþayî daweta Þêxa kiriye
Vêca Þêxa þêwra xwe vê kiriye
Go: Ew Bozo bi destbirayê xwe pi (bi) tinê hatiye
Go: Þêxa ciwaba xwe hinartiye
Ji bo Osmanê Elî Xane di Kîkî ye
Go: Da tu bizanî Bozo pi (bi) tinê vê hatiye
Da tu bêyî bireke suwara suwar bikiye
Terþ û talanê Þêxa tu bigiriye
Da tu þivanê me berdiya
Da bên piþta mala hawar bikiye
Em dê il (li) pey hawarê êne (bêne)
Gavekê bi h’alê xwe mijûlin
Feqîrê þivana hawar kiriye
Dewata Þêxa vereviye (ji hev belav bûye)
Her êg (êk) bezî hespê xwe suwar bûye
Li pey hewarê ve çûye
Bozo bi destebirayê xwe pi (bi) tinê vê mayî ye
Vêca ew jig (jî) suwar bûne (bûye)
Li pey hewarê çûye
Bi serê êla Kîka da hatiye
Kîka çarexê Bozo girtiye
Heçî Kîkan in hewar li Mûsûsana da xistiye
Go: De îro ew roja me û Kemala þer daketiye
Roj li nîro (nîvro) sekiniye
Bozo carekê rikêbê xwe þidandiye
Xwe ti (di:li) koma eskerê suwaara dayiye
Du suwar ji Kîka vê kuþtiye
Du gelê ji Kîka kiþandiye
Go: Yekî ji van Osmanê Elî Xane di Kîkî ye
Rumekî li Bozo zerkiriye
Bozo zendê xwe ji vê rumê vegirtiye
Go: Me ew þer li wê derê vê hîþtiye
Em hati(n) nig mamê Þemdîn e
Mamê Þemdîn fikiriye
Nîro (nîvro) vê þikestiye
Bozo ji ba Þêxa ve nehatiye
Kezeba dilê wî þewitiye
Rabû hawar li êla da hiþtiye
Qewþaneke suwara suwar bûne
Qezda (qesda) êlê Þêxa kiriye
Wekî fikirî Þêxa daweta xwe kiriye
Mamê Þemdîn hêj negihayiye
Kalê rîsipî ji xîvetê rabûye
Cilawê (hespê) Þemdîn girtiye
Go mamê Þemdîn he’walê te çiye?
Mamê Þemdîn fikirî Þemdîn nedîtiye
Go mamê Þemdîn peya bûbiye (bûbûye)
Qalûnek tûtûna bikêþiye
Fincan (ek) qehwê (tu) vexûye
Heta taþtiyeg (taþtiyek) ji te re hazir bikiye
Go mamê Þemdîn çavê di serî da sor dibûye
Kezeba dilê Þemdîn þewitiye
Go axa dixîne axa, axa vê dixîne
Topizê hevêsî ji bin qelpûsa zînê vê derxîne
Sê topiza li mêrikê îxtiyar vê dixîne
Hestî wesêla tev de ditewxîne
Go tûtûnê bixud (bixu) ji nanê te te
Jehrê bixud ji qehwa te ye
Vave (vaye) sê roj û sê þeva Boz begê Qubê naxuyiye
Gotê mamê Þemdîn te çi bihîstiye ?
Te mêrikê îxtiyar vê kuþtiye
Heta nuha Bozo temaþayî daweta Þêxa vê kiriye
Paþê sifka hawareg (hawarek) daketiye
Suwarê Þêxa li pey hawarê çûye
Bozo bi destebirayê xwe pi (bi) tinê vê mayiye
Ew jî bi destbirayê xwe (ra), ew jî çûyiye
Em (ew) fikirîn hawar direw derketiye
Mamê Þemdîn gotê hawar pi (bi) ku va daketiye?
Ewan gotê hawar bi Cizîrê ve daketiye
Ewan bi Ehmediyê ve nîþan dayiye
Go: Þemdîn ji êlê derketiye
Miqdarekî bi deþtê ve çûyiye
Çi dewsa suwara nedîtiye
Careg (carek) dî mamê Þemdîn vegeriye
Qezda rêya Cizîrê kiriye
Ejnû (ji nû) ser suwara ketiye
Go: Vî bi suwarê xwe re ajotiye
Bi ser kemînê da çûyiye
Fikirî çarexê Bozo suwara vê girtiye
Mamê Þemdîn gazî Bozo kiriye
Go: Lo suwarê di nava van suwara
Ew subeh bû, eva bû êvar e
Ka namûsa te ji mi ra kirî kar e
Go: Lo Mamo, min du suwarê xwe vê kuþtiye
Go: Lo Mamo, min du gelê xwe aniye
Go: Lo Mamo, yekî ji van rumêkî li hevalê min zerkiriye
Hevalê min zîn jê re vala kiriye
Go: Lo mamo, mi zendê xwe ji vê rumê vegirtiye
Go: Lo Bozo, bêje min nîþanê suwara çiye
Go: Lo mamo, nîþanê suwara heye
Pi (bi) kum î fêsa telatiye
Þee’rê reþ a Mêrdîniye
Bi ebayê zêrinciye
Kurk î sor e Mee’laniye
Rum a wî pi (bi) topa Nezeriye
Tijk î dirêjin (dirêje), sê bost û çar tiliye (di hesbiye)
Heke tu bawer nakî hespî þê ye, ling î spiye
Go: Lo Bozo, min naskiriye
Go: Axa dixîne axa, vê dixîne
Osmanê (Otmanê) Elî xan e ji nav suwara vê ti(di)qetîne
Go: Mamê Þemdîn piþta vê distîne (diþdîne)
Go: Rumêkî li reha qulincê vê dixîne
Li ser qelpûsa zînê vê difirînî (e)
Go: Lo Bozo, me suwarê te naskiriye
Go: Me rumekî lê zerkiriye
Go: Mamo, rumê te dilê min negirtiye
Go: Bozo ruma mi ruma dikêrbiye
Mi lêda bû li bayê di hespê ye
Heke tu bawer nakî heçî bezî ser
Gureka dilê wî vê spêr (bispêr?) topa vê topa vê Romê ye
Go: Mamo, ew Osmanê Elî Xan e di Kîkî ye
Mamo, hane sed car hane
Ew xudanê colê (celebê) di miyan e
Go: Mamo, ew xudanê gumguman û qehwan e
Go: Mamo, ew xudanê sufrê giran e
Min gote w birayê heft xuhan e
Min got te tefandî ocaxê di Kîkî ye
Go: Axa hey hatin , hey hatin
Go: Axa ew Homik û di Qubatin
Go: Axa min heyfa male di Kemala pi (bi) sê þopa ji ber hilatin
Go: Axa felek sed car felek
Rom li dor Boz begê Qubê bûne çît û xelek

Himikê Mûsûsanî dibêjid: Kire jin magê serî gano ([1])
Boz begê Qubê xelas nakin mêrêd hewe kuþtin gelek
Go: Bozo, dibê hîne sed car hîne
Van egîda çarexê Bozo vegirtî kemîn e
Go: Xwazî careg (carek) dî li min peyda bûye Mamê me Þemdîn e
Go: Lo Hemîko, tuyî kûr î
Te agir li mala þixulî, bû pêt û gurî
Got : Çi heq û însafê Xwedê ye
Tu þîrekî (þûrekî) bidî serê Boz begê Qubê,

ber guharê Heyderî ve dibirrî

Serê Bozo jê kiriye
Destê rastê yê rumê jêkiriye
Ji bo deyka Osmanê Elî Xane ra þandiye
Deyka Osmanê Elî Xane di Kîkî ye
Serê Bozo fihme kuçkî (komirê kevirî) pê malî ye
Serê Bozo di agirê kuçkî danadiye
Go: Heç wekî vê subê Osmanê Elî Xane Kîkî (di Kîkî) ne kuþtiye
Go: Piþta mêrê Bozo Kiye?
Piþta mêrê Bozo lawê di Xerzî ye
Ew Xerziyakî piþt bi rêþî ye (bi çiyaye)
Wekî fikirî Bozo vê kuþtiye
Carekê koma eskerî derketiye
Bi nav êla Þêxa derketiye
Li êla Þêxa bû gaziye
God (got): Bo begê Qubê Dalo Mîrxanî kuþtiye
Hewarî li hêla Kemala ketiye
Wekî lawê Xerzî vê çûyî ye
Qîrên bi êla Kemala ketiye
Peya û suwar vêgra derketîne
Ser êla Þêxa da girtiye
Van zanî ev qebhet van kiriye
Her hefd zavayê Þêxa Kemala kuþtiye
Êla Þêxa talan kiriye
Çûn termê Bozo ji berriyê aniye
Li mal vegeriyan, hefd (heft) roj û hef þeva teziyane ji Bozo ra kiriye
Roja hefdê teziyanê xwe hilaniye,
Mamê Þemdîn god (got) heke rojekê ji me hat, em heyfa xwe ji Kîkî bistînin..
A ji wêrê hatim, rehm li dêy babê di guhdara…





Cana min!

Rêka Midyatê qashe, cana min!,
Derpiyê Helîm qimashe, cana min,
Ereq vexwar serxwshe, cana min,
Dikim herim Helebê, cana min,
Qeysa bejna xwe bigre, cana min,
Te d’ bînim de (te) nabînim, cana min,
Te d’ gerdenê wertînim, Ezîza min,
Xelk evdala malê dinê, cana min,
Ez ashiqê çavê shîn im, Ezîza min,
Dikim herim Mêrdînê, cana min,
Qeysa lingê xwe bigre, cana min!,
Ji te r’ bînim potînê, cana min!,
Xelk evdala malê dinê, Ezîza min!,
Ez ashiqê çavê shîn im, cana min!,






Canê!

Keçka Mîrê Swêrekê,
Kumber ketê kêlekê,
Tu b’ qedrê rebê xwe kê,

Bishkoshkê êlek vekê,
Devê min d’ memkê xwe kê.

Can hey can,
Keçka Mîrê Mûsilê,
Kumber ketî ser dilê,
Çavreshî me shenbilê,
Can hey can,
Can hey can...

Kirasê te mebrûm e,
Hûr û kûrik didrûme,
Heçî yarek wan tune,
J’her du dinya mehrûm e.
Can hey can..

Kirasê te meles in,
M’ da ber derz û meqes in,
Heçî yarek wan tune,
J’her du dinya bê mal e.






Cano

Wele (1) Cano (2), wele Cano !,

Konê me reshin e´rebîne,

Keçkê gundê (3) me spehîne,
Xortê gundê me begîne,

Minê e´cêbek dî bû;
qîz û xorta bi ramîsana ji hev razîne.
Wele Cano, wele Cano !,
Çav (4) reshê çavê xwe kil dikêwo,
Xizêmeka zêrînî (5) di poza (6) wêwo,
Par vî çaxî el (ez li) mala bavê te Dêwid bû (7),
Te yariya (8) xwe dibilave xelkêwo,
Wele Cano, wele Cano !,
Mala (9) me bar kirin danîn li zozana,
Çavresha bisk bi têl (10) ji me xwîyane,
Qîzê mîrê Reshkûta nû gihane..
Wele Cano, wele Cano !,
Beqçakê bavê Bendê wa bi tirî (12),
E’sker gerane li ber buhorî,
Bavê Bendê barê xwe da seferê (13) vî gawirî.
Wele Cano, wele cano !,
Sê (14) lawê Yûsîf pasha li vê derê (15) buhorin,
Barê xwe dan shehrê vî gawirî (16),
Sê xatûn çavbelek manane markirî (17).
Wele Cano, wele Cano !,
Mûsha shewitî bi tutûne,
Sherwalê (18) hersê kurê (19) Yûsif begê kalebdûne, (20)
Ser seferê vî gawirî diçûne..
Wele Cano, wele Cano, Mûsha shewitî bi kaniye,
Di ber re hat e´sker ê romiye,
Hersê lawê Yosif pasha ser shehr ê gawir çûne.
Wele Cano, wele Cano, îro sê ro me karik nekir,
Minê dûvê hespê boz bi xene kir,
Yûsif pasha qebûl nekir.
Wele Cano, wele Cano, li min û li vê yekê,

Kerîm pasha serkê (21) ordiyê,
Hersê lawê Yûsif pasha,
Ber bajara Qersê (22) bi kotakê,
Le me geriye dewra felakê (23),
Wele Cano, wele Cano !,
Mûsha shewitî va biraza,
Kerîm pasha serkê vê ordiyê (24) ji xwe teraza,
Hersê lawê Yûsif pasha, bir (25) bajara Qersê,

li dilê Yûsif pasha bû miraza..

Wele Cano, wele Cano !,
Me xelkê delal dî bû (26) li ber derî,
Bi awirê çava li me dinêrî,
Hersê law ê Yûsif pasha,
Hatin ji Qersê (27) h’emlê (28) va (29) guharî.
Wele Cano, wele Cano !,
Qersa shewitî li ber kashe,
Xeftanê hersê lawê Yûsif pasha qumashe,
Kaxezik ji Qersê ji me ra hat,
Go hersê lawê Yosif pasha,
Yek bû Yûzbasha, yek jê dibû (30) dalûbasha, êdî dibû bîmbasha.

Têbîniyên, ku li bin ê text (têkst) hatine nivîsandinê:

(1) walla (2) ce’no (3) gundiyê me (4) çe’hv (5) zêrînî (6) Tipiq (7) Dawid (8) yariyê (9) malî (10) bi têla (11) arê bi wedêno (12) ji bekçaka nûtir çaxçûrê (13) sînorê (14) hersê (15) li vir (16) gewrin (17) kirî, kirin (18) Shervala (19) lawê (20) kilab (21) serîkê (22) kishandî (23) ekê (24) pêvexistine (25) kerna (26) pêvexistine (27) bajara Qars (28) hemala (29) Van (30) bû (31) û yeg bû.





Casimo (1)
Berhevkirin: Socin û Prym


Hevaylo, hevaylo, hevaylo !,
Casimo lawo tayê bi tenê,

Hesîn (2) dibû li dor kehniyê, li ber badanê,

Kul bikeve mala Xoce Tomas (3) û Hesen begê (4),
Cohtê (5) xençera (6) xistin ber xetê gerdenê.
Hevyalo, hevaylo, hevaylo,

Casimo lawê pîrê !,
Bi ro here meclîsê,
Bi shev ji xwe ra dayîne ray (7) û tegbîrê,
Heyfê me tê bû ser Casimo, go kushtin,
Jê xalî dibû meclîsê Zaxoyê, meclîsê (8) Cizîrê,
Hevaylo, hevaylo, hevaylo !,
Casimo lawo qesrê Casimê me (9) piçûk e,
Stûna navê li bin da (10) balalûke,
Heyfê me tê bû ser Casimo (11) ku kushtin, me qîzik jêre anî,

nehîshtin, ku (12) bibin zava û bûk e.

Hevaylo, hevaylo, hevaylo !,
Casimo lawo, qesrê Casimê me mezin e,
Stûna navê li bin da hesin e (13),
Kula Helebê (14) bikeve mala Xoce Tomas,

û Hesen begê (15),

Derkê (16) kushtinê lêxistin Casimo,

minê qîzik jêra anî,

nehêtin (17) bibin mêr û jin e.

Hevaylo, hevaylo, hevaylo !,
Çûme Cezîrê neqaba va begvîna,
Gundî ûa’lem gote rabe cilê Casimê bihîne (18),
Pashak qewî stêre, cil bavêje li ber (19) pevlî xwîn e,
Efendiyê Diyarbekrê û qaziyê Mêrdînê,

rishwet û bertîl dixun a’lemîn e ,

Gotin yadê di shûlê hikumatê hate (20) kushtin, zerar nîn e,
Hevaylo, hevaylo, hevaylo !,
Casimo lawo !, ro hilat E’lkura navê,
Bûkê rabû cilê Casim da ber tavê,
Heyfê me naye ser te, heyfê me tê li bûkê wê vegere mala bavê.
Ha lawo, ha lawo, ha lawo !,
Zavayê sê mehawo,
Li dîwanê hukmatê newêrim bêjim birawo !...

Têbînî:

(1) Casimo (2) shîn (3) Tomas Serrafê Mûsilê (4) Begê shêxa (5) Cohtê
(6) Carê (7) Sêr (8) Mej (9) Casimê me delalê, Casimê delal
(10)anî nehishtin ji hev ra (11) Bin dasina (12)arê derbê (13) Wanî Nehishtin
(14) Kuleke resh e li ser rûyê mirovan çêdibe û shûna wî her dimîne.
(15) Thomas: serrafê mûsilê. (16) Derbkê. (17) nehêshtin. (18) Bîne.
(19) Cilê casimî li ber bavêje (20) Go dayîkê (21) Hat.




Cembelî ([2])


Go landikê Cembelyê min ji darekî sêva
Wekî ez fikirîme rizqê lawkê min go sêvek pê va
Cembelî were ser sîngê Binefþ Xatûnê raze ji nîva sêva pê va
De lorî lorî Cembeliyê mi lorî,
Ehmed bi Qurban Binefþ Xatûn bi gorî
Go kulmal were ser sîngê Binefþ Xatûnê raze,

birevîne bibe zozana di jorî

Go der xanîkê Cembeliyê min jî dibêm aqil bijaye
Min vê subhê birek pale berdane xema ji dilê xwe va ye
Go Cembelî vê subhê were ser sîngê Binefþ Xatûnê îro roja min û te ye

Go de lorî lorî Cembelyê min lorî,
Ehmed bi qurban, Binefþ Xatûn bi gorî
Were Binefþ Xatûnê birevîne bibe zozanê di jorî
Go zaro zaro
Serê kopekê babê xwe xwaro,
Eve sê sala landikê dihejînim, temara li çavê Cembeliyê kiçig (kiçik) naêt
God (got) derxînkê Cembeliyê min jî dibên bi ganek e
Mi vê subhê pale berdane yek bi yek e
Herê (erê) Cembelî were ser sîngê Binefþ Xatûnê raze

ev e dinya ji xwe çerx û felek e

De lorî lorî Cembelyê mi lorî
Ehmed bi qurban, Binefþ Xatûnê bi gorî

De zaro, zaro,
Serê kopekê babê xwe xwaro,
Eve sê sal e ber mindala Cembelyê kiçik dilorînim, ahê dîno
Temare li çavê Cembeliyê kiçik naêt
Go xencera Cembelyê min ji cewher e
Þefeqê dabû sîngê Binefþ Xatûnê vê di bin de ee’lba þîr e
Go gelî xelkino de hûn bizanin
Cembeliyê min ney Kurmanc e
Cembeliyê min ji malê di mîr e
Go de lorî lorî Cembelyê mi lorî
Ehmed bi qurban, Binefþ Xatûn bi gorî
Were Binefþ Xatûnê birevîne, bibe zozanê di jorî

De zaro, zaro,
Serê kopekê babê xwe xwaro,
Eve sê sala li ber mindalê Cembelyê kiçik dilorînim

Temare li çavê Cembeliyê kiçik naêt

Go here pîrê pîra qutê
Bes bike li der konê erebî pitepitê
Heke min des (dest) avêd (avêt) vî berçîtî û vê mêkutê
De lorî Cembeliyê mi lorî
Ehmed bi qurban Binefþ Xatûn bi gorî
Were Binefþ xatûnê birevîne bibe zozanê di jorî

De zaro, zaro
Serê kopekê babê xwe xwaro
Eve sê sala ber mendala Cembeliyê kiçik dilorînim
temare li çavê Cembeliyê kiçik naêt
Go min dîd (dît) vê subhê di nîva þevê da
Cembeliyê min suwar e li hespekî kumêd e
Binefþ Xatûnê subehiyan û êvara bibit xulamê vê bejnê da
De lorî lorî
De zaro, zaro…





Çaçano!


Ax û yeman Çaçanê!
Sorgulê belibanî,
Çavshînî Çavsheytanî,
Destê xwe b’ destê mi ko,
Heyde ko em herine govendê,
L’wê d’ emê bêne dîlanê,
Tu bi serê ciwanî bigirî,
Emê l’ dev xin gem û lîwanê.

Ax û yaman Çeçiko,
Ava gerê hêniko,
Devê xwe di memkê mi ko,
Weke ava sherbik e,
Xwedê mirada bike.

Ax û yeman Çeçiko,
Ava gerê hêniko,
Devê di memkê mi ko,
Weke ava sherbik e,
Xwedê mirada bike,
Li nav tirikê roniko.

Ax û yeman Çeçenê,
Çeçan mi dî bû li gasînê,
Av dikîshandê b’ misînê,
Ezê Çeço birevînim,
Xwe ba’vên Bekrî axa,
Li wê xopana Rêsînê.

Ax û yeman Çeçanê,

Çavshînê, çavsheytanê,
Mi Çaçan dî bû l’ ser bîrê,
Av dikishandê bi zencîrê,
Ezê Çeço birevînim,
Xwe bavêjin Cezîrê.

Kirasê Çeço meles e,
Mi da bû ber meqes e,
Heçî dosta wî tune,
Keçik lawê teres e.

Kirasê Çeço mebrûm e,

hûrik, hûrik didrûme,

Heçî dosta wî tune,
Ji her du dinya mehrûm e.



Çeko bilindo!


Çeko bilindo heramo!, ser çil û çar çiya ketim,
Bilind firîm û nizim ketim,
Bo dêm axî sorgulî, dîn bûm, har bûm, sewdaser bûm,

û bi çola Xwedê ketim.

Çeko bilindo heramo!, çûme çemê Zîzaniyê;
belê hatime mergê Zîzaniyê,
Qeda û sê sed bela bikevit li xêzaniyê,
Sala vê salê lawikê min,

kete e’skerê Silêmaniyê.

Çeko bilindo heramo!, çiya bê dar nabit,
gelî di kûrin bê av nabit,
Qewlê di eskeriyê dûr û dirêj in, çu cara xelas nabit,

Kî dîtiye li dorya heft zemana,

keç li mala babê xwe,

pishtî heft sala,

li mala babê xwe bê yar nabit.

Çeko bilindo heramo!, rê li ber e,
Kuriko dîno!, tu kew gêrfanî, kew li ser e,
Xwezî ezê teyrekî bama ji vanî teyrê di sêfer e,
Dormandorê Silêmaniyê gerî bama hercar ger e,
Xwezî min zanî baya ji lawikê minê xêre yan sher e.





Çeqilmast

( I )


Kerîm lawo çeqilmast,
Me pez kirî bi heneka,
Em bûn koçerê bi rast.

Kerîm lawo çeqilmast,
Me pez kirî bi heneka,
Em bûn koçerê bi rast.

Mi keyand û min meyand,
Min kir nekir nebû mast,
Min rabû kir çeqilmast.

Kerîm bavê Sultanê,
Te kom vegirtin l’ talanê,
Neqla mastê kûçiko,
Giha serê meydanê...

Wan beqalê bajarya,

Qantir ajotin xanê,
Bar avêtin dikanê,
Mast kiribûn tepsika,
Avêtin vê qapanê.

Kerîm lawo çeqilmast,
Pisîkê mexmer alasat,
Me pez kirî bi heneka,
Em bûn koçerê bi rast.

Sê bizinên kûçik hene,

Xelkê kehrê (ke’rê) xwe dan kir,

Û xelkê pezê xwe êm kir,
Ew zelamê çû çi kir,
Eba mezin li xwe kir,
D’ser bizna re sekinî,
Stoyê xwe j’ebê zeyde kir.

Binya mala me b’kevir,
Xelkê karê (ke’rê) xwe dan kir,
Xelkê pezê xwe êm kir,
Sê karê teres hebûn,
J’her siyan yek nas nekir.

J’ qapaniya dinyayê,

Çû eba mezin l’xwe kir,

Sê bihûst û çar tiliya,
Stoy’ xwe j’ebê dirêj kir.

Hat cihaba (cewaba) nexêrê,
Gura bizn’a beshik kusht,

Biz’na gerdik brîndar,
Bez’na belik va li mal.

Hat cewaba nexêrê,
Eliyê Remo Edla bir,
Hengî teres bihecî,
Go zîk û da xencerê,
Bi êgir ket û bela kir,
Go: Em b’dest lepkî bi wan nikanin,
Hêvî Xwedê û Shêxê Gir.

Dor tixwîbê (tixûbê) bi xishxishk,
T’li Fatima çîm guhishk,
Ew dimeshe weke mishk,
Mesha wê, mesha dûpishk,
Zarowa bi ser de....fishkefishk.

Go: Bi Xwedê em naxwin nanê hishk,
J’dewsa nan û pîvazê,
Em bixwin qaymaq û nivîshk.

Edla û Remî bûne cot,
Herdu çûn Dêra Zorê,
Edla xwe nivîsî rehbik (rahib),
Remo xwe nivîsî pirot,
Go: Hesebkî me mast nefrot.

( II )

Me pez kirî-j’ Qelendera,
Hey kûçik lawê qeshmera,
L’ser sînca Remo binêr,

L’elbika û l’ mexmera.

Remo cîranê Receb,
Gerya bû l’ Sham û l’ Heleb,
Peyda kir sê biznê celeb,
Kumê xwe kiribû merkeb,
Ji bo xatirê pisîka,
Go: nexwin mastê wek kezeb,
Derpiyê j’na xwe qetand,
Kir parzûna shîr û rûn.

Gû bi riha xwe kir,
Çeqilmastê geniyê,
Xist elbika dariyê,
Avêt Midyata rengiyê,
Weqî daye bi çerxiyê,
Kirî cawê riziyê,
Li bejna xwe kiriyê..

Kerîm lawo çeqilmast,
Hat cewaba nexeyrê,
Biz’na reshik va li mal,
Eva qirik gura xwar,
Eva beshik brîndar.

Edla, Remo bûne cot,
Çûn dêra Zehferanê,
Edlê xwe n’vîsî rehbik,
Remo xwe nivîst pirot,
Hesêb me rûn nefirot.

Hingî Kerîm beicî,
Go: Zîko da xencerê,
L’tirafê xist û bela kir,
Her piçikê, b’ derkê dibir,
Hawara me ma Shêxê Kur (Gir).

Xelkê bizinên me bir,
Kerîm lawo çeqilmast,
Te konê çarde stûnî,
Te l’ erdê xist û guhast,
Tu bû koçerê bi rast,
Te serê til’ya xwe nalast.

Kerîm lawo çeqilmast,
Tu ger’ya l’ Sham û Heleb,
Te anî sê bizin celeb,
Yeke kwîr (kûr) û yek seqet.

Kerîm lawê qeshmera,
Pez kirîj’ Qelendera,
Kerîm lawo çeqilmast,
Pisîkê mexmer alast,
Me pez kirî bi heneka,
Em bûn koçerê bi rast.





Dankutan


Hey yal-la, ya-la,
Yek wê hayê, li nav rezayê,
Kil û mirêk li ser çogayê,

Biskê sor berdayê,
Çavê reshin kil didayê,
kil û mirêk l’ser qabayê (kabayê).
Ez diçûmê, ew reviyayê,
Ez gihamê, mirêk bi carî li erdê dayê.
Cara çara li sundayê û li mandelayê,
Û min nedîyê û min ne bînayê,
Ha û e’lmê min negihayê.
Ev hêlînê qaz û beta,
Hêlîn çê kir çol û weta û li ser h’aleta,
Vê payîzê xew xwesh bûye,
Li pashila van hurmeta,
Ev hêlînê van tîtiya,
Hêlîn çê kir çol û çiya û li ser deviya.
Gelî xorta vê payîzê, berê sibê,
Xew xwesh bûye li pashilê van esmera, van zeriya.
Lê, lê Eyshê, Eysha Xanê,
T’ bilxur bînê ji hebanê,
Kevçiya bîne j’ kevçîdanê,
Tu rûn lêke ji xîzanê.
Heçî xortên dankutanê,
Bila bixwin, nûshêcanê.
Li pîreka û l’jinebiya û li di hinbera,
Bi quzulkurt û zexferanê,
Çi werîsê girê girê,
Mi avêtê qulpa pirê,
Ez xulama qantircîkê dû qantirê.
Siwarê kerê li ser bênderê,
Çav li derê, wek ê sherê.
Ehmed Kurd e, çi qaf gird e,
Mala Ehmed perê gund e,
Jinka Ehmed çiqas rind e.
Ziqaqa reza bi kelbesh e,
Ji îro pê ve gelî xorta,

Çilovaniya, êzingvaniya weshê wesh e.

Civana min û xelka delal tata resh e.
Way ohyayê, çi dilxwesh e,
Hêy yal-lah lêxin sher e,
Tu ne lal, tu ne k’ehr,
Li ber mîkutê xwe binêr e.
Çi ewrî di ser me re,
Sozê mi bi qerara te re,
Lê keçikê çardesalî, hewsha bavê xwe dimalî,
Keçik çûye mal ma xalî.
Ez çûm Kercewzê, sê kanî ne,
Yeke tehl e, yeke shor e û yek shîrîn e.
Xwezî bi dilê wî lawikî,
Navê dosta wî Emînê,
Nav shêrînê, xelkê tehl e û bi min shîrîn e.






Dawidê Dêwid


Lê lê, lê wayê...!
Zerîfa Shêxo ban kir:

Zerîfa Shêx Xelef,

Bira Xwedê dîne,
Mala Xwedê dayê, Hemê Shero malik ne ava be..
Çira di gaziya Dawidê Dêwid bavê E’rebê nayê..
Xwedê dîne mala E’skerê Emîr Xazî,
Firqak e’skerê Husêniya girtine ser mizgeftê,

welatê Shingalê girtine..

Ziyareta Shêx Ebûl‑Qasim,
Bi kêra dîn û diyanetê mala me nayê.

Zerîfa Shêxo ban kir:

Zerîfa Shêx Xelef bibêje,
Xwedê dayê H’emê Shero,
Te malik ne ava biya,

çira te li me wakir?

Te pertava dilê dostê me shikand

û dijmin li me sha kir.

Xwedê dîne mala e’skerê Emîr Xazî,

firqak e’skerê Husêniya

girtine ser mizgevtê welatê shingalê,

Ziyareta Shêx Ebûl-Qasim,

li ber shêxkan û pîra shima kir.

Zerîfa Shêxo bankir:

Zerîfa Shêx Xelef,

bira roja me hilnehata,

ji hêla Mûsilê, ji wa geliya,

bira shewqa xwe neda Shingala shewitî,

li giran û hûrkaniya...

Xwedê dîne mala e’skerê Emîr Xazî,

firqak e’skerê Husêniya,

rakirine fermana Dawidê Dêwid,

bavê E’rebê, mezinê E`zîdiya,

mekan li me herimî, cî li me qediya..

Zerîfa Shêxo bankir:

Zerîfa Shêx Xelef bibêje:
Xwedê dayê H’emê Shero malik ne ava biya,

tu li ku ma bû, hetanî vî qasî.

Xwedê dîne, mala zabitan û qumandara,

firqak e’skerê hukûmetê,

girtine ser Dawidê Dêwid,

Kushtine Dawidê Îso,

xerab kirine bext û wijdanê Emîr Xazî.

Zerîfa Shêxo bankir:
Zerîfa Shêx Xelef guliyê min û te kêm be,

bejna Dawidê Dêwid zirav e,

gula sibatê, bira shîn ne hata,

li Shingala shewitî, li ber tae’tê.

Xwedê dîne, mala zabitan û qumandara,

firqak e’skerê Husêniya xistine,

li Dawidê Dêwid xerab kirine,

bext û wijdanê Hikûmetê.





De bese
Ebdilhadî Mihemed



Xerabo !, de bes e,
Malik shewitiyo bes e,
Malik li mîratê (jêma) geriyayo,
Te ez kushtim, te ez helandim, bes e.
Erê digo Xerabo, bejna min zirav e,
Nava min qendîl e,
Nala (wekî, nola) minarekê, li ser rûka gayê..
Erê digo Xerabo, de bes e,
Malik li mîratê geriyayo, bes e..
Erê Xerabo, tu bûyî teniyê
Serê Kirmanca tu bûyî e’rdê
Cehîlo, tu bûyî zacê Bexdayê,
û qîra Mûsilê..
Tu bûyî shekirê Shamê
Li ser dev û lêvên min heyliyayo...
Ezê te bishûm bi heft qilibên sabûna Reqê,
Ji rûyê min, sêwî (nola) sêlekî, qet pak nabe.
Digo: Xerabo, te ne ez kushtim
Te ne ez revandim,
Te ez birim mala xala,
Te ez ne h’emandim,
Te ez birim mala apa,
Te ez qewirandim,
Go: te ez birim qoça Diyarbekra shewitîsh
Te ez birim xanê Hesen Pasha..
Nala têla tenbûrê,
Mîna tasa fexfûrê,
Li ber axaler û beglera,

te ez shikandim,

Te ez birim ba serbizêra (serbizêra),

te ez birim ba Ebû I’yona,

te ez h’elandim..

Te ez birim Hirrêna (Heran) shewitî,
Li ser Bîr Sherqê, Li nav lemên shimamika, ez veshartim...
Gidî Xerabo, mi dê li wê meh’elê bankir tirî

li wê meh’elê bang kir tirî,

Mi dawa xwe tije kirî ji genimê ceza kirî,
Mi go: ezê ji delalê xwe re bidim bi tirî..
Çaxa xwediyê tirî, çav li qam û bejna min kirî,
Tereso ji qam derketî bû, dilê wî xewirî
Avê heft çeman ji devê wî teresî herikî, bihûrî...





Delal

Delalo, Delalo, Delal !...
De rabe, e’mrê dilê min bi kulî,
Sebrê dilê min bê te nayê, delalo!
Delalî, delalî, delal...
Yarê delal! suwarêd me suwar bûne,
Berê xwe dane rakê (1) rojhilatê..
Pêshiya suwara danî bû girekê li sirta de..
Xwezî ji xêr û miradê Xwedê re,
Ezê bibûma baqekî gulan û rêhana,
Ketibama destê lawikê xwe de..
Da bi rojê sê cara keftibama xala,
bihna qeftê di simbêlê resh de..
Delal! destê min berde..
Kolanê di gundê me teng û tarî ne,

Xelkê di vî zemanî Sheytan û awên (2) in.
Bi hinceta sêl û agirî dê ên (bên),

ser h’alê di min û te de..

Delalê! delal!..
De rabe, e’mrê dilê min bi kulî,
Sebrê dilê min bê te naye, delalo!..

Delalyê malê di xewa shêrîn de ezê dil nadim,
Delalyê malê ji xewa shêrîn rakim.
Ezê herim sûka Diyarbekra (3) shewitî,
E’bayekî sor î Besrawî ji kenarî delalî malê bikirrim,

li mila kim.

Delal!...
De rabe, e’mrê dilê min bi kulî.
Sebrê dilê min bê te nayê, delalo!...
Delal !...
Herçî cuhabekî (bersiveke) yê xêrê,
Jin enarî delalî malê ji min bît.
Ezê bidimê zêr û zîvê û malê dinê.
Heger pê qaîl nabit,
Sed û bîst ashê di mala babê min hene,
Ezê bidimê ciwanika li ber mehînê,
Delalo! delalo! delal!...
De rabe, e’mrê dilê min bi kulî.
Sebrê dilê min bê te nayê, delalo!...



‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑


(1) Rak: berî, îttîcah.
(2) Awan, Awên: xayîn û xedirkar, mîna Beko yê Ewan.
(3) Diyarbekir navekî e’rebî bo derdor a Amedê û gund ên wê bû,
ew nav ji aliyê Ereban ve hatibû lêkirin.
Pisht re Amed bûye Diyarbekir.





Delal


Delal !...
E’mrê min borî û terka min dana,
Jinikê di gundê me, di hîlebaz in, henekar in,

û hemî roj ser canê min û te diborin.

Kurik dibêjit:
‑Erê, keçikê, dînê, tora dibin tora;
Ezê hingê terk a te dan im heta mirêt (mirî yêd) me,

serê xwe rakin shax î gihora,

Heylo! delal!
‑ Kuriko dîno, her wa ye, û her wa nîne,
Dayka xwe bikuje, qetil nîne,

ev canê ji cana, xwe re birevîne..

Heylo! delal!

Kurik dibêjit:
Erê keçikê dînê, ez dayka xwe nakujim,

û xwe qatîl nakim.

Tu bibî gulekî Mih’emmedî, te bihn nakim,
Tu bibî hûrîya bihushtê, te mehir nakim.

Heylo! delal!..

Cana te li ser vî canî,

û bejna te stûr e,

Min wê înayî hembera vî danî,

memkê te dirêj in, ne qola ne..

Min wê înayî Reshgûnê, di h’erama vî baranî,
Nizanim bihna wan xweshtir e,

yan bihna kevna vî kurtanî..

Heylo! delal!..

‑Tu kurtikî, û bilind nabî,

û tu stûrî, û zirav nabî,

û tu reshî, û sipî nabî..

‑Ez kurtik im, û bilind nabim,

ez stûr im, û zirav nabim,

shaniya lawikê çepel nabim..

‑Were, were, were, shînî,
Qapî (derî) bishkê, were çînî,

sing û memik ji qabil te ne,

sheqlê (xitim) mîrî tu ne shkênî..

Rêka gelî, rêka me ye,

tirî ya Zaxo balate ye,

Qewlê min û lawikê delal,

ev heyve li ser me ye..

‑ Were, were, were zî (zû) ye,

cotê zermemka da bû lawikê delal û na razî ye,

çavê lawikê delal ji bin ve, li shûla dî ye..





Delalê çiyayê Mazî (*)

Keçkê gundê me hemû kerasî bela kin,
Ezê hemûwa komkim ti xanîka mala bavê xwe kim,
Derî bigrim, kullak û shibaka al’ va (a li va) vekim,
Yeg (1) didu ji xwe ra bineqînim, ê dîtir li hogir û hevala

beher vekim (2)

Dirêjê bejna te zirave, weke minara Mêrdînê (3),
Memkê (4) te mînara sêvê, (5) dexlê gurîne,
Çavê te reshî‑belek,

mînara (mînana) shimamokê (6) gerxarîne,

Sînga te mînara (mînana) penîrê koçera,

merhof (merov) bêxê, Feremezîne (7)

ji canê xwe re bikshîne.

Sheva bimîn (8) sheva,

li ber derîka mala bavê min,

dibore bazirgan û qantir û deve,

Bibe sêvek xelatî di pashilê min bikeve,
Ezê pashilka xwe pi ser (9) te da bidim hev e,
Heke gundî, malî, gotin ev çiye ?

ezê bêjim derdê mehbûbatê ev e.

Sheva resha tarî, net (ne di) ferîke, ne dibarî,
Ber derîkê mala bavê min bihort,

me dest davêt memkê çardehsalî,

nikarê xwe bidê vî yalî û vî yalî.

Ser xanîkê mala bavê min meyzeke,

heke kesik (10) tu nîne, vi ra derî veke,

Sêng (11) û berê min (12) bi mufta ke,
Sênga min ber qebalê canê xwe ke,
Lo lo delal ! ber derîkê (13) mala bavê min zivirî,
Dîhnê xwe da qîzê gundî mînana ordeka ji golê (14)

serê subê firî,

Destê xwe bêxe sêng û berê min,

mînana cuwanîka (15) li tewlê tîmarkirî...


‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑


(*) Binêr Prym û Socin.


Têbînî:


(1) yek (2) parvekim (3) Mardîn (4) Memka (5) Sêva (6) Shim (7) farê (8) bi mi (9) Bi ser (10) kes (11) Sîng (12) Evdalê Xwedê (13) derîka (14) Golê (bê ji)
(15) Mehîna ciwan.





Delal ê Qerej‑Daxê (1)
Ebdilhadî Mihemed


Were delal berriya Mila berryake dûz e,
Pozê Kêl û Mamdellê bi ser da mêl û xûz e,
Sala çûnî vî çaxa,

ramîsanê bejna zirav,

li cem min mift û belash bûn,

sala îsal ji bextê mi ra,

bûye zêt ê Alîdûz e,

Were delal, dilê mi kelekelî...
Birek karê xezala,

hilkishiyane pozê cûrê (jorê) Ebo Shexatê xopan,

pozê Tugêl hilkishiyane fêzan û mexela.

Ez li bejna xelkê delal dinêrim,

nava shên yê me shewitî,

nala (nola) mesha qitikê,

fesala Xezalê, kêsima kewa gozel e.
Were delal,

mi li diyara li diyarê qolî babê,

Vêsê li odeka bavê Meysê,

tê dengê pêxasa,

welînê lawê bava,

qîrîna goshtê kebabê.

Ez terka bejna zirav,

xelkê têlî nakim,

hetanî xwê (xoyê) shîn ne be,

qantir nezê,

gawur najo ser Islamê.
Were delal,

ez bi pozê Mamdella shewitî ketim,

berfê lê kir.
Were delal,

mi dî Xezal meshiya,

karê li pê,

çîxir (çixir) çêkir.

Wexta lawkê mi çû welatê xerîb û xurbetê,
Ez nizanim, te di pê xwe ra,

tem ya mi, kara xezala li kê kir.

Were delal,

mala delalê dilê mi,

dike bar ke,

Mi go: gundîno! malîno! rihsipîno!

ji bo Xwedê be, destê mi bi heval ke,

sûnda qesem li bedena mi be.

Hûn destê mi nekin heval,

ezê xwe, li shûna warê delalê dilê xwe,

di axa sar kim.

Were delal,

mi li diyara li diyarê Axwêranê,

mi dî berfê da bû ser baranê,

mi ji Wêranshara shewitî hetanî mîrata Til Goranê.

Xwedêwo! tu mirazê heval û kardasha gîshan bike,

bira bibe miradê min û xelkê delal,

her çar rokê remezanê.

Were delal,
were delal bira xwezî tim û tim, havîn ba,
bira ciyê min û bejna zirav Qerej‑Daxa shewitî,

Mêrgemîra jorîn ba,

Bira ciyê raxa me erd ba,

ser axa me e’baka delêl, shalîn ba,

bira pirêzkê berfê,

zîpikê bihata bi du weqiya.

Were delal, mi li diyara,

li diyarê Tewrêzê,

pezê bavê Nezîr,

li textê Mamdelê ketiye shîs û rêzê,

ez terka xelkê delal nakim,

hetanî Islam najo ser Parêzê.

Were delal, bi Qerej‑Dax a shewitî ketim,
lawika bi hereme,

Mi ji Mêrgemîra shewitî hetanî bi kura E’ceme,
Ez ne xweshim, lawika tu were ser me.

Were delal, kaniya gundê me bi nît e,

Sharûr û bilbila tê da wîtewît e.
Sala çûnî vî çaxa,

ramîsanê bejna zirav,

li cem mi belash bû,

sala îsal ji bextê min û te ra,

bi bishkok û bi kilît e.

Were delal, ez çûm Diyarbekra xopan,

orte bi gol e,

durrbedenê, hatim Qerejdaxa shewitî,
Textê Mamdellê, temam cîw û meqamê min te ne.
Tu were destê xwe di nabêna destê mi ke,

emê hevdu birevînin,

xwe berdin welatê xerîb û xurbetê,

dawiya me Xazî E’ntebe,

pêshiya me Germiyan û Edene.



(1) Binêr: Roja Nû (1943-1946) Beyrût- Lubnan.




Ha wer delal

Ha wer delal,
Kela min bi kela,
Mi dabû germa havînê,
Mi dî bû sê cotê çiyayê Shingalê,
û çongê xwe dabûn mexela,
Bavê min kale û diya min pîre,
Delalkê malê,
Shekirê nava destmalê,

Di ser vê qubalê,
Mewijê Hebabê û bestîqê Çermikê,
Hejîrê çiyayê Shingalê,
Êmishê dora Keshmilê, xopana Qibalê,
Gewrê tirsim bimirim tu sebebî,
Tirba min bikolê, li hewsha mala bavê te bî,
Bigire destik avê li qebra mi xe,
Bêjê sed car rehmet li gora dê û bavê te bî..
Destmal sorî, pêshmal shînî,
Daw bi gulî,
Hey lê wayê!..
Ez bi tenê îshev mêvanê te me,
Ez xilxala lingê te me,
û heyrana bejna te me,
Mêrê te, çûbû eskeriyê,
Wez wekîlê mala te me..





Delîlao E’mer Lawo


[Ji berhevoka Socin û Prym]
Delîlawo e’mer lawo, parçek e’wir î nabsayî
E’yþe çûye destê mîr Hilayî
Dêkê Reco xort e nûgihayî
Hatî kerwana Mêrdînê
Heçî mizgînê E’mero ji mera bînê
Ezê zêrê sere xwe bidim ser (ber) mizgînê
Hersê suwara li meydanê
Hesp qimar bûn ji xwêdanê
Mîr Hilayî li E’mero danî bedlê vê nîzamê
Ew Mêrdînê xweþ Mêrdînê
Heçî E’mero berde ezê jê ra bidimê bi mêzînê

bira ji xwe ra bistînê

Ew Mêrdînê va li jêr e
E’yþê rabû çûye destê mîr Hilayî
Go: Mîr Hilayî li bextê te me
E’mero berde, tu bernedê, ezê bêm vê re
Mîr Hilayî gotiye qesra mezin bi derenc e
Ez E’mero bernadim, ji e’skerê gelek qenc e
E’yþê çûye meclîsê xweþ e
Kevoka gerdengaz e
Mîr Hilayê go: (E’yþê) ezê berdim, lê þevekê cem (mi) raze
Go: Mîr Hilayî nabe nabe
Vê þuxul xerab e
Wekê tu qayîl be bira be
Dilê E’yþê bi derd e
E’yþê rabû çû cem mîr Hilayî
Þevik raza, E’mero ji nîzamê berda(yî)
Ew Mêrdînê va li jêr e
Serê E’yþê va bi zêr e
Þevê pêþî bûye jêr e
Ew Mêrdînê bê mesîl e
Melbûsê E’yþê ji h’elîl e (h’erîr e)
E’mero bi E’yþê xwe qayîl e…





Derdo

Derdo, derdo...!
Mi dî stêra sibehê li me zer da, mi dî li me shîn kir,
Gihayê çolê, nebatê hemû e’rda.
Mi dî shevê çûyî bavê min sêwlekê,
Di bazara min û te xeber da..
Derdo, derdo...!
Ev sibe ye, ez qîmi nakim,
Begê zirav ji xewa shêrîn rakim,
Ezê misîn hilînim, avê li desta kim,
Ezê bi guhê lihêfê bigirim,

Bi ser mîrê zirav dakim,
Du qam ferza nimêja sibehê li begê min çûne,
Ezê rabim ji dêl mîrê xwe ve bi qeza kim.
Derdo, derdo...!
Derdo h’eyran, mi dî li me derketî stêra zer e,
Mi dî pêwir û mêzînê li ezmanê hefta xudan ber e,
Kuro! mij’ te re nego,
zimanê te qelem e, singa min defter e,
Serê sibehê, mînakî melayê diwanzde a’lim,
tu dixwînî li ezber e.
Sing û berê min yetama Xwedê,
mînayî payetextê mîrê Kurdistanê,
salê diwanzde meh,
Sher û qewxeyê diwanzde dewletên ejnebî li ser e.





Derwêshê Evdî (*)

“Dengbêj Ehmed Zenel li Kurdistana Turkiyê, bajarê Wanê, nehya Çaldîranê, qeza Muradiyê, xelkê gundê Girê Sora, rûnishtiyê gundê Sawox Soyê.
-Kovara Sirwe, hejmar 35 -


Ay lê yar dê..
Wey.. Lê yar dê..
Dilêm li yane, lo lo dilêm li yan e..
Sed car dilêm li yan e..
Serê dilê mi bi kul û derd û bi kovan e,
Gidî binê dilê mi bi dûman e,
Bi salixê salixdara dibên Seîd û Telhan du biran e,

Seîd birê mezine, birê biçûk jî Telhan e,
Birano! Du fîdanin rebbê mutee’la yê bi xwe dizan e,
Zeman zemanê bê bavan e,
Heyam heyamê bed eslan e,
Dibê geleka pîlanê hindakirina herdu zilama,

ji xwe ra qirar dane,

Seîd digo Telhano bira ! Welatê hanê welatê nan-erzan e,
Rabe emê biken tedarekê kerwan e,
Emê berê xwe biden hîmê binê berriyê,
çend sala herne kerwan e,
Xwedê heyanî belayetê rêç dike ji devê musilmana,
yaxa me xilas dibe ji pîsan e..
Dayê..hay....
Hey yar dê dilê mi li yan e,
sed car dilê mi li yan e..
Serê dilê mi bi kul e,
Binê dilê mi bi kul e,
Binê dilê mi bi dûman e..
Seîd û Telhan herduya ji hev ra qirar dane,
Herdu bira berê xwe dane hîmê binê berriyê,
xwe ra çûne bi kewran e,
Heft roja hajotin bi rê da ne,
Law rêka dûr û deraz e,
Ne bi gotin û xeberdanê cemae’tê di giran e,
Roj kete roja di heshtan e,
Dîna xwe didanê rastekî rast usan e,
Yeqîn dikim xîz li çokê hespan e,
Jê ra dibên hîmê binê berriyê, ciyê hût û lehengan e,
Mêrkê camêr nebîne derdê bê derman e,
Li hîmê binê berriyê her kesek nasekine li ber alavê mêran e,
Hertim û cara li wê mihîtê ret nabin dengê riman e,

Her kesek îro nahejîne qedrê riman e,
Herdu bira didanê êlekê giran daniye,
li serê rast û di bestan e, xeyo! (bira!)..
Hey lê yar dê.. wey lo .. lo.. wa...
Dilê mi li yan e, sed car dilê mi li yan e,
Serê dilê mi bi kul e,
Binê dilê mi bi dûman e..
Ew herdu zilam meshiyane nava êla giran e,
Dîna xwe danê konekî li ser bîst û çar ustûnan e,
Heft perde li kon da girêdan e,
Kula Xwedê bi kon bikeve, mala bavê xweyê konê di giran e,
Ez we ra yeko yeko bidim salixê perdê di konan e,
Birano! Perda yekê cihê rûnishtina mêran û hût û lehengan e,
Perda duyê cihê rûnishtina xanima û cankan e,
Perda sêyê cihê kebanî û serkarê di malan e,
Perda pêncê cihê tevinkira, dikin neqsh û nimoshan e,
Perda sheshê hoza miyan e,
Perda heftê koza berxa,
Li pisht perdê da cihê tewla mee’negiyan e,
Dîna xwe didimê qîz û bûkê Kîkan û Milan,
rûnishtine li bin perê konan e,
Zendê bi helî morî hildane,
Gidî çawa rûdinin du kevrê loqloq û antîqe, pêda bi dar dane,
Ne havetê eletirîk û shemdan û çiran e,
Qîz û bûkê Mila tim û tim û caran,
li ber dikin she’r û nemoshan e,
Bidim salixê konê di giran e..

Wêl wêl wêl....
Ay lê yar dê..wî...
Lo lo lo dilê mi li yane,

Xeyo! Serê dilê mi bi kul e,
Binê dilê mi bi dûman e..
Wa zilama dîna xwe didane rûnishtina cemae’ta di mêran e,
Dîna xwe didane dar cixarê destê wan, sê bohst û sê tiliyan e,
Wa zilama îro cixara avêtine ser kokê qelûnan e,
Dû ji devê hev direvînin, mala we shewitîyo!,
Nola boriyê di soban e,
Dîna xwe didinê kulkê serê wan sê bohst û sê hoqan e,
Pêçê serê wan hemû reshiyê shee’rê Diyarbekir,
jor da ber eniya da berdane,
Li milê wan dinêrin e’bayê Hezoyî sê bohst û sê ritlan e,
Li nigê wan dinêrin reshkin, mala we shewitîyo!,
Temam rûnishtine bi hev ra ketine dishmîshê di giran e,
Kulka xwe dane orta îmanê bir û bijangan e,
Seîd digo: Telhano bira!
Eve hesht roje em ketine serê rê û dirban e,
Me kiriye bîra xamê di mangan e,
Hey mala te shewitîyo!
Ji birçîya qidomê me çûye herê taqetê me neman e,
Li nigê me nagire rikêbê zengiyan e,
Destê me nagire desgiriyê mee’negiyan e,
Malshewitîyo! Em birçî, yamane serê rê û dirban e,
Bajo derê konê hane,
Em bixun qote nan e,
Li memleketê me bûye axir dewran e,
Yeqîn dikim niha çor û çocixê me birçiya,
xwe dane ber dîwaran e,
Wêl, wêl...Ay lê yar dê....
Xeyo! Dilê mi li yan e,
Sed car dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kul e,

Binê dilê mi bi dûman e...

Herdu bira hajotin derê konê di giran e,
Dîna xwe didanê,
Kishyaye pêshiya wan sêsed mêrê xweyî kulk û e’ban e,
Van qilçikê e’rebî li ser enîshka da vedane,
Jor da meshiyane li ser siniyan e,
Dixun birincê Qere Çamê dûvê helkan e,
Milê wan zilama heta enîshkê di duhn û rûn da man e,
Qet kesekî negot ew herdu zilamê hanê, ser pishtê hespa man e,
Lawo! Derbas bin ji boyî Xwedê bixun qotek nan e,
Seîd çav kire Telhan e,
Go: Eva kona konê namdaran e,
Bajo em derbas bin serê konan e,
Lawo! Nadine me qotek nan e?!
Ew zilamê hanê xweyî kulk û shee’r û e’ban e,
Me ji xwe ra nagrin seysê hespa, na welleh ji êlê ra golikwan e,
Lawo! Bajo em herin serê konan e,
Em xerîbin nadine me qotek nan e,

Wêl, wêl, wêl...
Ay lê yar dê...
Lo lo lo...dilê mi li yan e,
Sed car dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kul e,
Gidî binê dilê mi bi mij û dûman e..
Gava ku van zilama hev ra xeberdan e,
Vegerandin serê hespan, medee’nê mee’negiyan e,
Derbas bûn serê konan e,
Menzîlekê ajotin, menzîlekê di giran e,
Dîna xwe didanê îro konekî tek vegirtiye dorê konan e,

Konê vî zilamî li ser heft stûnan e,
Belê perdê kon rîshiyêd hevirmoshin, peng bi peng bi hev da ne,
Kalekê nûranî rûyê wî sipî ye li ser çokan e,
Diran di dêv da nemane,
Hey lawo! îro shashkekî li sêriye,
tizbiyekî sed û yek lib di dêst da ne,
Li ser postekî nimêjê rûnishtiye,
ji xwe ra dikshîne selewat û wirdan e,
Seîd digot: Telhano bira! Bajo derê konê hane,
Ewa konê hanê yeqîn dikim tertîla wî bisulman e,
Wa herdu zilama ho kirin deve û mîratê qantiran e,
Ajotin derê konê di giran e,
Ew kalê nûranî ji ber wan rabû ser piyan e,
Gidî girtiye serê hespan e,
Çehv kire nav malê weqa we çiyan e,
Go lo lawo! bigre bi serê hespan e,
Cil û ciholê ser pishtê heywanan jê biken, bavêne perê konan e,
Hevsarê serê heywana bishiqitînin, bavêjin hêsiyê konan e,
Wa heywanan berde serê rast û bestan e,
Hema zivirî li nav kon da, belê doshekeke qoshtokê avête erdê,
Belgiyê bi sê legan li ber pishta wan e,
Ew kalê nûranî sekiniye li pêshbera kon,
li pêshiya zilama dike hurmeta giran e,
Seîd ban kirê, go: Apo ! rûyê te sipî ye li ser çokan e,
Pashê te derbas bûye tu li ser piya sekinî, dikî xizmeta giran e,
Erê dibê ji me ra ne bashe, ne sherefa mêran e,
Lawo! îshê we tune bi xeberê hane,
Hûn xerîbin, ne ji van deran e,
Hurmeta mêvan tim û tim û caran ji bona Xudan e..
Ay lê yar dê...
Wêl, wêl, wêl....

Lo, lo, lo...dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûman e,
Seîd pirsî, go: Apo! êlekê daniye li serê rast û bestan e,
Konekê giran li ser tacê konan e,
Heyanî pênc hezar mal di bin kona da ne,
Rîshiyê kona peng bi peng bi hev da ne,
Gelo! Ew kona konê kê ye û êla çi kesan e?
Go: Lawo! ew êla ku tu dibêjî, êla axayê mîrê Milan e,
Go: Apo! li êla wî da qerebalixek hebû,
ew çi qerebalixeka di giran e,
Go: Lawo! Ma tu nizanî? Ew kona konê mîrê Milan e,
Sêsed mêr têda rûnishtine li hundirê konan e,
Her yekê reîsê êlekê li kon da rûnishtine, ji hev ra bi xeberdan e,
Belê go:
Lawo! ji mîrê Mila ra hatiye kaxeza gawirê Çîl Osman e,
Go: Apo! Sebebê wê çî ye û çiman e?
Go: Tê da nivîsiye; yê bide min hozê miya, kozê berxan e,
Yê bide mi da barê zêra, qenterê devan e,
Yê bide mi da xerac, xeml û rewsha konê erebî,
cehniya meî’na leylan e,
Yan jî yê sorguliyê E’dola qîza xwe ra bigre,
ji me ra têxe kebaniya mala giran e,
Ê go: Apo! Sebebê wê çiye û çiman e?
Go: Gawire..jê ra dike xeberdanê di giran e,
Ê go: Apo! Lê tu kî yî?
Navê te çiye û te çima hatek daniye? û tu naçî nava wan e?
Ay lê yar dê...
Wêl, wêl, wêl....
Lo, lo, lo...dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûman e,
Lawo! U’mrê mi derbas bûye, hatiye nod û nehane,

Tu bala xwe bidê diran di devê mi da nemane,
Rûyê mi sipî ye, li ser çokan e,
Lawo! Çokî mi ne yê doshekan e,
Tilî pêçkê mi ne yê birincê Qere Çamê, dûvê helkan e,
Lêvê mi ne lêvê qehwan e,
Navê mi Shêx E’vdî ye, ez bavê Derwêshim
Belê e’mrê mi derbas bûye ji nod û nehan e,
Seîd jê pirsî, go: Apo! Tu dibêjî ez Shêx E’vdî me,
Bavê Derwêshim, lê Derwêsh kuye û Kê derê dane?
Mi nav û dengê Derwêsh bihîstiye li welatê sherqê,
Li nava hevdê di tevnane, li cemae’tê di giran e,
Axa û beg li wir da li hev dicivin, dikin neqlê û xeberdan e,
Dikin behsa herba Derwêshê E’vdî, herba di giran e,
Îca (îcar) niha Derwêsh kanê? Li kê derê dane,
Ay lê yar dê...

Wêl, wêl, wêl....
Lo, lo, lo...dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûman e,
Lawo! E’detê mala me ye, gava bikevin xewa di giran e,
Heft roja ranabin li xewa di giran e,
Îro belê çare Derwêsh raza ye, hê sê roj wexta rabûna wî jî mane,
Lawo! Em jî qehrîne, naçine nava êla wan e,
Lê belê ez ji we ra bikem salixan e,
Îsal heft sale, dilê Derwêsh li E’dola qîza mîrê Mila dane,
Ez diçime xazginiyê E’dolê,
ji me ra dibêjin eslê te Êzdî ye, pîrê te Sheytan e,
Îro ketiye roja kewkebê sibê, nerîniyê lawê di bavan e,
Ku ro tê dengê kose û Misriyan e,
Lê belê ewî jî giregire, top kiriye nava konê xwe dane,
Dibê: Hatiye ji me ra nama Çîl Osman e,

Lawo! Ewî jî îskana shertan û shortan daniye ser zerfan e,
zerfe li ser telban e,
Telbe li nava cemae’ta mêran e,
Kî yê ku here bîne cewaba eskerê Çîl Osman e,
Ezê bi sorguliyê E’dolê bigrim,
Jê ra bikeme kebaniya mala di giran e,
Lawo! Îro heft roje, birincê Qere Çamê,
dûvê helkan dide wan, xweyê kulk û e’ban e,
Kes newêre destê xwe bavêje îskana shertan û shortan e,
Îca (îcar) li pêshiya xwe bi darekê cixara hildan e,
Çokekê li pêshiya xwe erd vedane,
Em jî xeyidîne, naçine nava wan e,
Rûyê wî jî nagire bishîne pêyê Derwêsh dane,
Lawo! Ewa cemae’ta wî îro heft roje, li kon da hev civiyan e,

Wêl...ay lê yar dê...
Wêl, wêl, wêl....
Lo, lo, lo...dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kule, Xeyo! binê dilê mi bi dûman e,
Gotin di devê Shêx Evdî da bû,
Goo: Apo ! Xazlî min bidîta qed û qametê Derwêsh,
ku çawa salix dane, gelo! veryan wisan e,
Shêx Evdî rabû lingê xwe lêda, li serê paposhan e,
Çû derê çadora Derwêsh yê jê ra bêje du bendan e,
Ciga gotinê Shêx Evdî ji ewlad raçan e:

Wêl, wêl, wêl...
Digotî de lo lo...wayê..
Hoy...wî......
Der rabe hûto ! rabe.. Lehengo! rabe..

Soteniyo ! de rabe.. Poshmano! de rabe..
Pênc perano! de rabe..
Derwêsho! Lawo! rabe ji xewa di giran e,
Du zilam hatine mala me mêvan e,
Xerîbin ne ji êlê ne, ne ji e’mrê ne,
Çol û best dane pêshiya xwe dane,
Yê herin hîmê binê berriyê kerwan e,
Salixê te jê ra dane,
Lawo! de rabe devê me da nemane dirane,
Ne wextê min wî lagirdî û henekan e,
Îca rabe ji herdu mêvana ra bike laqirdiyan e,
Bila li memleketê me nekin tu xem û xiyalan e,
Ay de yar dê, rebenê! dilê mi li yan e..
Mi dîna xwe didayê Derwêshê Evdî, radibû ji xewa di giran e,
Xulama girtine qulpê misîn û leganan e,
Pêshgîrî li ser milê wane, li ber Derwêsh sekinîne,
Derwêsh avê davêje nava birû û bijangan e,
Shêx Evdî hatiye li kêleka herdu zilama rûnishtiye,
Ji wan dike laqirdiyan e,
Ay de yar dê, rebenê! Dilê mi li yane, Dilê mi li yan e..
Mi dîna xwe didayê Derwêshê Shêx Evdî,
Siyarî Hedman, kilê çehvê qîzan û bûkan,
xwe berda bû perê konan e,
Sê cara tewafa destê bavê xwe kiriye,
Li pêshdera kon herdu destê xwe kemer best girêdaye,
sekiniye ser piyan e,
Wêl, wêl, wêl....
Ay de yar, dê, rebenê! Dilê mi li yan e..
Shêx Evdî zivirî li ser milê xwe nihêrî li mêwanan e,
Digo:Lawo! Mêwan! Ev herdu zilaman e,
Rûne kêleka wan e,

Ji wan ra bike hurmeta di giran e,

Wêl, wêl, wêl...
De yar dê, dilê mi li yan e..
Seîd û Telhan herduya dîna xwe dane,
Qed û qamet û bejn û balê Derwêsh dane,
Texmîn dikir teshbîh nebe, bejna wî wekî minareyê camiyan e,
Çokê wî wekî çokê neran e,
Bînanî nerê, ku têkeve pêshiya heft qenter devê di kerwan e,
Nehtika wî sê bihost û çar tiliyan e,
Ez dîna xwe didemê orta herdu birû û bijangan e,
Du moyê Ezraîl dor va pêshxweyan e,

Dayê wêl wêl...
Ax de dibê çawa salixan e,
Seîd bi Telhan va dîna xwe didanê wisan e,
Haza ku mêrkê bi sed mêran e,
Gava ku bikeve sherê hîmê binê berriyê leheng û hûtan e,
Bi qebzê rima rabigre rikêf ke (bike) nava mêran e,
Minê dîn û bala xwe didayê, îro çu bibe nirniya lawê bavan e,
Kula Xwedê bi kul be, bikevê mala xweyê Hedman e,
Gava bikeve sherî pelewan û hûtan e,
Devê xwe davêje qaltaxê zînê hespê dijmina,
dikishîne ser xweyê xudan e,
Lo, lo, lo....
Belê para dide ber refsan û çiftan e,
Îca pêra dide ber lekman û gezan e,
Mîratê Hedman nehlê wî zîvin, bizmarê zêr lê dane,
Bi rojê kewkewê giran, berniyê lawê bava ra,
Bi dengê gozel û Misriya ra, tim û cara li serê meydanê,
Mecalê nade dijminan e,

Lo, lo, lo.... Macalê nade dijminan e...
Lo, lo, lo.... Hey lê yar dê ! rebenê! Dilê mi li yan e..
Gotin di devê wan zilaman e,
Dîna xwe didanê siyarekî tek derketî li perê konan e,
Rimeke Nezarî li dêst dane,
Heft salixê rimê heye, ez ji we ra bidem salixê rima hane,
ka çawan e..
Yel lale, yek dûre, yek qumrûte, yek zumrût e,
Di ortê da yaqûta teyrê di Nu’man e,
Serê mîrata rimê li hewane, sade ji jehriya mee’ran e..
Wisane bînanî gewrekî asin lawo!
Berash bi mûkî pêda bi dardan e..
Belê medhanî yek li bindan e,
Ew hespane wek hespê welatê Serhedê notla bergîrê hane,
Bi linga têne firotan e,
Her lingekî heywanî tê bi çil kîse zêrê di giran e,
Lo, lo, lo.....
Ay yar dê !, dilê mi li yan e,
Evî zilamî ajote derê konê Evdî dane,
Shêx Evdî û Derwêsh rabûne ser pêyan e,
Bi serê Medhaniyê ragirtin,
Derbas kirin pisht çît û ser dosheka hane,
Wexta ku ew zilama rûnisht li ser doshekan e,
Go: Lawo! Eva jî navê Cee’ferê Gêsan e,
Kurê xûshka min e, riya heft qonaxa ji me wê da ne,
Gava bikeve sherî leheng û hûtan e,
Ancax Derwêsh digere serê hespan e,
Ew dujmina radikeve laqirdiyan e,

Wêl, wêl, wêl, yar dê !....
Dilê mi li yane, lo, lo, lo....

Wextê ku Shêx Evdî salixê Cee’ferê Gêsan,
bi herdu zilama ra dane,
Dîna xwe didanê E’rebekî têye ji wê dane,
Lêva E’reb yek li erd e, yek li asîman e,
Nûra Reh’man tune li rûyan e,
Namekî li berîka wî dane,
Selam dabû her çaran e,
Shêx Evdî go: Ereb! Kerem ke ! Derbas be jora hane..
Ereb li qarshî Shêx Evdî rûnishtiye li ser çokan e,
Destê xwe avêtî namê,
daniye ser çoka Shêx Evdî, bavê Derwêsh dane,
Wexta name derxistiye dîna xwe daye zerf û kaxezan e,
Seîd go: Apo! Ewa çi nameye? ji me ra bêje, ka çawan e?
Go: Lawo! Eva heye E’rebê maliyê mîrê Milan e
Erê, ji me ra hatiye nama hane,
Dibêje îro heft roje mi berev kiriye giregire,
Xweyî kulk û e’ba, her reîsekî di êlê dane,
Didime wan birincê Qere Çamê, dûvê helikan e,
Milê wan heta enîshkê di dûn û rûn da mane,
Mi îskana shertan û shortan daniye ser zerfan e,
Zerf li ser telbane, talbe li nav cemae’ta di mêran e,
Belê îro çawa heft roje kes newêre destê xwe bavêje
îskana shert û shortan e,
Qe îman û namûs ji me ra nemane,
Belê îro ji me ra hatiye nama Çîl Osman e,
Tê da nivîsiye yan bide min hozê miya, kozê di berxan e,
barê zêra, qenterê devan e,
Rewsha konê erebî, cehniya mîna leylan e,
Yan jî yê sorguliyê Edolê ra bigre,
ji mi ra bike kebaniya mala di giran e,
Ax de lawo! Namûsa mêrkê busilman ne bi peran e,

Dibê û cam îskan daniye ser zerfan e,
Sefer ! Here bîne ji mi ra cihaba (cewaba) eskerê Çîl Osman e,
Kê here bîne cewaba eskerê Çîl Osman e?,
Erê bi gotina Xwedê bi hedîsa pêximber,
Edolê jê ra bikem kebaniya mala di giran e,
Lê kesek avrê “awrê” xwe nade îskana shertan û shortan e,
Ewa nema hanê haniye ji mi ra ne..
Dibê bila kerem bike were cemae’ta di mêran e,
Lê mi beriya nihe ji we ra got; em jî qehrîne,
naçine cemae’ta wan e,
Mi wextekî dee’wa Edolê dikir ji Derwêsh ra ne,
Ji mi ra digot qîmeta te çiye, ez eshîrim,
eslê te Êzdiye, pîrê te Sheytan e..
Ay lo berxê ! Dilê mi li yan e,
Sed car dilê mi li yan e..
Shêx evdî digot: Lawo! Hûn demekî rûnin,
Ez gavekî herim derê konê mîrê Milan e,
Çi kanê çi deme, çi dewrane?
Çi qerebalixe, shêvra (shêwra) di giran e,
Lehzekî mêze bikem bejn û balê xwe danê kulk û e’ban e,
Îcar Shêx Evdî nigê xwe lêdane serê mee’san e,
Çû derê konê axayê mîrê di Milan e,
Dîna xwe dayê xweyî kulk û e’ba rûnishtine,
Pêda pêda belê kulkê xwe kutane,
Orta îmanê birî û bijangan e..
Her yekî shevqelûnê wan di desta da bi du mêtran e,
Rebena îcar tirsa va ketne dishmîshê di giran e,
Naxun îskana shertan û shortane,
Yeqîn dikim îro her yekê çokekê pêshiya xwe erd vedane,

Xeyo ! Dilê mi li yan e,

Wêl, wêl, wêl...
Îcar Shêx Evdî selamekî dabû xweyî kulk û e’bane,
Axayî mîrê Mila digo Shêx Evdî: Derbas be jora hane,
Shêx Evdî digo: Lawo! Serê te mezin e,
Bînanî serê balaxê gamêshane,
Te hindik gede û gode, golkê li ber çêleka,
Îro heft roje, top kiriye nava cemae’ta giran e,
Lawo! Tu didî wan birincê Qere Çamê, dûvê helkan e,
Te taqet nekir, tu çopek nan bidî wa zilaman e,
Ji boy Xwedê ! rêwîne li serê rêyane,
Îca xweyê kulk û e’ba di don û rûn da mane,
Lawo! Tu dibêjî mi derbas be jora hane,
Ne qûna min ya doshekan e,
Ne tilî pêçekê mi yê birincê Qere Çamê, dûvê helkan e,
Ne lêvê mi lêvê qehwan e..
Go: ez hatime, ka gotina te çiye û dee’weta te çirane,
Go: Çima tu nizanî îro çend roje,
ji mi ra hatiye nama Çîl Osman e,
Belê go: Axayê min! Çendî yashê mi derbas bûye,
lê guhê min li guhdariyan e,
Axa go: Lawo! Namûs ne ji te ra ne,
Te golikê ber çêleka top kiriye, konê xwe dane,
Heft roje tu jê radikî xizmeta giran e,
Sibê bila bikeve kewkewê shingîniyê,
Zengiyê mîratê methaniyane (pesindar),
Bibe nirrîna mêran e,
Bibe gojînê qurz û kemendan e,
Bibe teqînê rim û Misriyan e,
Ewê serê xwe ber deriya derxin, wekî golikê li ber çêlekan e,
kesek ji te ra nake yardima namûsa di giran e,
Shêx Evdî serê xwe bilind kir,

Go: Qaweçiyo! Serê mi dêshe, dilê mi dila , dilkî dîne,
Serê dilê mi bi kule, keser û bi birîne,
Îskana qawa (qehwa) shert û shorta,
cemae’ta sêsed mêrî tu birjîne,
Ji apê xwe ra qaweyek teze bikelîne,
Li pêshiya xweyê kulk û e’ba bigerîne,
Bila dilê kesekî ji min nemîne,
Hemîn yashê mi derbas bûye,
Wextê min û sher û dee’wê giran nîne,
Lawo! û îca tu ber bi apê xwe jê re bîne, tu çi ka çi dewran e,
Bila kulk û e’ba û shee’r û shiyê vana, li bestê bê xweyî bimîne,
Ay lê yar dê !, Dilê mi li yan e,
Lo, lo, lo, dilê mi li yan e
Sed car dilê mi bi kul û derd û tev kovan e,
Binê dilê mi bi dûman e..
Wextê qaweçî îskana shertan û shortan digerîne,
Xweyê kulk û e’ba serê xwe birne binê apinciyan e,
Lawo! Ketne dishmîshê di giran e,
Sira hate ser Shêx Evdî dane,
Shêx Evdî destê xwe avête îskana shertan û shortan e,
Ser xwe da qulband; bû shîrqîna cemae’ta xweyê kulk û e’ba,
hemî pê keniyane,
Go: Emrê wî nod û nehane, diran di dêv da nemane,
qûna wî naçe ser ciyan e..
Bi laf û lofayê here bîne cihaba eskerê Çîl Osman e,
Temam pêda bi Shêx Evdî keniyane,
Shêx Evdî zivirî, berê xwe da mala xwe dane,
Temam ji Derwêsh ra salix dane..

Dilê mi li yan e,
Sed car dilê mi li yan e,

Lo, lo.....
Çar siwara ajotin derê konê mîrê di Milan e,
Xweyê kulk û e’ba hemiya ustiyê xwe xar kirine,
Çehvê wan mane li hewan e,
Destê wan nagire îskanê qehwan e..
Rebbî ! Derwêshê Evdî sekiniye pêshdera kon dane,
Dosheka wî li milê mîrê Mila dane,
Dakeve binya solan e,
Cehferê Gîsan, Seîd û Telhan rabûn ser doshekan e,
Bi xwe sekinî li qarshê her sê bira li ser çokan e,

Hey de yar dê!..
Derwêshê Evdî gote xweyê kulk û e’bane,
E’mrê bavê min nod û nehane,
Diran di devê bavê mi da nemane,
Bû shîrqîniya we, hûn bi bavê mi keniyane,
Lawo! Îskana shertan û shortan,
Eva heft roje li ber we ye,
We notla (nola) gulka ustiyê xwe xar kiriye ber dîwaran e,
Îro roja mêrane..

Wêl, wêl, wêl...
Hey yar dê, rebenê !
Gulê tu bi kul bî, bikevî mala bavê Edolê,
Bi sêsed û shêst û shesh terza xwe xelandiye (xemlandiye),
Zulf berdaye nava gerdenê di biryane,
Bejna vê delalê usane notla taka rihan e,
Ber devê Erezbelê, shivka gezoyê hindavan e,
Sûretê wî horî, melekê bînanî (mînanî) sêvê Xelatê,
ji xwe ra teze xal dane,
Li gerdenê binêre notla gerdena qulingê payîzê,

Bike zarîn li nava çîmen û çapira li perê zeviyan e,
Dilê wî îsal heft sal e li Derwêsh dane,
Di bin bijang û mûjingê çehva ra avirê di Derwêsh dane,
Derwêsh birîndare, firarekî bîst û çar sala bikeve li firariyê,
Gulkê bi nuqte bavêje dil û hindavan e,
Usa vira di Derwêsh belê notla oçaxiyê,
Tîr û kevanê tîrekî bavêje serê kezebê,
Serê kezebê wî kul kiriye, pîlê wî va pishkok dane,
Yar dê ! Dilê mi li yan e...
Derwêsh hindav dara bû ser piyan e,
Rakiriye singê ber hêsiya konan e,
Ketiye nava xweyê kulk û e’bane,
Kulk ketine nav dest û piyane,
E’bayê Hezoyî li erdê lezyane,
Shevqelûnê wan agir va wergeriyane,
Darkê cixara li nav dest û piya da bûne shesh pitiyane,
Min bala xwe didayê heta sêsed mêrî,
xwe avêtin pisht cil û cihazê di devane..
Ay lê yar, dê !...
Cehferê Gîsan, Seîd û Telhan û Derwêsh,
hatine derê konê Shêx Evdî dane,
Derwêsh digo: Bavo! Ji me ra bike karî hespan e,
Me serê xwe daniye oxra di girane,
Shêx Evdî çû pêshiyê, go: Derwêsho !
Lawo! Navê hespê te Hedman e, yê mi Etman e,
Lawo! Îsall heft sale hundir da tav nedîne ji dewrane,
Ji hishkiyê da xarina wan e,
Minê nee’lê wan zîv û bizmarê wan zêr lêdan e,
Serbaz û nemehîn li serê meydanê bikevne sherê lehengan,
Xwe bavêne ser dizgînê dijminan e..
Wêl.... dilê mi li yan e,

Sed car dilê mii li yan e,
Shêx Evdî digo: Derwêsho ! Lawo !
Li hespê mi siyar be, belkî li roja tengavî,
tu dikevî sherê kewkewê sipî,
Sherê kose û Misriyan e,
Dengê nirrînê lawê bava, lawo !
Tu bê xayî namînî li nava dijminan e,
Derwêsh digot: Shêx Evdî aqil çûye, sewdal serê te nemaye,
Ez hespê çê siwar bim, yê kotî bime van birayê hane,
Xwedê shuxla mi nayîne li serê rê û dirban e,
Eger ecelê mi hatibe li ser pishta mîratê Hedman e,
Tu hespê xwe bide Seîd,
da Gulîsheyn, dayîka herdu hespa bide Telhan e,
Ezê jî siyar bim Hedmanî binê beriyê xwe dane oxrê,
Pishta xwe dane feleka xayîn û derewîn ji kesî ra nemane,
Dilê mi li yan e...
Serê dilê mi kule, bi kovan e,
Binê dilê mi mij e, bi dûman e,
Edola qîza Zor Temer pashayê Milî bihîstiye;
Derwêshê here ser Çîl Osman e,
Revê qîz û bûka ser xwe dane,
Shita begê daye bejn û bala xwe morî û înciyan e,
Lawo! Av li gerdenê xweya dike, mêjo li tiliyan e,
Xwe berda bû serê riya, ku Derwêshê here ser Çîl Osman e,
Îca wî çaxî yê Edolê be ezmanê shirîn,
bi qed û qametê giran yê bendekî Derwêsh ra
bêje kanê bendê wê çawane..?


( mixabin ! Ev stran neçûye serî...)






Diyarê Bilind

Sirta diyarê bilind bê ba nabe, newalê di kûr bê av na be.
Keçikê bi kezî, di vê çax û heyamana me de,
Ji heft salan û pê ve, li mala bavê xwe, bê dostik û bê yar nabe.
Çaxa pehir (pêr) vê çaxê, ez li mala bavê xwe de qîz bûm..
Salan û vê salê, darê dergûshê, li serê min bû, e`mel û kar bû.
Qirika te dirêje, qirika qaz û betê,
Wey li te arê Xwedê di mala bavê ketê, te sê biskê xwe ê shê,
te berda bûn.
Wek carên ji carê berê, li gora adetê,
Xwezil ji xeyra Xwedê re, minê devê xwe tê xista,
gaza gerdenê, bozxana qirikê
Heya ro li min û te bihata qubletê..!
Mi dî çavê te resh in, ji çavê maran tu yê sê biskên xwe ên shê
berda bûn, nala topek sherîtê, devê xirara.
Awirê vê sibayê ez dikutam, ez dih’elandim.
Mîna yê topekê ji topên Diyarbekir,
Tu hevale bikî, ser derê dijminan.
Xwedê hebîne tu ramûsankê bide min,
Ji xan û manê gerdenê, ji boxaza qirikê.
Ne wela.. ji bin ya cotê guhara,
Te taqê sipî, taqê li hewa,
Te memik kirin nala (nola) hêkê kewa,
Te xortên xelkê h’elandin, bi wan rasta, bi wan derewa...
Heçî navbeyna herdu dilên shêrîn, ji hevdu sar kir,
Bila kula Sham û Helebê li mala bavê xwe yê kar kir,
Xwedê bike mezinê wana bimirin,
Biçûkên wan nikaribin miriya barkin,
Tishkê wan li darê del û dinya yê nemîne,

Werîs tune be, posta xwe li nav çavê tajî bishidîne,
Ew tajî wana li dora fitlekê bajêr, çiv bi çiv wana bigerîne,
Bi dû tajiyê xwe de, bi hewar kin, bê hey malxerabo,
veger mal!...






Dilo!

Lo dilo! Hey lo dilo!
Xelkê me çû bûn çilo,
Dinya hemî zewicî,
Ez û gewrê man wilo.

Sîng û berê te gewr in,
Mîna dimis û firo,
Li ser destê xwe kiro,
Mîrê Bota re biro.

Lo dilo! Hey lo dilo!
Agir ket sênca reza,
Keti bû bexçê gula,
Ezê bi çeplê te bigrim,
Bavêjim taxa fila.





Dîlber
Shêxê Ebdilqadir


Lê dîlberê, bejna te zirave, taka vê Farûqê,

Lê Xwedê dizane shîn bûye li zozanê jorî, li mêrga Devzerûgê,
Heger sed û sî sal ji e’mrê mi here,
Taliyê ezê serê xwe deynim ser oxir û felekê,
te keçikê, te nezanê..
Wî bêmal, wî gundo, fesado li min..
Lê dîlberê ! bejna te zirave, taka vê çekemê,
Lê Xwedê zane shîn bûye li zozanê jorî, li mêrga Shamê,
Heger sed û sî sal ji e’mrê mi here,
Taliyê ezê serê xwe deynim ser oxir û felekê,
te nezanê, te e’cemê, ta zarokê..
Wî bêmal, wî gundo, fesado li min..
Keçikê digotî: gundîno! Malîno!
Nem (ne min) go çi ecêba hatî ser ecêbê,
Lê Xwedê zane, de lê, dilê mi keçikê,
Wele nizam, ne ji maliya, ne ji gundiya dil giran bû,
Berê xwe da welatê xerîbiyê..
Hunglîska destê mi çûye cêbê,
Gundîno, malîno !
Ezê di bextê we de, ma hûnê bi dû delalê dilê mi kevin,
Vegerînin?
Bela (bila) bê malê, ezê ramîsanekê bidimê,
bi maliya çetine, li gundiya tim ecêbe..
Wî bêmal, wî gundo, fesado li min..
Lê dîlberê ! Ne mi gotê mere di her derîkê mere,
Wa bi gêro, î bi qundir re lê digêro,
Cotê memikê mi keçikê mîna du kewê gozel,
Bi sariya sibehê re li pashilka mi keçikê dikin shêreshêro,

Wê gavê t’ê ( tu yê ) bê mala bavê mi keçikê,
Xwezîka mi wê gavê, kalê bavê mi kor ba,
pîra dêka mi kehr û gêj ba..
Wî bêmal, wî gundo, fesado li min..
Destmala destê min qelemçî,
Tî bidim destê te mêrî, te egîtî,
Heger Xwedê nekir miradê min û te bi qîzanî,
Bela (bila) bikeve bi shûn da,
pishtî çar sala bimîne li ser darê di jinbîtî,
Wî bêmal, wî gundo, fesado li min!..






Dînê


Ax lê Dînê û ax lê Dînê!,
Tirsa min j’ hebsa Merdînê,
Tu kevoka xebxebshînê,
Tu mêkewa l’ ser hêlînê.

Lo lawiko derewîno!,
Ne m’dxwazî, ne m’drewîno,
B’ avirê çava m’dxapîno,
B’ derdê dila m’dhelîno.

Çûm ziyareta Qulêbînê,
Memik hatin firotinê,
Xelkê tê da malê dinê,
M’ tê da ketka havînê,
Her çar mihê ber dotinê,

Her çar kejkê xwey hishtinê.

Rengesmerê gulbarînî,
B’ xelkê tehl î, b’ min shêrîn î,

Tu beybûna Nisêbînê,

Tu mêkewa l’ ser hêlînê.

Heke tu memikfirosh î,
Bi Quranê z’mishterî me,
Bi Quranê l’ ser mirî me.






Strana Dono Maa’mo
(Ji berhevoka Socin û Prym)
Tîpguhastin: Cankurd

Li ber derî guhdarî kir
Bavê lêda, dê bi navcî kir
Ez çûm mi anî,
Piçûk bû, mi (bi) xwedî kir
Mi ramîsanek jê xwast, ji mi fedî kir
Ew (ji) Diyarbekirê vir da e’rd e
Rabe (Maa’mo rabe) û rûne, biska berde
Ramîsana Maa’mo (li dilê min) bûne kul û derd e
Ew Diyarbekirê bi zeytûn e
Melbûsê Dono kila bi dûn e
Dono Maa’mo ji xema dinê zirav bûne
Ew Diyarbekir|ê va bi kanî
Maa’mo tu piçûkî, navgiranî
Diyê Maa’mo çû bû , Maa’mo anî
Ew Diyarbekirê bi geya þîn e
Diyê Maa’mo çû Maa’mo tîne
Bavê Maa’mo nah’ewîne
Ew Diyarbekirê bi kuncî ye
Gava Maa’mo hatiye
Bavê Maa’mo çav kir, maa’mo reviye
Go þaþê delalê mi þermotî
Dinya û a’lem lê xebitî
Çi dostek e dilþewitî
Bejna delalêm (delalê min) gaz û bost e
Ez naspêrim destê þagirtiya û destê hoste
Piþtî Maa’mo ji xwe ra nagirim yar û dost e
Ezê xanîk çêkim ji kakila
Ezê derî lêximê ji muh’ibbetê dila
Gava Maa’mo nebînim,
Mirinê min ji h’alê min çêtir e
Ew Diyarbekirê va bi kaþ e
Xiftanê Maa’mo ji qumaþ e
Dono Maa’mo çûne dîwanê paþe
Maa’mo rebenê bi baqa porê
Dono rabû, lêlê kete dorê
Paþe lê mehir kir bi darê zorê


(Wek varyanta vê stranê, em van pênc malikên vê helbestê, li gor hûrikiyên helbestvanî yên bi giþtî di vir de ji aliyê Socin ve hatine qelemkirinê..[3])


Li ber derî guhdarî kir
Bavê lêda, dê bi navçî kir
Mi û anî, piçûg (piçûk) bû, mi bi xwedî kir
Mi ramîsanek jê xwast, ji mi fedî kir
Ji Diyarbekirê vir da erd e
Rabe rûne, biska berde
Ramîsana Maa’mo bûne kul û derd e
Ew Diyarbekirê bi zeytûn e
Piþtê Maa’mo Tirabzûn e
Dono, Maa’mo, ji xema dinê zirav bûne
Ew Diyarbekirê va bi kanî
Maa’mo tu piçûkî navgiranî
Diyê Maa’mo çû bû Maa’mo anî
Ew Diyarbekirê bi geya þîn e
Diyê Maa’mo çû Maa’mo tîne
Bavê Maa’mo nah’ewîne…





Dûrik-1

Kaniya Hêlê li mêrgê ye,
ez xulam sê biskê shê ye,
Berda li alîkî bê ye,
T’ez kushtim, t’ez helandim,
T’ez kirim duhnê çirê ye.

Bejin shiva dehlê ye,
Rûsor ji pelê gulê ye,
Shê bisk ji têlê perdê ye,
Her lê lê, her lê lê.

Sing û berê te gewr in,
Wek berfa li zozana,
Wek penêrê Qerece Daxê,

Serê memka hildayê,
Wek sêvê Meletyê yê,
Pirtiqalê Shamê yê.

Serê çelê zivistanê,
Destê van teresê beqala,
Davêjin ber terezînê yê,
Her lê lê, her lê lê.

Kaniya Hêlê li Merzeqa,
W’ez xulam enî bi deqa,
Ezê gewrê birevînim,
Emê xwe bavên her sê sinceqa,
Her lê lê, her lê lê...





Dûrik-2

De lê, de lê, de lê,
Mi dî bû li serê latê,
Esker çû taqîbatê,
Tu l’ser çavê mi’r hatê,
Ezê b’ çepilê te bigirim,
Xwe havêm qeza Qirqatê.

De bimesh gewra’m bimesh,
Ez xulamê çavê belekresh,
Wan birhûyê te yên bi neqsh,
Roja ko mêrê te bimire,
Serê min û te l’dinyê bimînin xwesh.

Go: Îshev sheva sisiya ye,
Û dawetek digeriyaye,
Dilê mi ket diduyaye,
Ezê gewrê birevînim,
Ma xwe ne dinya bi derge ye.

Îshev êvara înê,
Melê dixwîne Yasînê,
Memik sêvê Mêrdînê,
Xwezla mi b’dilê wî xortî,
Ko cotê memka bibînê.

Îshev êvara Sebtê,
Memik sêvê Mehsertê,

De bimesh, gewra m’ bimesh,

Xulamê çavê belekresh,
Roja mêrê te bimirê,
Serê min û te l’ dinyê bimîne xwesh.





http://www.kurdayeti.net/Stran1.htm