Bêriya Botan ( Celadet Ali Bedir - Xan ) JI GIYANÊ ÞÊX EVDIREHMANÊ GARISÎRE : __________________________________ Kanî Dêrþew, ka Herekol, ka Kepir Ka zozanên Bavê-Têlî ka kê bir Dibêjin ko Burca-Belek hilweþî Text û bextê botîyan de ka geþî Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû Naxuyîn qet xiþr û xemlên wê li kû Ka westanî ka Qesara ka kanî Kanîn zozan, cihên bilind kebanî Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng Basiret kû, neqþibendî, terîqet Ka þêxên me, kanê rêzik þerîet Kanî Seqlan, Seqnefis kû, Nêrgizî Gul û rihan zeriyane, tev rizî Ka Azîzan, þêx û seyda û axa Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî Kanîn ew rim, ka huwêzî, þeþperî Mîr Miheme ê nêçîrvan, kanî kû Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering Ka þalên me, bekirbegî, xweþdevling Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng Kanî lo lo, lê lê li kû, kanî deng Kanîn çeper, bestî li kû, ka celab Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab Bor-mirîþkan tenik bûye kete ba Ez botî me diþtexilim her bi pa Ka banê me, yê Azîzan, kanî war Kepirê de ne kozik in, ne jî dar Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim Pa bi Xwedê wek nexweþ im û gêj im Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî Tirþik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî Kanî civat, fîl û þetrenc, ka zindan Ko tê de mir, þahê mexrib, Mîr-Alan Dotmîr li kû, ka mîr þeref, mîr Ezîn Kanî bavê sitîya Zîn, mîr Zengîn Beg û axa kanî tovrind, kanî dot Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr Ne rîsipî, ne kefxweþî, ne kizîr Ne buhar e, ne Havîna mîr þeref Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf Ne dêmîr in, ne þahînet, ne hevþîn Kanî mîr þem, Kanî Tacîn û Gurgîn Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer Sadon li kû, ew serekê þevînger Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî Ka li kû man ew gernasên nedîtî Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp Xencer û rim, kanî þûrên rast û çep Pira Bafet belê ev e, kevane Kevin bûne, ne tirî ne, sorane Ji Delavê qitikan ve naye deng Kew û kevok di þînê de ne man çeng Þeylo bûne kaniyên me ka rejû Mazîyan de ne pel mane ne gezû Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela Ê cizerî, ne jî bate, kes ne ma þax li kû ma, ka Berwarî, ka Dêrgul Tu tiþt ne ma, vemirîne deng û gul Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêlîyan Þûvî li kû, Welat-kelhok û Goyan Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrtî Ne Soran in, ne Mûsereþ, Silopî Kiçan, Teyan, Dûdêran kû, ka Mîran Hacîbêra, kanî Þernex, Garisan Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî Ji Garisan ne koçer in, ne dêman Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan Dawûdîyan, Omerkan jî, ka Kheran [1] Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan Kanî Xaltan, bira Zerdeþt, Hewêrî Þûrkêþên me, filehên me, Hewêrkî Ka þikefta mîr Miheme, ka perî Kanî dasnî, kanî keçên surperî Kanî þingar, ka xwalên me, yezîdî Balav bûne, bê rêzik in bê serî Dêra-Reben weke berê vala ye Hejale jî diyar niye raza ye Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj Tîr û kevan, þûr û mirtal û destrêj Ne eþîr in, ne bajarî, ne fileh Burc û kelat, ne segman in, ne þergeh Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen Tarî her der, ne kulek in, ne rojen Di Tanzê de ne feqeh in ne mela Medresa-Sor xerabe ye ji nû va Kela Ewrex ber bi ba ye, kela kevn Tê de îro pîrhevok in û çend tevn Kanî þêx im, Evdirehman garisî Ew jî kuþtin sorgula me çilmisî Herê lawo tev de çûne nînin nîn Destê me de ne hesp mane ne jî zîn Kurdistanê tu abadîn, her heyî Îro, sibe û hergav jî dê hebî Bêrût: 29 Çirîya Paþîn 1932 Herekol Ezîzan Di vê nivîsarê de hin nav û tiþtên din wek nav û cihên eþîrên Botan hene ko ji bona herkesî ne nas in. Ji lewra emê wan ji xwendevanan re; bi rêz ve û jêr de bidin zanîn. Jû pêve û bi vê hincetê emê tiþtinen din jî bi ser xin ko pelinen ji dîroka cihê Botan hin çîrok û çîrçîrokên wî ne. – Ji çiyayên Botan yê bilintir e. Havîn û Zivistan bi berf e. Qehremanekî Yewnanistana kevin heye, dibêjin-ê »Herkûl«. Di navbera van her du navan de nêzingahîke eþkere heye. KEPIR – Di cihê Botan de zozanekî bi nav û deng e. Jê re zozanê Bavê-Têlî-Begî jî dibêjin. BURCA-BELEK – Burca mîrekên mala Azîzan e. Navê Burca-Belek lê kirine, ji ber ko berên burcê reþ û sipî ne. Avahîyeke kevn, qahim û stiwar e. Birekî wê ê mezin îro xerab e. Hin birên hîmê wê di þetê Cizîrê de ne. WESTANÎ – Di rojhelatê Cizîrê de meydaneke fireh û mezin e. Di zemanê berê, di vê qadê de zirtxaneyek hebû. Pehlewan tê de hinerin çêdikirin, xelkê hesp dibezandin, cidî dilehîstin. Di wextê þerî de leþlerê Botan di vê meydanê de digiha hev û diket rêzika ceng. KANÎYA-QESARA – Kanîyeke Cizîrê ye. Xelk cawê xwe tê de diqesirînin. Ji lewra jê re Kanîya-Qesara dibêjin. Navê vê kanîyê di Memê-Alanê de gelek derbas dibe. Piþtî ko Mem digehe Cizîrê, di roja sersalê de derdikeve gerê, dikeve nav xelkê, û li serê vê kanîyê de rastî Zînê têt. SEQLAN – Di nîvrowê Cizîrê de çemekî kiçik e. Di dora wî de çend dehlik hene. Serkanîya vî çemî di Çiyayê-Spî de ye. Havîn û Paîzan dehlên wî û parêzên dorê gelek spehî çêdibin. SEQNEFÎS – Bal navê Sitîya-Nefîs ve hatiye nav kirin. Sitîya Nefîs jinek ya mîrekî Botan bû û gelek hej vê kanîyê dikir. Ji bo sivikahîyê dibêjin-ê Senefîs an Seqnefîs. Di ser kanîyê re qubek heye. Ava wê gelek germ e, xelk li zivistanê jî dikevin-ê. Buharê gava av tête raserî kanîyê di dora wê de her texlît kulîlk þîn dibin. Di stranên Cizîrê de navên Seqlan û Seqnefîsê gelek derbas dibin. Wekî niho: Cizîr xweþ meqam e Berberî Misr û þam e Seqnefîs hemama me ye »...« xulama me ye Seqlan piçkî zêde ye NÊRGIZÎ – Ev jî ji seyrangehên Cizîrê ye. Di Cizîrê de du cihên nêrgizîyê hene. Yek di alîyê rojhelat, a din di alîyê nîvro de ye. Ji ber ko tê de nêrgiz çêdibin navê nêrgizîyê li wan kirine. Ji van pêve di dora Cizîrê de gelek gulgeþt û seyrangeh hene. Wekî niho: Rezê-Mîr, Caferê-Sadiq, Cuhtikê-Tûyan, Þkeftan, Mîr-Hesen, Eyn-Tirb, Keylûþk, Pira-Bafet, Emerî, Xeyda, Lawikê-Xerîb, Kehnîya-Emo, Serê-Sinsalê, Binê-Burcan, Newala-Tilik, Çemê-Kursî, Sitîya-Heyat, Mam-Elo, Kehnîya-Evdilcelîl, Mîr-Evdel, Banê-Cirf, Þkefta-Dilop h.p. ... BORÊ-MIRÎÞKAN – Borekî þetê Cizîrê ye. Dema ko ava Diclê boþ dibe û çarnikarên Cizîrê digire û Cizîr tê de wek navrokî dimîne, qeta avê a kiçik dikeve alîyê Torê û deþta Hesinan. Hingê xelk xwe vedimalin û bi peyarî di vî borî re diborin; av tenik e. Ji lewra dibêjin–ê B. Mirîþkan. TOVRIND – Di þtexalîyê de »torin« tête gotin. Eslê wê »tovrind« e, yê ko tovê wî rind û pak, malbata wî nas. (v) ji navê û (d) ji paþîyê ketine. BEXTÎ – Eslê pirsên bot, botî, botan (bext, bextî, bextan) in. þerefname jî holê dinivîsîne. Di vî þiklî de nîzingîyek bi navê eþîra Bextiyarî tête dîtin. DELAVÊ-QITIKAN – Navbera Westanîyê û Pira-Bafet de delavek e. Havîn û Paîzan qitik tên-ê û jê avê vedixwin. Hingê xelkê Cizîrê li dora wî davan vedidin û qitikan digirn. EÞÎR – Eþîrên Botan bi vî awayî lêk ve dibin: Koçer û dêmanî. Koçer jî du bir in, çoxsor û þilit. Çoxsor: Mîran, Alîkan, Dudêran, Dawûdîyan, Soran, Garisan. Þilit: Batûyan, Teyan, Xêrkan, Kiçan, Mûsereþan. Eþîrên Deþta-Silopî: Hewêrî, Zêwkî, Spêrtî, Reþikan. Dêmanî: di vî milê avê de: Meman, Harûnan, Hesinan (jêrîn û jorîn) Ebasan, Alîyan. Di wî milê avê de: Berwarî, Eruh, Garisan, Welat-Kelhok, Welat-Kêver, Welat-Kilîs, Þûvan, Jêlîyan, Dêrþew, Hacî-Alîyan, Kheran, Harûnan, Slopî. Hacî-Bêra: Þernex, Goyan. Eþîrên Botan tev de silîv in. MÎR MIHEME – Dibêjin ko dilê Mîr Mihemed begê nêçîrvan keti bû keçperîyekê. Mîr perîya xwe li çiyê di þkeftekê de didît. Jê çend zarowên wî jî çêbû bûn. Perîyê lê qewîtî kiri bû ko kes bi wan mehesin. Bi vî awayî mîr û perîya xwe li rex hev jiyîn û kêf kirin. Rojekê mîr Miheme bi hinceta nêçîrê, dîsan çûbû bal perîya xwe ve. Berî ko bigehe þkeftê xulamên xwe li cihekî hiþti bûn û ji wan re goti bû ko medin pey wî. Mîr çû; xulam, mifirdî pêleke drêj li hêvîyê man. Mîr ne dihat. Dinya li wan dibû êvar. Yekî ji xulaman guh ne da hevalên xwe ji wan veqetîya da rê û çû, li mîr bigere. Mîr û perî li ber devê þkeftê rûniþtî bûn. Zarowan di dora wan de dileyîstin. Mîr berê xwe dabû þkeftê, keçperî di peþberê wî de bû. Xulam wekê ew dîtin jûvan bû, dil kir ko xwe veþêre û þûn ve vegere. Lê çavê perîyê pê keti bû. Perîyê bawar kir ko mîr bêbextî lê kiriye; bû firolek û di gel zarokên xwe winda bû. Mîr bi lerzeke ecêb ket. Xulaman darûbestek çêkirin, mîr lê kirin, berê wî dan Cizîrê. Bi rê ve, mîr çû rehmetê. Malikên jêrîn ji stranekê ye ko wesiyeta mîr Miheme dibêjin-ê. Ez dê bimirim wesiyeta min li erdê medin Qet min mebin nav çu mirîya Min deynin tabutekê de, ser milê çar mifirdîya Min bibin ser girê Qirnasisê Ber devê her çar gelîya Da subehê li min xweþ bê dengê þeþxana, terqêna þaxê van nêrîya DÊRA-REBENÊ-KHER – Ji Herekolê ji hemî deran bilintir e. Wextê Mihemed begê nêçîrvan de xanîyek li serê wê çêkiri bûn, ji bona ko biceribînin gelo mirov dikare Zivistanê lê biborîne. Du zilam digel av û nan xistine xênî û hiþtine. Buharê hatine ser û dîtine ko yek mirîye û yek maye; ê mayî kher bûye. Ji bona vî qasî navê wê danîne Dêra rebenê kher. NÊRÎYÊN-MÎR – Efno û Hejale du nêrîyên mîr Miheme bûn. Mîr gelek hej nêçîra pezkûvîyan dikir. Bi xwe nêçîrvanekî serdeste bû; ji lewra digotin-ê þêxê nêçîrvanan. Rojekê di nêçîrê de du kehrikên spehî girtin û nîþanî mîr dan. Mîr navê yekî kir Efno û yê ê din Hejale. Di wê heyamê de tukes bê izna mîr nikarî bû here nêçîra pezkûvî. Wekê diçûn jî mîr qewîtî li wan dikirin; bizinan mekujin, tenê nêrîyan bikujin, ji Efno û Hejalê pêve. ew ji bona tov dihiþtin. Her du nêrî bîst salan emr kirin û gelek mezin û spehî çêbû bûn. Rojekê mîrê Amedîyê – li gora gotinekê yê hekarîyan – nêrîyek pezkûvî kuþt. Xelk ji mezinahiya wî man ecêbmayî. Stiruhên wî pîvan bi heft bihustan derketin. Mîr got: »Ezê van stiruhan ji mîrê Botan re biþînim, ka ên holê di çiyayê Botan de hene.« Ser vê yekê mîr rabû û stiruh jê re rêkirin. Mihemed beg jî li wan ecêbmayî ma. Emrî nêçîrvanan kir ko herin nêrîkî welê bikujin ko stiruhê wî jê meztir bin. Nêçîrvan bi çiyê ketin çend rojan geriyan, nêrîkî welê bi dest ne ket. Efno û Hejale hebûn. Ev her du nêrî her dilê mîr de gelek ezîz bûn; dilê wî gelek bi wan ve bû. Lê ji bûna ko ji mîrê Amedîyê fehîtkar nebit da çavê xwe ko nêrîyên xwe bi destê xwe bikuje. Bi xulam û nêçîrvanan ve derket nêçîrê, çû raserî Dirba-þkêr, di Çepera-Stûnê de rûniþt. Xulam û nêçîrvan pez xira kirin, bi ser mîr de anîn. Hejale ji pêþîya pez de dihat, mîr sê tiving berdan-ê, her sê derb lêketin, lê nêrî bi xwe ne ket û ji mîr daborî. Efno li dûvê pez de bû. Mîr bi derbekî Efno cih de êxist. Dilê mîr gelek pê ve ma. Li dora xwe fedkirî, çavê wî bi xulamekî xwe – Hesen – ket, jê re got: Hesen carekê bavêje ser. Hesen: Ezê li galîya fekirîm, bi hawar e Terqên hatî bû, nizanim þeþxaneye, berwêc an helqedar e Efno kuþtin, Hejale babê gîska bi sê derba birîndar e Nêçîrvanan da pey Hejale jî, çûn piþt çeperê. Fedkirîn ew jî wê ketîye. Mîr jî xwe gihande wan. Hesen dîsan avête ser: Ezê li Çepera-Stûnê fekirîm, raserî Dirba-þkêr e Mihemed beg xwe ji hewalan berda bî, çendik wek þeroyê serxansî, Resûlê findikî pê re Serê Hejalê jêkirin, bi stiruhên wî ve rêkirin mîrê Amedîyê re Stiruhên Hejale pîvan bi neh bihustan derketin. Mîrê Amedîyê li stiruhnen ji wan dirêjtir gerîya, lê ne ketin dest. Malikên jêrîn ji stranên mîr Miheme ne. Ezê li Mihemed begî fekirîme, bi vê xemlê bi vê kokê Te xelît û sirme ne, rîþî berdan ser zirhokê De tu berê þeþxanê ji bizinê biguhêrîne, ve nêrî wê sekinî, li pêþ bihokê Heçî me go te cewab da Birê nêrîya xwe ji Kortikên-Qaso berda bi Pilingê-Zêrîn li xwe bada Nêçîrvanên me bi kurî ne bi têzê re, xwe bi Beleka-Reþ nav da |