Çarînên Xeyam ( Wergêr: Kamiran Alî Bedir-Xan ) Çarînên Xeyam Veþartiyên pêþiyê ne tu dizanî û ne ez Ev tîpa kewsele ne tu dixwînî û ne ez Gotina min û te di paþ perdayê de ne Ko perde ket ne tu dimînî û ne ez Nivîna axê de raketiyan dibînim Di bin erdê de veþartiyan dibînim Çendan li deþta neyînê mezê dikim Nehatiyan û çûyiyan dibînim Dinê ji jîna me a peritî awirek e Ceyhûn ji hêstirên me en xwîn avek e Dojeh ji cefayên me ên bêtiþe çirîskek e Bihuþt ji dema dilxweþiya me bihnek e Ewên ko durhatiyên zanînê bûn Û bi berhevkirina zanînê xetirekên civatan bûn Ji wê þeva tarî rê dernexistin Çêrokek gotin û ketin xewê Bê vîna min ez anîme heyînê Jînê ji heyraniya min pêve tiþtek zeyde ne kir Bi zorê çûn û me seh nekir çi bû Ji vê hatin û mayin û çûyin miraz Piyana tejî a rengê xwe girtî Þkênandina wê serxweþek çawe babet dibîne Hevqas ser û ran û kêf û destên delal Bi hevîna kê gihane hev bi erna kê þikestin Vexwarina þerabê û þabûnî ayîna min e Destkiþandina ji kufr û dîn dînê min e Min ji bûka dinê re got-qelenê te çi ye Go: dilê te ê þa qelenê min e Di çerxa dinê ya bê binî de Bi dilxweþî vexwe þerabê dem bi cewr e Ko nob giha dema te ax meke Ev piyanek e ko hemîyan re didin fir kirin bi dor Ev rojeke xweþ e hewa ne germ e ne sar Ewrî toz þuþt ji lamên gul û dar Bilbil bi zmanê xwe ji gula zer re got Rabe dema vexwarina þerabê ye digel yar Ji hatin û çûna me kar çi ye Berê hêvîya jîna me li kû ye Di çerxa canî de çend mirovên pak Þewitîn û ax bûn ma dû li kû ye Gayek ezmanî de ye navê wî Perwîn Yekî din di bin erdê de xwey nivîn Wek kûrbînan çavê hiþyariyê veke Jêr û jora du gayan garanê keran bibîn Heyf strana ciwanî çikihaye Ev bihara þahîyê êdî nemaye Ew çûka cejna ko navê wê ciwanî bû Hawar çawan hat û kengê firiyaye Þerabê bide destê min dilê min tîhn e Ev jîna bêbext direve wek bîhn e Rabe þahiya dil xewna þevan e Rabe agirê ciwanîyê av e yek bihn e Dinê de xwestekên te sergirtin ma dawî çi ye Te nameya jînê gî xwend ma dawî çi ye Bibêj te çawan xwest welê sed sal mayî Bibêj sed salên dî jî biminî ma dawî çi ye Em gî dilketî ne û þerabperest in Di kavilî de rûniþtine serxweþ û mest in Ji spehîtî û kirêtîyê wehm û xiyalan dest kiþand Ji me hiþ mexwaz em gî þerab bi dest in Gulrûyê piyan û þerbikê þerabê bigire Pê lêva avê û mêrg û çîmenan bigere Ev feleka bêbext zehf rûheyvan Dike sed car þerbik û sed car piyan Ev dinê ko çend roj bû pêgehê me Ji xemê pêve hîç ne bû destgehê me Wey li me pirseke me jî hel ne bû Çûn û hezar bêrî man di cergê me Rûroj rabe û were ji bo xatirê me Hel ke miþkilekê wek daxwaza dilê me Þerbikeke þerabê bîne de em vexwin Ji peþ dema ko þerbikan çêbikin ji axa me Eya ko bijartiya cihan î ji min re Delaltir î ji can û çavan ji min re Rûrojê ji canî þêrîntir hîç nîne Tu sed car ji canî þêrîntir î ji min re Dinê de berê dara rastiya kûr ne giha Lew di wê rê de hemî ne rênezan Her kesî destê xwe bi çiqlekî sist girtiye Îro wek sibe sibe wek roja pêþîn e bizan Wey ji wey dilî re ko tê de agir nîne Ji bo delaleke rûroj ne dil ketî û dîn e Roja ko bêþerab te ji xwe borandî Ev e rûja jînê a windatir bê jîn e Em îro dilketî dîwane û mest in Îro dêra spehiyan de mey perest in Ji heyîna xwe yekcar dûrketî ne tev Û di mihraba elestê de dest best in Meyger kesera min bilindawaz bû Serxweþiya min bêbend û bêgaz bû Bi porên spî serxweþ im ji þeraba te Bihara dilê min ciwan û saz bû Tîra ecel re ma heye sipêr Hiç e lûleperiya zîv û zêr Çendan li dinê re mêze dikim Qenci qenc e hew mayî bêkêr Jînê de pesna þerabê lêvzîna min e Xeynê þerabê tu tiþt ne dilxwaza min e Mela ko seydayê tê hiþ e xweþ be Seydayê te bizan feqehê min e Madam çûyin bê guman e mabûn ji bo çi Xaçerêya timayê de westabûn ji bo çi Herwekî mayîn tune ne bû û nabe Bîrkirina çûyinê û dilxweþbûn ji bo çi Spêde ye rabe bo gewherê naz Nerm nerm þerabê vexwe bi nay û saz Ên di xewê de veþartî ne zanin Ji ên borî kes venagere çûn bê awaz Meyger binêre min dil ji teþqeleyan vala ye Þêr hemî çûn nihe daristan vala ye Her þev piyana ezmên kefên þerabê diavêt Îrû ko noba me ye piyan vala ye Lêva avê digel piyan þerab û meyger Bihuþta min û te ye delal e ew der Dest ji gotina bihuþt û dojehê biþo Ma ki çû dojehê û hat ji bihuþta zer Bide þeraba lalereng û ronak Bikþîn ji qirika misînî xwîna wî a çak Çiko îro jî þerabê pêve Ne ma destekî delal û pak Piyana te de yaqûta rohn heye ho meyger Dilê min wek yaqûtê geþ ke ho meyger Piyala tejî bide destê min ho meyger Da bi wê canê xwe vejînim ho meyger Bide þeraba reng-gulbiroj ho meyger Ji keserê can hat ser lêvê ho meyger Da ko bêhiþ bikevim û baz bidim Ji hiþî û dinê ho meyger Berî ko xem þevrabûnê bike Ferman ke delalê þeraba sor bînin Tu ne ew zêr î ho jirê mezin Ko ji axê wedgerînîn ji nûve tînin Dixwazim tiþtekî ji te re bêjim Bi du tîpên gewherîn bo te bêjim Bi hevîna te ezê bikevim erdê Bi hevîna te ezê jê hilkevim Duh ber meyxaneyê re derbaz bûm bê hiþ û mest Û min pîrek serxweþ dît misîn bi dest Min ji pîr re got ma tu ji Xwedê þerm nakî ho Go kerem ji Xwedê ye de here þerabê vexwe lo Kamiran Alî Bedir-Xan |