PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Roja dawîn ji jiyana Mistê kurê Salha Temo


Sahînê B. Soreklî




Kaniya Ereban, gundekî li binê xetê, îroj bûye beþekî ji bajarokê Kobanî.

Ber dora bîst salan xwediyên keyfê ji xelkê Kobanî di dawiya hefteyan de, bi taybetî biharê, xwarina xwe radikirin û diçûn Kaniya Ereban. Li kêleka rûbarê, li ser gîhayê kesk û di siya daran de çîg, kebab û bostaniya xwe çêdikirin, dixwarin, vedixwarin û ber bi êvarê vedigeriyan malên xwe. Wê demê hem ava rûbara Kaniya Murþid û hem ava qinê di nêzikî Kaniya Ereban re derbas dibûn. Ava qinê ber bibe rûbar di bin çend bîran re derbas dibû ku ji dema Romanan de mabûn, aveke qerimî û zelal bû.

Salha Temo li vî gundî mezin bûbû û þanzdeh salîn li wir bûbû bûk. Bi temenê bîst û heft salîn ew jinebî mabû. Xwediyên wê xwaztibûn wê bidin mêr lê Salhê nepejirandibû û gotibû, ew ê li ser herdu kurên xwe bimîne.

Di dema cîhgirtina vê serpêhatiyê de kurê wê Mistê hevdeh salîn bû û yê biçûk, Xello, du salan ji wî biçûktir bû. Xello lal bû û dilên xelkê pê diþewitîn. Nasên wan her digotin, “Xellê bextereþ; çi heyf e ku va kurê delal lal e.” Wan wisa bawer dikirin ku di qedera vî xortî de carê wisa hatibû nivîsandin; xwedê dixwazt ku ew jiyana xwe lal derbas bike, lê di rastiyê de ne wilo bû ji ber ku Xellê bi xwe biryara lalmayînê girtibû.

Bi temenê pênc salîn Xellê þandibûn ber xoce. Dema çavên wî li çoyê dirêj ketibûn çûna ber xoce li hesabê wî nehatibû.

Nediket serê wî çima bi darê zorê dixwaztin wî fêrî tiþtên bêkelk bikin. Divabû wî “Ebced, hewwez, huttî, kelemen, sehfez, qerîþet, tazixîla, fe tebarekellahû ehsen el xaliqîn” ji ber bikira. Zarok li mamosta vedigerand lê hew didît, þîng, mamosta yek pê veda. Þagirtê biçûk ji kerban xwe dispart girî û hêstiran. “Kerê çolê,” xoce digotê, “ma tu çima li çavên min dinihêrî?!

Li kitêbê binihêr û bixwîne: Ebced - hewwez - huttî - ...” Dilê kafiran bi Xellê diþewitî lê ne yê xoce. Zarok geh giriyabû, geh reviyabû, geh xwe avêtibû merî û cîranan û geh jî xwe di kadînan de veþartibû lê bêyî çi encam. Rojekê xoce gotibûyê, “de li min vegerîn, Xello. De bêje Ebced, de lawo bêje hewwez, de kerê çolê bêje huttî,...” Dema Xello bêdeng mabû wî kulmek pê vedabû û dû re bi þiva xwe jî lêxistibû, lê kiribû, nekiribû, Xellê peyveke tenê jî nema ji devê xwe hanîbû der. Ji wê rojê û þûn ve ew ji xoce û ebced hewweza wî rizgar bûbû û neçar mabû xwe lal bihêle. Li dû derbasbûna du salan wî hêdî-hêdî dîsa dest bi axiftinê kiribû.

Rojekê bi çepelên Xellê girtibûn û ew biribûn xwendegeha Kobaniyê. Di odeya sinifa wî de þagirt daniþtibûn û mamosta li pêþ wan bû. Xoceyê bi pantilon pirs dipirsîn û þagirtan yan “neem” yan “kelle” digotin. Xellê tiþtek ji pirsan fêhm nekiribû lê matmayî mabû çima zarokan her behsa “kelle” dikirin. “Bêguman li ser kelleyê mîh û bizinan diaxfine,” wî di dilê xwe de gotibû. Rojekê mamosta pirsine li ser textereþê nivîsandibûn û ji þagirtan daxwaz kiribû, bila bersîvên pirsên wî di defterên xwe de binivîsînin. Li dû çend deqeyan mamosta bi ser Xellê de rawestiyabû û gotibuyê: iktob. Xellê li wî seyr kiribû û keniyabû. Mamosta careke din bi hêrs jê re gotibû, bila binivîsîne. Xellê çavên xwe berdabûn erdê û bêdeng mabû. Mamosta çûbû ji ser maseya xwe þiv rakiribû, li Xellê vegeriyabû û gotibûyê: ifteh îdek. Li dû ku þiv çend caran li destekî wî ketibû lawik qîriyabû, reviyabû der û berê xwe dabû Kaniya Ereban. Dema ew roja þemê li dibistanê vegeriyabû, di komcivîna sibeyê de midûr ji xizmetçî xwaztibû bila Xellê ji newqa wî de hilgire û dest pê kiribû bi xêzeranê xwe li textê kûna Xellê xe. Ji wê bîstê û þûn ve Xellê dîsa lal bûbû. Li dû hefteyekê midûr ew ji mektebê qewitandibû.


* * *


Xello neh salîn bû dema bavê wî mir. Li dû mirina bavê xwe ew hêdî hêdî dîsa dest bi axiftinê dike.

Dora sê salan derbas dibin dema ew rojekê diçe gundê Mezrê, mala xaltiya xwe. Þevekê þerekî mezin di navbera qaçaxciyan û leþgerên tirk de derdikeve. Dora nîvsaetekê dengê mîtralyozan, tifingan û dabençeyan li wan doraliyan tê. Li dû nîvê þevê qaçaxcî bi sedan pez û titûneke pirr ji nêzikî Mezrê re derbas gundê Minazê dikin. Dû re diyar dibe ku wan du hevalên xwe yên brîndar ji gundê Tilþeîrê rêkirine Kobaniyê. Yek ji wan di zik de brîn bûbû û yê din di nav mayînan de lingekî xwe wenda kiribû. Herweha diyar dibe ku leþgeran pere xwaribûne lê, wekî ku gellek caran dikirin, li dû vekirina rê “þîrheramî kiribûne” û qaçaxcî dabûne ber gulleyan.

Roja din li dû rojhelat cîpeke tiji cendirme ji Kobaniyê tê û li pêþ mala muxtarê Mezrê radiweste.

Li dû xwarinê û vexwarina çayê ew dest pê dikin peya û xortên gund bidin ber feleqeyê. Ji niþkan ve çavên çêwîþ li Xellê dikevin. Ew bang lê dike û jê dipirse ka qaçaxcî bi ku ve çûne. Ronediyê Xellê bi rastî jî cîhê qaçaxcî lê nedizane lê çawîþ bawer nake, jê re “ibnilkelb” dibêje, lepê xwe yê rastê ta ji dest tê ber bi paþ dikiþîne û sîlleyekî diavêje rûyê lêwik, wî hema-hema gêj dike. Xellê weqa hêrs dibe ku nedikare xwe ragire, li çavên çêwîþ dinihêre û dibêje: “mi di devî bavî te no.” Çawîþ wek dînan dibe û dixwaze îlleh bizanibe ka wî çi gotiye. Muxtar çêwîþ dibe derve û wî bi çend lîrayan razî dike. Çawîþ qaçaxciyan ji bîr dike lê ne Xellê. Bi îsrar dixwaze bizanibe ka ev lawê “ibnilkelb” çi gotiye. Muxtar çiqa bizavê dike ku vê yekê bi wî jibîrkirin bide jî, çiqa dibêje lawik hîn zaro ye û tiþtekî xirab negotiye lê bêyî kelk. Xellê radikin feleqeyê. Ji hêstiran pê ve, hêstirên ku dibin nûnerên jan û hêrsa wî, tiþtek ji wî nayê der, heta ne qîrîn jî. Hêstirên germ ji çavên wî yên reþbelek der dibin û di nav bijangên wî re, wek çemên agirê ji serê volkanekî bêyên der, rêçikên xwe çêdikin û dibarin ser kulavê odeya muxtêr. Êdî çawîþ jî li biryara xwe poþman dibe lê li wî qert dibe û feleqeyê ranawestîne ta ku hindik dimîne lawik ji ber xwe biçe. Di wê bîstê de Xellê di dilê xwe de sond dixwe ku ew ê nema êdî li vê cîhana bêbext biaxife.


* * *


Payîzê êdî dest pê kiribû û tevî ku qeramê hêdî hêdî þûna germahiyê digirt jî her du kurên Salha Temo hîn li derve radiktin. Li dû xwarina þîvê Mistê û Xellê dest pê kirin nivînên xwe ji hundir bibin ser sekuya li pêþ malê. Vê êvarê keyfa Mistê li cîh bû û wî sebir nedikir ku þelta xwe raxe û li ser vekeve. Di nav çend hefteyên borîn de ew bêkar nemabû: li gundên deyþtê wek paliyekî bembî ji xwediyên zeviyan re berhev kiribû. Wî û Xellê pirraniya pereyên xwe dabûn diya xwe û bi yên manî ji xwe re tiþtine kirîbûn. Yek ji wan tiþtan radyoyeke biçûke transîstor bû ku Mistê îroj li Kobaniyê kirîbû û bi xwe re hanîbû malê. Ji lewre ew dilþad bû û dixwazt vê êvarê ji xwe re guhdare radyo bike.

Erebiya Mistê jî ne baþ bû lê wî sinifa 5em kuta kiribû û diya wî ji bo vê yekê gellekî bi wî serbilind bû çimkî pirr caran gundiyan xwe li wê digirtin û jê tika dikirin bila Mistê ji wan re nameyekê bixwîne yan binivîsîne. Wî radyo ne ji bo deng û behsan lê ji bo guhlêdana stranan kirîbû.

Bi bihîstina dengê radyo re hesteke taybetî xwe li nik wî bi cîh kir, wek ew hesta ku zarok di rojên cejnan de hest dikin. Bi ya wî be wekî ku tevahiya cîhanê anuha di bin fermana tiliyên wî de bû. Bi tiliya girikê ya destê rastê Mistê derziya radyoyê ji aliyekî dibir yê din û di va êvara honik de dezgehên radyo yên dihatinî bihîstin weqa pirr bûn ku xwediyê radyo mat hîþtin. Dengên ji Londonê, Bêrûtê, Þamê, Qahîreyê, Emmanê, Bexdadê, Moskoyê, Tehranê, Enqereyê; lo tu hema ji xwe re bi nav bike, ji wê radyoya biçûk xwe digîhandin guhan. Ji Enqereyê keçeke dengxweþ di derheqê mirovahiyê û edaletê de diaxift. Mistê di bin simbêlên xwe de keniya û xwe serbilind hest kir dema têgihîþt ku ew kêm-zêde zimanê va keça dengzengilîn fêhm dike. Wî di dema zaroktiya xwe de sê-çar salan li nik Canîgê qesab kar kiribû û ji ber ku Ermeniyên li bajêr bi tirkî diaxiftin ew jî ji wan fêrî axiftina bi tirkî bûbû. Li gel ku wî pirr ji siyasetê fêhm nedikir jî, ew piçekî matmayî ma dema wî ji dengê tirk gotinên li ser mirovtiyê û edaletê bihîstin. Wî di jiyana xwe de heye ku bêtir ji hezar carî gotinên wek “zalim mîna eskerê tirk li ser rûyê erdê tune” bihîstibûn, lê gotinên ku nuha ji Enqereyê diketin guhên wî dewleta tirk bi rûyekî din xuya dikirin. Wî cigareyek pêça, vêxist û dest pê kir bifikire. Gotinên pîr û kalên deverê, yên dengbêjan û yên xortên bi siyasetê ve mijûl hatin bîra wî, gotinên ku dewleta kemalîst wek yeke stemkar didan nasîn; herweha gotinên Maroya ermenî ku digot “ordiya tirk bi hezaran zar û zêçên ermeniyan avêtin nav ava çemê Ferêt, tadeyên nebûyî li qîz û jinan kirin, bi koman peyayên me kujtin,...” Wî bi xwe jî dizanibû ku çawa li bakurê xeta hesinî mayînên binzemîn hatine bicîhkirin, ewên ku sal bi sal dibûn sedema lingbirrîn yan mirina bi dehan ji xelkê herêmê; û ew qiþleyên li serên giran ji bo tehqîbkirina Kurdan hatinî bicîhkirin. Neheqiya ku leþgerên tirk li qaçaxciyan dikirin jî hat bîra wî, û projektorên li ew aliyê xetê û hîn bi ser de kujtina hindek kesên bêguneh ji Kurdên Sûriyeyê yên ku li nêzikî sînor di nav zeviyên xwe de di kar de bûn yan bi þev li nêzikî sînor di rê de bûn,... Nirçenirç bi devê Mistê ket û bêhemdê xwe derziya radyo levand.

Ji Radyoya Þamê dengê Cemal Ebdul Nasir dihat. Nasir ji Qahîreyê di derheqê “yeketî - azadî – sosyalîzmê” de dipeyivî. Dengên bi hezaran guhdarên wî bi “bijî” û “bimire” axiftina wî carine eware dikirin. Mistê cigareyeke din bi darikê kibrîta xwe vêxist û car din dest pê kir bifikire. “Ê de bavê min,” wî got di ber xwe de, “madem tu li ser yeketiyê û azadiyê þorê dikiye, de çi ra tu mektebeke bi zimanê me jî venakî?! De hema çend stranên me jî di radyo da derxe ji bo ku piþika me jî çîþkî rabe.” Hiþên Mistê xwe bi tevahî bi vê merseleyê ve mijûl kiribûn. “Na bavo, na,” wî bersîva xwe bi xwe da, “camêr li ser heqê Ereban þorê dikêye. Ma kê rokê li ser heqê me bextereþan tiþtek gotiye?!” Dû re wî serê xwe ber bi brayê xwe bada, biþirî û gotê, “lawo, Xello, bi xwedê va quzilqurta radyo yekî xirab ho dike. Merî dest pê dike di tiþtan da kûr-kûr bifikire.”

Dema wî derzî dîsa levand dengekî ew ne li bendê bû ew veciniqand. “Law, Xello, bi xwedê va kurmancî ye,” wî got. Xellê jî wekî ku hiþyare tiþtekî mathîþtinê bûbe serê xwe ber bi pêþ da û guhdar kir. Ji ber ku deng weqa baþ nedihat Mistê aciz bû û dest pê kir derziyê virde û wê de bilevîne, yan radyo ber bi jor û jêr rake û deyne. Çawa be di nav cixevixê de dengê Meyrem Xanê dihat lê dirêj nekir “memir-mimir”a Meyremê wenda bû û Mistê dest bi gazincan kir: ne em bin, ne va hala be! Ma nikanibûn çîþkî deng rakin ku em jî mîna însanan guhdare straneke xwe kin!” Hîn derzî li stiraneke erebî rast hatibû, nehatibû, dema dengê Salhê hat: “de bes e kurê min, bes e. Ji dengê tîngetînga wê mîratê min nimêja xwe þaþ kir,” wê got. Ji niþkan ve Mistê çîlikek baran li ser eniya xwe hest kir û bêyî hemdê xwe biþirî dema hat bîra wî ku zarokên gund li dû nîvro bi þûllikê dilîztin. Panzdeh-bîst zaroyan dabûn dû hev, ji malekê diçûn malekê û bi yek deng digotin:

Þûllikê!
Avê berde kûllikê;
Tasek ava zehwanê
Berde binê leganê.
Baranê bibar, bibar;
Çûçikan hebkên te xwar,
Sêwîngan serên hev xwar.

Hêdî-hêdî çîlikên baranê girtir û pirrtir bûn. Mistê û xellê neçar man þeltên xwe bi lez bibin hundir. Ji þûna bêderan dengê zarokan dihat. Yekembarana payîzê li keyfa wan hatibû û qe nedixwaztin biçin hundir. “Maþellah! Tu dibê qey devên kunan li ezmên vekirine,” hat dengê Salhê.

Bi vekirina baranê re hejmareke ji peyan û zarokan li navenda gund gihîþtin hev. Jin û keçên berbext, her sê, yan çar, li pêþ deriyekî li gel hev diaxiftin.

Baranê ew dilþad kiribûn. Bêhna axê, herweha honikbûna bayê vê êvarê, baþ diyar dikirin ku saldemekê þûna yeke din digirt. Her kes li ser baranê diaxift, çiqa zû hat û çiqa pirr bariya! Ji niþkan ve dengê teqîna mayînekê ji rojavayê bakur hat û dirêj nekir çendekên din teqiyan. Gurmîniya teqîna mayînên binzemîn xew ji çavên gundiyan dizîn û meraqa vegera li nivînan li nik wan rakir. “Va mayînên Tirkan in diteqine,” hat dengê yekî. “Erê, wella, dîsa mala feqîrine þewitî. De binêr êdî nigên kê dîsa qut bûn!” hat dengekî din. Û yekî din got: “Maþalê ava lehê van bombeyên malwêran bi ber xwe nexistibin.” Ji bo bîstekê her kes di cîhê xwe de bêdeng ma.

Ji aliyê Kobaniyê de cîpek gihîþt gund û hindek jê peya bûn. Beþê bajêr yê bakur û yê rojhelatê bakur di bin ava leheyê de mabûn û ziyaneke mezin li beþê nêzikî xetê bûbû. Tiþtên di firoþgehan de bi ber avê ketibûn, xaniyên kelpîçîn hilweþiyabûn û çend kes brîn jî bûbûn.


* * *


Roja din li dû rojhelat Mistê ji mal çû der û berê xwe da gundê Elîþarê, yek ji gundên Deyþta Sirûcê, herweha li nêzikî xetê. Wî li wir pembî ji xwediyê zeviyekî re berhev kiribû û dixwazt pereyên palîtiya xwe bi dest xe. Dema wî girê li rojhelatê Kaniya Ereban derbas kir dengekî xweþ ew haydare ser xwe kir, digot:

Sala çûnî li vê demê
Mala me li Bîra Remê
Te ez kujtim helandim
Kirime þûþa melhemê
Leylo, Leylo, Leylo.

Sala çûnî li vê çaxê
Mala me li Gawirdaxê
Te ez kujtim helandim
kirime þûþa gulyaxê
Leylo, Leylo, Leylo.

Deng ji bo Mistê ne yekî biyanî bû û dema guh baþ da ser wî xwediyê dêng nas kir, berê xwe ji ser rê dayê û bang kir:

- Lo Remo! Ma va ne tu yî?! Ez Mist im, Mist. Mistê Salha Temo.

Yê din ji strana xwe eware bû, destekî xwe levand, û her du xortan dest pê kirin ber bi hev biçin.

- Tu kînga ji Tirkiyê vegeriyayî, Remo? Bi xwedê min bîre te kir.

- Ez roja îniyê vegeriyam, Mistê. Min hîn dixwezt îro bi ser mala we kevim, we bibînim û silavên xaltiya xwe ya li Sirûcê bigihînim diya te.

- Xweziya min bi dilê te be, Remo! Tu ji xwe ra têr geriyayî. Hele bibêje, Sirûc xweþ e?

- Wella Sirûc bi xwe ne weqa lê Riha bajarekî xweþ e. Xwedê mala hukmatan hilweþîne. Ger ne ji van mayînan û vî sînorî bûya bi trimbêlê ji vir heta Riha seetekê jî dirêj nake.

- Malava, hele berê min li Elîþarê ye, karekî min li wir heye. Tu vê sibê zû li vir çi dikiye?!

- Ma te hay jê tune? Ne þeva çûyî tiþtmiþtên dukanên Kobanî bi ber lehê ketibûn. Ez bi þopa avê ketime. Çend kesan ber ro hilê gellek tiþt dîtibûn. Min sandiqeke tiji þûþeyên kazozê li dera hanê dî. Were ez yekê bi te dim; bi rê va vexwe û vê sibê dilê xwe pê honik bike.

Mistê du þûþe kazoz ji hevalê xwe girtin, xatir jê xwazt û berê xwe ji nav þovê da rê. Remo sandiq rakir, da ser milekî xwe û hîn dixwazt bang li Mistê bike û bibêje, ew ê danê êvarê bi ser mala wan de were, dema dengê teqînekê bêdengiya li holê çirrand. Wî dît çawa laþê Mistê di nav hindek xwelia þil de rabû jor û ket. Wî sandiqa þûþeyan bêhemdê xwe ji ser milên xwe avêt û ber bi Mistê reviya lê ber pêgihê lingên wî li ber hev geriyan û ew bi rû ket erdê. Di guhên wî de zîngezîng bû, dunya li pêþ çavên wî pîlik-pîlikîn dibû û gupegupa dilê wî bû.

Dema wî bizava rabûnê kir, car din li ser kûnê ket çimkî gêj bûbû. Ew dîsa bi lez rabû, du-sê caran ber bi çepê û rastê çû û hat lê dû re xwe zept kir, reviya û xwe gîhand hevalê xwe. Dema çavên wî li bedena Mistê ketin qîrîn bi wî ket, xwe bi çongan xist ser erdê û dest pê kir bi her du destan xweliya þovê bi ser xwe de bibarîne. Dû re rabû ser xwe, wek dînan li dora lêþ zivirî û nedizanibê çi bike. Dengê tûtetûta otomobîlekê ew veciniqand. Cîpek li ser rê rawestiyabû û þofêrê wê dixwazt bizanibe ka çi bûye.


* * *


Tixtorê Kobaniyê Erebekî ji rojavayê Sûriyê bû lê hemî þagirtên wî Kurd bûn. Yek ji wan ji pênc salan bêtir neçûbû xwendegehê lê pirraniya karê pijîþkî li ser milên wî bû. Ew mirovekî zîrek bû û gellek caran þûna tixtor digirt. Tixtor îroj dereng mabû û odeya nexweþan tiji bû. Jin, zarok, pîr û kalên nisax li benda dobên xwe bûn û þagirtê tixtor ew li paþ perdeyê miayene dikirin. Þagirtên di bin destên wî de jî di quncikan de derzî li nexweþan dixistin yan brînên hindekan derman dikirin û dipêçandin.

Carekê dengê tûtika trimbêlekê hat û Remo li bayê bezê derbas hundir bû. “Hawar, ez dest û nigên we radimûsim,” wî got û ta ji dest hat ji cîhgirê tixtor re rewþa Mistê hanî ser zimên.

Mistê di paþiya cîpê de vexistibûn. Rûyê wî reþ xuya dikir û çavên wî wek hîvên zivistanê dibirûsîn lê çi germahî di wan de nemabû. Lingê wî yê çepê di binê çongê de qut bûbû û tamarên tazî bel bûbûn, xwîn ji wan diniqutî. Piyê wî yê çepê di bin enîþkê de çirriyabû û lepê wî li kêleka wî hatibû danîn. Sîngê wî di aliyekî de qul bûbû û pilçikên xwînê jê dihatin der.

Mistê dinaliya, bi dengekî zirav got: “ez þewitîm; hawar tixtor, ez di bextê bavê te da me, min xelas ke.” Dema wî dengê cîhgirê tixtor, ne yê tixtor, bihîst dengê wî piçekî þêntir bû û di çavên wî de çirûskeke hêviyê berz bû, wek zarokê wenda yê ku di bazara bajêr de dengê gundiyekî xwe dibihîse. Wek tête gotin, “ruh þêrîn e.” Tevî ku rewþa wî yeke gellekî xirab bû jî gidî nedixwazt destên xwe ji jiyanê biþo.

Dema cîhgirê tixtor rewþa Mistê dît, ji hêrs û kerb û þewata dil wî dest pê kir gotinên xirab jê re bibêje: ey alçax! Tu çi digeriye di nav þov û kepiran da vê sibê? Tu dixwazî kazoza belaþ vexwî, ha?! De here bimir!

Nexweþxaneya Kobaniyê yeke bêsermiyan bû, navê xwe hebû lê sûda jê dihatî nebû. Zati tixtor pirraniya caran ne li wir lê di odeya xwe ya li bakurê nexweþxaneyê de bi pereyan li nexweþan dinihêrî.

Kesên ku nexweþiyên wan yan brînên wan giran bûn ji bo Helebê dihatin rêkirin, Heleba ku bi sed û pênceh kîlometiran li rojavayê baþûrê Kobanî bû lê ji ber nebûn pireke li ser çemê Ferêt û rêyeke baþ hema-hema rojek divabû da ku mirov xwe bi trimbêlê bigîhanda wir.

Cîhgirê tixtor dizanibû hêvî ji bo Mistê nîne, weqa xwîn jê çûbû, lê bêyî bi dirêjî biponije got: rakin Helebê.

Ber otomobîl bigihê çemê Ferêt, yê ku bi dora sîh kîlometiran li rojavayê kobanî ji aliyê Tirkiyeyê derbas aliyê Sûriyeyê dibû, Mistê can da. Termê wî li Kaniya Ereban hat vegerandin.


* * *


Bi temenê sîh û çar salîn Salha Temo wek pîreke þêst salîn dixewinî. Bi porê sipî, çavên ji ber rijandina hêstitiran sor bûnî; bi rûyê ji kiþandina keseran qermiçî, dilê ji ber kul û hewesan þikestî; bi cîgera ji ber bêtaran þewitî, dengê ji ber qîrînê ketî; bi þehra qetiyayî, kirasê qermiçî, xeftanê bêreng bûyî û bervaneka reþ ew li ser serê gora kurê xwe daniþtibû û digotê:

“Mistê min! Cîgera diya xwe! Ez bi þev û roj ji te ra duan dikim. Ne roya min ro ye, ne þeva min þev e, kurê min. Birayê te Xellê va bûn sê ro devê xwe bi nên nekiriye, wer di quncikê xênî de rûniþtiye, di nav xewn û xeyalan de wenda ye. Wey mala xwedê ava be! Wî çi ra ez bi dora te ra negerandim, çi ra ez nekirim qurbana te?!”

Daya dil bi xem û agir hêstirên xwe damalandin û lorand:

“Lo xwedêyo, çi ra te li min wa kir?! / Te Mistê min bi umrê hevdeh salîn ji nav me rakir?! / Ya rebbî, ma tu nizanî ku min umrê xwe ji bo xatirê van her du lawan wenda kir?! / Min xwe bi xortê sivik û delal, bi Mistê xwe þa kir. / De çi ra te mala wî çavreþê bêsûc û bêguneh ji nav xwedî û hevalan ra kir?!”

Salhê giriya, giriya, giriya û dîsan dest pê kir û got:

“Wey xwediyên bombê! / We çito pergala min belav kir, bila yê li jor pergala we jî belav ke. / Rebbê alemê hejên dara we yên bi xwîna Kurdan hatinî avdan hiþk bike, kurm û mûriyan di nav ke, biþewitîne û ji vê dunê rake. / Xwedê li we were xezebê, we tar û mar ke, ji hev belav ke, we wenda ke.”

Diya Mistê geh bi destan li sîngê xwe dixist, geh xwelî bi ser xwe dikir û geh jî serê xwe dihejand û dilorand:

“Lo Misto, tu çelengo, bejinziravo, þîrhelalo! / Lo lawo, tu xwînþîrino, lo bêkeso, lo delalo! / Lo xweþiko, tu ciwano, rûlikeno, lo bêmalo! / Bila hilweþe mala wan dijminan, wan bêbextan. / Bila bikin-nekin, tim li pê bin, negihên deran. / Bila zêd biçînin, li þûnê rakin korik û zîwan. / Ma ew bin, ji zar û zêçên xwe xêrê nebînin; werê serê wan ya wan hanî serên gelan. / Ma ew bin, bi roj tî, bi þev birçî bin, li vê dunê bimînin rûreþ û nezan.”

Salhê hew dît ku roj li ava ye. Rabû ser lingan, destekî xwe da ser kevirê li serê gorê û got: ez ê herim mal, kurê min. De bi xatirê te, Mistê. Siba bi rohilat ra diya te dîsa li cem te ye.

Wê berê xwe da Kaniya Ereban, giran giran ber bi mala xwe çû. Li bakur trêneke reþe dirêj li ser þivên hesinî diçû, wek marekî li ser laþê mirovekî ji xwe çûbe bixuþe, hêdî-hêdî ber bi rojava dikiþiya, dûyê komirê yê reþ û gemarîn ji xwe puf dikir û li asîmanê hêþin û pak belav dikir.

1982