Mirgeha Shêxan û Shingal û Kilîs Dr.Khalil J. Rashow Ji ber kû di kitêba ,,Sherefname,, da gelek li ser van mirgehên( mîrnishînên) Êzidiyan ne hatiye nivîsîne, ji ber wê yekê me bi fer ( giring) zanî, em li hinek berperên dinên dîrokê bigerin bo dewlemend kirina babetê xwe li ser bingeheke zanistî. Mixabin dîroka Êzidiyan û mirgehên wan, bi taybet pishtî hatina Islametiyê bo deveda Kûrdistanê, wa hatiye têkel û pêkel kirin, yan bêjîn : wa hatiye winda kirin. Nivîsevanên kevnên ereba, gelek li ser ne nivîsîye. Nivîsanên kûrdên bûsilman wekî (Sherefxanê Bedlîsî ) gelek bi xirabî li ser Êzidiyan û diyanetê wan nivîsîye....navê çapterê(9)nehê ( Mîrên Dasiniya) û çapterê (8)heshtê ( Mîrên Zerza)- kû ew jî eshîreteke here kevne Êzidiya bu- di perawêzê kitêba ( Sherefnamê) da wê di hatîne dest nîshankirin, lê mixabin ew çapterne, ne bi zimanê farisî, ne bi zimanên din, ne hatine çapkirine...boçî?..sucê Sherefxan buye, yan sucê wan kesane yên kitêba wî li du ra çapkirîn?...erê gelo ji ber egera dînî ew çapterne ne hatine çapkirine? bi rastî em nizanin.Lê her çawa be ciyê daxêye. Demê behsê Êzidiyan tê; wek eshîreta Dumiliya, Mehmûdiya,...hd, Sherefxan dînê wan wek dînekî xirab dide xoya kirinê.(Sherefxan, perê 305,110 cildê 1, wergêrana Mihemed Ali Ewnî) Her çende li aliyekî din Sherefxan dibêje :ûcaxa mîrên ( Hekarê, Amêdiyê, Kilîsê) yek buye(Shemdîn, Behdîn, Mendsha), lê belê dîsan tê û dixwaze koka wan bibe ser reha ereban û dibêje: mîrên Hekarê û Amêdiyê koka wan digerête ser Xûndkarên Abasiya û mîrên Kilîsê koka wan digerêne ser binemala hashimiya; ankû ,,seyid Abas,,. ( Sherefxan, perê 87, 102, û 214,bi zimanê erebî). Em di karîn ji du aliynve behsê li ser dîroka Êzidiyan bikîn: yek/ ji aliyê edebê devkî, edebê dînî û serhatiyên li cen Êzidiyan. Her çende di vî alîda roj û sal bi ashkerayî diyar nabin, lê ew bo behsa me dibe serûkaniyek. du/ kitêbên dîrokî kû bi rengekî ashkera, yan ne ashkera û li bin hindek navên din navê Êzidiyan tê. Êzidiyan berî mîrgeha Shêxan, Shingal, Kilîs, û Helebê, gelek hikûmet, dewletên piçuk, mirgehên din hebune, wek : dewleta Xaltiya, Hitît( Xorî= yan Horî)û paytextê wan li (Urakash), dewleta Mîtanî, Adyabîn, Simokî, mîrgeha Dasiniya jorî û jêrî. Her weha li pêsh mîrgeha Shêxan û li demê wê jî hindek mîrgehên din hebun, wek : mîrgeha Dûmiliya, mîrgeha Mehmûdiya, Hekariya, Rûadiya-li Tebrêzê kû bi esil Êzidî bun-,her weha Shedadî, Merwanî, Bahrunî,mîrgeha Herîrê( Xanzade û Hesen Memam), mîrgeha Mûsil (li demê Êzidî Mirza).... Niha û berê jî Êzidiyan heft Tawis (= Sinceq) hebun. Her Tawisek wek simbol û ala(=beyraq) bo deverekê yan wilayetekê ji wilayetên Êzidiyan di hate naskirin.Navê van Tawsa eveye: 1- Tawsa Êzî(=Tawsa Enzelî), bo Êzîdxanê= welatshêx di hate gêran. 2- Tawsa Shingalê. 3- Tawsa Helebê. 4- Tawsa Tebrêzê. 5- Tawsa Xalta. 6- Tawsa Misqofa.(anku Êzidiyên Rûsiya kû li Ermenistan û Gûrcistanê dimînin). 7- Tawsa Zozana(= Hekarê). Li virda diyar dibe Êzidiyan heft wilayetên mezin hebuyne.Erdê di bin destê Êzidiyan da û ewan hûkim lê dikir her ji Sham, Heleb,û Torabidî ji rojava heta digehishte Tebrêzê li rojhilat. Ji Diyar bekr û welatê misqofa li bakur heta Tikrît li bashur . Ev çende bi dûkûmênt derket wextê(Mishura Xetî Pisî)- kû pîreke ji pîrên Êzidiyan li çerxê yanzdê zayinî li demê Shîxadî û Shêx Hesen jiyaye-. navê hoz û eshîretên Êzidiyan kû mirîdên wî pîrîne, di wê desxetêda tê. Ev mishure bo cara yekê (Xidirê Silêman û Sadilla Shêxanî) bi duqolî li sala 1988ê di kitêba ( Shêxan û Shêxanbegî) da belav kirin. Li gorî hindek kitêba(serokaniya) mîrgeha Dasin yeke ji mîrgehên here kevnarên kûrda(Êzidiya), bo cara yekê navê wê di kitêbên Ashûriya da hatiye, demê ewan gotî: sînorê wan ji bakurve digehishte mîrgeha Dasin.(navdarên kûrda, Hisên Begê Dasinî,govara Lalish,jimare 8 sala 1997,p. 39). Anwer Mayî jî di kitêba xwe( Al-akrad fî Behdînan = Kûrd li Behdîna) da dibêje: mîrgeha Dasin heta sala (620k-1236z) berdewam bu, bajêrê Dihokê melbend û paytextê wê bu.Sînorê mîrgeha Dasin her ji Zaxo û çiyayê Shingalê bu heta digehishte ava zê nêzîkî Hewlêrê. Di kitêba( Fitûh Al-bildan) ya Al-belazirî ( 279k-820z), perê 378 û pishtî wî jî Ibn Al-athir (555k-630k=1160k-1232k) di kitêba xwe ( Al-kamil fî Al-tarîx, cildê 2, p.524)da dibêjin: li demê Xelîfe Emer kûrê Xetab li sala 20 koçî, ewî (Eûtbe kûrê Ferqed) hinarte ser Mûsil, xelkê wêder sherê xwe kirin, belê ewî karî li dimahiyê kelayên wan bistîne û ava Dijle derbaz bike û Mergeh û Banhezra û Baedra û Hebtun(dibe gûndê Xetare be) û Dasin û Heyane û Mehle(Malta nêzîkî Dihokê-Xelîl-) û hemu ciyên kûrdan bistîne û (ciziyê) ji wan wergire. Li sala 148k-763z xûndkarê ebasî( Abu Cafer Al-mensur) karî berxwedana Êzidiyan li çiyayê Dasin li kûrdistana bashur biseknîne. Ewan dixwast ji bin destê ebasiya derkevin û bi serfirazî bijîn.Berxwedana wan fireh bu, gelek erd standin, bajêrê Mûsil û deddorê wê jî ket bin destê wan.ji ber vê yekê( Abu Cafer Al-mensur) lêshkerekî mezin bi serokatiya (Xalid Al-bermekî) shande ser wan û ew berxwedane vemirand.(Al-azdî, Tarîx Al-mûsil serhatiyên sala 148k), her weha (Ibn Al-athîr, Al-kamil fî Al-tarîx)dîsan serhatiyên sala 148k.(binêre Zerar Sedîq,govara Lalish, jimare 5,sala 1995, p.114). Her li serdemê ebesiya û li sala 224k-839z demê xûndkar ( Al-mûetesim) berxwedaneke dine Êzidiyan li çiyayê Dasin û devera Mûsil dijî siyaseta dirrindeya waliyên dewleta ebasiya peyda bu.Serokê vê berxwedanê mîrê Êzidiya ( Cafer kûrê mîr Hesenê Dasinî) bu. Êzidiya karî bersingê lêshkerê ebasiya bi serokatiya ( Ebdulla kûrê seyid Anes Al-azdî ) bigrin û lêshkerê wî têk biden û bishkînin. Belê( Mûetesim) lêshkerekî nu bi serokatiya (Aytax) ê tirik li sala 225k amadekir. Vî lêshkerî berê xwe da çiyayê Dasin û kûrd shkandin û mîr Cafar kûshtin.( binêre serûkaniyê pêsh niha, p 115).(her bi bona hatina navê Aytax, Dr. Jamal Nebez, di kitêba xwe :Al-mistezefun Al-kûrd weaxwanihim Al-mislimun, p.108 dibêje:li sala 833z Mûetesim xûndkarê ebasiya hindek tirkên xûrasan û derên din anîn, hêzeke sherker û cerde û rêgir ji wan çêkir da ewî ji dijminên wî bi parêzin.Serokê van çeta û rêgira, Aytax û Wesîfê xunmij bun.) Her weha li sala 479k(mîr Isa)-kû bi Selah Al-dîn kûrdî navdar bu- pishtî mirina babê xwe (mîr Yehya) buwe mîrê eshîreta Dûmiliya. ewî dorûberî (100) sedhezar mal ji kûrdên Êzidî birine Azerbaycan(Tebrêzê) û zozana. Evî mîrî hemu demê xwe li Tebrêzê di qetand û li dawîda (Tebrêz) buwe melbendê mîrgeha wî. Di shûnda ew buwe wezîrê Harun Al-reshîd.( binêre van serokaniya: Mihemed Amîn Zekî, Tarîx Al-dûwel wealimarat Al-kûrdîye fî Al-ehid Al-islamî, p.385. Her weha Mihemed Amîn Zekî, meshahîr Al-akrad, cildê 2, p. 97. Binêre Xidir Silêman& Sehdilla Shêxanî, Shêxan û Shêxanbegî, 1988, p. 17) Demê Shîxadî û Shêx Hesen û Shêx Shems û Shêx Fexir di çerxê sheshê koçî= yanzdê zayinî hatîne Lalish, Shêxan( wek Welatshêx yan jî Êzîdxane tê naskirin, melbendê wê jî bajêrê Ain sivnîye) buwe mîrgeha Êzidiyan û ewil car û heta Shîxadî û birazî û neviyên xwe di sax bun, em dikarin bêjin her Lalish bi xwe ciyê mîrgehê bu, shûnda Bashîk û Behzan, pashî Baedir buwe melbenda mîrnishîna Shêxan. Ew tishtê li ser mîrgehên Êzidiyan hatiye nivîsîn wê yekê diyar diken kû van mîrgeha rolekî berçav û karîger di serhatî û jiyana siyasî û dînî ya hemu devera dorûber leyiztiye. Helbet Shîxadî û birazê wî Shêx Hesen nav û dengekî mezin li Kûrdistanê derdorêda peyda kir. Heta ew di sax bun serokatî û rêberiya dînê Êzidiyan, bi rêvebirina kar û barê wan, bi destê wan bu. Piraniya Qewl û Beyt, serhatiyên dînê Êzidiyan,...hd, medh û stayisha wan dikin, ewan bi Padsha û Shêx û mezinê xweyê dinê û axretê nas dikin. Shîxadî û Shêx Hesen ne wek her bo Êzidiyan bune Mîr û Shêx, belkî sofiyên here mezinên mîna( Ebdilqadir Gêlanî, Shêx Ahmed Al-kibîr, Al-rifahî,Abu wefa,..hd) û mîrên kûrd mîna mîr Hesen Meman, mîrê deshta herîrê, Mehmed Reshan li çiyayê meqlubî. Shîxadî wek (Shêx Al-eam= ankû Shêx bo hemu milletan) dihate qebur kirin.( binêre Qewlê Shîxadî û Mêra, Qewlê Pîr Dawud, Qewlê Baza, Qewlê Pîr Sheref, Qewlê Shêx Hesenî siltane,...hd.) Biraziyê Shîxadî (Shêx Hesen) her wekî gelek dîrokvan behs dikin,mîna( Ahmed bin Tolon ) di kitêba xweda: ( Dzexair al-esir fî tercimet nûbela al-esir ), (Ahmed Teymur) di kitêba xwe da:( Al-yezîdiye wemensha nihletihim ) di bêjin : Shêx Hesen zana û feylesuf û bîrtîjekî bêqam bu, xûdanê kitêba ,,Al- celwe liehlî al- xelwe ji bilî vê jî ewî gelek kitêb û nivîsarên din jî wê danayîn, lê mixabin nemayine...) (binêre pertuka:Êzidiyatî li ber roshnaya hindek têkistêd ayinê Êzidiyan, Xidir Silêman & Xelîl Cindî, Bexda 1979, p.120) Shêx Hesen nav û dengekî pirr mezin peyda kir û xelkekî zor lê kom bun. Mîrgeha wî fireh bu, ewî binyata(esasa) dewletekê da dina. Her wekî nivîsevanekî ereb di nameya macistêra xweda li ser (dewleta atabikî li Musil di çerxê yanzdêyî zayinî) da, dibêje: heke doza Shêx Hesen serketiba, ewî dê nexsheya dînê îslamî gûhariba. Ji ber wê yekê jî waliyê Musil (Bedredîn lûlû ) jê tirsiya û du firmanên mezin birne ser mîrgeha Shêxan; yek di sala 644k(çerxê duwanzdê zayinî), di vî sherîda Shêx Hesen tê girtin û dikeve zêndana Musil û shûnda bi destê wî dijminî tê xenqandin. Firmana duwê, wekî (Ibn Al-fûtî ) di kitêba xweda ( Al-hewadith al-camiea weal-tecarib al-nafiea fî al-mia al-sabiea )da dibêje: Bedredî lûlû li sala 652k-1254z hêrish bire ser Êzidiyan û gehishte Lalish û gora Shîxadî kola û hestiyên wî înan der û sotin.( binêre Zûhêr Kazim Ebud, Lemehat en Al-yezîdiye,Bexda 1994,p.66 ) Tirsa dînê Êzidiyan û bi hêzbuna mîrgeha Shêxan ne wek her ketibu dilê bislmanên kûrdistanê û imberatorita Osmanlî, belkî zengila xeteriya wê li derê imberatorita Sefewiya jî dida, bo vê yekê (Teqî Al-dîn Ahmed kûrê Alî Meqrîzî di kitêba xweda bi nav :Al-siluk limerifet dûwel Al- miluk da dibêje:bi dewa firmana -Celaledîn kûrê Ezedî Yusif Helwayî- ji zanayên dînî li Iranê û bi harikariya mîrê cizîra bota(Ezedîn botanî) û kûrdên sindî û hakimê Sheranish û mîr Tokilê kûrd û hakimê Hisinkêf û mîr Shemsedîn Mehemed Cirdeqlî, a bi vê hêza mezin li sala 1414z. bisilmana hêrish înane ser mîrgeha Shêxan û çiyayê hekarê û Êzidî qir kirin û careke din gora Shîxadî sotin,(Ebas Al-ezawî,tarîx al-yezîdiye we asil eqîdetihim, Bexda 1935,p.112-113 ) Li çerxê shanzdê mîrgeha Êzîdxanê (Shêxan) li bin destê mîr Hesen dabu. Evî mîrê berêz karî mîrgeha xwe ji metirsiya biparêzê, bi taybet ji destê dewleta ( Aq qûwênlo = berxê spî). Her weha vî mîrê bi rûmet li sherê çaldîran 1514z. xwe ne da aliyê herdu imberatûriyetên sherker û bê layen sekinî.Belê pishtî dewleta Osmanlî bi serketî, mîr Hesen li sala 1520z. xwe êxiste tayê xûndkarên Osmanliya.(govara Lalish, jimare 8, p.40) Her vî mîrê bi rûmet karî bajêrê Musil bistîne û kûrê xwe Hisên begê bike hakimê wê.(Sherfnama Sherefxanê Bedlîsî, p.115). Mîr Hesen beg pishtî xizmeteke mezin bo Êzidiyan û mîrgeha xwe kirî, ew li sala 1534 ê zayinî ço ber rehma Xûdê. Pishtî serdemê Shêx Hesen kûrê Shîxadiyê dûwê û Mîr Shêx Shefedîn navê 24-25 mîrên Êzidiyan ji binemala Qataniyê tê, mîrê here bi nav û deng û navê wî di kitêbên dîrokêda hatî Hisên begê mezine .(bo mînak binêre Sherefname, p.105- Mihemed Emîn Zekî, dîroka dewlet û mîrgehên kûrda, p. 142- Enwer Mayî, kûrd li Behdinan, p.129- bîreweriyên Mamun bêg, wergêrana Cemîl rojbeyanî...) Berî çarsed û shêst û çar sala mîr Hisên beg pishtî mirina babê xwe (mîr Hesen) dibe mîrê Êzidiya.Demê Siltan Silêman qanunî ji Tebrêzê vegeryayî, hatiye Hewlêrê beharê lê derbaz ke, wî çaxî (Mîr Ezedîn Shêr) mîrê mîrgeha Hewlêr bu, Siltan Silêman lê bi xezeb geriya û firmana xeniqandina wî da, belê mîr Hisên begê mezin xatira Siltan Silêman girt û diyariyên pirr beha pêshkêsh kirin, dibêjin: gelek keyfa Xûndkarî pê hat û ew kire mîrê Hewlêr û Soran û Musil û hemu ciyên dinên kûrdan li Behdinan.( Mihemed Emîn Zekî, tarîx al-dûwel we al-imarat al-kurdiya =dîroka dewlet û mîrgehên kûrdan, p.124- Hisên Hiznî Mûkriyanî,mûcez tarîx soran = kûrtiya dîroka soran, p. 8). Di vî serdemîda ne wek her nav û dengê Êzidiyan û dewrê wan li Shêxan, Musil, Hewlêr, Soran û hemu Behdinan bilind bu, belkî her ji sala (1520-1566z.) mîrgeha Heleb û Shingalê di bin destê mîr (Ezedîn kûrê yusif kûrdî )da bu. Ev mîre ji binemala Mîr Sherfedîn ji mala Shêx Hesenê Adanî bu. Mîrgeha Kilîs û mereash jî li bin destê mîr Mehemed pasha ji binemala Shêx Mend da bu. Helbet hûkûmdariya milletekî piraniya wan bûsilman bi destê mîrekî Êzidî, ne karekî asan û sivik bu. Mîrên bûsilman pê nexosh bu Hisên begê Êzidî hûkûmdariya Hewlêr û Soran bike; ji ber vê yekê( mîr Sêvdîn kûrê mîr Hisênê pîr bodaq) mîrê simaqlî, gelek bizav û sher li gel Hisên begê kirin, belê her dem shkestin behra wî bu.Ew mecbur bu hawara xwe bigehîne (Bîge begê erdelanî), belê evî çu bi mîr Sêvdîn ne da. Mîr sêvdîn vegeriya deverê û bi navê bûsilmatiyê bûsilman bo sherê Êzidiyan kom kirin. Bûsilmana hêrish înane ser Hewlêr, wî çaxî Hisên beg li êzîdxanê-ankû li mîrgeha Shêxan - dima. Demê ewî zanî shere êkser vegeriya Hewlêr û sherekî mezin li navbera herdu aliyanda çêbu, bitir ji( 500) swarê Êzidiyan hatine kûshtin û mîr Hisên mecbur bu bazdet.(binêre Êzidiyatî, Xidirê Silêman û Xelîlê Cindî, p.180, ji Hisên Hûznî Mûkriyanî, serûkaniyê pêshin hatiye wergirtine) Demê Siltan Silêm zanî Hisên begê sher dorandiye mîrgeh ji destê wî deranîn, gelek hêrisa wî rabun, shande pey wî, ew co Istembolê û li wêder li sêdarê dan.Dawiya Hisên begê mezin bi vî awayê tirajîdî bi dimahî hat. Gelo boçî nêrîna dewleta Osmanliya beranberî Êzidiyan hate gûhorîn û shûna harîkariya wan dikirin û mîrgeh didana wan, wek me li serî diyar kirî, dest bi firman û qirkirinên Êzidiyan kirin? Helbet pishtî kûshtina mîr Hisên begê mezin, Êzidî ariyan û beranberî dewleta Osmanliya sher kirin. Ewan jî bi awayekî xoya firmana qirkirina Êzidiya bi navê miftiyê dewletê( Abu al-Sieud al-emadî 1494-1575z. ) înan der.Evê firmanê dergehê tirseke mezin di rûwê Êzidiyan da vekir û rojên wanên zêrîn beru tarî bunê birin!. Hovîtiya Imberatûriyeta Osmanlî beranberî Êzidiyan ne kêmtir bu ji hovîtiya Imberatûriyeta Sefewî. Xûndkar û fermanberên Osmanliya siyaseta olî û cûdahiya dînî bi kar di îna û Êzidî û Mesîhî û Cûhû û Ermen...hd. bi destê kûrdên mûsilman didane kûshinê. Ewan temashayî herdu aliyan dikir û li ser haziriyê di sekinîn. Ewan ne dixwast mîrekî kûrdan bi hêz be(bit), sînorê xwe derbazke û bibe metirsî li dijî wan bisekine. Ji bo vê yekê ne di hêlan mîrek yan pashayek bitir ji salekê li ser kûrsiya xwe bimîne. Eve hegera here mezin bu di kûshtina mîr Hisên begda. Pishtî kûshtina wî Osmanliya wilayeta Musil û Hewlêr li sala 1585z. dane dest mîrê Botan (Elî Sîdî beg)- kû bi esilda Êzidî bu-. Evî mîrî bi harîkariya Osmanliya hêrisheke mezin îna ser Êzidiyên çiyayên Shingalê û (600)kes ji wan kûshtin û jin û piçukên Êzidiyan dîl kirin. Çûnke qirkirinên hatîne ser serê Êzidiyan û hêrishên hatîne ser mîrgehên wan ji demê belav buna dînê Islamê li Kûrdistanê û Iranê û Tirkiya û ciyên din, hin di pirrin, dem nîne mirov hemukan di virda, ankû di konferanseke wehada, bi serhatî û sal gotina li ser bêje, her çende têkelî bi mîrgeha Shêxan, Shingalêve heye, belê bi kûrtî em dikarîn vê ser jimarê bi rêz kîn: 2 sher li demê Emer bin Xetab. 4 sher û qirkirin li demê Ebasiyan. 25-30 sher û qirkirina li demê Imberatûriyeta Osmanliya.(behra bitir li ser çiyê Shingalê bun) 7-8 sher û qirkirin li demê Sefewiya. 4 sher û qirkirin li demê dewleta Atabikiya li Musil. 5 sher û qirkirin li demê mîrên Amêdî û Zaxo. 4 sher û qirkirin li demê hûkûmeta Celîliya li Musil.(li ser çiyayê Shingalê). 2 sher û qirkirin li demê mîrê Soran( pîstirîn û dijwartirîn firman bu). 1 sher û qirkirin li demê mîrê Baban. 1-2 sher û qirkirin li demê mîrê Botan. 1 sher û qirkirin li demê mîrê Erdelan. 1 sher û qirkirin bi destê serokên zêbariya. 1 sher û qirkirineke mezin bi destê erebên Shemer. Her wekî (Zûhêr Kazim) di kitêba xwe (Lemehat en al-yezîdiye ) dibêje: nêvbera sala 1700-1834z. demê Memalîk li Bexdayê nemayîn, Êzidî beringarî (18)hijde firmana bun. Li sala 1534z. mîr Hesen kûrê mîr Sêvdîn, mîrê Amêdiyê, xwe da bin tayê dewleta Sefewiya û bi harikariya wan hêrish îna Dihoka Êzidiya(dasiniya) û pashî hêrisha xwe birine ser mîrgeha Shêxan û herduk êxistine bin destê xwe. Li çerxê hivdêda, mîrekî dinî Êzidiyan nav û dengekî mezin peyda kir û rolekî pirr diyar di dîroka deverêda leyizt, navê wî ( Êzidî Mîrza )bu. Ew kûrê mîr Hesen bu li sala 1600 z. li gûndê Bashîkê ji dayik buye. Her di vî çerxîda û li demê ( Shah Ismail Sefewî) hêrisha sefewiya di ête ser devera kûrdistanê û mîrgeha Shêxan. Êzidî Mîrza têkelî û dostayetî li gel ( Mirad Xan beg ) hebun, ew terefgîrê dewleta Osmanliya bu. Êzidî Mîrza buwe mîrê Êzidiyan û Bashîk kire melbendê mîrgeha xwe. pashî dewleta Osmanlî Êzidî Mîrza kirine serlêshkerê Behdînan. Mirad Xan beg lêshkerekî mezin bo wilayeta kûrdistan pêk îna, pirraniya wan Êzidî bun. Ewî Êzidî Mirza kire serokê wî lêshkerî kû beranberî mala ( Xan Ahmed Xan) mîrên Sharezur û Erdelanê bisekine; çûnkî ew terefdarên dewleta Sefewiya bun.(Xan Ahmed Xan) karî li sala 1623z. behra bitir ji kûrdistanê biêxe bin destê xwe û Êzîdxanê jî dagîrke û hêrishê bibe ser devera Êzidiyên xaltiyan. Li vî demî, Êzidiyan hawara xwe birine ber mîrê Amêdiyê( Yusif Xan), belê ewan ne karî beranberî lêshkerê Sefewiya û Xan Ahmed bisekinin. Di vê hêri<êda gelek hatine kûshtin û dîl kirin,herdu birayên Êzidî Mîrza jî bi navê( Elî û Emer) hatine dîl kirin û birine kela (Zelem )bingehê mîrnishîna Erdelan li Sharezurê. Êzidî Mîrza xwast tola Êzidiyan û herdu birayên xwe(Elî û Emer) ji mala (Xan Ahmed Xan) û Saroxan bistîne. Miraza wî bi cî hat demê Siltan Miradê çarê lêshker amadekirî û ber bi Bexdayê çoyî, da carek din ewê ji bin destê Sefewiya bîneder. Her bo vê yekê jî Mirad Xan lêshkerekî mezin amade kir û serokatiya wî da dest kûrmamê xwe ( Qûbad beg) û ( Êzidî Mîrza). Li sala 1639z. Êzidî Mîrza hajote ser Bexdayê û hêrish bire ser xîveta ( Saroxan) serek lêshkerê Sefewiya û ew kûsht. Siltan Mirad pirr bi palewaniya Êzidî Mîrza kêfxwesh bu, biryar da ew li sala 1650z. kire Pashayê wilayeta Musil. Vî mîrê bi rumet salekê pashatiya Musil kir.Gelek avedanî, çandinî,hêmnayî li demê wî pêshket. Ewî kelayek li ser robarê Dijle ava kir kû heta niha <ûnewarên wê bi navê ( Bashtabiya) mayne. Têkeliyên vî mîrê ciwamêr li gel mîrên kûrd, bi taybet mîrê Amêdiyê, di bash bun.Nav û dengê wî pirr belav bu, ji ber wê yekê Osmanlî jê tirsiyan û jê daxwaz kirin ew bête Istembolê. Êzidî Mîrza li wêder( li wir) wek desteser ma, jîna wir pê nexwesh bu, ewî debor nekir li Istembolê bimîne, li sala 1561z. xwe vedizî, Istembol bi cî hisht û berê xwe da Êzîdxanê, belê bi rêve hindek tirkên mejîpîs ew palewane kûshtin. Pashî van serhatiya nexweshiyên mezin nîveka Êzidiyan û dewleta Osmanlî çêbun. Mîrê Êzidiya ( Emadedîn hekarî ) lêshkerekî giran ji (6) shesh hezar kesan amadekir û hêrish bire ser wezîrê mezin (Melik pasha) û devera berwarî bala û kela ( Durî) ya mîr Xûdêda stand, belê dîsan dewleta Osmanliya bi lêshkerekî mezin û bi harîkariya mîrên kûrd, Êzidî shkandin.(bo zaniyariyên zavtir binêre: govara Lalish, j.5, p. 57, shemo Qasim...) Wekî me gotî pishtî serdemê Shîxadî û Shêx Hesen û Sherfedîn( mîrê Shingalê û Xaltiya, lêshkerê wî bi kûm û gozik û pordirêj bun), navê (25) bîst û pênc mîrên Êzidiya tê. Mirov nikare yeko-yeko behsê dewr û serhatiyên wan bike, belkî ewên here navdar û navê wan di berperên dîrokêda hatîn mirov dikare hinekê derheqa wan bêje. Kitêba ( xeraib al-ather, Yasîn Al-Emerî ), (Imaret al-emadiye- Sedîq Al-demelucî), ( zûbdet al-athar al-celiye- ), (Imaret Behdînan- Anwer Mayî), (Imaret Behdînan al- ebasiye- Mefuz al-ebasî),( Shêxan û Shêxanbegî- Xidir Silêman & Sedilla Shêxanî ), ( Imaret Soran- Hisên Hiznî Mûkriyanî),( Dîroka Dugelên Kurdan 600-1500, Ebdullah Varlî),..hd, behsê mîr û mîrgehên Êzidiyan dikin. Mîr Çol beg kûrê mîr bidax (1201- 1205k.) bi destê mîrê Amêdiyê, li mala Nemir Axayê Dina li bajêrê Sêmêlê tê kûshtin.Pishtî wî Hesen begê kûrê wî dibe mîr li sala 1790z. Pashayê Bexdayê wî han dida dijî Pashayê Musil (Mehemed Celîlî) sherî bike, belê mîr Hesen bi xebera wî nake. Elî begê mezin kûrê Hesen beg kûrê Çol begê: di serdemê vî mîrê navdar da, li sala 1831z. firmana here mezin bi destê mîr Mehemedê kor, mîrê Rewandizê hate ser Êzidiyan. Çend hezar kesên bê gûneh ji Êzidiyan hatin kûshtin û (100000)sed hezar kes jî, pirraniya wan jin ûn zarok û kesên mezin, hatin dîl kirin û hajotne Rewandizê. Di bêjin jina Elî begê hindek jin û zelamên Êzidiyan bi xwera rakirin û hajotne ser kela Shingalê kû ( Babekir axa) têda bu, ew mirovên di kelêda hemu bi destê Êzidiyan hatin kûshtin. Her dîsan demê jina Elî begê mezin zanî mêrê bi destê mîrê kore hate xenqandin, hindek jin li gel xwe rakirin û gehishtne mîr Mehemed li Rewandizê û xencereke jehrawî li milê wî da, belê mîrê kore ne hêla zelamên wî, wê jina bi cerig bikûjin, got : ne kûjin madem jineke wisaye bi dile! ( binêre govara Lalish, j. 9, p.50 ) Ji ber van egeran leshkerê mîr Mehemed hêrish bire ser Êzidiyên Shîngalê û gelek ciyên din. Elî begê mezin bi destê mîr Mehemedê kor hate daliqandin û sê roja lashê wî li ser pira Rewandizê bi darve ma. Ye hejî gotinêye; navê mîrê kore, Ferîq pasha, Bebe(baban), Bilbas, heyte, cendirme, romî,Musilî(yan xesa Musil)...hd. wek navên xirab û pîs ketine nava dîrok û edebê folkûlêrê Êzidiyan. Hisên beg kûrê Elî begê mezin; ev mîre dostê Hinrî Layerd bu, mîrekî çeleng bu, bi zîrekiya xwe karî bigehte Siltan Ebdilhemîd, ciyê xwe û mîrgeha xwe xosh ke, lê belê li wî demî hinek nexoshî û bizav dijî Osmanliya peyda bun, ewan hizir kir destê Hisên begê têda heye. Li sala 1892z. ferîq Wehbî Pasha qirkirin Êzidiyan îna, bi taybet ser çiyê Shingalê,wê firmanê Mirza beg ji tirsa xwe kire Bûsilman, pishtî sê roja poshman bu, lê ew di dilê Êzidiyanda sar bu, di çavê wanda shkest. Lê belê birayê wî (Elî begê) ser shor nekir û ew li gel jina wî Meyan Xatun 3 sê salan durxistine Sêwazê, pashî vegeriya Êzîdxanê mîriyatiya Êzidiyan kir, Li sala 1913ê hate kûshtin; hindek dibêjin bi destê kûrên Çol begê Almemanî û hindek serûkanî dibêjin bi tehrîka Sefer axa.(binêre, Êzidiyatî, p.183-her weha binêre govara Rabun, j.10-11 sala 1994, van Bitêns, wergêrana Hesen Qazî, p.107) Her çende Seîd beg kûrê Elî begê, shûnda kûrê wî Tehsîn beg bune mîr- belê ji sala 1913-1957ê Meyan Xatun wek jineke navdar, navê wê kete dîroka jinên hûkûdarên kûrd. Mîrgeha Kilîs Devera Kilîs, Heleb, Antakiya, Hims, Hema û serûkanî,...hd. ji warên kevnarên Êzidiyane.Berê Êzidî bi gelek nava li vê deverêda peyda buyne. Mîrnishîna Çarcum nêzîkî Helebê, sînorê wê her ji rexa behra spî ji aliyê bakurê rojavaya Helebê dest pê dikir heta di gehishte sînorê mîrnishîna Komacîn li rojavaya Gergemîsh (=Tarabilsa Sûriya). Mîrnishîna Çarcum, her wekî Dr. Fîlîb Hetê, dibêje: wek dîwarekî polayî bu li ber rûyê hêrishên bûsilmanên ereb li dewrê Emer kûrê Xetab...evê mîrgehê xerac(=ciziye) ne dida ereba heta dewleta Emewîya hate ser hûkim. (Welîd kûrê Ebdilmelik) lêshkerekî mezin bi serokatiya birayê xwe ( Mûslim) li sala 705z. amade kir û bi firt û fêla xwe gehande nav Êzidiyan û bashtirîn çekdarên wan xistine bin destê xwe.(Mûhibellah, mewqie kûrdistan) Li serdemê (Selahedîn Eyubî) careke din vê mîrgehê serê xwe hilda, demê Çarçiyên Rûwadî (= navekî kevnarî Êzidiyan) li destpêka çerxê dûwanzdê ( Mend Mentasha= Mend û Mend) li gel kûrê êla xwe Selahedîn) sekinî. Hemu êl û eshîretên Rûwadî; her ji Hewlêr û Musil û goma Wanê, heta Kilîs û Entakiya li pisht Selahedîn Eyubî sekinîn. Evî Siltanê bi rûmet mîrgeheke mezin bo Shêx Mend; serokê kûrdên Hekarî binav ezîzî= Ezo, Ciyê kû bi nav (Qesîr) li Kilîkiya û nêzîkî Antakiya dest nîshan kir.( binêre Dîroka Dugelên Kurdan 600-1500, Ebdullah Varlî,1997,p.277-284. Her wisa binêre : Dr. Al-Tîncî, Al-Yezîdiyun, Kûwît, 1988,p.52, ji govara Roj, J.4-5 hatiye wergirtin) Sherefxanê Bedlîsî derheqa vê yekê dibêje: ew Êzidiyên li vê deverê di jiyan hemu li dor (Mend)=(Shêx Mend) kom bun, ji ber wê çendê nav û dengê wî derket, ciyê wî gelek bi hêz bu. Kûrdan ji hemu aliyave ru kirê; her ji Çom û Kilîs û ciyên din. Ji ber hind xûrt bu, Eyubiya ew (Mend ) kirine mîrê mîran,ankû Pasha û kûrdên Sham û Helebê jî keftine bin destê wî.(Sherefname,p.215, bi zimanê erebî) Her çende hindek kûrdên Hekarî bûsilman bun, lê heta mirina (Shêx Mend) li sala 1195z. herdukan( Hekariyên bûsilman û êzidî) hûkim bi hevra dikirin û serokatiya Shêx Mend qebul dikirin. Shêx Mend li serdemê Shîxadî û Shêx Hesen bu. Serhatî û çîrokên dînê Êzidiyan dibêjin: demê Shêx Hesen hatiye girtin û Êzidî tengav buyin, Shêx Mend di hawara wan hat. Pishtî Shêx Mend çoye ber rehma Xûdê, mîrgeha Kilîs kete destê kûrê wî( Melik Ereb) kû li sala 1252z. ew jî çoye ber rehma Xûdê. Mîr Ereb karî mîrgeha xwe fireh bike û Êzidiyên Hema, Meresh, Melatiye, biêxe bin destê xwe. Çaxê Mexulî ãÛæáí hatîn û dewleta Eyubiya ne hêlayîn, wî demî hûkmê mîrgeha Kilîs hêshta di destê ( Melîk Ahmed) neviyê Shêx Mend da bu.Çûnke binemala Shêx Mend tayê(terefgîrê ) Eyubiya bun, ji ber wê yekê Mexuliya hinek shêxên dinên Êzidiya han dan û hûkim ji destê binemala Shêx Mend anîn der, xistine destê binemala(Shêx Bekir),kû ev shêxe li sala 1315z. çoye ber rehma Xûdêye.Evî Mîrê berêz hûkmê Êzidiyan li Hema,Meresh,Melatiya û Kilîsê kiriye.Pishtî wî ( Shêx Xidirê) kûrê wî (li sala 1345z. miriye) ciyê wî girt. Shêx Ezedîn li pê babê xwe Shêx Xidir mîriyatî kir.Evî mîrî melbendê mîrgeha xwe gûhaste(Qesîr) .Ew jî li sala 1372z. ço ber dilovaniya Xûdê û kûrê wî ( Shêx Bekirê duwê) ciyê wî girt û li sala 1405z.bi rehma Xûdê sha bu.( bo bitir zaniyariya binêre: Sherefxan, p. 215-223-. Dîroka Dugelên Kurdan, p. 277-284. Mehemed Emîn Zekî, Tarîxa Kûrd û Kûrdistan, cildê2, p.376,..) Pishtî mirina (Shêx Bekirê duwê), kûrê wî (Ezedînê duwê) buwe mîrê Kilîsê û evî mîrî karê bi ashtî li gel cînarên xwe bijît. Her li serdemê vî mîrî jî carek din (Bedir kûrê Melik Mehmed) ji binemala Shêx Mend mîriyatiyê bi hevra li gel binemala Shêx Bekir dikin. Pishtî Bedir jî, kûrê wî bi nav Eshref (Necmedîn) ciyê babê xwe digire û li sala 1410ê zayinî emrê Xûdê dike.Ji aliê binemala Shêx Bekir, Shêx Siltan kûrê Ezedîn dibe mîr û melbendê mîrgeha xwe dugûhêze Qesîr. Çerkesên Misrê û Zulqadirî û Remezanlî û Germiyana dijmindarî li gel vî mîrî kirin.Ev mîre li sala 1445z. ço ber rehma Xûdê û kûrê wî ( mîr Xelîl) shuna wî girt, belê gelek ne domand, ew jî li sala 1460 ê malavayî li dinyayê kir. Neviyê wî ( mîr Xêrî Kûrê mîr Xidir) shuna mamê girt. Li demê mîr Xêrî , mîr Ehmed jî, ji binemala Shêx Mend bi mîr dihate nas kirin,her du binemal li hev hatin û melbendê mîrgehê birine Kilîsê. dîsan ev harîkarî û li hev hatin bi dilê Çerkesên Misrê nehat, aciz bun û li dij sekinîn. Ji bo wê yekê Siltan Zahir Qanso bi lêshkerekî zavî mezin hate ser mîr ( Hebîb) û ew li sala 1449ê kûshtin. Birê wî mîr Qasim ciyê wî girt. Dîsan Çerkesan pishta binemala Shêx Bekir girtin û Shêx Ezedîn kûrê Shêx Evdî kûrê mîr Xidir kirine mîr. Heta hatina Osmanliya li sala 1516ê zayinî, mîrgeha Kilîsê û Helebê, mîrgeheke bi hêze Êzidiya bu. Demê Siltan Slîm dest havêtiye qir kirina serokên Misrê li sala 1516- 1517ê, ewî hevaltiya mîr Qasim û mezinên Êzidiya dixwast. Pishtî serketina Siltan Selîm bi ser Pashayên Misrê, ewî hemu serokên kûrdan- ewên harikariya wî kirîn- vexundine Istembolê.Mîr Qasim û kûrê xwe ( Canpola) jî çone mêvandariya Siltan Selîm, lê belê waliyê Helebê ( Qereçe Pasha ) kaxezek ji Siltanra shand, têda got: heke mîr Qasim careke din vegeriya ciyê xwe, dîsan dê nexoshî keve devera Heleb û Kilîsê.Li gorî shîreta Qereçe Pasha, Siltan Selîmê bê bext, ne kire ne merdî, mîr Qasim kûsht û kûrê wî (Canpola) xiste ber xûndinê. Binemala Shêx Mend bê hêz bu, mirovekî wisa nema mîriyatiyê bike. Mîr Ezedîn ji binemala Shêx Bekir buwe serokê kûrdan û heta sala 1530ê hûkim kir û di vê salêda mir. Pîshtî vî mîrî kesekî wisa namîne bikare hûkmê kûrdan bike; ji ber wê yekê Osmanliya hemu milkê van mîrgeha êxistine ser milkê Siltanê Istenbolê û hûkmê kûrdan dane dest ( Melik mehemed) ji mîrên Hesenkêfê. Kûrdên Êzidî bi vê yekê qayil nebun û pirr nexoshî û na hêminî li devera Heleb û Kilîsê peyda kirin. (Xadim Hisên Pasha) mecbur bu kaxezekê bo Istembolê bishîne, bêje wan : ji bilî binemala Canpola kes pêve nikare hûkmê Helebê û Kilîsê bike. Li demê Siltan Silêman Xan, (Canpola kûrê Qasim beg) ço eskeriya Osmanliya û di gelek shera da beshdar bu; li Belixrad,Rudis, Bexda û Romaniya...hd. û her ji ber qehremaniya wî Siltan Silêman ciyê bab û babkalkên wî lê vegerandin û carek din mîrgeha Kilîs û derdorê wê danê.Li sala 1504 ê zayinî Canpola hate Kilîsê û pishtî vê rojê, ev mîrgehe bi navê ( Canpolayê =yan Cinbilatê Kilîsê ) hate nas kirin. ( Dîsan binêre serukaniyên pêshin) Di çaxê mîrgeha Heleb û Kilîs vegeriyaye bin destê binemala Shêx Mend (Canpola)û Êzidiya rolê xwe dîtî, her di vî demîda mîrgeha Shêxan, Hewlêr, Soran û Musil di bin destê mîr Hisên begê, mîrê Êzidiya dabun û mîrgeha Shingal û Xaltiya di bin destê Sherfedîn ji binemala Shêx Hesenê Adiyanî da bun; anku Êzidiya di wî serdemîda roleke mezin di dîroka deverê û di dewleta Osmanlîda di dîtin. Mîr Canpola li sala 1564 ê emrê Xûdê kir û kûrê wî ( mîr Cafer) shuna wî girt û heta sala 1568 ê mîriyatî kir û ço ber rehma Xûdê. Pishtî mirina mîr Cafer li sala 1568ê nexoshî û duberekî kete nêva mala Canpola bi xweda.Hebîb beg û birê wî Hisên beg li hev ketin.Ji ber kû bitir Hisên beg çeleng û zîrek bu, bitir diyarî didane Xûndkar û xizmeta wî dikir, Siltan Silêman pishta wî girt, mîrgeha xwe bi rêve bir û li sala 1592ê zayinî dereca (mîrê mîran= Pashatî) da Hisên begê û ew kire Pasha û eyaleta Terabûlsa Sham, Kilîs, Heleb û Qesîr dan destê wî. Yekî ereb bi navê ( Qembîze) xwast eyaleta Terabûls ji destê Hisên Pasha bîne der û bikeve bin destê wî, belê bê fayde bu.Ew ço Istembolê û gelek diyarî bo Siltanî birin, di rêka vegeriyana xweda hat kûshtin. Kûshtina wî xistin stoyê (stûkûra) Hisên Pasha, lê li ser wî îzbat nebu, belê her li dawiyê ew ji mîriyatiyê ket. Mihemed Emîn Zekî di dîroka Kûrd û Kûrdistan, cildê 1, p. 186 da, derheqa durxistina Hisên Pasha çîrokeke din dibêje: demê wezîrê mezim ÇáÕÏÑ ÇáÃÚÙã diçe sherê Iranê û dixwaze Hisên Pasha pêra here, evê dimahîkê gelek hêceta der dixe û naxwaze pêra here sher...demê wezîrê mezin ji Tebrêzê vedigere Hisên Pasha dikûje. Çaxê (Elî beg) birê Hisên Pasha saloxa kûshtina birê xwe di bihîse, ew bi hêzeke mezin diçe ser Helebê û shoreshê dijî Osmanliya hil dike û berê xwe dide Terabûlsa Sham û ewê jî distîne û Sham û gûndên wê jî di êxe bin destê xwe. Nav û dengê Elî begê pirr belav bu, bi ser bixoyî hûkmê welat kir û pare bi navê xwe çêkir. Li sala 1607 ê peymanek li gel ( Ershîdoq Fêrdînand) melikê Toskana Italî girêda û hewil da peymana li gel hûkûmetên din girêde. Çaxê Mirad Pasha buye serok lêshkerê Enadolê û xwastî shoreshên wê vemirîne, yekem car xwast ji binemala Canpola xilas be. Mîr Elî Canpola=Cinbilat) xwe amade kir; (20)bist hezar swar û qasî wan peyade li geliyê (Bixrasî) dan hev. Mirad Pasha jî bi lêshkerekî (40) çil hezar kesîve ji kûrdên Dilqadir( kûrdên Meresh û Bûstan) bi serokatiya (Zîlfeqar Pasha) û lêshkerê Osmanliya hajotne serhev û herdu lêshkeran li geliyê ( Erselan bilî) li deshta (Urûrûc)ê rastî hevbun. Ev shere li 24îçiriya yekê,sala 1607ê qewimî. Pishtî sherekî giran, nîvek ji lêshkerê kûrdan hat qelandin û shkest. Elî Canpola kishiya Helebê û shûnda berê xwe da Istanbolê,çû dexaletî Siltan. Siltan lê borî, pashî kire mîrê Timishwar li Nemsa kû wî çaxî ser bi dewleta Osmanliya bu, belê Mirad Pasha bi vê yekê razî nebu, yek virê kir, Elî Canpola li kela Belgirad kûsht. Bi bazdana Elî Canpola û çona wiya Istanbolê, hindek kesan ji binemala wan karîn xwe ji destê (Mirad Pasha ) rizgarkin û li dorû berî Heleb û Kilîsê veshêrin. Sala 1630 êzayinî yekî bi navê ( Seîd beg Canpola) û kûrê wî (Rebah) xwe gehandne Beyrut û çone mala (Mûeîniya= al-Mieîn ) ji mîrên Lûbnanê. Ji ber têkeliyên herdu binemala - diyare ji kevinda bi mirovanî di gehishtine hev- mîrê ciyayê Shof (Shêx Fexredîn) gelek bi hatina ( Seîd beg) kêfxwesh bu. Ewan jin dane hev û pashî dîsan mala Canpola bune Shêx û serokên çiyayê Lûbnanê û shêxên Diruziyan. Di virda jiyaneke nuwe binemala Canpolayên kûrd dest pê dike û heta niha ew male rolekî mezin di jiyana siyasî û civakiya Lûbnanda di leyizen. Erê gelo mirov çî aqilî ji serhatiya van mîrgehên Êzidiyan fêr dibe?...ez dikarim di çarçufê van xalên xwarda kom kim: 1- Mîrên kûrda her pale û destkîsên xelkê biyanî buyne. Ew dijminê serê xwe û gelê xwe buyne. 2-Gel û dewletên din; wek Ereb, Tirk, Faris, Mexulî, Çerkes, Etabikî,...hd., dînê Islamê di xizmeta gelê xwe kirin, yan bêjîn bo xizmeta gelê xwe bi kar anîn. Dewlet ji xwera çêkirin( dewleta erebiya Islamî, Osmanlî, Sefewî ,...), kûrdan dîn û dewlet bi hevra li derdan; ne dewlet bi navê Islamiyê ji xwera çêkirin, ne dîn jî serrast kirin!! 3- Dewleta Osmanlî, Sefewî, Çerkesa,...hd., kûrd bi kûrda dane kûshtin.Ew kirine dijminê yektir û heta niha gelê kûrd derdê wê dijminiya dijwar dikishîne, yek yekî dikûje, dijminê dirûrist jî raserî wan sekiniye, tema 4-Heyf sed mixabin pirraniya firman û qirkirinên kûrdên Êzidî bi destê kûrdên Bûsilman çêbune. 5- Ez bêjim: pêwiste dîroka kûrdan hur bê xûndin û helsengandin, gereke dîsan konferansekî cihanî ji zana û siyasetmedaran bo vê yekê bê li dar xistin. |