Subhekî zu hinarek Subhekî zu hinarek Ez çûme derê meykedeyê subhekî zû, min dî yekî esmer Qamet bi mesel subhê çinarê bû du keysû, manendê du Ejder Çînçîn dixuÞîn zulfê li ser gulÞenê ruxsar, reh Þubhetê Þehmar Kher - kher dimeÞîn biskê li ser qewsê du ebrû, manendê du Þehperr Mayîm mutereqqib, meger ew mezherê î’caz, carek bi dused naz Halê me tefehhus khet û bêjit ku esîro! Ez bo te me xemxwer Min got te di wextê seherê ev çiye da min, ey serwîqeda min! Go ma tu nizanî çiye min da te feqîro! E‘teytûke kewser Hetta veke lewhê sedef û xameyê yaqût, nêzîkê bi lahût Min seyrê kirin Sidre û Tûba qedê dil co, nînin çu beraber Hindî melek û horî, perî bêne temasa, haÞa we ku haÞa! Kengê dibin ew, laîqê nezzareyê ebrû, ey dil me ke bawer! Barî ji derê meykedeyê min me ke bê par, ey seyyîdê mûxtar! Saqî ku Tû yî „eÞhedû bîllahî“di îro, „Xanî“ bûye meyxwer Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |