Bilûra Min Bilûra Min Bilûra min a þîrîn tu di sariya sibehê û hingûra êvarê de hevalê bêhevalan, destbirayê þivan û dilketiyan î. Dengê te hêstirên dilên xemgîran, silava ji hev-veqetiyan, girîn û zarîna dilketiyan tîne bîra min. bilûra min tu î, xemrevîna terkeserên dinyayê! Dengê bilûra min, çiya û zozanên bilind, kaniyên bi gul û rihan dorgirtî, guhê þkeft û serê zinaran guhdarên te ne! û sira bayê xerbî te di nav pelên darê de digerîne. Bilûra min, were emê bi wî çiyayê bilind re bi hewa kevin, û bibin cîranê bayên xurt û hevalê kimtên wan yên bi mij û dûman, û tê de dengê xwe berdin, û zarîna dengê me bikeve nav kortal û geliyan û bêcaniya erdên jêrîn bihejîne; û pêlên ava heftreng ên xemzebaz nalîna me bigehîne deþta Sirûç û Diyarbekrê; û beriya mêrxasên Berazan; û kalîna berxan tev þehîna hespan li me vegerînin. Bilûra min, binêre û bibihîze! Roj çû ava, stêra êvarê bû geþ, kolosên çiyan ên gewr û hewraniyên wan ên sor û zêrîn bûne çûn; û pêlên ava þevê ên reþ ketine deþt û newalan heta rûyê gir û kepezan. Di qeraca de kevir piyê þevgera dixapînin û bêdengiya þevê de pêjna lingên mêrxasan tê. Bilûra min, dengê xwe berde! Dinya, mîna zarokekî berþîr, ket dergûþa xwe; Dengê xwe berde, bilûra min, û jê re bilorîne, xema wê birevîne! Bilûra min tu î. Xemrevîna terkeserên dinyayê; û li rohelatî dema ko dinya hiþyar dibe ji xew radibe ji me re strana azadî û serbestiya Kurdistanê binehwirîne, û dengê wê stranê, bila, mîna tîrêjên rojê ên pak û zêrîn bikeve nav dil û guhên me. Bilûra min, Tu î xemrevîna dilketiyên welêt. Celadet Elî Bedirxan |