PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



KURDISTANA MIN


Li ser çiya û zozanan
li biheþtê me.
Germiya xwe bîne rojên havînê,
bizotekî ji bo vêxistina agir.
Xemildar in havîn û zivistan
li welatê bav û kalan.

Li hezaran desþt û çiya
dibiriqin stêrên þevê.
Û awazên tembûran
deng vedidin ji zinaran.
Sorgul û nêrgiz li herder,
ev e Kurdistana min.

Tucaran nakim ji bîr
asîmanê te yê þîn.
Ne tava roja te,
ne heyva zelal.
Ne rêyên çiyayan,
heval û hogirên ewran.

Li van geliyên bêhejmar,
rût û pêxas jî gerîm.
Þevên te yê berfîn,
binax kirin dostên min.
Lê hêviya xebatê, berbangê,
rakir xwîsara þevê.

Hê jî li van zozanan
sedhezar in tirs.
Þer anî mirin, kuþtin,
û vexwar Ejdeha xwîna mêran.
Lê ji egîdan re heyf û girametî
rakir Kurdistana min.

Ev xuþîna ava çeman,
herdem guhdarê te me.
Bi lêdana berbangê re,
bilûra þivan.
Distrêm li nik bêrîvanê,
çi xweþtir ji siya darê.



Husein Muhammed