PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mêrdîn


"Ewrekî reþ û tarî raserî keleha vê Mêrdînê
qebqeba kewê nêr e."





Mêrdîn


Ev deng û awaz e
Di guhê min de
Deng û awazeke dengbêjê hêl
Hesenê Cizîrî
Ji sedsalan wê de
Bûye pir û rêgeh
Gihandiye dema me
Awazek xweþ
Bi reng û wate

Ewrê reþ û tarî
Û qebqeba kewê nêr
Çima ewr
Kew ji bo çi?

Mêrdînê
Banê Mezopotamya
Ji sedsalan ve ye
Ku xalî nabin ewrên reþ
Ji ezmanê te
Venabe û nabe sayî rojekê
Xwîn dibarînin
Ewrên ji teniyê
Û pê re rondikên dayika kurd
Naferikin ewrên ji qîrê
Mîna þevên kanûnan
Belav nabin
Û naverîþin
Bûne gurîfên rîs
Rîsê kejik
Tevlîhev bi girêkên kor
Venabin û naferikin

Mêrdînê
Erzêla deþta zêrîn
Serî hildaye keleha te
Ber bi ewran
Ber bi ewrên tîrtewên
Serî hildaye
Mîna Bozê Rewan
Û timtêla Rexþê Belek
Bersiv dide siwarên hêc
Siwarên ku tên
Ji xêmê binê beriyê
Ji Efrîn û Amûdê
Ji Zagrosan
Siwarên ser rim agir
Bi debûzên mifrîqî
Û mertalên ji pola
Siwarên caniyên qemer
Û hespên bayî
Hîre hîrê
Hespên wane
Tevî qebqeba kewê nêr dibe
Kewên zinaran
Kewên ribat
Kewên tiratê
Wê rawestînin
Xwînbarana ewran
Û rondikên dayikên xemgîn
Wê paqij bibe ezmanê te
Stêr wê birijin
Û wê werin tewafa keleha te
Çiqas li dij bin jî
Kewên qefesan
Û rekihên darî
Û siwarên kerên Þamî








Jîr Dilovan