PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



JI KOMÎTEYA AMADEKIRINÊ PLATFORMA PNK – BAKÛR RE
KÖLN / ELMANYA


Sipas ji bo vexwendinê. Ez, peyrewê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-T) me û partiya min ji ber ku di vê platformê de cih negirtiye, ez beþdarê civîna di 9/10ê Êlûna 2000î de nabim. Ji ber ku min dereng bersiv daye, lêborîn dixwazin

Dostên Hêja!

Ew tesbîtên ku di nameya vexwendinê de ne, rast in. Ew, bi derengî çêbûn, lê rahijmendiya wan destpêkeke baþe. Ez ê di vî warî de ji bo alîkariyê yek-du bîranîn bikim.

Ew qezenc û tabiyên bidestketî ku bi dana bedêltiyeke mezin çêbûne, bi behaneya qetlîama Mereþ ê di 26 12 1978an de piþtî îdara leþkerî ku parêzgehên bakûrê Kurdistanê jî vegirtine, ji bo teslîmgirtina neteweyê Kurd, di nava rêxistinên kurdî yên siyasî de þerê çekdarî bi xasûktî dane destpêkirin, da ku wan ji daxwazên netewî bidin vekiþndin û bi îdeolojiya Kemalîstîtiyê ve bidin girêdan. Lê di 12 ê Êlûnê de gava Artêþa tirk dest danî ser desthelatiyê, îdara leþkerî li tevahiya Tirkiyê da vegirtin û piþtre zorî da hemû welatparêzên Kurd, gundî, rewþenbîr, sîyasetvan û oldaran ku îdara rêxistinekê bipejirînin û parêzvantiya gundan bikin ku ew jî xeberdayîna bikaranîneke xasûktî û pêbipê bû.

Ew lîstikên xasûkane yên li pêþberî bidestkeftiyên baþûrê Kurdistanê jî, dema þerê Îran û Îraqê di 18ê Êlûna 1980yî de ku dest pê kir û ku berxwedana Kurdistanê jî di 1983an de beþeke mezin ji xwezaya Kurdistanê xist binê desthelatiya xwe û ku demaravêja Kurdistanê KERKÛKê xistin binê dorhêlê, di 26 gulana 1983an de artêþa tirk rejîma meleyan a Îranê behane kir û sê caran êrîþa hewayî birin ser pêþmergeyan, piþtre jî hêza erdê bi 30 km. kete nav axa baþûrê Kurdistanê. Bi wê yekê ji nû ve dest bi wê deka xasûkane ya li pêþberî baþûrê Kurdistanê hate kirin. Piþtî 18 tebaxa 1984an, PKK hate behanekirin û Komara Tirkiyê ji bo lidûçûnê bi rejîma dîktator a Sedam Huseyn re peymana lidûçûna germ çêkir û ket libatê.

Xasma jî pistî þerê Kendavê yê 1990î, Yekîtiya Neteweyên Yekgirtî biryarek di Nîsana 1991ê de da ku hinek herêmên Îraqê wek ” qedexe kirina firînê” pejirand. Beþeke mezin ji Baþûrê Kurdistanê jî, hetanî xeta 36an kete navê. Di 18ê Temûza 1991ê de Emerîka û Dewletên Hevkar ên Rojavayê, ji bo ku herêmê kontrol bikin Hêza Çakûç damezirandin. 4ê Hezîrana 1992an, Dewleta Federal a Kurd di binê sîwana Hêza Çakûç de hate beyankirin. Lê PKK êrîþ bire ser pêþmergeyên Dewleta Federal û þert hazir kirin ku hêza leþkerî ya tirk çi eþkere û çi jî bi nehênî be da xwe bikiþîne baþûrê Kurdistanê. Piþtre hêza leþkerî ya Tirk xwe di nava sînorên Dewleta Federal a Kurdistanê de hêwirand û hêjî dihêwirîne.

Gelek mînakên wisa yên di þûfê vanên li jorê de, çi bi devkî û çi bi nivîskî hatine diyarkirin ku gelek deskeftiyên li baþûr û li bakûrê Kurdistanê ji aliyê serokê PKKê ve ku tê xuyakirin û ji aliyê îdara Navendîya wê ve bombaran bûne. Û bêdengiya hemû rêxistinên kurdî ya li pêþberî vê yekê ku ev demeke dirêj e, mirov dipojinîne û diþêwirîne.

Li pêþberî tiþtên wisa divê ku mirov bêdeng nemîne, livakên demokratî û derketina li pêþber, pêdivî ne. Dîse jî amadetiya ji bo civîneke weha, bipêþve çûneke girîng e. Divêm bibêjim ku partiya me, we çavdêriya xebatên we ji nêz ve bike. Hêvî dikim ku em ê di pêþ de digel hevûdu biafirînin. Em ê kêfxweþ bibin ku hûn belavoka encamê ji kerema xwe biþînin.

Xwezî û rêzgirtin bo hemû dostên beþdarên civînê û serkeftin bo we divêm.



06ê Tebaxê 2000.

NEZÎR ÞEMMIKANLI

E – Mail : nezirsemmikanli @ yahoo.se



Ji kerema xwe fîþa li jêrê dagire û ne derengtir ji 31ê Tebaxa 2000î biþine navnîþina ku li jêrê :
_________________________________________________________________________




Nav û Paþnav : NEZÎR ÞEMMIKANLÎ

Navnîþan: Vangsbyvägen 65, 740

20 VÄNGE / SWEDEN

Telefon û Fakx : 018-36 44 83

Dabeþiya Civînê: Beþdar dibim: Beþdar nabim: X


Li Jugendgästehausê: Rakevim: Ranakevin:
______________________________________

Têbinê: Nivîsa li jorê, di 06 Agustosa 2000î de bi faksê hatiye hinartin.

Tel-Faks: 0049-221 9235712