ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN (1914-1918) PEYMANA SEWRÊ YA AŞTIYÊ 1911-1913 piştî şerên Balkanê, dewletên Ewrûpayê di navbera xwe de bûne du beş. Dewletên bi ku hêz Îngilîstan, Frensa, Rûsya û Îtalya di beşê hevpeyman (Itilaf). Dewletên Elmanya, Awusturya û Macaristan jî di beşê hevkariyê (Ittifak) de cih girtibûn. Di temûza 1914an de ew şerê ku di navbera Împeratoriya Awusturya-Macaristan û Sirbistanê de dest pê kir, bu sebeba dest pê kirna ew dewlete Ewrûpayê ku di navxwada bubuna dubeş. Di destpeka vî şerîde, Împeratoriya Osmanî bêalîtiya xwe diyar kir û beşdarê şer nebû. Ji ber vê yekê di Tebaxa 1914an de ew şer bû şerê Dewletên Ewrûpayê. Lê Hikûmeta Osmanî ket xamgînekê ku pistî şerê Balkanê, dewletên Ewrûpayê wê xwe bigehînin xwezaya Rojhilata Navîn û kaniyên petrolê ji têxin binê çavdêriya xwe, herweha dê bi hêsanî jî karibin xwe bigehînin Rojhilata Deryaya sipî û Rojhilata dûr. Ji vê zêdetir, perçekirina împeratoriyê jî wê zûtir bê cih. Wek nimune: Di Rohilata navîn de piştî ku mafê hindikayîyên gele Fileh têxin garantiyê, wê mafê azadiya neteweyên Ereb, Kurd, Ermenî û Rûm jî bi avakirina wek Dewletên Manda bikevê rojevê. Ji bo gele Areb ev daxwaz hata cih. Xasma jî avakirina Dewleta Kurdistana Azad, dê we wendakirina beşeke mezin ji axa Împeratoriyê çêbibûna. Ji ber wê yekê, dê qaqilê Împeratoriyê we bişikesta. Herweha ew Kurdistan ku pirek girîng bû di navbera Împeretoriyê û Erebistan, Qafkasan, Rojhilata Dûr de jî wenda dibû û xeyala Împeratoriya Tûranî ji di ketibûna avê. Ev awayên ha, deshelatiya Îtîhad û Tereqî ya Osmanî di vediciniqand. Deshelatiya Îtîhad û Tereqî ya Împeratoriya Osmanî, bi hebûna van fereziyan, man û nemana bêterefiya şer ji nû ve di ber çavan re bihurand. Elmanya jî dema ku nêzîkayî da ”Împeratoriya Osmanî, Împeratoriyê sûd wergirt û eger wek alîgirê Elmanyayê dabeşê şer bibûna, we hesabê Dewletên hevpeyman li ser Rojhilata Navîn ku dê bihata berterefkirin û ew deverên ku ji ber şerên Balkanê wenda kiribûn, dê şûnde bistenda. Eger serkeftina Rûsyayê jî çênebûna, wê di ser Qefqasan re yan ji Îranê re derbasê Navenda Asyayê bibûna. Ha bi wê xewnerojkê, dê Împeratoriya Turan (Tirk) a Mezin damezirandibûna.”1 Ji aliyê din, bi ve deme ku Dunyaya Filehtiyê (Ewrûpayê) hate çeliqandin û di Rojavada alîkariya Elmanya, li Balkanan jî ya Avusturya-Macaristan wergirt, li rêgeha ji Balkanan haya bi Rojhilata Navîn, ji Rojhilata Navîn haya bi Qafqasyayê ku dirêj dibe Rûm, Kurd, Ermen û gelên Fileh ên din, berî ku bibin xwediyê avahiyeke nijadî û rêxistinî li bakûrê Kurdistanê polîtîkaya dabeşkirinê û îdarekirinê bi kar anîn. Ji bo ku xeyala paqijkirin û asîmîlasyona eqeliyetan pêk were. Çewa ku wisa jî çêbû. Pêşî bi bîr û baweriyên misilmantiya gelê kurd îstîsmar kirin û kirin havalên xwe. Mixabin bi rîya misilmantî û Flahtî ji gele Kurd û gele Fillah kirin neyare hev. Piştre hewl dane ser qetlîama Ermenî û eqeliyetên gele Fileh ên din. Ev qetlîam bi destên Hikumeta Dewleta Osmanî di 24ê Nîsana 1915an de hate destpêkirin. Di vî şerî de ji, gele Kurd û gelê Fileh bi hev dane kuştin. Talat Paşa yê ku di desthelatiya partîya Itîhad û Teraqîyê de navekî xurt bû, Ji ber vê hindê, şerê Ewrûpayê jî wek fersend dît û bi nihênî bi Elmanyayê re têkilî danî û li ser şertên ku Împaratoriya Osmanî têkeve şer li hev kirin. Keştiyên cengî yên Dewleta Osmani di 28-29/10/1914an de derketin Deryaya Reş û benderên Rusyayê bombebaran kirin. Herweha Osmanî di 1914an de bi Dewletên Hevkarre, şerê Dewletên Hevpeyman kir. Dewletên Hevpeyman jî eniya Rusya, Filistîn û Îraqê êrîş birin ser Osmaniyan. şerê Ewrûpayê wisa bû şerê Cîhanê yê yekemîn. KURDISTAN DI ŞERÊ CÎHANÊ YÊ YEKEMÎN DE Tê fehmkirin ku Neteweyê Kurd, di dema şerê yekemîn de, wek rêxistinî ne di haziriya şer de bû. Ji ber hindê gele Kurd berxuwdana rizgariya neteweyî ya Kurdistanê bê rijandina xwîn dabû berxwe, bi riyên dîplomasî bi kar benin. Lê Neteweyê Kurd, ji delva ku bi desthelatiya hikûmeta Îtîhad û Teraqiyê ya Stenbolê û Enqerê re şer bike, lê mixabin ji derveyê daxwaza xwe, to danî ser nanê Osmaniyan û ew bêgav hiştin ku bi dewletên ku jê re dost bûn wek Îngiltere, Fransa, Rûsya û xelkên eqeliyetê di navaxwade weke Ermen û Filehên din re şer kir. Di şerê Cîhanê Yê Yekemîn de, hikûmetê Îtîhad û Teraqî bubuna xwadi bawerîyêkê ku konjuktûra paqijkirina eqeliyetan bestiye û ji ber hindê jî li xwezaya Kurdistanê projeya qetlîam û köçberîya gele Kurd û gelên Fileh daxistiye jiyanê. KONFERENSA AŞTIYÊ YA PARÎSÊ Dewletên hevkar ku Împeretiriya Osmanî jî di navê de bû, gava di şerê Yekemîn ê Cîhanê de bindest bûn, di 30. 10. 1918an de bi Peymana Agirbirîna Mondrosê giha dawiyê. Lê nûnerên dewletên hevpeyman di 19ê Nîsana 1920î de li Îtalya, bajarê San Remoyê civiyan û esasên aştiya hertimî peyitandin. Di navbera herdu aliyan de, ji bo peyitandina dîtinên bingehîn ên aştiyê, li Parîsê ji bo konferensa Aştiyê civiyan. Delegasyona Kurdistanê jî bi serokatiya siyasetmedarê Kurd, General şerîf Paşa beşdar bû. General Şerîf Paşa nivîseke bi sernavê Daxwazên Gelê Kurd di 22yê Adara 1919an de pêşkêşê Konferensê kir. Tê de sînorên Kurdistanê weha kifş kiribû: "...Ez dixwazim rewatiyên Neteweyê Kurd, li pêşberî Konferensê zelal bibêjim. Ji etnografî ve sînorên Kurdistana Osmanîyê ji aliyê bakûr ve ji Zivendeya Qefqasan dest pê dike, ber bi rojavayî ve heta Erzerom, Erzingan, Kemah, Erebkêr, Erbîl, Kerkûk, Silêmanî, Ekelman û Sine ye. Ji aliyê Rojhilatê ve jî Rewendiz, Başqele, Wezîrqele û ji sînorê Îranê yê nû heta Çiyayê Agirî didomîne. Kurdan li vê herêmê ji tarîxa pir kevn, bi gelek navên cuda û ji berî sedsala 13an ve jî, bi navê Kurd bingera xwe vegirtine. Heta dema Siltan Selîm ku ew bi daxwaziya xwe pê ve hatine girêdan, ji 46 Mîriyên Serbixwe hatine holê. Weke Diyarbekir, Dinwer, Sary Sul, Ler, Ardial, Hekarî, Emadiye, Kurkel, Finik, Hesenkêf, Cemsgozek, Mirdas, Egil, Sasûr, Hezan, Kilîs, fiêrwan, Derzin, Xak, Terkel, Seyd, Silêmanî, şehran, Tekûl, Qele, Dawid, Pelinkan, Bedlîs, Xerzan, Botan û hwd. di binê desthelatdariya begantiyan de bûne..."2 Lê belê di pêveka nivîsa wê serlêdanê de, di nexşeya Kurdistanê de, kêmasî di peyîtandina sînorên Kurdistanê de hebû û xeberdan belav bûye ku beşeke mezin ji axa bakûrê Kurdistanê dane Ermeniyan. Li ser wê yekê, nerihetiyeke mezin di nava rêxistinên Kurd ên netewî de dest pê kiriye. Îcar ji bo rastikira wê şaşiyê, Seyîd Ebdulqadir ku wê demê serokê senatoya Osmanî bû, bi xeysetê Serokê Navenda Konseya Kurd digel nexseyeke nû ya Kurdistanê, bi nivîsekê serî da Komsêrtiya Frensa ya Bala ku li Stenbolê bû da bisîne Konferensa aştiyê. Bi kurtî nivîsa wê serlêdanê eve: "Di 22yê Adara 1919an de ew nexşeya ku ji aliyê General Şerîf Pasa ve hatiye hinartin, di sînorên bakûr de hin cudatî têne dîtin. Ew herêmên ku akinciyên wan %70 Kurd in, li derveyê nexşeya ku Şerîf Paşa destnîşan kiriye mane. Wisa tê zanîn ku ew têr nehatiye agahdarkirin... Wek encam divê ku General tevahiya sînorên bakûr, digel rêderketineke li deryaya Sipî biparêze. Lewra ji bo berfirehtiya aboriya vî welatî pêdivî ye."3 Li virê peyîtandina sînorên Kurdistanê yên kêm, bi daxwaza sererastkirina sînorên Kurdistanê, ji aliyê dewletên biserketî ve, hate xwestin ku ew çend bajarên bakûrê Kurdistanê dê ji Ermenistanê re hatibûna hiştin, ji axa Kurdistanê ne. Wekî din jî bala kışandin ser sînorên Kurdistanê jî ku dê bigîje Deryaya Sipî. Ew, peyîtandineke rastîn bûye. Ji aliyê din ve jî gotineke weha belav bûbû ku Kurdistanê wek du herêmên otonom ên serbixwe, bi navê bakûr û başûr dê bêne dabeşkirin. Lê belê Seyid Ebdulqadir daxwaz kiriye ku xelkê Kurd li pêsberî vê yekê ye û Kurdistaneke Yekgirtî û Serbixwe dixwaze û daxwazeke bi nivîs şiyandiye Konferensa Parîsê ya Astiyê. Nivîsa wê serlêdanê ev e: JI SEROKATIYA KONSEYA BALA YA LI PARÎSÊ RE Birêz, Serok! ”Ew gotina ku Kurdistanê kirine du beş wek bakûr û başûr ranaweste. Em bala we ekselansan dikişînin ku Kurdistaneke dabeşkirî, rewşa Rojhilata Nêz hêzdar nake. Kurdên ku ne di binê desthelatiya Hikûmeta Îtîhad û Teraqiyê de bûn, bikaranîna çek li pêşberî hêzên hevpeyman bi şûn ve dane. Ew herêmên ku Osmanî desthelatiya xwe lê nikaribûn vegirin, Kurdan gelê Ermen parastin. Niha em ji wekhevîtiya Konferensê hêvî dikin ku Kurdistaneke yekgirtî binase. Bi rastî jî dabeşkirina wan sînorên ku me bi şeref pêşkêşê Konferensê kiriye, di navê de bi cudakirina formên etnîkî û dana mandeya hêzine din, ber bi tarîtiyeke bênasînve diçe.”4 Konstatinop / 2. 10. 1919 Senator Seyid EBDULQADIR Serokê Konseya Navendî yê Liga Kurd" PEYMANA AŞTIYA SEWRÊ Di 26ê Nîsana 1920î de gava hevdîtina Konferensa Astiyê ya Parîsê bi dawî hat, Dewltên Hevgirtî ji Împeretoriya Osmani xwestin ku nûnerekî bisîne Parîsê. Bingehên Peymanê dane wî nûnerî û xwestin ku bersiv di nava deh rojan de bê dayîn. Împeretoriya Osmanî, ew Peymana Aştiyê ya Sewrê ku ji aliyê dewletên Hevpeyman ve hatibû amadekirin, xist nîqaşê û ji aliyê Komîteya herî bilind ya Împeretoriyê ve ku Şûraya Siltantiyê bû, bi serokatiya Padîşah di 22yê Temûza 1920î de li serayê civiya. şûraya Siltantiyê, ji xuyanîyên welêt hatibû avakirin. Civînê biryara îmzekirina Peymana Aştiyê ya Sewrê da. Bersiva ku ji Dewletên Hevpeyman re hinartin, ev bû: ”Desthelatiya Osmanî xwe ji wan deverên ku ne Tirk in vedikişê.”5 Peymana Aştiyê ya Sewrê bi biryara şûraya Siltantiyê ya Osmanî, ji aliyê heyeta Serokwezîr Damat Ferîd Paşa ve di 10ê Tebaxa 1920î de, hatiye îmzekirin. Dema ku li Peymana Aştiyê ya Sewrê tê nihêrtin, dixuyê ku di pêvajoya şerê Cîhanê yê Yekemîn de, ji bo ku di deme pêşde Împeretoriya Osmanî bête perçekirin, dabeş kirin û îdarekirin bi nihênî di navbera Îngilîstanê, Frensa û Rûsyayê de û di dema şerde Îtalya jî ku kete navê, peymana Sykes Picot di 1916an de hatîye pejirandin. Lewra xalê Peymana Aştiyê ya Sewrê û peymana Sykes Picot hev digrin. Lê belê piştî şoreşa Oktobirê ya 1917an, hikûmeta Yekîtiya Sovyetan, biryara vekişandina xwe ji şer da û bi Dewletên Hevkarre peyman îmze kir û ji imtiyazên xwe yên taybetî vekişiyaye. Ji ber hindê li ser wan herêmên ku dê ji Rûsyayê re mabûna, dest bi lihevrastkirineke nû hate kirin. Bi wateyeke giştî, hate xwestin ku Yekîtiya Sovyetan razî bibe. Li gorî Peymana Sykes Picotê, perçekirin û dabeş kirina herêmên ku di bin desthelatiya Osmanî de bûn, weha hatiya pejirandin. ”Ingilîstan, li Rojhilata Navîn, beşeke mezin ji Îraq û Urduna îro digirt binê desthelatiya xwe û riya Hindistanê û herêmên petrolê dixist binê êmnatiyê. Frensa, dê ji kendava Îskenderûnê dest pê bikira, Lubnana îro û tevahiya Sûriyê, herêmên weke Çukurova, başûrê rojhilata Anatoliyayê heta ku bigiha Navenda Anatoliyayê bigirta. Îtalyayê, herêma Egeyê û herêma Deryaya Sipî digirt. Herêma Mermere û Tengav, diketin binê desthelatiya Dewletên Hevkar. Rojhilata Anatoliyaya (Xwezaya bakûrê Kurdistanê ku ’herêma Rojhilat û başûrê rojhilata îro a Tirkiyê') dibû Xwedmuxtar. (Kurdistana Xwedmuxtar) Li beşik herêma Rojhilata îro a Tirki jî Ermenistan ava dibû. Herêmên ku ji ber van dabeşkirinan mabûna jî, dê gihabûna împeretoriya Osmanî.”6 DI PEYMANA AŞTIYÊ YA SEWRÊ DÊ, EW XALÊN KU BINGEHÊ DEWLETA KURDISTAN’A AZAT 62, 63 û 64 in. "Xal: 62 – Hikûmeta Ingilistanê, ya Frensa û ya Îtalyayê, her yekê wê endamekî kifş bike û komisyoneke sêkesî ku navenda wê dê li Stenbolê be damezirînin. Berpirsyariya wê komisyonê, piştî îmzekirina wê peymanê, di nava şeş mehan de, sînorên başûrê Ermenîstana ku li rojhilata Firatî ye di pêş de bê kifşkirin, herweha sînorên Osmanî yên bakûrê Sûriyê û li Mezopotamyayê piraniya herêmên ku aleciyên wan Kurd in, li gor xala 27/II ya Peymanê, li gorî radeya 2 û 3, wê ji wan re plana otonomiya navendî bê hazirkirin. Eger li pêşberî gelşekê yekdengîya komisyonê çênebe, wê endamên komisyonê rewşê bigehînin hikûmetên xwe. Ev pîlana ku hate gotin, hemû kesên di van herêman de weke Suryanî, Kildanî û wekî din mafê etnîkên din û yê civatên olî, dê bikevin binê parastinê. Ha bi vê amacê, wê komisyonek ji Ingilîz, Fransiz, Îtalî, Faris û Kurdan bê damezirandin ku di cih de lêkolîn bike, eger çi sînorên Osmanî be yan sînorên Îranê be ku guhartinek pêdivî bibe, li gorî naveroka peymanê dê bête kirin. "Xal: 63 – Hikûmeta Osmanî, ji vê demê û bi şûnde, dê weke van herdu komisyonên ku li gor xala 62an hatine damezirandin bike û di nava sê mehan de jî wê biryara wan bîne cih." "Xal: 64 – Eger tiştê ku komisyon bipeyitîne û jê bi pêş ve di nava salekê de, di nêv çarçova xala 62yan de, xelkê Kurd bivê ku ji dewleta Osmanî biqete û serxwebûn bixwaze, eger muraceetê Yekîtiya Neteweyên Hevgirtî bike, û eger Yekîtiya Neteweyên Hevgirtî jî bawer bike ku daxwaza serxwebûnê dê bête ragirtin û eger tewsiye bike, dewleta Osmanî jî eynî vê yekê dê bipejirîne û ji hemû nasnav û mafên xwe yên li wan herêman jî şûnde vedikişe, li wê gorê jî dê xwe ragire û erênî bike. Xalên cudatiyên vê vekişandinê, wê bi peymanbesteke taybetî ya di navbera Dewleta Osmanî û dewletên Hevkar de bête girêdan. Piştî temambûna vekişandinê û piştî ku dewleta Kurdistanê jî hate avakirin, eger ev dewleta Kurd û Kurdên parêzgeha Mûsilê bi daxwazên xwe ku yekbûnê xwestin, Dewletên Hevkar li dij dernakeve."(7) Aştiya Agirbesta MONDROSÊ ku şerê Cihanê yê Yekemîn gihand dawiyê, bi Peymana Aştiyê ya SEWRÊ di 16ê Tebaxa 1920î de ketiye derbasbûnê. Di dema Şerê Cihanê yê Yekemîn de, serokên dewletên ku di şer de serkeftî bûbûn, her yek deklerasyonekê belav kir ku neteweyên ku welatên wan kolonî ne, wê azad bibin. Şerê Cîhanê yê Yekemîn, li gorî van prensîb û dîtinên li jêr, bi Peymana Sewrê ya Asîtîyê gihaye dawiyê. Wek mînak: *Serekkomarê Yekîtyîa Emerika, deklerasyonekê di 08. 01. 1918an de bi navê "Prensîbên Wilson" belav kir û got ku: ”Mafê her miletî heye ku daxwaza mafê xwe yê netewî bike û pêdivî ye jî ku ew maf bê naskirin.” *Serokê dewleta Frensa, Kilimanson jî deklerasyonekê belav kir ku: "Dewleta Osmanî, ji xeynî Tirkan nikare miletekî din îdare bike." *Yekîtiya Sovyetan (SSCB) jî piştî şoreşa Oktobirê 1917, diyar kir ku: "Her Netewe wê bi xwe dahatuya xwe bi azadî kifş dike (Self-determination)." *Ev dîtina (Self-determination) ku her netewe mafê xwe heye ku ew bi xwe dahatîna xwe bi azadî di pejirenê, dîtina bingehîn a zagona Saziya Yetîkiya Neteweyên Yekgirtî ye. Peymana Sewrê ya Astîyê, erê, hemû herêmên Kurdistanê nagire nava xwe, lê bingeha Dewleta Kurdistana serbixwe di pejirene, ku hata îro jî ev peyman di rojava navnetewî de di derbasbûnêde ye! Lê Komara Tirkiyê, hêza xwe ya leşkerî bi kar aniye û bich anînê peymane bi şûnve xistiye. Li gorî vê yekê divê ku Peymana Sewrê ya Aştiyê li gorî rastiya xwezaya Kurdistanê têkeve rojevê û têkeve nava hedefên rêxistinên Kurdistanê yên netewî. Konferensa Lozanê ya Aştiyê, ne ji bo Kurdistanê hatibû civandin. Ew konferens, pistî peymana GÜMRÜ’yê û MUDANYA’yê, ji bo rawestina şerê di navbera Hikûmeta Enqerê, Ermenistan û Yûnanîstanê de çêbûye. Her netwe mafê xwa heye ku ew bi xwe dahatîya xwa bi azadî di pejirenê (Self – determination) ew ditin despek û bingehîna netewiya gele Kürt jî ya. Weke ku te zanîn di Konferansa Lozanê ya Aşitiyê de gele kurd beşdar nebuye û daxwaz anji nerinexwa bi azadi peskes nekirîya û jejî nehatiye pirsin. Lewra, ’Konferensa Lozanê ya Aştiyê û Sînorên ’Mîsaki Milli’ ku Tirk bi nav kiriye û di parezê, ji bo Neteweyê Kurd, ne têgihandinekê û ne jî nirxandinekê derdixe holê. Ji aliyê Kurdistanê ve jî tiştekî nabestîne. Ji ber hindê Konferensa Lozanê ya Aştiyê û Misaki Milli, divê ku ji aliyê rêxistinên Netewî yên Kurdistanê ve bê virde-wirde bê REDKIRIN. Ez dibêjim pêdivî ye ku di serê peşî de Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK-T) û hemû rêxistinên netewî yên Kurdistanê, li van dîtin û prensîbên ku li jorê hatine gotin bişopînin. 10. 01. 2001 NEZÎR SEMMIKANLI E – Mail : nezirsemmikanli @ yahoo.se ------------------------------------------------------------------ TÊBINÎ: Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, ew rûdanên li Kurdistanê û polîtîkaya paqijkirina etnîkî, digel Konferensa Lozanê ya Aştiyê wekî din peşerojê de bena nivîsandin. 1- Prof. Dr. Ahmet Mumcu: Atatürk İlkeleri ve İnkilap Tarihi-1, Atatürk Üniversitesi Açık Öğretmen Fakültesi Yayınları, Ankara, 1986. 2- Hasan Yıldız: Fransız belgeleriyle SEVR-LOZAN-MUSUL üçgeninde KURDISTAN, Köln, 1990 3- Hasan Yıldiz: Fransiz belgeleriyle SEVR-LOZAN-MUSUL üçgeninde KURDISTAN, Köln, 1990 4- Hasan Yıldız: Fransiz belgeleriyle SEVR-LOZAN-MUSUL üçgeninde KURDISTAN, Köln, 1990 5- Prof. Dr. Ahmet Mumcu: Atatürk İlkeleri ve İnkilap Tarihi-1, Atatürk Üniversitesi Açık Öğretmen Fakultesi Yayinlari, Ankara, 1986. 6- Prof. Dr. Ahmet Mumcu: Atatürk İlkeleri ve İnkilap Tarihi -1, Atatürk Üniversitesi Açık Öğretmen Fakültesi Yayınları, Ankara, 1986. 7-Garo Sasuni: Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt İlişkileri, Beyrut, 1969 |