PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Biraktîya Rovî û Þojî


ji foliklorê kurdî


Dibêjin : Carekê, rovîk û þojiyek, ji xwere derketibûn niçîrê, li çolê lihev rast hatin, xêrhatin di hevdan, û li halê hev di van çol û çiyande pirsîn, û kul û derdên xwe ji hevdûre gotin. Paþî destê bratîyê dane hev, û sûnd ji hevre xwarin, û soz û peyman bi hevre girêdan, soza wan jî ew bû, ku bi hevaltî û rast û ruhnî jiyana xwe bi hevre berdewam bikin, û wê ji îro pêve jî, ji hevdû ne qetin û cuda nebin, û bêyî hev dernekevin çol û niçîrê û ji xwere dizîya tirihê van rez û werzên li ser pesar û çiyayên li nêzî xwe bikin . Þojî, ji hevalê xwe rovî pirsî û got : Birakê rovî, ka bêje... lo! çend fenê te hene..? Gelo, raste weke ku min bihîstiye, tû di fen û fûtande mirovekî gelekî zîrek û jîr û jêhatîye ?. Rovî bi nermayî lê vegerand û got: Belê, sê fenê min hene birakê delal !. (Wiha got, û li þojî zîvirî û jê pirsî): Ka vêca tû ji minre bêje, fenê te çend hene birakê þojî ?.
Þojî lê zîvirî û got: Sih û sê fen min hene, ne kêm û ne zêde. Rovî kenî û got: E...e... ew?, tû çiqasî feneki birakê þojî ?.Piþtra ji hevdûre soz dan, û gotin : yê ji me têkeve tenkasiyê, wê yê din feneke xwe lê xerc bike, û wî ji tengasîya wî derêxe . Herdiwan bi vî hawî razîbûna xwe dan nasîn . Belê! piþtî þev kete (erdê)de, herdû birak rabûn derketin dizîya xwe, û li nav darên zevî, û werz û rezan pelindar bûn . tirih û mewîjên xweþ û þêrîn, bê hawe dixun. Lê berya ku derkevin dizyê, rovî ji birakê xwe þojîre got: Binêre birakê þojî. Ez bi koka xwe, û ji bav û kalan de, ji Axa û mal mezina me. Ji ber wilo jî, îro ez axayê teme, û tû jî kolayê min, ezê herdem li pêþiya te bim û tê li dûv min bî . Û divê tucaran jî, tû bê emirya min nekî. Ji ber ku xwediyên rezan, dahfik û xefikan li ber çeteyên weke min û te. Dizên tirih û rezan vedidin . Wekî dinjî, ez ji te bêhtir rêçikên van çol û çiyan, û werz û rezan nasdikim .Ji ber wilo, ezê te biparêzim û tûcaran nahêlim, tû di dafik û xefikan werbi, û bera Tû xweþ zanibe jî, ku gera li nav rez û werzan ji mere xeternakeke bê hawe mezine. Ji ber vî hawî dîsanê dibêjim, gereke em pir hay ji xwe hebin, ku em nekevin lîsk û vîlikên van xwediyên zevî û werz û rezande .Þojî naçar ma û got: Emrê min ji xwedêre birakê hêja û bi rûmet, ji îro pêde, ez kolê te me, û tû jî Axayê mine . Bi vî hawî, þojî xwe siparti bû bextê birakê xwenî, rovî û lê ewle bibû. Piþtî þev kete erdê, herdû çeteyan dane xwe û bi lez derketin. Xwe berdane nav rezekî pir mezin, û vêketi bûn, tirih û mewîj, bê sînor û bê hawe dixwarin, xwe Ji bin mêwekê di kiþandin bin mêwekê, ta zik li xwe kirin kelek...têr xwarin1!.Bi þahî û zikekî têr vegerihane lûs û warên xwe . Þeva din dîsanê bi dû hevde daketin nav rezan, têr xwarin û hatin mala xwe. Karê wan jî mabû ev, û bi vî hawî, þevên xwe bi xweþî û bi þahî derbas dikirin . Þevekê, didiwan, sisiyan, çaran, xwedîyê rez bi wan hay bû, û li ber guhê wî ket, ku ji þojî û rovî- herdû bê bextan pêve- tirihê wî na xwin, û mêrik, ew ji xwere weke dû dijminên bê ewle û dijwar dîtin . Rabû, Bi xeber û siqêf û lanetan bi wan ket û soz li ber xwedayê jorî da û got: Bi wî xwedayê ku ez afirandime û anîme ser rûwê dunyê, ez bi xêr û xweþî dev ji van çetan naberdim . Wilo got û berê xwe da malê û çû xefikên mezin û bi hêz li ber wan vedan û gef li wan xwarin û zirt û fort li wan kirin û got: de... lolo... xwedêyo, ku ez rojekê we bigirim û hûn di nav lepên min kevin, bê ezê çi toreyên nemayî bênim serê we. ji ber ku xwedîyê rez dizanî bû ku dizên wî, ji bilî þojî û rovî kesin din nîne . Xwedê wilo kir, di þevekê ji wan þevên reþî tarîde, herdû dest birak, weke hemû caran, derketibûn dizîya rezan . Bi dûv hevde bi lezin û di sûrikin, rovî li pêþ axayi û þojî jî bi dûvde kolayi . Weke her caran, ji darekê dikevin bin darekê û ji mêwekê di pengizin bin yadin . Xwedê Wilo kir ji niþkave lingê rovî kete xefka bê îzbat de. Waqînî ji rovî hat,û di xefikêde veigizgizî, û li vîyalî û wiyalî xwe dikiþand û dev li xwe dikir, lê vegizandina wî bê encambû xefika malik wêran xwe li ligê wî dabû hev, ta ji dest hilanîn xistibû . Nema karîbû tev bilebiti , bê qdûm û qiram mabû . Li vira, rovî li birakê xwenî þojî zîvirî û got : Birakê þojî, îro feneke xwe li min xerc bike, bê tû min ji vî halî na derîne, bi xwedayê min û te, ku xwedîyê rez bê, wê serê min jêke, û guþtê min ji xwe û zarokên xwere bike þîv û firavîn . Þojî lê zîvirî û gotê : Xema nexwe birako ev pir hesani .Lê binêre guhê xwe bide min . Çaxê xwediyê rez bê, tê xwe di cihde bimirîne û dinanê xwe qîc bike, ezê jî hineke axa hûr bi ser wan dakim . Çaxê xwedîyê rez bê, Wê bibîne ku tû mirîye wê bêje : way...lê...mîratî...ha...ha! mirîye...law !. Wê demê wê te ji xefikê derêxe û te bavêje dera ha, dûvra tê rabe bêje çerp û bazd, wisa jî tê bi hesanî ji nav lepên wî derkeve . Rovî þîreta birakê xwe xiste serê xwede, xwe mirand û dinanê xwe jî qîc kirin, þojî jî hineke ax bi ser dinanên wî dakir û xwe di bin darekê de veþart, û dibêje : Gelo ka bê, wê çi bi birakê minre çêbibe . Sibehê zû xwedîyê rez hate nêv rezê xwe, dît ku vaye ew rovîyê ku li ezmana lê digeriha, li erda bi dest ketîye . Xefikê dest û ling lê kirinê teht. Mêrik ber bi rovî ve çû û qîrek lê da û got : Ey...roviyê çepel û bê bext...ez li ezmana li te di geriham, tû li erda bi dest min ketiye, mane îro berdana te ji destê min nîne. Min îro tû di cihekî teng de zemt kirîye, ma tê bi kûde (xilasbe) !. Lê çaxa rahiþt rovî û bilind kir, lê nêrî dît ku vaye mirîye, destê xwe li hev xistin û got: Way...lê...mîratî...ha..ha!. Çi fêdeyi tû miriye...law!. xwezka min tû bi saxî kirtiba, minê kela dilê xwe qenc li te hênik kiriba, lê ax ez çi bikim – tû mirîyi - tû îro hovekî bextewar derketi bû, ji destê min tû (filitî) !. wilo got û rahiþt cendekê rovî û got vir û avête dera han . Piþtî ew avêt, rovî nemerdî nekir, ku çerp û bazda û li piþ xwe, ne zîvirî. Wiha jî vê carê filltî fiiltî xwe ji nav destê xwedîyê rez (xilaskir) .
Çaxê rovî bazda, mêrik wiha lênêrî û got: Ey...roviyê fenek, te vê carê jî xwe ji destê min berda, lê ta careke din xwedê ji min û tere kirîmi . Û mêrik polî poþman vegeriha malê, lê demke dirêj di wê navêre neçû . Rovî û þojî dîsanê li çolê kihane hev. Rovrî spasiya birakê xwe kir, Lê, þojî vê carê li birakê xwe yê xapanok zîvirî û got: Vêca rola(dora) mine birakê delal!. Ezê ji îro pêde axa bim û tê jî li dûv min kolabî. Rovî got: nexeme birakê hêja, min axatî da te, û tû çawa here ezê li pey te bim, û bi sozê mêrên berê, ta ez sax bim, min axatî ma ji tere, û min nema da pêþiya te. Rovî bi vî hawî dev ji axetiyê berda, piþtî bi çavê serê xwe dîtî ku barê berpirsiyaryê û axatîyê barekî çiras girane, ne herkes kare rahêje vî barî, û li xwe wergire . Hah...roj çûn, þev hatin . Þojî û rovî, herdû dest birak, dîsanê derketin dizîya xwe. Þojî jî li pêþe û rovî li dawîye, weke dû çetên bê ewle xwe berdane nêv werz û rezên çiyê . Vêketine tirih dixwin, û ji bin darekê di pengizin bin ya din. Rezê mêrik li telafê xistin, û torên nemayî anîne serê wî. Xwedê wilokir ne bi tûwî, lingê þojî got: Terp û kete xefkê de û bûye care cara wî, û qîr û hewara xwe bire rovî û jêre got : birakê rovî ez di bextê mêrê çê de, vêcarê tê feneke xwe li min xerc bike, bê tû min ji vê tengasiyê ne êne der...gidî. Ez di virade mirim !. Bi wî xwedayê jorîkim ewê ku em afirandine, ku xwediyê rez were, wê serê min jêke, û bavêje dera ha, wê mla min û zarokê min li mîratê bigerîne . Lê roviyê xapanok, ji pêþîde ya xirab xistibû dilê xwede, li þojî zîvirî û got: Þojî, min ji tere neguti bû, axatî bi kêrî te nayê ? lê te digotî na, bi ya min nedikir û þîretên min ne di ketin serê te de !. De lixwe binêre vêca bibîne bê çi felaketên nemayî bi serê tede hatine !. De hema di wirdebe, incex wira ji tere baþbe . Ez tu fenê xwe li te xerc nakim, tû birakitî di nav min û tede çênebûne, ne min tû dîtîyi û ne bînayi. Wilo got û piþta xwe daye birakê xwe, Þojî û bi rêket û çû . Lê Þojî lê zîvirî û got: birakê rovî, min ev hêvî rojekê ji te nedikir, vegere hiþê xwe bîne serê xwe, min di vî halîde mehêle, zarokê min hûrin wê gûnehê min û wan, di hustûyê te keve, ku tû feneke xwe li min xerc neke, û tû min ji vira ne derêxe, wê çêlîkê min ji birçîna bi mirin, û tû jî dizanî ku piþtî min kes nîne wan xwedî bike û li wan bi xwedî derkeve ?.
(Çaxê qala zarokan bû, gurmînî ji nav dilê rovî hat)!.Û ji xwere got: A...hah...!. ka gelo bê zarokên vî hovî di kûdene ? niçîreke bi dohn îro xwedê bê hesab ji minre þandîye. De ka vêga ezê çilo bi ser çêlîkan vebim, ku ez karibim wan buxum ?. û hema rovî ji xwere di bêje : Çi þîveke xweþ di van çêlîka de heye law ! Hema di cihde li þojî di zîvirî û di got : birakê þojî, ji vî alîde piþt rasbe û xeman mexwe, zarokan bispêre apê wan . Birakê xwe rovî : Ka bêje ew sêwîyên te di kûdene, ku ez karibim bi ser wan kevim, li wan bi xwedî derkevim, Ji birakê xwere cihê wan bêje û bi dilekî bêxem, here ser dilovanya xwe, îþê te ji çêlîka nema heye, xwedê wekîlê tebî, ewna wê di çavê minde bêne xwedî kirin, û wê cihê wan di ser yê zarokê minre bî, û bila tû xweþ zanibe jî, ku destê biratîyê pir þêrîne . Zarok zarokê minin ew gihane xwedê û gihane min . Þojî lê zîvirî û supasiya wî kir û got: tû saxbî birakê rovî, û malate jî hezar carî ava, û (sa’eta) te xweþbi . Lê ez nikarim ji wê dûrê ve ji tere bêjim, çimkî dîwar bi guhin, di tirsim ku deng here hinan ji van lawirên çolê, wê herin çêlîkê min buxun . De ka guhê xwe bîne ber devê min, ezê cihê wan di guhê te de êjim . Çaxê rovî guhê xwe anî ber devê wî, þojî -yek nekire dido- devli guhê wî kir, qenc bada û dinanê xwe lê dane û kirin teht, û xwe kire qêlik de. Rovî bûye waqe waqa wî, ji þojîre di bêje : Birako te guhê min birrî, çi bela teye îro ?. Guhê min berde herya, xwedyê rez bê, bi xwedê ku bê wê serê min û te herdûwan jêke ! qey tû dîn bûye vê þevê ? çi bi te hatîye bavo ?. Guhê min berde bes heneka bi min bike, çiqasî henekê te nexweþin.... lo...o...o...h !. Lê þojî jêre got: Ey...hevalê xapanok û tep reþ !.Ma hevaltî xwedê wilo gotîye law ?.Tewra tû dibêje min berde ? jibo tû here min di virde bi hêle, û di serde jî çêlîkên min buxwe newlo ?. Mane berdana te îro ji destê min nîne, ez û te emê wilo bin, ta xwediyê rez were, me ji hev (safî) bike, bila serête jî bi yê minre jêbibe, û xwediyê bêbextîyê herdem di bêbextîya xweve derdikeve . Bi vî hawî, herdû çetan hevdû kirtibûn, û wiha ta (sibehê) mabûn . Sibehê çaxê xwediyê rez hatîye, matmayî maye dema dîtîye, ku vaye þojî bi guhê rovî kirtiye, û devê xwe li guhê wî jidandîye kiriye teht, û care wara rovî di ezmanê xwedê ve derdikeve . Dike nake þojî wî naberde !. Xwedîyê rez jî yek nekire dido.Di cihde xencera xwe kiþand û got: Ey...rovîyê...çepel û fenk! îro xwedê tû bi hesanî gihandîye ber destê min . Ezê vê rojê, tola rez û tirihên bav û kalan ji te hilînim . Û xncer da ser hustê rovî û serjêkir . Piþtra li þojî zîvirî ew ji xefikê derêxist. lê dît ku vaye xefkê lingê wî þikandîye, lingê wî (cebirand) derman kir û paç lê gerandin û ew bi xêr û xweþî berda . Þojî çû malê, nav mirov û zarok û çêlîkên xwe .