MIRÊ MECLIS MIRÊ MECLIS Mîrê meclis ne kenît ,Mutribê goya çi bi ket Xunçe xendan nebitin,Bulbulê Þeyda çi bi ket Neynika husnê butan, lazime sahib nezerek Kesê bîna ku nebit, dîlberê zîba çi biket Bê kerem naçite tîpa edûwan merdê Þecî‘ Tîxê ahen çîte, bê destê tewana çi biket Talibê îlm û kemalê nebitin qabilê feyz Hîkmeta terbiyeya alimê dana çi biket Qelbê „Xanî“ sedefa gewherê îrfanê we lê Metnixwanek ku nebit, sahibê me’na çi biket Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |