PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



çend nimûne ji helbestên Seydayê tîrêj





Çend nimûne ji helbestên Seydayê tîrêj


Hate hundir
_______________________


Hate hundir ew ji niþkave li min çoglerizîn
Ji piyan ketme bi carek dest û pê tev tevizin
Rist û birbisk û guhar û gerdenî xemla giran
Lê dixun tud bê ji malbat û nijadê hur mizîn


Wek memê hundir û jer li min bûn wekî baxê dimir
Cejn û Newroza min e kubê civan hatiye zîn
Em ketin warê evînê bê hiþ û sewda diman
Wek beko gundî û ciran li min û xar qelizîn


Bes li dun xayê ji mer iþq û evînî sosrete
Pêjn û sawêrek ji kûbê em ji tirsad qovizîn
Bi gilî û gazinan derdê xwe mej hevre digot
Dil li me bûye birîn hestî li me tev derizîn



Pêþmerge
____________________



Em hemî pêþmerge ne
Em li xwe pir ewle ne
Serfirazîyê duxwazin
Em ne ben û kole ne.

Milletê Kurd namirê
Qet ji vê rê nagerê
Her wekî Tîrêj dibê
Çax û dewranê me ne



QULINGO
________________________



Qulingê min çima îro
Bi qîrên tê ji germiyana


Bi ceng û bask û perwazan
Berê te wa li zozanan


Li te rê dûro, westawo


Ji heval hogiran mawo



Berê te her li berjor e
Dikî gazî li pê wana


Bi vê qîrîn û hawarê


Xem û derdêm te tev rakir


Birînên dil te axaftin


Bi wan êþ û kul û jana


Gelo ma qey tu dilya ye


Ji germa kerbela jaro


Di vê cihê bav û bapîran


Welatê berf û barana


Welatê kanî û ava


Welatê wa çem û mava


Welatê çîçek û baxa


Welatê mêrg û çîmana


Welatê fêris û mêra


Cihê comerd û camêra


Welatê kaniya zêra


Cihê petrol û mircana


Welatê bilbil û bazan


Welatê þalûr û qazan


Welatê dîlber û nazan


Welatê ebr û qeytanan


Wealatê kovî û þêran


Welatê xêr û hem bêran


Welatê gol û avgêran


Cihê Medya û Mîtana


Weyaxud tu evîndarî


Dixwazê dîtina yarê


Di gel hev ku bikin seyran


Di nîv bax û gulîstana


Li te mizgîn qulingê min


Qonaxa te ne pir dûr e


Bi yek firê tu dighê cem


Di nava erd û ezmana


Ne wek rengê min diljar î


Ji gist û dîtina yara


Me çeng û bask û per nîne


Ku wek te bighêjim wana


Ji Yezdan ez dikim hêvî


Tu bighê meqsed û wara


Bi dilþahî li hev rûnin


Li ser darên di qizwana


Bi xwedê kî qulingê min


Tu raweste hela carek


Ji te'r bêjim du sê peyvan


Delalê ber dil û cana


Berê te ger li Amed bî


Tu xweþ deynî qulingê min


Li kêla þêx Seîdê kurd


Bidî ber deng û fîxana


Bikî qêrîn li ser gorê


Ku kuþtî pêk ve bin dorê


Silavê min li hemyan ke


Heval û hogirê wana


Silavê min bikî dîsa


Li kurdê ameda rengîn


Li wa girtiyên di riya millet


Di çal û hepsa û zindana


Eger tu diçî Mehabadê


Li nîv gorê þehîdan deyn


Bibêje Qadî û Seyfî


Hezar rehmet li ser wana


Berê te ger li Serhed bî


Weyaxut Dêrsim û Sason


Li zozanê þerefdînê


Li Agrîdax û Sîpana


Silavê min li kurdan ke


Çi xort û qîz mêr û jin


Li xakî kurd û Kurdistan


Li birc û xan û eywana


Bibêje ku gelek Tîrêj


Ji bo we tim pesindare


Belê ma çi bikî ew gêj e


Ji ber van çerx û dewrana