PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Welat
li ba Cegerxwîn






Kaniya hozanvaniyê evîn e. Evîn û hezkirina mirovan jîn û jiyên wan xweþ dike an pîs dike. Gava em li dîroka hozanvaniya cîhanî binêrin, emê gellek hozanvanan bibînin, ku hezkirin û evînê ewan namdar kirine. Lê mezintirîn evîn û hezkirina Cegerxwîn bo welêt bû. Welatê wî di jîna wî de û jîna gellek hunermend û nivîsevanêt kurd de têlên tenbûrê, malika hozanê, ronahiya rojê, mûma þevê û yara dil bû.

Cegerxwîn ji welatê xwe re pir nalîn û axîn rêz kirin û di teviya jîna xwe de bo welêt dengê xwe bilind kir û bi evîna Kurdistanê namdar bû.

Di vê gotarê de, em di nav bax û gulistana Cegerxwîn re digerin û bihna kulîlkên evîna wî dikin.



Welatê me li ba Cegerxwîn çi welate ?



" Welatê kurda tev xêr û bêr e

Hemî maden e, tev zîv û zêr e

Lê çi bikim îro maye ji xelkê re



Welatê kurdan hemî çîmene

Egîd û þêr û piling tê hene

Hemî heval û pismamê me ne... "



‑ Helbestên bijarte, rûpel 94 ‑







Di gelek ciyan de, li ba Cegerxwîn, ev dêmenê welat ê xweþ û baþ tê ber çavan:



" Zengîn e welatê me,

hemî kanî û zêr in

Em tev wekî þêr in



Rengîn e hemî deþt û çiya

Av û giya ne, tev bax û bihiþt in "



‑ Helbestên bijarte, r. 9 ‑



Ev xweþî û rindiya welêt, ji zû de, li ber çavên Cegerxwîn e, di dîwana yekemîn de, jî van rewþên delal li ser welatê xwe gotine:



“Kurdistan pir xweþ û geþ, ez jê re tim dinalim

Ew asîtanê kurde, þîrîn e deþt û zinar



Zinar û bax û bostan, zeytûn û sêv û hirmê

Hincas û xox û miþmiþ, bihok û giwîz û hinar..”



‑ Dîwana yekan, r. 10 ‑



Hebûna xêr û bêrên welêt, her di dilê Cegerxwîn de cî girtine û bala wî kiþandine ser xwe:



“Kurdistan tev kûp û bel û deþt û kel û þax in

Dexl û av û dar û ber û gund û rez û bax in..”





‑ Dîwana yekan, r. 24 ‑



Kurdistan li ba Cegerxwîn, xwe bi xwe wilo nîþan dide:



“Gula baxê bihiþta rojhilat im

Di tarîka þevê rojim, hilat im

Ji nav sînga demê pijqîm îro

Di tarîxê fireh hat im, Ferat im..”



‑ Kîme ez, r. 109 ‑



Kurdistan bi xemla xwe ya rengîn, bi co û cobarên xwe, bi çem û rîbarên xwe ve, nola keçeka bejin bilind xweyadibe:



“Bilind e bejn û bala te

Li ser taca te ezman e



Kitanek reng sipî daye

Serê zozan û Sîpan e



Li jorê kanî û cobar

Wekû hêstir dibarin xweþ



Li jêrê te dibênim ez

Bihiþt û bax û bistan e



Kirasek etlesîn kesk e

Bi rengê roje nexþîn e

Li bejna te dibênim xweþ



Bi surme þal û mîtan e..”



‑ Ronak, r. 54 ‑



Bax û bistanêd Kurdistanê hesret û xema xistine dilê hozanvanî, ku di xwe de dinale, îro bi dest dijmin de mane:



“Bax û bistan im ka ? Ax gulistan im ka ?

Dijmin tev girtin ax ! Ax Kurdistan im ka ?..”



‑ Dîwana yekan, r. 39 ‑



Ew ne tenê þîrîn û rindik e, ew bo me dayîk e:



“Em anîn cîhan wê Em kirin însan wê

Lê me zû ew berda Ax Kurdistan im ka ?..”



‑ Dîwana yekan, r. 39 ‑



Li ciyekî de Cegerxwîn li ser welatê xwe nazik‑nazik dibêje:



“Kurdistanê, Kurdistan !

Bexçê gula, derdê dila !..”



‑ Kîme ez, r. 38 ‑



Welat li ba Cegerxwîn, ne tenê þînayî, av û kaniyên sarin, an jî dexl û bistanin. Welatê me tev zêre û dijmin ji dest me revandiye:



“Çol û deþt û lat û þaxên te hemî miþtin ji zêr

Dijminan ew tev revandin, mane em bê xêr û bêr”



‑ Dîwana yekan, r. 69 ‑



“Welat xweþ e, tev xêr û bêr

Petrol û hasin, zîv û zêr

Bindestê dijmin, jor û jêr

Ta kengê kola bin, bese !”



‑ Kîme ez, r.19 ‑



Raste ev welata kaniya zêr û petrolê ye, lê xwediyên va welatî her birçîne, dijmin têde têrin:



“Welatê min bihiþte, kaniya zêr

Belê þêr têde birçîne, gurin têr”



‑ Kîme ez, r. 45 ‑



Welat li ba Cegerxwîn, di gelek rist û hozanan de keçeka çeleng û lewend e, ên mîna Cegerxwîn jî bûne evîndar û dilxwazên wê, hezkirina hozanvanên kurd ji welêt re, ewan tev gihandine rewþeka evîndariya bê nîþe. Ev rewþ li ba Cegerxwîn zor diyare:



“Welat yareke pir xweþ û dîdar

Li ser dinalin hezar evîndar

Li rast û çep kutî, birîndar

Malwêrane ê dosta wî bedew”





‑ Kîme ez, r. 31 ‑



“Keçek min dî ciwan û xame ber bext,

Li wê çûne gelek çax û dem û wext

Me jê pirsî ji ku ye, ey keça rind ?

Kenî û go ji Loran ta biçî Bexd

Me go ey keç tu Kurdistanî ? ez kurd

Kenî û go: ne kurdî, ka ber û rext

Serê xwe min tewande ber nigê wê

Binêr gorî dilê min bû hemî sext”



‑ Dîwana yekan, r. 60 ‑



Ev rewþ û dêmenê welêt, li ba Cegerxwîn di teviya karê wî yê hozanvanî de diyardibe, welat keçeka ciwan e, xweþik e, desgirtiya wî ye, li hêviya mêr û þêrên cengê ye, ew revandine, birîndar e, xembar e û qêrîn û hawara xort û lawanên kurd dike, ku wê ji bin zordariyê derxînin:



“Xemlandî me seranser, dezgirtiya xorta me

Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me

Qelen xwîn e ne gewher, Kurdistana kurda me

Bê tang û top û leþker, îro we ez berda me

Kurdisatna delal im, herkes tê min dixwazî

Ez pir þox û þepal im, min deng daye bi nazî

Ev bûn bîst û du sal im, li ser min ceng û bazî

Kurdo wer min bixwaze, belê bi serfirazî”



‑ Helbestên bijarte, r. 58 ‑





Welat bi xweþî û rindiya xwe, zordariyê li dilê hozanvanê me dike:



“Çi reng þîrîn e yara min

Þepal û nazik û þox e

Ferat û Dicle û Xabûr

Bi ser bejnê de berdan e



Ji xwîna min tu lêv sorî

Ji bîna min gula corî

Tenê min bazinê zendên

Te zencîrin di linga ne

Evîna te kirim seyda

Birîndar û perîþan im”



‑ Ronak, r. 54 ‑



Ev sîtemkariya welat di hinde ristên din de jî, tê ber çavan:



“Pêtiya arê evîna te ye dil kirye pereng

Me çiqas xwest, ku veþêrim lê bi zor dayîye deng



Wek te mêrkuj me nedî kes we bi xwînrêjî bijî

Ku evîndarê xwe carek dikujî wer bê xedeng



Me go qey dost û hevalî, bi te re bûne heval

Ji me dil bir te bi tayê serê zulfa xwe ye þeng



Me nedî çend geryam, ez ne di Þam û ne di Îraq

Kes di rengê te þepalê nazik û þox û çeleng





Te ji Salarê çeleng girtiye ev zor û sitem

Herdu ebrû te þikandin li me bûn þêr û pileng”



‑ Helbestên bijarte, r. 88 ‑



“Lê ne tenê ew aþiqê welat e, belê gele hozanvanên

din jî di wê rê de çûne:



“Ji bona her kesek yarek heye, ê min welat yar e

Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e



Çiqas pesnê giran bêjim, nikarim ez bidim zanîn

Çeleng û nazik û þeng û þepal û þox û cebbar e



Hezar wek min di vê rê de, bi van derd û kulan kuþt in

Tilisma ser devê genca, di sînga min de: reþmare”



‑ Helbestên bijarte, r. 73 ‑



Qelenê welatê Cegerxwîn ne zêr û zîvin, ne cewher û elmasin, tenê xwîna lawan û merdane:



“Qelen xwîna min e çibkim ?

Divê ku ez bidim carek

Meger can û ciger deynim

Di vê rê de, çi erzan e !”



‑ Ronak, r. 55 ‑



“Welat xweþ bûke



Xwîna me qelene”



‑ Ronak, r. 69 ‑



Lê Kurdistan ne tenê þêrînî, ciwanî û evînî ye. Li Kurdistanê kuþtin û talaniye, darvekirin û sotin e, wêrankirin û girî ye:



“Ey dil li qiraxê çemê Amed rûne sergerdan

Rind çavên xwe veke, temaþake welatê kurdan



Li bajarê Amed çikandine çend sêpî

Bi wan ve daleqandine cindiyê zazan



Li alîkî tac û telesan bê xwedî ne

Li alîkî kolosên kevej ketne bin lingan



Ji berîka xwe desmalekê derxe û çavên xwe

Paqij ke, ji wan hêstirên xwe wek tav û baran”



‑ Dîwana yekan, r. 33 ‑



“Sêpî li Kurdistanê çiqandine herdem

Bi wan ve daliqandine torinên kurdan”



‑ Dîwana yekan, r. 45 ‑



Wan bax û bistanên welatê me yê, ku Cegerxwîn ji evîna wan dinale, hatine sotin û pelixandin:







“Agir bi Kurdistanê ket, lewra dikit haware dil

Sed bax û sed bistanî ket manendî bilbil jare dil”



‑ Dîwana yekan, r. 20 ‑



Di welatê Cegerxwîn de, kuþtin û talane, perîþanî û bindestiye:



“Alîkî welatê te maye perîþan û bindest

Li aliyê dinê, talan û kuþtin û tim qîrîn

Pîr û kal û keç û xort û þîrmij û zarok kuþtin

Porgijgijî sergeverin, tu li wan dinêrî wek dîn

Zarokên xwe, ji ber sînga xwe davêjin, ji tirsa

Bazdidin û li wan vedigerin, dil bi kul digrîn

Li jor balafir û li jêr otmatîk û mîtralyoz

dikin qêrîn û dibêjin, haydê lêxin kurd revîn”



‑ Dîwan a yekan, r. 96 ‑



Ji berê zû de, ev welata di rew_eka wilo de mayî, rût û zuha bûye, dijmin par kiriye, dubendî xistiye nav gelê wî de û xwîna wan mêtiye:



“Welat hezar sal in beyar

Di nav de wer bê tînim ez

Hemî pûþ û pelax e lê

Pir baþ e ku hê þînim ez

Dijmin du sê xet lê kiþand

Jehra dubendî lê reþand

Xwîna dilê min mijand

Ev çende pê þêrînim ez”



‑ Kîme ez, r. 54 ‑



Ev zordariya dijmin, bi hawar û qêrînê naye rakirin, tenê xwînrêtin ji me re welat vedigerîne:



“Welat ket e dest neyar

Nayê dest me bi hawar

Divê xwîn bê rijandin

Milet pê bê pijandin”



‑ Ronak, r. 117 ‑



Gelê kurd her di ber welatê xwe de xwîn daye û çi caran ji vê rê venagere:



“Xakî Kurdistan ! bi qurban, pir ciwan û paqijî

Xwîn rijandin pir kurên te, wa li her alî rijî

Milletê kurd ta ku sax e, ew ji vê rê nagerî

Aferî, aferî ! Qadî Mihemed, aferî”

‑ Helbestên bijarte, r. 67 ‑



Lê çiqas welat di bin destên dijmin de bimîne, dîsa jî nabe ê wî, ew welatê me ye:



“Welat li ser navê me ye

Navê kal û bavê me ye”



‑ Ronak, r. 72 ‑



Ew welatê, ku ciwan û xweþik û çeleng bû, niha bûye pîreka porsipî, pûþ û pelax e, belengaz e:



“Bibêje ez keçek bûm, ta ku bûm pîr

Nedî min xwe wekî vê salê êsîr



Serê min bû sipî, pûþ û pelax e

Li jêrê min çu nîne xeyrî ax e



Ji çavên min diçin sed av û sed co

Ji min êdî dikin gazinde zaro



Xerab bûne ji min sed xan û qonax

Nemaye bo perîþanan du sê max”



‑ Helbestên bijarte, r. 6 ‑



Bo çi welat ketiye va rewþa tehl û tirs, Cegerxwîn dibîne, ku ne tenê dijmin har û hov e, zordar û talanker e, lê bi wî re di herdeman de aliyek ji me hevalbend û dost neyar bûne, em û welat sipartine dijmin:



“Mirov tev du qatin û qatek li jor

Hemî tiþt ji wan re diriste bi zor



Ji dijmin re bindest û kola û seg

Li ser me dibin þêx û paþa û beg



Welat perçe, perçe kirin wek reza

Em û xwe bi hevre sipartin diza”



‑ Zend‑Avista, r. 159 ‑





Dezga û karxanên çêkirinê di welatê me de nînin, loma em û welatê xwe wilo perçe, perçe man e, li þûn mane û emê hertim di bin destên neyaran de bimînin, eger em xebata çêkirinê pêþve nedin:



“Welatê ku dezga bi pêþ de nebî

Ewê tim di destê neyaran de bî”



‑ Zend‑avista, r. 98 ‑



Divê em kar û xebatê bikin, xwe fêrbikin çêkirinê û ji hesin û avahiya acetan hezbikin:



“Ji bo ku welatê xwe pê bidne pêþ

Nemînin di nav de, ne zor û ne êþ



Ji hasin re milxwar û piþtxûz bibin

Bi çakûç û mêkut, bi serkûz bibin”



‑ Zend‑Avista, r. 100 ‑



Cegerxwîn ji welat dipirse:



“Hey welat bo çi perçe perçe maye bin destê neyar

Hakimê xakê te bin, ê wek Seîd û wek Beyar

Kurdê bextreþ serþikestî, wer bimênî çarkenar

Kuþtin û zindan û lêdan, bêne wan tim boks û dar

Hey welat heqê me ye, hê em ji xew nabin þiyar”



‑ Helbestên bijarte, r. 40 ‑





“Welat ta kengî wilo perçe bî ?

Em tev di nav de, jar û þikestî”



‑ Ronak, r. 69 ‑



Baweriya Cegerxwîn bi serbestî û azadiya welêt mezin e, û ew dizane, ku wê ji bin destên dijmin derkeve:



“Welat xeyrî te min navê, meger dinya ku kewser bî

Bi xurtî dê tu serbest bî, ji min êdî tu bawer bî”



‑ Helbestên bijarte, r. 72 ‑



Li ciyekî dî jî dibêje, ku:



“Welatê me Kurdistan, wer namînî kolestan”



û ji ber ku bilindî, pakî û rindiya mirovî bi welêt ve girêdayî ye :



“Welat çiqas bilind bibî

Ew qas e jî bilind dibim

Her çend pak û rind bibî

Ew çende pak û rind dibim”



‑ Kîme ez, r. 17 ‑





JI ber vê yekê Cegerxwîn bang li xort û lawên Kurdistanê dike, ku bila ewan þerm û fedî bikin û xwedî li welatê xwe derkevin:



“Welatê te zîndan e, pir teng û kûr

Di nav de dinalin, hemî kûre‑kûr”



‑ Zend‑avista, r. 134 ‑



“Ziman û welat û millet perçe bûn

Ji dijmin re hiþtin me mal û hebûn”



‑ Zend‑Avista, r. 111 ‑



“Ne þerm e welatê te wer perçe bî ?

Kirasê hejarî li bejna te bî ?”



‑ Zend‑Avista, r. 111 ‑



“Were em bi hevre bibin wek bira

Welatê xwe derxin ji destê gura”



‑ Zend‑Avista, r. 113 ‑



Divê xurt û lawên kurd bixwênin û hiþyar bibin, ku kanibin, rohniyê têxin welatê xwe:



“Çi tiþtên ku baþin, bixwîne timî

Welatê me ronî dikin ew hemî”



- Zend‑Avista, r. 159 ‑





Cegerxwîn dibîne, ku eger doz û daxwaza welatê me wekhevî , hevparî û hevjîn be, wê evîna me yê dîsa þîn bibe, û wê çira di tariya jîna me de vêkeve:



“Ku rista welatê me bû wekhevî

Hemî kes xwedî mal û zêr û zevî”



‑ Zend‑Avista, r. 106 ‑



Lê ew, mîna mirovekî xwedî baweriyek çînî bû, dibîne ku parçebûna Kurdan ji dest çînên jorîn e:



“Ku qata bilind çû, dibin tev bira

Evîna welatê me xweþ bit çira”



‑ Zend‑Avista, r. 107 ‑



Bêguman rêya serxwebûn û azadiya welêt, li ba Cegerxwîn jî ne tenê xwendin û rakirina qata jorîn e, ew jî weke hozanvanekî azadiyê banga þoriþê dike, dizane ku rizgariya welatê wî tenê bi þoriþê tê. Lew re emê careke din li hozanên Cegerxwîn vegerin û li ser ramana þoriþ li ba rawestin.

...............




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !