Çend kilamên dila û govendê Çend kilamên dila û govendê Li derhêla Qeyserî, Maraþ û Edenê Temelî Kilam, dîlok, govend, çîrok, destan, lîstikên zarokan, heykatên ku li þevên zivistanê gotin û hin girîngîyên çandeî-kulturî ruh û siruþt û xwezaya netewa a Kurd û Kurdistanîyan e, Min gelek qîmet dane cîranen xwe, lê ez rast bêm; me ji wan hindik qîmet girtin, li vira bi qutî yek nimune bidim. Em Kurdên ku li Qeyserî, Meraþ û Edenê dijîn û li wan dor û deran bi Türkmen û Ewþer û Çerkez û ki Farsag an va yê di nav hev dane, Çerkez,dîlanen xwe bi Akordîen-Mizige, lêtexin û di meþînin, disterên. Ewþar bi dol û zirnen gelek ker û bi meqamen ku li hevhatin, ev meqaminav pî siselan jî çarin Turkmen garî civaten din bi folklorî dewlemendin, le em Kurdên van derî doran tu ixtiyace bi folklorî van ciranan nabîhzin û naxwazin, Lewra govend û meqamen çerkezan û Ewþaran bala me pirr nakiþîne Le bi govend û meqamen Turkmenan va yekcarna em baldar dibin, Kurd û Turkmen li ali Edenê û li navçeyî Sevase gelek li hev qelivîye û ketiye nav heve, le disan jî van bernameyan ji sedî heftê heyþe Kurdine çimkî xemilandin-motîf-reha û bi fîguran xwe heman aþkera dibin Dîlok û kilamen govende û yen evinî di jîyana nav gelî hêlê mede pirr pirrin, heta bîst si salî berê her bûk keçik û civanekî ji van kilaman ha di jêra sih û çil tenê kilam û megam disteran. Temamî hîm û kok û ruha van kilaman gihþtikan hezî û dilovanîye, Ji yên dilovanî, evînî hinek nimune bidim; Bayî teye guva guva Bijkoj filtî sing ê gewre çaven min li navberan ket Her yek telaqa hingive Disa nimuneyek; Derî ade li min veke Quraxek ezing bi mihneke Zalime Dayikê te ku got; ku ew kîye Mîya qer za va berxike disa; Dalliqevaxê di kortê da Malê rindê di orte da Min îþev xevnek be xevn dî Ez girtime di ber te da disa; Ji Helebe virda erde Seri biþo biskan berde Ku merîyek bi dilî xwe nezawcîya Jêra davîye kul û derde Va çi îþ bû va çi îþ bû Bega yaylan tîj be tij bû Gotin rinda te dayîne Bendê dilî min qotmîj bû Subê rabe male av ke Pêlê mene ser ra gavke Eger dîlî te li min e Têlek porê xwe di navke Babetên kilamên dil tim ha dom nakin, hinek jî li bo mixrikên nav dewlemend û belengaz anin, weke ku tê zanîn dewlemend, yanji yên ku hal û wextê xwe baþ in naxwazin keçikên xwe bi lawên belangazan re bizewicin, Li van deran li wan deran Peya nagehþe sîyaran Di hestîye bavî van axan nim Keçkê xwe nadin xizmet karan Li ber duwaran kal û pîr Zar zeç maye bê þakir þîr Felek me li te çi kir ku Te em ha hiþtine feqir Nakokîyên axa û þivên tu cara naqedin. Pezî bavî te beng be benge Xom berdilan ajot renge Gotin nazlî a-rinda-te dayîne Li xwe têxim bi tifangê Balê dikiþînin ser fenek û felbazan, Meri meran dewin tînin Li ser cilê reþ dîtînin yaman qayte devî xwe we Qencî e þoran digerînin Weke ku tê zanin di gundan da kesên ku paþbêjîtî dikin zêdetýr tên naskirin, le hin caran mirov nikare gihþtan naske. Malen hana male mene Qalê min û te dikine Ku tu nedan li min guneye Gunê min li sutî teye Hin caran, ji ruyen van xebergerênanda hînek xirabîyen ku nen xwastin jî dibin, hin nexwaz yekcaran buxtanen pirr xirab jî dikin, Keriyêk pezî min î Qusî Soyxe î mêrat rengî hev talêsi Ez hatim ku ez çi werim Kebanî e heye le por î qusî Talî-tujî û xweþîya jiyane jî di kýlamên dýlan da bi ziman te, Çû li axa kî rawestî Bi roj û þev qe nevestî Me car ke têr hevdu nedî Bi rehetî bi serastî Ber derî me muxurbe ye Gur digerin bi-be zurbeye Xelk li kar û îþî xweye Çave min î li bejnê teye Kilamên ku li ser lorikan tên gotin gelek in Lawik ji dergûþe xujî-xuþî Bi þev û roj dadekiþî Xeber hat ku lorik mirîyê Ji tirsan þîre berên min kiþî Nizanim ku kuda terim Li berxike xwe digerim Min lorika xwe wenda kir Dîyar be dîyar lê digerim La ber deri-li ber deri Dayk runiþt bulxur diheri ji lorik e xeber tune Nizanim çi hate sêrî Bav pir bi law û keçikên xwe va ru û çav nabe, çi gilî û qazincên xort û qizan hebin giþtîk li daykê ye; Mûj û guzan biderîne Alka* Fate min bizewcîne Lawkî te hên î xurîne Vî feqîrî bizewcîne, Ez bawerim hûn gihþt ve dizanin, law berzewac e, dayik jî dibe; lawê min em feqîrin-belangazin, em te bi çi bizewcînin? paþe bihevra di fikirin, dibên; kereke me ê heye, dayik dibe; ba bavî te evarê were, ez jê ra bêm ba kere bifiroþe, em bi perê we te bizewcînin, evar dibe bav te, law dipe ku dayik bexs veke, le dayik pir ji wir nabe, law êdi bê sebre, dengî xwe bi bilindî tîne der; Dayê qalê kere bike, qalê kere bike! Berê kel e virda xwar bû Giha bi serda kevir nar bû Berê dile te î li min bû Çim henka ja-ji min sar bû Ber derî malê bavî te yoqiþe Mînê kewan hildikiþe Ez bi qurbane bejnê zirav Fistan jê ra yaqiþixe Bi nanî tisî ra dikiþe Jêr va hatin gihþt qantirin Serê barî xwe kundirin Zalim Bavî te ku tu neda Ez jî derdî te dimirim Yek caran rinda Mirov, bala taybetî dixwaze bo ku hinek naz û cê xwe bi cih wîne, hinek caran jî yar an jî yarê xwe bi tercube bike, li bo ve ji dilovan ewe ku tim baldar be, ba ne ji bîr kirin Mirov di bin dageri a qontrola yare daye, Ji jêr da hat min nas nekir Çi de dilda mi pirs ne kir Fikra min bû min nekir Min bi xwe destî bi xwe kir" Baran barî hûr hûr weþand Van cotkaran bîder reþand Kî çi dibê bira bibê We rinde gurçî a min xweþand Evîndar, delalê xwe yek caran wek hinek tiþtên qenc dihesibîne, wer bi ziman tine, yek caran dike kevok, pirr caran li Xezala tîne, car caran, yarê xwe dike zozan, caran jî dike biroþek ku dikelî, yek caran gerdane sipî wek þîr dibîne, pirr caran jî dike gul, jê hingiv distîne, car caran dike þaxê çîyan, yek caran jî kela havînê, Here avê, avê bîne Li qirare derî me dîne Tasek avî sar bi minde Avê yaran çî þîrin e Lê tembûr e lê tembûr e Tel zirav e perde hûr e Rabe rindê xwe li bake Ez meyzekim dûre dûre Dilovan, bi xwe pirr razî û bawervane, hincaran pirr dera xwe dipesine, Hîni çîya ne hîni him jî pan e Ketine navbera me û wane Hele carkê bifikirin Hine weke sulalê me hene hin deran kî him lê hene Hatim rinde te bibînim Xwazgînîyên te biþînim Dedine min bira bidin Eger nedan direvînim Meri meriþtan û Îqrarvanen me jî Dêrsim pirr dihatin, heykat û kilamên ku wana digotin kezeb û dilên me diþewitandin, li vir qalekê bikim û dixwazim di dûva þor û nivîsê xwe bi çarînekê biqedînim, Destbiray(Musaîp) bapîrî min digot; "Em giþt bi zincîran girê daybûn û kom kiribûn, di navbera koman de çil-pence metro hebû. Du, xûþk û bira, yek li seriyekî, yek li seriyekî dîn berdan û gotin herin hev hemaz kin (qucax kin) ev herdu zarok sê-çar salî bûn, bezîn, bervî hev dema ku bi gehsin hev û du, leþkeren xwînxwarî har gule (qurþûn) barandin bi ser her du zarokan da, û her yek bi hêlekê da ket" Dema ku ev qala dikir ji çavan da li þuna hestiran xwîn dihat. Dêrsimî ket teslim ne bû Tirba beton dîsa vebû Dil biçûko Seyit "Rizko" Ketî, hate xwe û rabû Çapaxçur Agirî Zîlan Xwîn diherike ji gulan Lê, îro êdî daha nîne Xeberên xweþ tên ji malan, Vala ne bûye va axa Deng ra bû li deþt û þaxa Pîroz be li Netaweya Kurda Gel vegerî derûna xwe Herê,þora xwe bigirim û bi çarînekê ve care nivîsa xwe xelas kim. Dewrimcîno dewrimcîno Tim li çîyan tim birçîno Filore xwe yê dirîno Valike xwe yê veresîno. * Li ali me li hinek gundan bo dayke; Alle, Alko, Atê, Daye, Anê jî te gotin. |