PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DÎSE KURD TÊN JIBÎR KIRIN !


2001-09-25 / Reþîd Battê.

Di vê heyva êlûnê de bûyerên ku li Emrîka, li Newyork li naveroka Cîhanê qewimîn Cîhan ji serûbin hejend.Tirsa terorîzmê ya ku gelek cara bi navê fanatîzma îslamî jî tê binav kirin kete nava dilê welatên cîhanê yên dewlemend, xwedî hêzên leskerî û bi bingehên demokrasî hatî ava kirî , mîna ku marekî bi jahr bikeve nava ûrê mîrovekî.FN, EU û dewletên mezînên Cîhanê bihev re û bi yek dengî banga hevgirtinê û li dijî vê terorîzmê rawastandinê kirin.Ev cara yekem e ku di dîroka Cîhanê de yekîtiyek ji alîyê dewletên Cîhanê ve bi vî awayî pêk tê.

Hêzên Emrîkî yên bi kêþtiyên xwedî cekên nukleer li derdora deryaya Kendavê kom bûne,berê firoke û rokêtên xwe dane bakûr. Di gotûbêjên xwe de qala Afganîstanê dikin lê ne xuyaye wê agîr û bombeyên xwe bi kû de û bi ser kê de bibarênin.

Dewleta Tirkiye bi devê serokwezîrê xwe dide xuya kirin ku hinek dostên wî bi leþkerên xwe ji niha de bi nava Afganîstanê de diçin, ango alîkariya dostê xwe Emrîka dikin.Dewleta tirk ”ji bin xwe þile” û bi vê yekê ,bi vê fersendê dixwazê doza gelê kurd” bincilik” bikê daku baþtir bê jibîr kirin. Dewleta Tirk cihê xwe di nava NATO de xweþtir dikê û berê xwe didê Yekîtiya Ewropa ji bo ku ”doza kurd ” werê jibîr kirin. Paþî vê yeka ha ”kemalîzm” ji aliyê hinek profesorên Cîhanê ve tê pesin kirin û di nava ” kemalîzmê ”de jî êdî ”doza kurd” li Tirkiyê li ser perceyê herî mezinê Kurdistanê dikeve nava ”kemalîzm” û ” dewleta demokratîk” ya ku PKK, HADEP û hinek komên din ê bakurê Kurdistan diparêzin.

Pêþiya berê gotiye ku ”rezî wêran bu, teyrok jî lê hat ” û bi geþbûna terorîzma fanatîkê Îslamî û li dij wê gijbûna hêzên dewletên Cîhanî ve ”doza Kurd ” dîse tê jibîr kirin. Ne dewletên demokratîk yên Cîhanê û nejî dewletên misilmanên Cîhanê li doza gelê kurd xwedî derdikevin. Ji xwe dewletên dagirkerên Kurdistanê ” terorîzma xwe ya dewletî ya li hember gelê kurd ”, bi dijayetiya li hember ”terorîzma fanatîkên îslamî ” diveþêrê dakû ya wan xuya neke. Her du alîyên ”terorîst” yê ku min li jor bahs kirî ”dîn dijminê gelê kurd in”. Kurd li Cîhanê ji herkesï bêhtir misilmanin le dijminayetiya ku ji dewletên misilman tê ji ya herkesî bihêztir û gurtirre. Ew in yên ku destê xwe dideynin ser devê kurdan daku dengê wan dernekevê.

Dewleta misilman ya Îranê jî bi bêdengiya xwe û bi bêalî mayîna xwe, xwe ji vê tofanê dûr dixe u rûn di nanê xwe dide. Ew jî li cem xwe PKK xwedî dike ji bo ku piranîya kurdên îranê bêdeng û bêhêz bibin dakû ev doza ha li wir jî were jîbîr kirin. Dewletek misilman û ne demokratîk, îran û dewletek demokratîk, layîk, Tirkiye (ligor ku Ewropî dibêjin) li cem hev û bihev re roja îro di eniya Cîhanê ya li dij terorîzmê de, destê xwe didin hev bi Cîhana xwedî hêz û demokratîk re dibin yek.

Hêviya her çar perçeyên Kurdistan maye bi perçê baþûr ve. Ew jî ev deh salîn ku li bendï Cîhana demokratik in da ku wan û Saddam bi awayekî ”bihevxweþ” bikin. Ev ”bihevxweþ” kirin bi behweriya min xapandine û roj bi roj ”doza kurd û Kurdistan” li paþ dihêle. Li hêviya vê ”bihevxweþ” kirinê perçeyên din ji maf û daxwazên xwe gelekî bi dûr dikevin, ber bi nemanê diçin.Di vê ”fisdûmana” nuh de careke din doza kurd û Kurdistanê hatiye jibîr kirin.

Bi bahweriya min îro ji hemû rojan zûtir û bi dengekî bilindtir divê partî û hêzên kurdistanî dengê xwe bilind bikin, ji ”doz û daxwazên” xwe neyên xwar.

Berî herkesî hêviya min ji Hikûmeta Kurdistana Baþûr heye ku li gor îmkanên xwe yê heyî banga ”doz û daxwazên kurd û Kurdistan” ji Cîhanê bi dengekî bilind bike. Ne tenê rewþa Baþûr lê yên perçeyên din jî bide pêþ,dengê wan û destê wan îro dighe gelek deran. Di vê teqûreqa dawî ya bi navê ”terorîzmê”de, saddam jî tê tohme kirin .

Hebûna perçeyên din, dengê wan dibe hêz ji Baþûrê Kurdistan re. Bêdengiya wan û nemana wan qelsbûn û nemana Baþûr e jî.
Divê kurd bêdeng nemînin û xwe bi hêviya hineke din ve nehêlin. Divê mirov bixwe, bi deste xwe piþta xwe bi xwerêne, an na wê dengê kurd, doza kurd û Kurdistan li ber linga here…









www.pdk-t.dk