PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dîse dengê kurda nayê !!!


2001-12-21 Reþîd Battê


PÎþtÎ 11 êlûnê û buyerên ku li Emrîka qewimîn Cîhan kete nava sergêjiyek nuh û dîrokî de.Tu carên din di dîroka Cîhanê de bûyerek weha ne qewimîye.

Sê hêzên nuh anjî bi gotineke din sê sîstemên nuh bi ser avê ketin, li Cîhanê ronî bûn.

Yê yekem ku çekên herî lipêþketî bideste, aboriya Cîhanê di binê kontrola wî de ye, zanebûn û ronakbîriya Cîhanê li aliyê wî ye û yekîtiya dewletên Cîhanê(FN) yên ku hevûdû qebul kirine di nava wî de û di sîstema wî de ye.

Yê dûyem,aliyê ku bi oldarî û bahweriya xwe bi dîtina xewnên þaþikmezînên xwe ve maye girêdayî û bi xeyala Behiþt û Dojehê ve di binê kontrola Xwedayê mezînê xwe de ye û ji piraniya mirovên vê Cîhanê yên nezan pêk hati tê.

Ev hêza duyem e ku cara yekem bi xeyal û xewnên aqilmendên xwe û bi alîkariya teknîka ji aliye hêza yekem ve hatî peyde kirin buyerek nebûyî di 11 êlûna sala îsal de pêk anî.

Yê sêyem jî ew e ku di navbera xewn û xeyalê de, li alîyekî bi hêza yekem re xwe hildide û li aliyê din jî wek toreya xwe ya kevnare bi þaþikmezinên xwe re xewn û xeyalan dibîne.

Di rastiyê de ne li aliyê yekem û ne jî li aliyê duyem tên xuya kirin û nejî hesabê wan tê kirin.Roj biroj ronahî û zelalî di navbera hêza yekê û ya dûyem de çêdibe, hevûdû baþtir nas dikin û hesabê hevûdû dikin. Ligor wan hesaban jî þerê hev dikin.Ya sêyem jî wek ”çequberk” e, geh livî alî û geh li wî aliye û ji her duya jî bêpar e.

Di nava hêza tune de kurd û doza Kurdistanê jî heye. Ez di wê bahweriyê de me ku kurd li vê naverastê bitenê dinava man û nemanê de di ferfitin wek çûkê serjêkirî, li ber mirînê ne.

Kurd ji misilmanên Cîhanê bêtir misilmanin, beriya bi heþtsed salî, misilmanî bi xêra kurdan maye liser lingan, lê yek dewletek misilman rehmetê bi misilmantiya xwe li bav û kalê xwe nayêne û nabêje ku ev neteweyê ha jî bila bibe dewlet û serxwebûna xwe bigrê daku bikevê nava rêzên dewletên misilman yan jî yên ku dibêjin em demokratin de…

Ji hêza yekê ku bi banga gotina ”demokrasî” her tim bang dikin jî, qala serxwebûna vî neteweyi qet nakin.Daxwazê wan ji bo kurdan ”ji mafê mirovan” tu carî derbas nebuye. Li gor wan ”mafê mirovan” bi tenê nan û av e û ne tiþtekî din e.
Ji xwe qelsiya herî mezin ji kurdan bixwe tê. Ew bi xwe nizanin çi daxwaz dikin û li daxwazên xwe jî gelek caran xwedî derneketine.

”ÎRO WEKU GELEK CARÊN BORÎ KURD BÊ DENG IN”, ew li bendî hineka ne daku ji bo wan daxwazê wan wek dilê wan(kurdan) heþkere bikin, lê çi mixabin ku tû kes, hêz tunin ku ji kurdan bêhtir û li pêþtir deng û daxwazên wan heþkere bikin û lê xwedî derkevin. Lê wek li jor jî hat gotin wan bi xwe jî nekiriye û nikarin bikin…

Di vê sedsala borî de gelek fersendên hêja ji destê kurdan derketine û her car jî kurda li xwe daye û gotiye ”heywax!” ev jî ji destê me çu, lê jê qet tû ders wernegirtine û xuyaye ku wê wernegirin jî…

Di rewþa îro de kurdên baþûr li gel hêzên xurtên Cîhanê tên xuya kirin, bi gotineke din di binê paþmêriya Emrîka û Birîtanya de ne. Heger ew ne li wir bin wê hêzên çekdarên Saddam wan di du rojan de daqurtênin.

Îro û divan rojan de di nava dewletên rojhilata navîn de bend û komikên stratejîk yên li ser menfeetên van dewletan tên ava kirin, hebûnên Kurdistanê di nava xwe de parve dikin.

Tirkiye bi Emrîka re hinek bazarên nehênî dike, leþkerê xwe dixe nava baþûrê kurdistanê, peymanan li ser derxistina petrolê li derdora Kerkukê çêdike û li ser sînorê Îraq, Sûriye û Kurdistanê jî, bi hêviya peyde kirina dergeh û þopên petrolê dixwazê cihê xwe xweþ bike.

Îran û opozîsyana îraqê bi rêberiya Mr.Çelebî ji bo perçe krina Îraqê yan jî bidestxistina hikmê vê dewletê bazar û pêþniyara ji Emrîka re dibe. Lê Pêjna kurda di vê bazarê de jî qet nayê!

Hêz û çekdarên Saddam jî, li devera ku dilê wan dixwazê diçin-tên û lê dimênin û paþmêrên kurdan Ingilîz û Emrîka ji xwe qet nabêjin ev çiye?

Îran û Suriye jî her çi bixwazin li ser vê axê bikin wê bikin û kesek dengê xwe nakê…!

Kesek, dewletek, yekîtiya neteweyên Cîhanê(FN), yan jî yekîtiya dewletên Cîhanê di binê serokatiya Mr Annan de nabêje em ê rê bidin kurda ku dewletek xwe, serbixwe ava bikin, tim dibêjin ku em ne ligel perçebûna dewleta îraqê ne…!
Sowyet û Yogoslavya belav bûn, bûne 22 û dewlet kesî negot ku em li dijî perçebûne ne, ji bîstan bêtir jî dewletên ereban hene, hinek ji wan çend eþirin û yên din jî çendsed hezarin lê bune dewlet, lê dema qala kurdan tê qet kesek dengê xwe dernaxe…!

Dema qala perçebûna Îraqê tê kirin yan jî dewletek federativ ji ereb û kurdan re tê pêþniyar kirin; dewletên ereb û misilman bi yek dengî li dij derdikevin, yên dî jî ji bo ku petrola ereba ji destê wan neçe û ew jî wek wan li yek daholê dixin, bi bilûra petrolê lê ne bi ya demokrasiyê bang dikin.

Kurdistan buye wek perçeyek goþtê qelew ku dinavbera gur, rêvî û çeqelan de maye, geh dikeve devê vî û geh dikeve devê yê dî.

Ev deh salin ku Kurdistana baþûr þêne, ava buye xweþ û geþ buye lê bê diran û bê strî maye, nema dikarê ji van rêvî û çeqelan xwe bilivîne. Piþta xwe daye dêwê mezinê guh derzî lê çavên wan dêwan jî li pariyên mezintir û xweþtire…
Tirsa min ji vê bêdengiyê ew e ku vê carê jî kurd bêne xapandin û daqurtandin û wê hingê dawiya kurdan bi temamî were, fersendek dî wek ya îro hew bidest kurda dikeve…!





www.pdk-t.dk