PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



MEDHÎYE Û MERSÎYE
PESINNAME Û ÞÎNNAME)
(Der bareyê Muhammed begê BAZÎDê da)



MEDHÎYE Û MERSÎYE

Kanê Muhammed beg gelo? Ka PadîÞahê Serhedan?
Îro ji dil bigrîn dilo! ka PadîÞahê Serhedan?

Îro bi bînin îbretê, axa û xelqê hêÞetê
Kanê xwedanê xîretê,ka PadîÞahê Serhedan?

Mîrê di nêv mîran bi nav, esheb suwarê rim zirav
Bala bilindê perr belav,ka PadîÞahê Serhedan?

Kî, dî we reng zatek Þerîf,erkan û ezmanek letîf
Alem didest wî bû zeîf, ka PadîÞahê Serhedan?

Koma Dimil bû sê hezar,sed Mîrekan vêkra du car
Jêk rakirin,kir tar û mar,ka PadîÞahê Serhedan?

Senceq ji ser qemmê birrî, Bitlîsîya wan jê kirî
Xanê Dimil ker bû, çirrî,ka PadiÞahê Serhedan?

Kanê ezîzê Misrîyan,kanê edûwwê Wanîyan
Kan hevrikê Mahmûdîyan,ka PadîÞahê Serhedan?

Kanê emîrê namîdar,serhed niÞînê xundekar
Pasan ji bo pêÞkês hinar,ka PadîÞahê serhedan?

Kanê emîrê zî funûn,ka aqilê teb’et cunûn
Alem li ber wî bûn zebûn,ka PadîÞahê Serhedan?

Çend mîr û hakim rakirin, çend xan û sultan da kirin
Kom û heÞem ber Ba kirin,ka PadiÞahê Serhedan?

Ew hakimê pirr nav û deng, hem teb’etê Teymûrê leng
De’wa dikir biçye Frenk, ka PadîÞahê Serhedan?

Pêla ku wî dîwan di girt, xelqê edeb erkan di girt Heybet ji wan dîwan di girt, ka PadîÞahê Serhedan?

Wextê bi ser hespê diket, ÞeÞ caniban rev pê di ket
Heybet bi ser xelqê di ket, ka PadîÞahê Serhedan?

Daîm edalet pêse bû, xayet deqîq endîÞe bû
Nazik tebîet ÞîÞe bû,ka PadîÞahê Serhadan?

Dîwan û edl û dadîgîr, îz’an pirr û roÞen zemîr
Hetta xweÞîn nakin ji bîr, ka PadîÞahê Serhedan?

Dîwan û eywan sanisîn, ew sedr û hewzê nazenîn
Man Þubhê firdewsê berîn,ka PadîÞahê Serhedan?

FerÞên di dîba û herîr,îstebreqên wî bê nezîr
Bê îxtîyar mayîn ji bîr,ka PadîÞahê Serhedan?

Ev xalîyên ermûÞê qezz,wernagirin kes Þubhê xezz
Xalî bûyîn meydan û rez, ka PadîÞahê Serhedan?

Rez bû mîsala cennetê,eywan ji sun’a qudretê
Kes nîne tê ket suhbetê,ka PadîÞahê Serhedan?

Elmas û le’l û gewheran,Tomar û tac û bin perran
Hedd nîne bêxme defteran,ka PadîÞahê Serhedan?

Ew ÞehniÞîn û hewz û av,nêçîrgehê pirr seyd û rav
Nabit bibêjim ez bi nav,ka PadîÞahê Serhedan?

ÞahînÞehê gerden firaz,aza kirin Teyhûn û qaz
Terxan kirin Teyxûn û Baz, ka PadîÞahê Serhedan?

Mîrê Me wa nabit suwar, têr bûya ew naçit Þikar
Teyxûn û Terlan man li xwar,ka PadîÞahê serhedan?

Serdarîya koma gelek naket suwarê çav belek
Çavet spî bin ey Felek! Ka PadîÞahê Serhedan?

Taq û Rewaq û menzeran,kosk û kelat û xeyberan
Wan cumle nîÞan heyderan,ka PadîÞahê Serhedan?

Ew cumle,wî îcad kirin,her çend qewî bunyad kirin Çerxê,hejand berbad kirin,ka PadîÞahê Serhedan?

Xwahê Kelatan bê zefer,dijmin ji ber wî bê meferr
Wê çûye nêva ax û ber,ka PadîÞahê Serhedan?

Dunya di borîtin bi dor,umrê ezîz nadin bi zor
Dewlet di bên: Naçîte gor,ka PadîÞahê Serhedan?

Yareb hebit ocax qedîm,emmên di wî, xweÞ bin emîm
Bilxasse ew durra yetîm,ka PadîÞahê Serhedan?

Durdanyê gewher sedef,ew ma ji wî neslê xelef
Ya Reb nekî wan zû telef,ka Padîsahê Serhedan?

Xanî! Tu jî, destan hilîn,Her çend ku zêde dil kulîn
Îro ji mîrê sailîn, ka PadîÞahê Serhedan?

Em jî di bên : Xanî mîsal, kanê hem û dost û heval
Ka tac û text û mulk û mal, ka PadîÞahê Serhedan

Ka mîrek û xan û xwe dan,ka çadir û konê vedan
Zozanê Qardox û Medan,ka PadîÞahê Serhedan?

Kanê welat kanê welat,ser kanîya avul heyat
Ka Xizrê azadî ne hat,ka PadîÞahê Serhedan?


Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre



Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !