PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN PDK - XOYBUN
01.11.1934—23.01.2021 — Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan, pûblîsîst û wergêrê bi nav û deng, Wezîrê Eşo, di temenê 81-salîya xwe da, di 23.01.2015 de, li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe.
Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun
P D K — XOYBUN
01.11.1934 — 23.01.2021
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan — Xoybun ( P D K — XOYBUN ) ê, Wezîrê Eşo yê Hûtî, bi Dilekî germ, bibîr tînim. Wezîrê Eşo, wekê her Tekoşer û Şehîdên Kurdistanê, nemire û Dilê meda dijî. Şehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Şermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja : Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan, pûblîsîst û wergêrê bi nav û deng, Wezîrê Eşo, di temenê 81-salîya xwe da, di 23.01.2015 de, li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe. Wezîrê Eşo yê Hûtî, 1ê mijdara sala 1934an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê, ji Dayik buye. Wezîrê Eşo, Xwendin-perwerda xwe ya destpêkê, di dibistana gundê xwe – Pampê (niha Sîpan li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) û ya Tivlîsê ya jimara 23an da bi giranî bi zimanê Ermenî bi cî aniye. Sala 1958a fakûltêta (beşa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê – Yêrêvanê ya dîrokê xilas kiriye. Serê Endamên Malbata, Wezîrê Eşo û serê heval û hogirên wî, serê Netewa Kurd, sax be...
Caweke pir xemgîn iro gihîște min. Dijwere wê rastiyê ra qayîl bim, ku hogirê minî qelemê, ku eva devedevî niv sedsale em rêkê da bi hevra dimeșin û van sale dewyê heftêk tunebû me bi seheta hevra xeber neda xatirê xwe ji me dixweze, dice tevî refê rewșenbîrê meye nemir yê dewra sovêtê bibe: Erebê Șemo, Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Șekroyê Xudo, Emînê Evdal, Nado Maxmûdov, Fêrîkê Ûsiv, Mîkayêlê Reșîd, Simoyê Șemo… Wê cêrgê mirov kare dirêjke. Gișk jî navên mezin û bijare. Gișka jî Wezîr hiz dikirin, gișkê jî bi hizkirin li rex xwe wê ciyê layîq bidine Wezîrê Eșo…
Wezîrê Eşo sala 1934 a, 1 ê meha mijdarê li paytextê Gurcistanê: bajarê Tilbîsê da hatibû dinê. Pêşyên nivîskar destpêka salên 80 î sedsala 19 an ji ber zulm û zora dewleta Osmaniyê û olperestên êlêye fanatîk ji Eleşgirê ( E´yntap ji navça wan ra digotn) ji êla xwe ya Sîpka diqetin û bi dijwerî direvn e navça Dîgorê li qeza Qersê. Wê demê ew herem êdî di bin bandora desthiletdariya Împêratoriya Rûsiya qiraliyê da bû. Êla wan: Sîpkîên Êzdî li wî cîyê nû ji xwera gundan ava dikin. Mala kalkê Wezîr gundê Şîrikûyê da cî dibin. Ew li wê êlê da malbeteke bi nav- denge û kivş bû… Berî şerê cihanê yê ewlin kalkê wî Hûtê Begê Reşîd axa wek gilavîyê (serokê) wê êlê tê hilbijartin. Lê ev yek dirêj nakşîne. Sala 1917 an li Rûsiyayê şorişa Oktiyabirê ser dikeve. Leskerên Rûsa Pişkavkazê dihêlin, diçin. Leşkerên Osmaniyê û alayên Hemîdiyan dadikutine wê heremê. Qewatên Ermenîya têrê nakin pêşya wê lêya zalm bigrîn. Êla Sîpkan ji aliyê Osmaniya da ziyneka mezin dikşîne. Yên tên qirkirinê, yên bi teherekî ji çemê Ava Reş derbaz dibin, diçin, digîhîjne navça Elagezê kurdên Êzdî. Wê demê 12 gundên Êzdiyan li pala çîyayê Elegezê hebûn. Malbeta kalkê nivîskar Hûtî Begê gundê Pampê da cî dibin. Lê hêzên Roma reş tev Hemîdiyan tên, bi şûrê xezevê digihîjin wan gundan jî, Êzdî dikevin devê şûrê neheqiyê. Mêra, zarok, kal û pîran dikujin, gunda talan dikin, geleka hêsîr digrin, tev talên dajone kûraya Tirkyê. Malbeta wan mecbûr, direvin bajarê Tilbîsê. Wê demê Tilbîsê da jî feqîrî û nangiranî bû: tije sêwî û evdên bêxweyî.
Wura jî qeydê Sovêtê tê demezirandin. Bajêr da mektebên karkiran yên hildana nexwedîtiyê vedibin. Eşo jî wan mekteba da bi piştgiriya Kamil Beg Bedirxan (Wê demê ew lawê mala Bedirxana li bajarê Tilbîsê dijît, tevî hinek karkir û rewşenbîrên kurdan kare kurdewarî dimeşand) dixwîne, xwe pêş dixe, dibe şagirtekî Bedirxwen. Dizewice. Halê wan xweş dibe. Sala ku Wezîr tê dinê (1934 a) malbeta wan vedigerin nava qewm-pismamên xwe: Ermenistanê, gundê Pampa Kurdan. Bavê wî ewil wak berpirsiyarê kilûba gund, paşê salên dirêj wak serokê sovêta gind dixebite…
Zarotya Wezîr wî gundê Kurdayî çiyayî bedew da derbaz dibe. Pampa Kurda (niha Sîpan) li nav wê navçê da gundkî herî şên e, bi bihar û havînê xwe yên li nav kulîlkada xemilî, kerî, sûrî, berx , berodan, bindarûk, zerî-domamên çevreş, payîzên bi dewet û dîlan, zivistanên berf û boran, odên germe tije çîrok û kalên zemana. Pamp xizna zargotinê ye.
Dema Wezîrê me dinivîsî, yan li nava civakekê da diaxivî, kolorîta axaftina Pampiya dihate bîra mirov. Xeysetekî kurmancîyî, lîrîkîyî, sivik, zimanekî xweşî tije tem û şîrnayî, ruhsivikî, axaftineke maqûlî, zaroka ra zaroke, mezina ra mezin bû Wezîr me. Timê li nav şîn û şaya, mesrefa da, mîkrafon yan kasa eşqê dêst da, ber dilê evda da dihat, ku derdê wan sivikke, destanînê wan ra şabûna xwe digot, xelq pîroz dikir. Axaftina wî jî ne wek ya xelqê bû, dirêje û heftq bû. Rewşembîrekî usan bû ku nav, bi xûdana xwe, keda xwe qazanc kiribû, hela dewsa hinek rewşembirên me, nîrê wan jî kişanibû û carna li bin sîyê da mabû.
Xwendina ewlin Wezîr dibistana gundê xwe ya hevtsale da standibû, paşê bajarê Tilbîsê da mekteba navîn xilaz kiribû. Sala 1953 an beşa dîrokê ya Zanîngeha Yêrêvanê da hatibû qebûlbûn û ji pey bi serketin qedandina xwendina bilind ra gundê xwe da bûbû berpirsiyarê dibistanê.
Sala 1961 ê dice Lênîngiradê ku li ser dîroka gelê xwe bixebite û têza doktoriyê bistîne. Ew li wur kurdzan-rojhilatzanên bi nav û deng ra dibe nas, li nav dîroka gelê xwe da kûr dibe. Sala 1963 a vedigere Yêrêvanê. Sala 1964 a wî kivş dikin wek rêdaktorê sîyasî î sereke yê weşenên têlêvîziyon- radiyo û weşenxana li Ermrnistanê. Salên 1983-1994 an karê rêdaktoriye û wergervaniyê di beşa weşanên Kurdî ya Radiyoya Yêrêvanê da dike. Sala 1994 an ji sedemên taibeytî Wezîrê Eşo penaberî Bêlgîyayê dibe û heta roja xweye dewyê kar –barên xweyî rewşembîryê, zaniyaryê, nivîskariyê, welatparêziyê li bajarê Birûsêlê didomand.
***
Despêka salên 60 î, sedsala çûyî, Wezîrê Eşo jî tev Şikoyê Hesen, Mîkayêlê Reşît, Fêrîkê Ûsiv, Simoye Şemo, Sihîdê Îbo, Egîtê Xudo, Emerîkê Serdar u gelekên din ronayîke geş anî nava rojnemevanî û edebiyeta Kurdên welatê Sovêtê… Ermenistanê da ew bûne stûnên karkir û rêvabir ji bo ocaxên medeniyeta Kurdan. Salên weşena xweye ewlin heta sala 1994 a çawa para axaftinên radiyoya Kurdî ya rojane, usan jî pelên rojnema RIYA TEZE bi nivîsarên Wezîrê Eşo xemilîne…
Wezîrê Eşo di nav xwendevana da çawa nivîskarekî bi şuret û hizkirî eyane. Pirtûkên wî yên kurteçîrokan: “Mizgînî” (1976), “Dengbêj kal bûbû” (1983), “Pamp-Sîpan” (1986) û gelek efrandinê wîye din ji alyê xwendevana da hatine hizkirin. Têma efrandinê nivîskar emrê evdê kurde, Pampa wîye delal, dijweryên dîrokê, jîyana îro, hizkirin, penaberî û xerîbî, hisreta Welatê kal-bavan, pismamtî û xêrxweziya gelan… Şirovekirna wî şîrin û xweşe, bi gilyê pêşiyan, laqirdiyan, reng û rewşên hewaskar xemilandîye…
Nivîskarê hizkirî karekî mezin di aliyê wergera bedewetiyê da kirye. Xebata salaye dirêj di warê wergerê da û zanebûnên bêqisûr ya zimanên Rûsî û Ermenî mecal danê ku efraninên bedewetiyê usan wergerîne kurmancî, wekî ew ji bingehê danexin. Sala 1982 berevoka wî ya wergeran ji nivîskarên Ermenî “Xebera Dosta” hate weşendin. Bi wergera wî radyoşanoyên “Hisret”, “ Nahapêt” yên li ser hîmê romanên nivîskarê Ermeniyayî Hraçiya Koçar nivîsî, “Memê û Gulê” ya nivîskarê Kurd Nado Maxmûdov salên başqe-başqe bi zimanê Kurdî Radiyoya Yêrêvanê da hatine dayîn. Wezîrê Eşo usa jî yek ji wergerê berevokên efrandinên nivîskarên Ermeniya yên mezin H. Tûmaniyan û A.Îsahakiyan e.
Li ber dilê min da xebateke wî ya giranbha Xaçatûr Aboviyan u lêkolînê wî KURD û ÊZDÎ ye, ku sala 1986 li Yêrêvanê hate weşandin. Xaçatûr Aboviyan, dost û xêrxwezê gelê Kurd hîmdarê Edebiyeta Ermeniya ya nû ye. Ew salên 40 î sedsala nonzdan çûye li nav êlên Kurdan û ev herd gotarên giranbiha nivîsîne, weşendiye. Wezîrê Eşo ne ku tenê ew gotarên giranbiha wergerandine Kurdî lê lêkolîneke pir kûr, bi nirx û delal derberê wan û nivîskarê wan da weşandiye û daye xwendevanên xwe…
Ji bo emekê wî yê mezin, sala 1991 ê ji alyê yekîtya Nivîskarên Ermenyan va ew hêjayî xelata hurmetê ya ser navê Erebê Şemo bû.
Radyoşanoyên wî “Koçekê Derewîn” û “ Tîgran û Mehmûd” ji aliyê guhdarê radiyoyê va gelekî baş hatine qebûlbûn lê komêdya “Remo, Şemo, Temo…” salên 70 î ,demeke dirêj ji ser dika tîatroya Elegezê ya gelêrî nedihate xar…
Wezîrê Eşo karne mezin kirye di warê rojnemevanyê, rêdaktorya pirtûkan da. Ber qelema wî bi hezara qise, nûçe, miqale, heypîvan, gotarên hewaskar derketine. Wî pêşgotinên dor deh pirtûkên nivîskar, helbestvan û zanyarên kurd nivîsye yên wek Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Fêrîkê Ûsiv, Simoyê Şemo, Şemsî û yên din.
Ew endemê Yekîtya Nivîskar û Rojnemevanê welatê Sovêtê bû, dewsgirtiyê sedrê yekîtiya rewşembirên Kurd yên Ermenistanê…
Ji pey penaberyê ra jî Wezîr rehet rûneniştye. Berê qelema wî hê adan bûye. Sala 2007 a li Hewlêrê pirtûka wî: “Dosya Barzanî Sandoqa Stalîn ya pola da” hate weşandin. Ew pirtûk, bi wergera dr. Îsmayîl Hesaf salek peyra bi zimanê erebî dîsa li Hewlêrê hate weşandin.
Sala 2008 li Başûrê Kurdistanê pirtûka wî ya novella “Paryê Berdamayî” bû male xwendevana. Vê berevoka novella da bi cure bîranîna nivîskar vegeryaye berbi koka xwe, jiyana kal bava û girêdana xwe bi wî emrê derbasbûyî, wan evdên hizkirî ra. Berevok serketîye û bi hizkirin tê xwendin.
Monogirafiya wîye ser jîyan, kar û berhemên Qanatê Kurdo, ku van axriya hate weșendin xebateke pir bi qîmet e derheqa Rojhilatzanê mezin da.
***
Vê dewyê, dema pîrozkirina 80 salya wî, pașê jî seva roja sala nû, me dirêj hevra xeber da. Gelekî ji bo nivîsarên xweye neweșandî dikewgirî. Keça wî Mîdiya xûșik jî hazir bû. Gelekî kêfxweș bû dema min gotê Kovara Navenda Lêkolînên Êzdînasyê hejmara ewlin hatiye weșendin û wegera wîye pir hêja, gotarên Xaçatûr Abovyan “Kurd û Êzdî” bi temamî hatye weșandin. Emê zûtirekê jêra bișînin. Çendek pêșda Leyla Çildergûșî hatibû Mala Êzdiyan Oldênbûrgê, min kovar jêra șand, lê sed heyf Wezîr êdî nexweșxanê bû.
Wezîrê Eșo wê tim dilê heval-hoger, xwendevan û gelê xwe da bimîne.
NIVÎSKAR Û ROJNAMEVANÊ NAVDAR
WEZÎRÊ EŞO ÇÛ LI SER DILOVANÎYA XWE.
Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê bi nav û deng Wezîrê Eşo, di temenê 81-salîya xwe da li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe. Çanda meye netewî zîyaneke mezin kişand.
Wezîrê Eşo yê Hûtî 1ê mijdara sala 1934an li payîtextê Gurcistanê-Tivlîsê hatiye cîhanê. Xwendin-perwerda xwe ya destpêkê di dibistana gundê xwe – Pampê (niha Sîpan li herêma Ermenîstanê ya Aragasotinê) û ya Tivlîsê ya jimara 23an da bi giranî bi zimanê ermenî bi cî aniye. Sala 1958a fakûltêta (beşa) Zanîngeha payîtextê Ermenîstanê – Yêrêvanê ya dîrokê xilas kiriye. Salên 1958-1961ê weke serokê dibistana gundê xwe – Pampê (li nawça Axbaranê) kar kiriye. Salên 1961-1963an li Lênîngiradê (niha Pêtêrsbûrg) beşa kurdzaniyê da ya Înstîtûta Rojhilatzaniyê, bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994a wek rêdaktor, serrastkir û kontrolkirekî çapemeniya Ermenîstanê yê sereke, her usa jî wek rêdaktor-wergêrê beşa weşanên bi kurdî ya Radiyoya Ermenîstanê li Yêrêvanê kar û barên xwe bi cî anîne. Ji sala 1995a hetanî naha li Payîtextê Bêlcîka-Brûksêlê dima û diafirand.
Wek nivîskar berhemên wî di rojnameya kurdî ya «Riya Teze» da û her wiha bi wergerên ji ermenî û rûsî di rojname û kovarên Ermenîstanê yên wêjeyî da ji sala 1958a û vir da hatine çapkirinê. Berhemên wî yên lîtêratûra bedewî weşanên kurdî yên bi radiyoyê jî xemilandine. Novêl û wergerên Wezîrê Eşo yên lîtêratûra bedewî, bi tayîbetî bîranînên wî ser Erebê Şemo di berevokên berhemên nivîskarên kurd da jî hatine çapkirinê, ku salê carekê bi navên « Bahara teze » û « Bahar » li Yêrêvanê salên 80î û 90î hatine weşandinê.
Hetanî niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo yên berhemên lîtêratûra bedewî, zaniyariyê û wergeriyê hatine çapkirinê : «Mizgînî » (Yêrêvan, 1976), «Xebera dosta » (berevoka novêlên nivîskarên ermenî bi pêşgotin û wergera ser kurdî), «Dengbêj kal bibû » (Yêrêvan, 1983), «Xaçatûr Abovyan, Kurd, Êzdî » ; werger, pêşgotin, pênasîn û pêradanok yên Wezîrê Eşo (Yêrêvan, 1986) ; «Pamp-Sîpan » (Yêrêvan, 1986) ; «Dosya Barzanî sandoqa Stalîn ya polayî da » (bi kurdî, Hewlêr, 2007, bi wergera ser erebî : Hewlêr, 2008) ; «Pariyê berdemayî » (Hewlêr, 2008) ; «Kurdzanê mezin Qanatê Kurdo » (Bilxaristan, 2010) ; «Zargotinzanê kurd yê mezin » (bi ermenî, Yêrêvan, 2010), ev pirtûk ser jiyan, kar û barê Heciyê Cindî hatiye nivîsandinê; «Simoyê Şemo: jîyan û kar » (bi kurdî, Yêrêvan, 2013).
14 pirtûkên nivîskar û zaniyarên kurd û ermenî bi pêşgotinên Wezîrê Eşo hatine weşandinê, ku her yek ji wana wek xebat, lêgerîneke zanyarî tê dîtinê. Bilî wan gelek gotar û raporên wî yên bi tayîbetî ser pirsên kurdzaniyê û ser kurdzanan, ser dîrok, wêje û çanda Kurdên Yekîtiya Sovyîtiyê û Ermenîstanê bi şiklê lêkolînên zaniyarî di berevok, rojname û kovarên Ermenîstanê, Rûsyayê, welatê Awropayê û Herêma Kurdistanê ya fêdêral da bi kurdî, ermenî, rûsî, almanî hatine çapkirin. Çend heb ji wana raporên zaniyarî ne, bi kîjanan Wezîrê Eşo beşdarî konfêransên zaniyarî li eyînî welatan bûye.
Weke rojnamevan-pûblîsîst Wezîrê Eşo ji nîveka salên 50î yên sedsala buhurî û vir da deng daye. Bi sedan gotarên wî di rojname û kovarên Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê, welatên Awropayê û Kurdistanê da hatine weşandin, di malperên kurdî da hatine belavkirin, bi giranî yên ser dîrok û jiyana Kurdên Sovyêtistanê ya çandî. Em îdî derheqa wan komêntar, şirove û nivîsên wî da nabêjin yên ku bi radiyoya Yêrêvanê bi zimanê kurdî, lê usa jî ermenî û rûsî, hatine weşandin.
Wezîrê Eşo bi sedan sêmînarên ser dîroka Kurdistanê, bi tayîbetî tevgera azadîxweziya kurd, ser wêje û çanda kurdî, ser kurdzanînê li Ermenistanê û piştra li welatên Awropayê, nemaze Bêlcîka û li Herêma Kurdistanê, bi cî anîne.
Pirtûkên çend nivîskar û zaniyarên kurd, di nava wê jimarê da yên fêrên ziman û lîtêratûra kurdî bi rêdaktorî, bi serrastkirina Wezîrê Eşo hatine weşandin.
Wezîrê Eşo warê wergervaniyê da jî xizmeta pêşxistina wêjeya kurdî û xwendevanên wê kiriye. Ewî gelek berhemên nivîskarên ermenî yên kilasîk û hemdem yên dûznivîsarê (pirosayê) bi giranî yên ser jiyana kurdî û qehremanên kurd bi wergerên xwe kirine mal û milkê xwendevanên kurd. Bi wergera wî her wisa jî kurteromana nivîskarê rûs yê mezin Arkadî Gayîdar ya bi sernavê « Têmûr û koma wî » beşa pirtûka fêran ya « Zimanê kurdî » ya kirêstomatîk da ya bona sinifa 4a hatiye bi cîkirinê.
Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya kurdî jî kiriye. Di radyoya Yêrêvanê da ew pir salan şîretkarê derhênan bûye di warê amadekirina şanoyên radiyoyê (radiokompozîsiyan) da yên ser bingeha berhemên nivîskarên kurd û ermenî çêkirî. Du şanoyên radiyoyê jî ser bingeha serhatiyên (novêlên) wî bi xwe yên bi sernavên «Tîgran û Mehmûd » û «Koçekê derewîn » hatine amadekirinê (çêkirinê). Lê komêdiya Wezîrê Eşo ya bi sernavê «Remo, Şemo, Temo û lawik» çend salan ser sehna (dika) Têatiroya Elegezê ya kurdî ya gelêrî bi serkeftin hatiye nîşandanê.
Niha ev pirtûkên Wezîrê Eşo li ber çapêne û ji bona weşandinê tên amadekirinê : « Wêjeya kurdî li Ermenîstanê », « Stranbêjê kurd yê mezin Şivan Perwer », « Dîrokzanê kurd yê bi nav û deng Şekroyê Mihoyî », « Doxtirê kurd yê lêgêndî Şîraliyê Eşo», « Kurteroman », « Hûnera kurdî ya stranê û mûzîkayê û qeyîdkirina berhemên wê li Ermenîstanê », « Çapkirina pirtûkên kurdî û ser Kurdan li Yekîtiya Sovyêtiyê » û yên dinê.
Wezîrê Eşo di dawîya jîyan xwe da bi giranî ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dikir ya ser kar û barê Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Sovyêtiyê ya berê salên 1947-1958a.
Reşnivîsarên bîranînên Wezîrê Eşo, novêl û kurteromanên wî yên nû û çapnekirî têra dagirtina çend pirtûkên stûr dikin.
Wek nivîskar û wergêr Wezîrê Eşo yekemîn ronakbîrê kurde li Ermenîstanê û dervayî sînorên wê bû, ku hêjayî xelata Yekîtiya nivîskarên wê komarê ya bi navê Erebê Şemo (Şamilov) bûye. Ew hatiye hilbijartin weke endamê Yekîtiya nivîskar û Yekîtiya rojnamevanên Ermenîstanê û Yekîtiya Sovyêtiyê. Ji ber kar û barê xwe yê civakî yê aktîf, bi heyacan ew hatiye hilbijartin wek cîgirê serokê Şêwra Ronakbîrên Kurd li Ermenîstanê.
Piştî hatina li Awropayê Wezîrê Eşo kar û barê xwe yê berhemdariyê û civakî berdewam dikir wek endamê Instîtûya Kurdî ya Brûkselê, lê piştra bû endamê Bûroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê li eyînî bajarî. Ew her wisa jî hatibû hilbijartinê wek serokê şerefê yê rêxistina Kurdên Kavkaziyayê li Bêlcîka.
Em–heval û hogirên Wezîrê Eşoye pênûsê û maşoqên nivîsarên wî, bi dilkovanî serxweşîyê didine malbeta rehmetî û gelê meyî zêrandî!
Bila serê lawê Wezîrê Eşo, bira-pismanên wî û gelê me sax be!
Em gelê xwe didine bawerkirinê, ku mîrata Wezîrê Eşo ya wêjeyî wê tu caran unda nebe, hemû berhemên wî wê bêne tomarkirinê û çapkirinê!
Bila Rehma Xwedê Wezîrê Eşo be, bila mikanê wî li bûhuştê be!
Faîk Bûcak, ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.
Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê şert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiştên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baş jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî şehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
Hovîtî kirin li Muş û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê.
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hun Dizanin !
Ji Yêzdanê Dilovan,
Dîyarî Bihuşte...
Ew der Kurdistane...
Ava Bihuştê...
Kanîya Zemzemê...
Hebuna li bin Axê...
Zêrê Zer û Ava Reş...
Kakilên, Gûz û Tûyan...
Darên Rezan û hwd...
Li Welatê Kurdistane...
Kaniya Neftê, Diherike Cîhanê...
Çavên birçîyan, Zur bu...
Ewrê reş, li ser Kurda, rêz bu...
Terorîstên, bi Cilên Reş, har bu...
Amerîka û Ewropa, Hevkar bu...
Pêşmerge, bi Top û Tifingan, ra bu...
Barzanî, bê xew ma û Tekoşer bu...
Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilşînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...
Xuşk û Bira yên Hêja !
Ji boy aşîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li şeş devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Di vî pirojê da, Nexişê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beşdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.
Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geş bive...
Kurdistanîyên Hêja :
Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beşardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Şêhîdên Kurdistanê, şad bikin...
• Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beşdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...
• Dubare, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beşardarê PDK - XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK - XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Şehîdên Kurdistan ê, şad bike...
• Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçe'yên (Herem'ên) Kurdistan ê, rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
• Disa, hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî û Federe da, xurt û geş, bive...
• Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 500 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
• Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 500 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 500 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji Artêşa Kurdistanê ra, 80 Mîlyon, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...
Kengê Kurdekî Were Kuştin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuşk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuşkên me Kurda bi şiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuşt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuştin, hun jî, di şuna wî kesê şehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
Hovîtî kirin li Muş û Amed ê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...