HERO SED CAR HERO SED CAR Hero sedcar ji îlfa wê, di bim keyfê li meyxanê Vebir min têt ku zulfa wê, dinalim Ez ji hicranê Di nalim lew gelî yaran ji çehvan xûn diçit baran Ji sehma eqreb û maran wekî ew têne lêkdanê Wekî ew têne ser balan bibînin nuqte û xalan Bi nefÞ û xunçe û alan, di ser da mahê tabanê Di ser da ew meha enwer, ji reyhan sunbulan da ser Kirim sewda û hem ebter, ji min dil bir bi talanê Ji min dil bir evê carê, ku min dî qameta yarê Wekî selwê li cobarê, vemesya hate eywanê VemeÞya ya ew sifet horî, ji rengê sorgula jorî Ruhê Þirîn dikim gorî, ji bo xalê û nîÞanê Nîsan û sûretê re´na, didin ku li miskê sed te´na JI Xanî lêne pirr me´na, wekî Ayatê Qur´anê Ehmedê Xanî Berhevkirin : Abdurrahman Durre Fermo, li vir mizeke !http://www.pdk-xoybun.com |