PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Diyarbekir û navên wê





— Li gora hin agahdariyên ko Ermeniyan hiþtine, Diyarbekir bi navê Tigranocerte, ya jî Dikranagherd hatiye avakirin. Yani ji navê mîrê Ermeniyan mîr Tîgranesê l. ya jî Tigranesê lll. ko neviyê wî ye, tê.

Tigranesê l. lawê mîr Mîthradatesê Vl. ê Pontosî ye. Tigranes b.z.140an çê bûye, b.z. 55an miriye. Di nav salên b.z. 96 û 55an de miritiya Împaratoriya Ermeniyan kiriye.

Mîr Mîthradates, di wexta xwe de mîrekî ko li welatê xwe di doþa xwedan de mezin û qedirbilnd e. Lê gava ko extiyar dibe, lawê wî Tigranes, welatê wî yê mezin tevî digire destê xwe.

Gava Tigranes bi soz û peyman dikeve dewsa bavê xwe û karîna welêt digire destê xwe, zû berê xwe dide jêrtira welêt û dadikeve. Tê û herî pêþî bajarekî ava dike, wir dike paytextê xwe yê nû. Jê re Tigranocerte dibêje, yanî bajarê Tigran. Ji ber ko lêkolîner dibêjin Certe tê mana bajar. Ermenî dibêjin ko ew bajarê nû, Diyarbekir e, lê li gora agahdariyên Yûnanî û Romiyan, ew bajar ne Diyarbekir e, ew Sêrta niha ye, navê Tigranocerte ji bo Diyarbekir ne rast e. Ew dibêjin navê wî bajarî yê rast, Amîda ye û tu navên berî wî navî eþkere nakin, ya jî ez bi xwe lê rast nehatime. Bi gumana mezin naveki berî navê Amîda heye, lê ew çi ye, nayê zanîn. Lê heta ko Romî li herêmê ne, jê re gotine Amîda. A ko em kurd jê re dibêjin Amed, ji navê Amîda tê. Dibe ko berovajiyê ve jî be, yanî navê Amîda ji Amed hatibe, lê bi min, wê îspatkirina vê yekê sext be.

Li vir du teorî hene.

1. Ermenî dibêjin ko Diyarbekir bi navê Tigranocerte hatiye avakirin.

2. Romî dibêjin ko ew nav, navê Sêrtê ye. Lê pir bi hêsanî dibe ko navê du bajaran wek hev bin. Berê wilo dibû. Mîrên xurt navên xwe li gelek bajaran dikirin. Dibe ko gava Tigranes piþtî Sêrtê hatiye wir û wir jî kiriye bajarekî mezin, ji wir jî re gotibe Tigranocerte, navê xwe wek xelat dabe wir jî. Heger gotina Certe tê mana bajar, Tigranocerte, tê mana bajarê Tigran.

Kurd ji kengî ve li Amîda hene, bi esehî nayê zanîn. Lê þer û bûyerên ko li herêmê bûne û þopên li Amîda mane, dide xuyakirin ko Kurd hîna b.z. 450 salan li wir hene. Lê wê wî çaxî ne gelek bin û her wilo wê ew kolonyalîst û nûnerên dewleta Faris bin.

Gava Ereban cara pêþî 638an Amîda girtine, jê re gotine Diarbekir, yanî bi Ingilîzî, land of the Virgin. Gotina virgin, tê maneya keçik, dûþîze, xama. Lê heger mirov gotinê tevî bixwaze wergerîne kurdiya rast, tê maneya welatê nûjen, ê destpêkê, ê nûber.

Amîda bi dû re dîsa katiyê destê Farisan. Her çiqasî bajarekî Împaratoriya Ermeniyan e jî, lê gelek caran ketiye destê Farisan. Wî çaxî Faris di herêmê de xurt in. Ermenî li gora wan zeîf in, nikarin welatê xwe ji wan biparêzin.

Cara pêþî sala 1514an dikeve destê Tirkan û demekê jê re gotine Kara Amîd. Lê bi dû re li navê Erebî vegeriyane, jê re gotine Diyarbakir.

Çîroka navê Diyarbekir û navên bajêr yên din wilo ye. Yanî teoriya ko hin dibêjin, navê Diyarbakir, ji navê yekî bi navê Bekir tê, teoriyeke sivik e. Dibêjin ew Bekir xwedî û mezinê wir bû û ji ber wilo jê re gotine Diyarê Bekir, yanî warê Bekir. Hin dibêjin navê eþîra ereban a ko cara pêþî Diyarbekir dakir kiriye, Bekir e, ji ber wilo jê re Diyarbekir hatiye gotin.

Sala avabûna Diyarbekir bi esehî nayê zanîn, lê gava mirov hemû zaniyarî û teoriyan dide ber hev û bi ser hev vedike, mirov bi hêsanî tê dirdixe ko bi kêmasî çend sed salekî berî zayînê, yanî di dema xurtiya Ermeniyan de wek bajarekî mezin hatiye avakirin.

Bi dû re, yanî gava hîna Diyarbekir bajarekî xurt ê Ermeniyan e, b. z. 69an dikeve destê Romiyan. Wî çaxî ji xwe sûra bajêr heye. Heftê û du bircên sûrê hene. Ew birc, ên nerînê û kontrola leþkerî ne. P.z. 364-378an, mîrê duyêm yê rojhilatê dewleta Romî, Flavius Valens, sûrê tamîr dike. Birê wî Valentînîanus l. li rojava hukum dike. Ji ber ko Valens di þer de tê kuþtin, karê tamîra sûra Diyarbekir xelas nabe. Anastasiusê l. 491-518an wî karî xelas dike.

Bêguman Ereban û Farisan jî bi sûrê lîstine û nîþanên xwe tê de hiþtine, lê bi bingehîn û bi kurtî çîroka sûrê û a Diyarbekir wilo ye.


SILÊMAN DEMIR