PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EY DIRÎXA!





EY DIRÎXA !

Ey dirîxa! Ma me tenha ez ji Þemsa xawerê
Xan û man têk bûne zulmet, paÞî wê dêm enwerê

PaÞî lêvên wê venaxum mutleq ava Kewserê
Min nevê dunya bi carek, piÞtî wê sîmîn berê

Ger bizanim ez di hesrê da nebînim dîlberê
Cennetê dê pê çi kem! Pê wer bi kem xakisterê

Sed texabun! Çu ji bal min ew hebîna çav belek
Ah û efxanê ji min daîm di çûn çerxa felek

Hem ji ber feryadê min aciz dibûn îns û melek
Mam di qeyda dax û derdan pasî wî zulfên xelek

Hîcreta yarê bihatim subhê findê Þu’ledar
Ketme sêla îÞtîyaqê, ji-htiraqê bûme nar

Ez wucûdek bê wucûd im, suhtim têkve bûm xubar
Min nevê dunya bi carek piÞtî wê çavî xummar

Ger di hîna ez wefat kim, bête ser min Ezraîl
Mujdeya xuldê bidet min hem di wê geh Cibraîl

Xidr û Îlyas hem bibîtin her ji boy min re delîl
Dê bibêjim min nevêtin xuld û kewser, Selsebîl

Çerxê kec reftarî waweyla! Ku ez talan kirim
Ser bi gerdan bûm û lêkin zêde sergerdan kirim

Bê dil û Þuxl û hewes, carek ku bê iz’an kirin
Zêde wê bê murwetê ev reng ku ez talan kirim

Zînîhar! Ey dosîtan wextê dikim ez hîcretê
Wan du mîsraan kîtabet kin li belgê kaxetê

Da di dest min da senet bit ew di hîyna hezretê
Wesfê halê min bibêjin ew di wextê wesletê

Xanîya ta key bibêjî ev sual û ev cewab!
Ew ji wî sadir bûye ey bê edeb, ey bê hîcab!

Ew qedaya barîye, razî bibe ey mal xirab!
Belkî bîtin mûcibê narê ji bo te ew xitab


Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !