PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EY DILA SAQÎYÊ MEHWEÞ





EY DILA SAQÎYÊ MEHWEÞ

Ey dila ger te divêten bibî daîm mesrûr
Di terebxaneyê dunya wexwe ava engûr
Perdeyê xefletê xewxayê cîhanê bidirîn
Ji meqamî kî behîÞtî ji sedayê Tenibûr

Zemzema zemzemeya rahê Huseynî ji Hicaz
Vexwenit, Ke’be yê dil, ta bite beytîl me’mûr
Perdeyê zulmetê eÞxalê cihanê bi dirrîn
Ji netergahê cemalê Tu hîcabê bike dûr

Menzerê dîde ê canê Te munewwer nebitin
Nexlê ''Mazaxe'' ne kêsî Tu ji xal û xetê hûr
Gunehan ger nebûwa lezzet û zewqek haÞa!
Faîlê ism ne dibû, tarik û taîb me’cûr.

Mey û me’Þûq û hewesbazîyê dunyayê zuhûr
Ne bûwana, ne dibû îsmekî Allah ê xefûr
Min guneh tê bi gunahan ku di nêv baxê cîhan
Semerî xweÞtir ewin, bûn bi heramî meÞihûr

Hinkî dewrê felekê saxirê meh dewrî diket
Meh û salan digirit herwe ji (umrê) emrê me qusûr
Rabe ey saqiyê mehwes tu ji rexma felekê
Bide min badeî le’lî Tu ji cama fexîfûr

Þêxê cam er nefesî hemdemî dil ket bi mirad
Li miradê dilê murde dibîtin keÞfê qubûr
Ya’nî ew xane ê gil nabite qabil qet’a
Ne bi çeÞmê dilê nazir,ne bi rûyê menzûr

ÎÞqî bazî du terîqe,çi heqîqet çi mecaz
Þem’ê can dê bi qejîtin,çi bi nar û çi bi nûr
Þebê zulumatê bi îmkanê dibit subhî numa
Afîtabê Ehedîyyet ji feleq tête zuhûr

Ser û mal û dilû canê me fidayê Te bitin
Bike qelbê me tu saqî ji Þeraba xwe tehûr
Da bikem keÞfê meqamatê ulûwwê derecat
Ya bikem keÞfê keramatê ji dara mensûr


Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre



Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !