PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Li ber sîya dilê te


çîrok

Roj bi dêmên xwe yên sor di derya de xwe vedþêr , refên hechecîkan ji þûna xwe bardikin, hêvî hêlînên xwe winda dikin, gul rengên xwe vedimrînin. çiya ji ber bilindî ya xwe þerm dikin, rohnî ber bi tarî yê de bazdidî, xwedê dibe penaberê çavên evîneke qedexe û sao girtî, di demê de sînor ji hev dizên û xweda xwekuj kole dibî.

Wê demê dem tune dibe, û hebûn bê çare li ser sergoyan parsê dike. Di damarên jibîrbûyî de, di movikên destên te de, di grîyê evînbazekê de û di netebateke kenogirî de, wê bên pêþîya demên buhrî ku di lêlanê de hatî ye asêkirn bi gazina lêbuhrînê ji hev bixwazin .

Derbasî odeya gunehan bibe, tu jî bi gunehê xwe ve bê vejandin da ku tu bi ava qher û xwezebê tîhna van salên dûrî yê biþkîne.

Belê demsalên porkur, û pûþt, roj û þevên qehp, demjimêrên kurdûnde û dawîya rojeke tije hisret û xem, digihêne hev dilê wî ji janeke westyayî re dixemilîne.

Wî bi nazî derî yê odê vekir, bi bêdengî li dû xwe derî girt. Çakêtê xweyî ji hirî yê ku bêhna barana havînê ew ji xwe re kiribû hêlîn, bi dilovanî bi dîwêr ve dadilqand. Sola xwe ya nîv þimikî ji lingên xwe davêt. westan di çavan de weke lehîyeke bê sînor di ser kenaran re diherikî.

Li cihê xwe nerî ku hîna weke xwe ye, tu kesî bi pêjna xwe ev hundir rojekê nexemilandî ye. Hundirê ku bi hêvî û bi beravêtinên çewt hatibû xemilandin, dîwarên ku ji berya çêbûna wî, ya berya çêbûna baêv wî, berya bav bavên wî hîna li ser rengên xwe ne, tu dibêjî belkî kesî þûna xwe û þûna destên hostayekî belengaz ew dîwar bi arameke xewle û bi tayên bejneke zirav dabûn serhev ji wî re dîmeneke belengaz saz dibû.

Mêrxasî ya comerdên ji tirsê bazdayî ne, bi hêvî ya keçeke di malzaroka xwe de mijûl dibe û bibêhmdî avis dibe, belê dibe qurban ne jibo netiþtekî, lê belê di ber diþtekî de. Li alîyekî din ji jiyanê bi qedera zarokekî bêguneh tê lîstin, dibe ku ew yek ji wanên bêguneh be di hatina xwe ya bê qidoþ de?

Weke xwê ya ku li ser birînê bibe wiha borîn pê diket û digirya, sînfonîyek di guhê wî de dihate li darxistin sînfonîyek ji Mozobotamya bi wê sînfonîyê re mîna sofî yekî têkeve cezbê, û lerzê ew digirt, girtineke ku bi sed werîsî mirov nedikarî wî ji cih bide alî. Mîna mirovekî xwe bike qurban û xwe pêþkêþî parastegehke Zeredeþtî bike, li ser çokan piþtxwar di amadebûna xweda de, bi bêdengî radewste. Bêdengî û sînfonîya wî tevlîhev dibûn, êdî ew lal dibe, gêj dibe, û qîrîn pêdikeve.

Ew û sînfonî bihevre têne sema û di jiyaneke xurû de bi can dibin. Hêdî hêdî kela wî hênik dibe û mîna mirovê hêvîyan ji rewrewkê bike da têhna xwe biþkîne. Ji niþkave rabû ser piyan û dîlanek kir, ku dîlaneke ji qurbanên Mozobotamyan re dengekbû, xwe li hev badida mîna mirovekî serxweþ di destê yara xwe de dîlanê bike.

Kêlîkek pirr kin buhurî, çavên wî çûne ser tabloya ku di nîvê dîwêr de daliqandî bû, mîna ku hin wî bi hevsaran ragrin wiha di cihê xwe de rawestya û çavên wî zoq di tabloyê de. Bi lez di ramanên wî re derbas dibû.

Ev tablo ji kengî de li vire? Tabloyek mîna latekê mezin di nîvê dîwêr de bi benekî zîvîn ve daliqandî ye. Tabloya jinekê ku dêmên wê duçirisandin û lêvên wê yên sor erxewanî dilivîyan, ji xwe çavên wê yî reþbelk û ebrû mîna heyva çarde þevî dixwîya.

Ew li nik tabloyê rawst û hêsran çavên wî dixemilandin. Li çavên wê temaþe dike, û dikeve derya bîranînan de, dîsan sînfonî di ber guhên wî re derbas dibe, û germ dibe dikele kel pêdikevin, her ku kelawî giran dibe ew difûre û derdên wî di ser dev re derdikeve.

Ew dest bi borînê dike û dide girî. Dest bi fîxaneke êdî hew dikare rawestîne, û xwe li ber jana wê bigre. Destekî xwe ber bi tablo yê ve vedike û yê din ber bi dilê xwe ve. Ji xwe înan nake dest pêdike û pêre diaxive bi dilþewatî dibêje:

Min bêrya te kirî ye. Bawer bike tu di jiyana minî pûç û bê omîd de fenereke bê hempa yî. De were êdî bese were min bi evîna xwe himbêz bike, bera sîtavên sibeha te li dor reþîya jana min pelindar bibe. De were da em vê qûnaxa bêkêr û jibîrbûyî vejîn. Û em gunehên xwe bi ava kanîyên tolazî yê biþon. Çawa perwînek bi mestî li buhareke þîn û geþ digere, ez jî wiha li evîna te digerim.

Di wê dema ku ew bi sawa peyvên xwe û bi nerîna tablo yê re mijûl dibû, tablo bi xwe di dîwêr de wnda dibû, rengên wê tabloyê dibûn mîna derya û ew di nav xwe de winda dikir. Bi hawar û qîr ew banê dike lê dngê wî di bêdengî yê de sil dibe û tê vemirandin. Wî bi xwe nizanîbû bê ev jina di vê tabloyê de kî ye. Dizane ku ji berya çêbûna wî, belê têbîra wî dema ku ji dayika xwe bibû ev tablo bi dîwêr ve bû. Wî herdem dipirsî ev tablo kê afirandî ye, lê tu kesî besiva wî nedida, an jî digotin dema ku em jî ji daykbûn me ev tablo di ser serê xwe re dîtî ye, kes nizane, kes nabêje, an hemî dereweke weke jiyaneke widayî ye, weke afirandineke bê xwedî ye?

Her ku nêzîkî tabloyê dibe tablo di dîwêr de winda dibe û ew jî di derya rengan de avjenîyek bêhedan dikî. Wî bi nazî ji xwe re digot:

Erê .........erê yarê tu dizanî ev çend salin ku ez libandî te me?

Bi rastî hew tê bîra min jî, tê bîra min dema ez ji diya xwe vedqetîyam, min bi xwe nedixwest, lê xweristê ez bi ser xwe de dikþandim, nizanim çima vê xweristê wiha ez bi ser xwe de dikþandim, gelo ji hezkirina xwe, an ji xwzeb û qehra xwe? Belê tê bîra min ku bavê min jî wiha çêbû û wî jî nedixwst were lê bizorê xweristê ew dikþand, her têbîra min ku bapîrên min jî wiha hatine. Lê tiþtê ku nayê bîra min tu yî! Gelo tu kyî, hiþkî, ruhnî, canî, tu heyî an na, ez guman dikim na tu tune ye, lê tu berya min li virî belê tu heyî û ez jî heme. Gelo tu kevnî an ez û bavê xwe ? Tu rasî ye an na, tu û ez û rengên çavên te, hêvîyên min û sipîbûna memikên te di dawaî ya demsalekê de dibin cotek hibrî û di dîlaneke qereçîyan de winda dibin.

Ew bi vî awayî berdewam bû, û þevê jî mîna navê xwe, xwe bi giranî bi serde berdida. Ew ji westanê sil dibe û ji kel xwe davêje ser nivînê, kurte demekê bê deng dimîne, dengek bi nazî dîwarên bêdengîya wî diçirîne, kenekî melûl jê dadkeve, ji xwe nema înan dike ku ken yê wî ye, an dengê kenekî hebhebî yên hin dî ye.

Dîsan derya rengan ew dikþand nava xwe, vê carê liv nema jê çêdibû, ji desthilanî diket. Hedanek ji canê wî re mîna derbesteke ji nefelan dibn re binefþ, nêrgiz, pîvpng û þoqil bûn. Sira bayekî buharî li nav dilê wî diket, bêhnê þopên xwe mîna aveke zelal di pozê wî re vedikir, ew cihokên ku ji têhna qeliþîbûn êdî bi bêhemdî dighêne hev.

Herdû dêmên wî mîna çirakê ku cengekê bi tarî yê re bike wiha dêman çurisandin. Dengê ken weke dilopên bareneke payîzî bi ser hinavên wî de barî ya. Ji niþkave qîrîya û ban dikir:

Min bêrîya te kirî ye, min bêrîya laþê te kirî ye min bêrîya lêvên te bêrîya porê te bêrîya pêjna te bêrîya memikên te bêrîya nivîna te kirî ye min bêrî ya nerînên te kirî ye. Zerdeþtê kal Anahîta ez di xwe de dihilim min bêrîya we jî kirî ye. Û borîn pêdikeve û dide girî, dinav girî yê xwe de asê dimîne girî dibe lehî di nav derya rengan re kanîyekê vedike.

Sawekê ew digirt, mîna fenerekê ji reþîyê Zerdeþtê kal û Anahîta bi ber ve dihatin, tablo di nêvîre dibû du qet, mijek ji nav derdibû û di nav mijê re derbas dibû.

Wî li dora xwe dinerî çiqasî dinere nanere ji mijê pêve tuþtek tune ye, ew û mij û birînên xwedayekê, hêvîne bi qaçaxî derbasî sînoran dikirin, lê bê sûde derbas dibûn û ew jî di mijê de winda dibûn. Dengekî nazdar ji qirikeke çeleng derdibû, dengekî ku bi dehê sala, sedê sala hezarê sala ye ku li bendê ye, êdî deng bi nazdarî xwe li dor guhên wî dorpêç dike, û nêzîk dibe, nêzîk dibe hetanî dighê bere wî.

Dîmenê jineke çeleng ji mijê li ber wî serê xwe datîne û dibêje: fermo ez vame li ber te li hêvî ya te, di her tþtî de amade me.

Wî serê xwe nêzîkî wê kir, destên xwe dieser memikên wê re derbas kir, bi porê wê lîst, lêvên xwe gihandin lêvên wê, hest dibû ku canê wî jê tê mêtin û hêdî hêdî dawerive ji xwe dadiwerive.

Ew jina ku di tabloyê de bi gewdê xwe û ew bi hêvî û sirûdên xwe dighan hev, dighan hetanî nema ji hev xwiya bûn û tenatena di mijê de winda bûn.