PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xewna Vejandî


Bi rastî Candîl niza çawa bi vê yek hisiya, ku xewna nabîne, ne bi roj û ne bi þev, baþ dizane ew têr xewa xwe dike, têr radikeve û her yek dizane di navbera xewê de meriv xewnan dibînine, belê Candîl qe nîv-xewna dibîne û çawa ji xewê þiyar dibe ji bîr dike rehên xwe .

Bilbî ji wê gava jina wî Rewþê xanim sibakî jêre behsa xewna xwe kir, hin xewn û sawîr anîn bîra wî - gava Rewþê jêre digot :

-- Lo þeva din min çi xewnek bisaw dît ..!

-- Xêr bû inþa-ellah , te çi xewn dît .. keçê ..!

-- Kuro min dît – nalet li çavê þeytên bê - marekî reþ-rengîn terî hildayî , berî ez bighêmê diþemitî qulekê di kêleka kendalekî xaçkirî de, qet ez jê ne ditirsiyam, min dida dû ku bigirim, tirrî ya wî rep bû û zingil bû û him jî bi pirçbû, hîna hin li dervî devê qulê hiþtibû .. yanî xwe baþ berneda bû yê, û bê saw min da dû, min ne dixwest ez wî bikujim, na welleh .. çawa bi min hesiya xwe bi temamî berda qula xwe, lê mefer tune, rabû min qul kula û veda .. lê ez çi bibînim .. kes bawer nake ..

-- Welleh .. baþe ka bêje ....

-- Belê .. her min qul vedikir û vedida fireh dibû, û her rengê wê dihat guhertin, wek dizanin rengê axê sorî-qewerngî ye, lê her min dikula kesk dibû û ji-pêre hêdî hêdî zer dibû, wek piqilkek avê an pirîskek agir dipeqiya .. ta dawî þewqek da .. xewda, mat mayî mam, lê pirî nedimam min didît çendî ez rastî defînak kinz bûme, çendî zêr û dur pirbûn, bi koma bû .. bi rastî min marê xwe ji bîr kir û bûme zêr û dura didim hev .. û zimanê min di devê min de dibêje: zêre welleh, ehvane zêr .

-- Zêr ji ku .. zêrê zêr keçê, û dawî ..!

-- Dawî ez bi xew þiyar bûm û ne ma xewa min hat ta roj li min hilat, û zû zû ez çûm cem cîrana xwe jina Mellê ku xewna min ji min re þirove bike..

-- Baþe welleh .. Mellê got çi .. ..

-- Ne Mellê got .. jina wî got xêre .. xewna te xêre, rêk dirêj li ber te ye .. law !

-- Ma te bi çava dît, an te hiskir ... , te çi lê dengkir ..ha ..

-- Erê ..ne wa û ne wa, erê beþek wek xuþînekê dinav qirþa de dihat .. an teptepek meþîna lingan li dû dîwarekî û .. helk helk jê dihat,û belê dengê bihn vedana min jî gûrbû, tu dibêje .. qene..

-- Nizam welleh ...

-- Keçê .. qene ew xewna min bû .. qe tu nizane ...

Jin û mêr çendî li hev nerîn .. û bû tiqtiqa kenê wan .. û bi hev kenîn .

- ? ez jî; van xewnan beravêtî ji xwe re nakim mijar .. ha .