PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Siyek


Stêrên lep lepî , bi vebrûsîna xwe di sîngê ezmên de , bi hevdu re ketibûn çirîdeya þengî û xwepesindanê ,riya kadizê wek tixûb û sînorekî ku welatan ji hev du cuda bike, stêr bi nasname û wargeh kiribûn .

Zelaliya ezmên ya pê hempa û diyarbûna stêran e bêhûde , þeveke havînê ye çik sayî berçav dikirin ,hin stêrên ku wek birûskê Ji alîkî diçûn yê din,ji çirûskên hêviya guhertina rewþa Cano re dibûn vedeng , geþ dibûn geþ dibûn û ji niþka ve vedimirîn, Cano di wê qorzîka tarî de bûbû komek raman û têbîr,çavê Xwe digerandin , liv û bizava stêran bûbû cihê dilþadiyê Li nik wî.

têkliyeke giyanî di navbera wan û rewþa xwe de li dar dixist:

-“ji bilî xwedê tiþtek wek xwe namîne, vane stêr cihê Xwe diguhêzin û qeytana ezmên diqetînin ,tenê te bêkêrî li xwe daniye, tu bi berger û lavlavan doza guhertinê Dikî, gavên pîroz bi lêhatinan pêk nayên lawo, ji wan re pêger û qurban divên”.

rewþeke ji çewtî û têkçûnan avis ,vexwarina hemî rengên tarî û nêr ,hewildanên bê ber û baskokirî,nezaniya ku bêhna xwe berdabû çek û pêlav û xalîçe û sîngê Xaniyan ,rêdana “zor gîzerê hildikþîne” û mijokê Tal yê heyf û tolvegerandinê, hîþtibûn ku ramanên seqet,baweriyên bê vac,nedîtina ji gavekê dûrtir,bibin þaristaniyên gundê Cano û dan û standina gundiyan bi hevre,bi pêdivî û mercên êlê bêne pîvan.

kiryarên ziwa û ji xweþmêriyê tazî,mejiyên herî fereh û mezin diçelqandin.

-“li ser çI ?! Ji ber çI?!!”.

Cano bi ser xwe de dihonijî ,wî tu carî bawer nedikir ku hestên xwe ye ji meyikiya keçeke nûber teniktir rahijin vê þermezariyê û bi vî karê tewþ razî bibin,wî tîrên xewnên xwe dûr nedavêtin,lê dîsajî ew dûrbûn ji pêkanînê,nêzîk bûn ji sawîran di dilê Van têkliyan de .

Wî ne komar li dardixistin û ne jî dixwest enî û artêþ jêre li temenêxin,tenê dixwest ku birayê Wî dev ji kezeba baweriyên wî derxe,û bihêle ew bi ya xwe bike, biçe cihê ku Ew dixwaze, hilbijêre dost û hevbeþên liv û geryanên xwe,û vê çavdêriya kelnexweþ ji ser taybetiyên wî rake.

Bi derbasbûna kesekî di ber wan re , Cano veciniqî û ramanên wî vemirîn ,di cih de janekê Xwe berda hinavê Wî, siyeke bi sam û ji þevê Tarîtir destên xwe xistin qirka hestên wîye aþtîxwaz,bi dilekî sar xwe amade kir ji gava herî nizim û xiniz re û lepên xwe yên ku dilerizîn li ser neyara jiyanê Guvaþt. di wê kêlîlkê De dengê Birayê Wî yê nizim kete guhê Wî:

-“ne ewe”.

bi qasî ku birayê Wî xeyidî,dilê Cano bi vê gotinê Re rûniþt û þahiyekê Xwe berda sîngê Wî.

Birayê Wî yê ku amadebû berik û bintiþtên mala wan bifroþe,dev ji dostaniya her dostekî, hevaltiya her hevalekî berde û ne dipejirand ku bêhnekê damançê Ji baþûla xwe deyne,ew xistibû bin bandora xwe piþtî mirina bavê wan ,ew ji zarokiya xwe de þerûd bû û ji pevçûn û lêdanê hez dikir ,kesekî bawer nedikir ku ew û Cano ji zikekî ne,helwest û nerînên wan di her warî de li tersî hevdubûn :

-“divê Lûla tivangê Zimanê Merov be Cano , bapîran gotiye:zor zane ,devê Tivinga mor zane,tenê Zor dihêle ku êlên dijmin bi çavekî mezin li te binihêrin û tu li nik wan nirxdarbî,dem dema xurtî û zorê Ye. vaye ez dijminê Sê malbata me , de bila yek ji wan rojekê çavê Xwe birijîne û ji min re bêje du birih li ber çavê Tene. tevî ku min zor li wan kiriye,dîsa rêça ku ez têre diçim û têm ,newêrin nêzîkî wê bibin,ma ev ji ber çiye? ... bi xwedê Ku ez ne bi qasî xwebama wê malbata me piþtî mirina bavê Me li navnavan biçûya”.

Cano di bin perdeya þevê De li birayê Xwe dinerî, wî dil hebû ku di rûyê birayê Xwe de biçerpe û diltengiya xwe ji vê gavê Jêre xuya bike, lê wî di bin destelatiya siyeke sar û qerimî de, tengirandina xwe dadiqurtand,û berê xwe jê dadigerand:

-“çawabe ,ew dimîne birayê Minî mezin , divê Ez rêzdariya wî bigrim û vê daxwaza wî pêk bînim”.

daxwaza birayê wî ya duh jê,ya ku bûye sedema hebûna wan îþev di vî quncikê Tarî de, derî li hewildanên bervehevhatina wan û malbata Cimo ,kilît kir û ev siya ku wî dixwest jê rizgar be,qalindtir kir .

daxwaza ku rûyê xwe yê herî geþ û zelal reþbû û berê wî da rêçeke ne diyar û ew vegerande dema ku þûr ziman bû û þikandina hestiyên çavan derman bû.

bi hedana nîçirvanekî masiyan û xwe ne êþandina serjêkerê çivîkekê Ji Cano re got:

-“îþev þeva meye Cano ,divê Bi vegera mere ,þîn di mala Cimo de li dar be ,divê ew têbigihin ku em bi qasî xwene, van pîskên dudiliyê Vemrîne û netirse .. berê tirsê bêpariye , ku em vê yekê Li wan venegerînin, wê cara bê bobelateke ji vê mezintir bi ser mede bicirînin ,simbêlên cegerdariyê bade bira, em tu kêmasiyan nakine ,em ava rûyê xwe diparêzine û serbilindiyê Ji xwe û êla xwe re qezenc dikine”.

bêjeya êlê,karbidesta welatên bê ber,malxweya malên bê çare, dîsa madên Cano tirþ kirin,û dilgiraniya wîye îþev careke din derxiste ser rûyê wî, di dilê Xwede qîriya :

-“birayê Min ,tu li ser kîjan êlê deng dikî?!! êla ku bûye pir û koprî ji destên reþ û kiryarên tewþ re?, an ya ku bûye marekî kor û xwe li newqa hevgihînê digerîne?!! êla ku tixûbekî bi qalindiya dîwarekî dike behane û gêjgelên ber dilê Dayikan davêje himbêza nemanê?,an ya ku bi çûktirîn kêþeyê dide ber pertava dilreþiyê û jê bobelatan li dar dixe?!!.

dilê êlê dibije talanê bira,di qelþên sergermiyê û qermûçankên demê De,hestên serserî dike rêberê merov û xwînê dike dilikekî ji agir û dixe gerdena temenê Wî”.

li xwe dizîvirî, bi ser xwede mijûl dibû,xwe biçûk didît li hember birayê Xwe û vê siya han, lê dîsa bi hêrs ji xwe re digot:

-“destê Xwe bavêje serê Xwe û vê yekê Neke Cano, te çI daye pê birayê xwe , ew pezê Xwe li çola kîn û dijminatiyê Diçêrîne û dixwaze bi þehê Damançê Porê êlîtiyê þeke. te çI jêye dîno, tu bi wî nikarî ,ma tu bi xwe jî nikarî? ta kengî tuyê Bimîne dûv û sî ji birayê Xwe re??

li xwe binêre reþkê þevê,tu weke dizekî ji xwe ne bawer di vê qorzîka tarî de mexel bûye,ev mîrata xwînsar di mista tede dilerize,poþmanî wek lawirekî hov hildiperike sîngê Te, û tu li benda kêyî@!! Kiye evê Tu dixwazî bê deng, bi rûyrkî ji hesin, pêþwaziya wî bikî Nankoro@!!!,nayê Bîra te, we nameyên dildariyê Bi hevre amade dikirin, bi dilekî tijî coþ we pêþwaziya cejn û çalakiyan dikir; tîna ramûsan û hevditinên we di bîrêkirina rojekê de xuya dikir ;sixêf û dijûnên ku we wek gulleyan bi ser hevde dibarandin, roja din dibûn henek û pêkenîn û buhêrka we dixemiland.

ne wî digot êla te çiye? û ne te jê dipirsî, kînê bi hemî destik û hewidanên xwe nikaribû derbasî navbera we be. we li ser heman balgihî stêr dijimartin:“ eva han ya mine û ewa din ya teye, binêr ...binêr...ya te vemirî û yamin hîn geþe”,dibû tîqetîqa kenê Wî û tujî ditengiriyayî û li stêreke ji ya wî ronaktir digeriyayî “....

careke din Cano hêz da xwe ku doza vegerê Ji birayê Xwe bike,berî ku ta biqete û kêr bigihe hestî,lê bersiva birayê Wî ya li ser vê babetê hate bîra wî û ew bê hêvî di vê govega reþ de hîþt:

-“dev ji van gotinên vala berde ,ya ku divê Bike û ji gava xwe veneger ,vehejandina di navbera du nerînan de bizav û pêgera te virnî dixe,û tu sûde jê nayê Wergirtin .

tu dibêje bîranîn û dostanî û nizanim çI, kuro ew çiqas ji tere rindbe û ji dilê te nêzîkbe, dimîne birayê Kujerê pismamê me, îca buhêrka xweþ û dostaniya berê negihîne radeya xwîna pismamê Xwe û neke mertal ji newêrekiya xwe re ,bi wan kela dilê Xwe û malbata xwe vêl neke, divê Tu xweþ zanibe û tê bigihe;ku em wî sax bihêlin emê her bimînin stûxwar û serî tewandî di nav gundiyan de”.

Cano bi gotinên birayê Xwe diramiya,ditengiriya,wekî dînan bi xwe re dikeniya:

-“du bêkêr li benda nêçîrekê’.

ji niþkave þevbuhêrkekê serê Xwe ji nav bîranînên westiyay, Di hiþ û mejiyê Wî de rakir û hebûna wîye îþev li vir berbat dikir, ken ,stran,xwendina di gel hev û sozên dostaniyê temenê Wê þevbuhêrkê du sal bûn,êvara înê bû,Cano û sê hevalan mîvanê Hesenê Cimo bûn,wê þevê Her yekî ji wan agirek li piþta destê Xwe danî ku tiþtek nikaribe wan ji hev bi dûrxe.

-“ û îþev jî du nîçirvanên merovan ,bê gunehekî dipêne.

di nav tersî û dijîtiya vê rewþê û hêviyên wî,Cano di dilê Xwe de pêjna guhertinekê Kir, takî zirav ji tavekê Xwe berda sîngê Wî , pê hest bû ku xwîna laþê Wî tevde li rûyê wî civiyaye , qurça destê Xwe guvaþt û li destikê Damançê Xist:

-“ez û vî karî?!!!.

zîvirî û li birayê Xwe nihêrî, ew di çavê Wî de her bêhnekê ji ya din biçûktir dibû,nema êdî dikaribû kela dilê Xwe rawestîne û hêrsa xwe ji birayê Xwe veþêre.

bi gavên yekî ji xwe bawer ji birayê Xwe û wê qorzîka tarî vekiþiya û bi nerînên xwe yên tûj ,ew têgihand ku stêra wê siya giran û rêwenda ji ezmanê Baweriyên wî rijiya.