NEWROZ HAT Û ROJA NÛYE NEWROZ HAT Û ROJA NÛYE Bihar, Havîn, Payîz û Zivistan çar feslên salêne ku her êkê ji wan reng, rewþ, xasmanî û xemlên nemaze bi xwe hene ku ya herî nexweþ ji wan feslan Zivistane. Di Zivistanê da cuda ji barîna befr, þilove û baranan cuda ji hebûna kurofe û bager û bahozan, cuda ji sir û seqemê, cuda ji hebûna kur û þêlê û bendî bûna tim rihbederan û heta mirovan di kuncên kun, hêlîn û malên xwe da suroþt xemla xwe ji dest didet û kifnek sipî li xwe diket. Derheq fesla Zivistanê û xemla wê, helbestvanê navdar "Ehmedê Nalbend" dibêje: Nê Zivistane xem û qeyd û hisar Eeyþ û halê éalemê kir jehremar Zihmeta wê ser bi ser dunya vegirt Xelk îza dan û kesê ho nîne xurt Teng û tarî kir li însanan nefes Eerd û mala her kesê bû qefes Lêv dilerizin her didana þeq þeqe Nê Zivistan þidete û xelkê heqe Paþ hîna çile ket û xwe þidand Muxla éewrî li éerdî ev reþand Þibhê zîvî sipî kirin zozan û deþt Heft tebeq éerdin û befr ket bûne heþt Ev wisa barî li me kir nêçîr û seyad Kevte pê ê xelkê hema zincîr û qeyd "Ehmedê Nalbend" Lê bi borîna gav û dem û roj û mehan, dîsan fesla sir û seqem, befr û kurove û cemed û þilovê, devrana êxsîrî û bendî bûna giþt rihbederan di kun û hêlîn û cihên xwe da û çaxê çirmisîn û par par bûna gul û guléizaran çeper ber da û bi hatina 21 ê Adarê, Newroz yan bêjin nûroj, êkim roja Biharê û elinda sala nû ku ji mêj sale di nava gelê Kurd da wek roja serkevtina rohnî li ser tarîtiyê, serkevtina heq û dadê li ser zulm û bêdadiyê, nîþan û berjenga serhildan û berxwedaniyê û yadigarek ji mêrxweaþ û xweþmêrî û destan rêsiya Kaweyê Asingir tê zanîn ji xakê Kurdistanê bê mêhvan û xemlek din da mêrg û çîmen, dol û nihal, deþt û çîya, zewî û zar , war û zozan û banehî ên Kurdistanê û ev bi terzek bedev xemilandin. Di wê derheqê da helbestvanê gelê me "Segvan Eebdulhekîm" di pirtoka helbestên xwe a bi navê "Çoxkê Eyazî" da dibêje: Newroz hat û bi gul û rîhan Cejna meye li bist û êkê Ew Newroza bîka ciwan Agirî hilkin serê rêkê Yadigare ji bab û bapîran Wa þikandî qeyda zincîran Der kirin rojhelata me Dê rabin hilkin xetîran ¬¬¬ Newroz hat û roja nûye Bi deskê gulan xemlandiye Hemî waran dîlan rabî Cejn û aheng û kenîye Wan celalan av lê boþe Seyran li wan milan xweþe Kar û rewiþtê milletî Cejna Newroz mendehoþe ¬¬¬ Newroz hat û roja mêra Millet xurî wekî þêra Roxandin koþka neyara Bilin bû ala dilêra Newrozê hey lê lê Newroz Tu roja mêrêt xwedan soz Dê mînî biþkujekî geþ Bo me Kurda cêjnek Pîroz "Segvan Éebdulhekîm" Belê bi hatina Newroza pîroz, Bihar anku fesla nû bûna suroþt, vejîyana gul û gîya, xemlîna deþt û nizar, beroj û nihal, banehî û war û mêrg û çîmenên Kurdistanê li suroþt û mirovatiyê bû mêhvan û bergekî nû ku xemla wê ji giþt rengaye kire ber xaka Kurdistanê. Dîsan befr û cemed heliyan û kanî û robarên Kurdistanê hirikîn û boþ bûn ji ava zelal û li her derê hajêna ava zelal û kalêna Kar û Berxan û sewta Hezar û Qumriyan û dengê Rebab û Muxniyan û qebe qeba Kewan û awazên kewderî û Kewçîrk û Kewgozelan tê guhdarî kirin. Bi hatina bihara bûka zeman dîsan gul û reyhan, sîsin û beybûn, yasemîn û çîçekan û gule newroz û nêrgizan Kulûlk vedan û li her cihekê Mendê, Rêvas, Kurad û Lûþ û Pêkokê serhildane. Di pesn û wesfa bihara bûka zeman da seydayê helbestvan "Ehmedê Nalbend" dibêje: Her sê heyv Adar û Nîsan û Gulan Ev biheþta éalemîne av û nan Nê Biharê éewr û baranin heyat Bo gîya bo dar û bar bûn necat Mêrg û çîmen der bihara nazenîn Þîn dibin tê da binefþ û yasemîn Wan kulîlka der seher girtin xunav Rex bi rex biþkuj biþkivtin belav Sorgul û sunbul û muzeyen bûne bîk Éendelîb û bilbilan li ser çîkeçîk Deþt û zozan û çîya bûn sor û þîn Sîsen û sosin li mêrga ser hejîn Nêrgiz û þevba ji xemlê kamilin Çîmena rewþa xwe teyr û bilbilin Gulberoj û lalezara dan þefeq Çîçek û reyhan li hewda sed tebeq "Ehmedê Nalbend" Her wek me pêþtir bas kir di Zivistanê da Kurove, ba, bahoz, bager, befr, û baran û þilove qeyd û bendan diêxîne dest û pên mirovan û wan neçar dikin di kuncên malên xwe da hepsî û bend bin û xemla suroþt têk diçe û kifnek sipî li xwe diket. Lê mêj sale Newroz û Bihar di nava gelê Kurd da bi nîþan û berjenga dest pê bûna jîyanek din bi xemlekî nû û ciwan, rizgar bûn ji qeyd û bendan û vejiyan û nû bûnê tên hisêb, Bi wê hivîyê ku di demekî zû da xebata berheq û þoriþvanî û rizgarîxwaz a gelê me bighîje meram û armanca xwe û Newroz ji gelê me rast vegere û xaka Kurdistanê bi azadî û serbestiyê þad be û xeml û rewþa Newroza rastîn ji bo gelê me mafê netewî, serbestî, demukrasî û mafê mirovan û dadperwerî bît. |