PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Gelê bi þerefê Kurdistanê!


Mesaja kesayetiyê Kurd rêzdar Elî Qazî ji bo salroja þehîdbûna Pêþewa Qazî Mihemed û hemû þehîdên doza Kurdistanê





























Gelê bi þerefê Kurdistanê!

Di roja 31.03. 1947an de Pêþewa Qazî Mihemed, birayê wî Ebulqasim Sedrî Qazî û pismamê wî Mihemed Husênxanî Seyfî Qazî li qada Çiwar Çira li bajarê Mihabadê bi destê dagîrkerên Îranî hatin îdamkirin. Herwiha piþtî vê kiryara hovane 21 kesên din ji birêveber û xebatkarên Komara Kurdistan li deverên din yên Rojhilatê Kurdistanê bi destê mêrkûjên rejîma Pehlewî hatin þehîd kirin.

Çaxê Pêþewa Qazî Mihemed di roja 22.01.1946an de Komara Kurdistan ragehand, sond xwar ku heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê yê ji bo doza Kurd û Kurdistanê wefadar bimîne. Ew di çaxekî da ku ji aliyê dadgehek leþkerî ve bi wê hindê dihat tawanbar kirin ku xwestiye Kurdistanê ji Îranê cuda bike û dewleteke Kurdî ya serbixwe damezrîne, Pêþewa bi bilindtirîn radeya mêranî û azayetîyê ve li ser bîr û baweriyên xwe rawestiya û li gor gotina parêzerê wî ku ew bi xwe jî ji aliyê leþekrê Îranê ve bi darê zorê ji Pêþewara re mîna parêzer hilbijartibûn, digot:“ Mehkeme nebû ku Qazî muhakime dikir, belkî Qazî Mihemed bû ku dadgeh, muhakime dikir“.

Pêþewa di kêlîyên herî dawî yên jiyana xwe da got:“ Hûn Mihemedekî dikûjin, lê piþtî min bi hizaran-hizar Mihemedên din durist dibin û yê li ser mafê rewayê gelê Kurd xebatê biken“.

Gotina Pêþewa ya dawiyê dûriþma:“ Bijî Kurd û Kurdistan “ bû.

Ez di vê rojê da silavên xwe li canê paqijê hemû wan xwîþk û birayên xwe dikim ku canê xwe fîdayê gel û azadîya niþtimana me kirin.

Em di çaxekî de roja þehîdbûna Pêþewa û hemû þehîdên din yên doza Kurdistanê bi bîr tînin ku pêvajoyek bênimûne ji bo gelê Kurd pêk hatiye. Bi taybetî li Baþûrê Kurdistanê piþtî ku hêzên sereke û hemû hizbên niþtimanî hev û din girtine û gelê me di vê perça Kurdistanê de nêzîke ku mizgînîya azadiyê bide hemû netewa Kurd.

Li Bakurê Kurdistanê jî gelê me þiyar bûye û ji bo gehiþtina bi mafê xwe yê diyarkirina qedera siyasî di xebatek bêrawestan de berdewame.

Ez di vê roja girîng û dîrokî de ji hemû partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê dawa dikim ku ji azmonên Baþûrê Kurdistanê dersê bistînin û destê xwe bêxin nava destê hev ji bo bi destxistina xweziyên gelê Kurd yên dêrîn ku azadiya hemû Kurdistanê ye.

Em þahidê vê rastiyê ne ku xwîþik û birayên me li Bakurê Kurdistanê bi sed hizaran kes di pîrozkirina cejina Newrozê de de li dora hev dicivin û li ser wê hindê de ku ew di bin zext û zordariyeke gelek giran û zêde ya dagîrkerên Tirk de ne jî, nêzî du milyon kesan dengê xwe dan HADEPê û 46 þaredar li herêmên bakurê Kurdistanê hatine hilbijartin. Di warê siyasî de ev xalek girîng û serkeftinek mezin bû.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî gelê me bi serokayetiya Hizbî Dêmokratî Kurdistan(HDK) li ser xebata xwe ya azadîxwaziyê berdewamin. Rijîma xwînxwara Komara Îslamî keç û xortên xebatker yên HDK û Komelê bi berdewamî îdam dike, lê gelê me jî li hemberî van zordarîyên rijîma serkûtkera Îranê serê xwe natewîne. Em þahidê vê rastiyêne ku gelê Kurd kariye bi zor û zehmeta xwe di hinek warên çandî û rewþenbîrî da pêþ bikeve û nûnerên Kurdan yên hilbijartî di parlimanê de gelek bi þiyarî li ser hinek daxwazên gelê Kurd yên rewa disekinin.

Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî gelê me hiþyarbûna xwe ya siyasî –civakî ji bo doza Kurdistanê berfirehtir kiriye û ez di wê baweriyê de me ku ger hizbên Kurdî di vê para Kurdistanê de hevgirtinekê di navbera xwe de pêkbînin û xebatê biken, dikarin ji vê dema ku niha têdene, bêtir û zêdetir ji bo parastina mafên gelê me bi xer û bêr bin.

Bi wê hîvîyê ku gelê Kurd li her çar perçên Kurdistanê bigehin xweziya xwe ya dêrîn ku ji bo vê armancê heya niha bi sed-hizaran þehîd dane.

Silav li canê paqijê hemû þehîdên doza Kurdistanê.

Bijî Kurd û Kurdistan.