PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ji dorhêla Amedê çend heb DILOK.




1

Lawiko dîno çima çavnebar î
Min ji te re sonda mezin xwarî
Ya ji te re ya ji axika sar re me
Dilê xwe ji min neke reþ û tarî.


2

Ez li vî ali tu li wî alî
Dîlberam êdî menalî
Xwediyê sozê xwe me
BIrÎna dilê min re tu delal î.


3

Temeziya serê te zer e
Dilê min bo te bi keder e
Tu qe li halê min napirsî
Heþêm çû dil derbêder e.


4

Porê reþî dirêj gulî gulî
Davêjî ser vî milî wî milî
Ji evîna te çûm helakê
Heþêm çû dilêm kemitî.


5

Çavþîn î awir xweþ î
Bejn zirav birî rakêþî
Qedera min û te yek e
Eþqa zelal meke rûreþî.


6

Malik wêranê kezeb reþê
Çû emanê gundê xerabreþê
Bav zalim e dê çavnebar e
Dilêm binalîn e bo te qewraþê.


7

Dîtin xweþ e lê ne bi mêvanî
Ji bo tîra dilê min tu kevan î
Xwazgênî siwar in li rê ne
Tê ji mala min re bibî kevanî.


8

Lê delalê nazikê nazenînê
Ji bo te dikim vê girînê
Hespê þînboz têr beza ye
Dikim te birevînim roja înê.


9

Kuro tu çima wiha belengaz î
Ziman dirêj û simbêl gaz î
Xelk dikin niha min birevînin
Tu çima nakî hewar û gazî


10

Gulevînê wele ez bi sewda me
Li ser þaxê gulê bilbîlî þeyda me
Kitêba dilê xwe ji bo min veke
Weleh tileh ez jê re seyda me.


11

Ji xwendina dilan re serbest im
Dilê xwe veke ez jê re sermest im
Qe xwe hêzar û piþderî meke
Ez ji te zerî û dîlberê re dilbest im.


12

Te keziya porê xwe bir û anî
Li ber dilê min tu pir dilovan î
Heta niha dilê min girtî bû
Te evînek veþarî jê deranî.


13

Sebra dila hat li cem min rûniþt
Bax û baxçe her der li min bû bihiþt
Min bala xwe nedabû ti dîlbera
Ji eþq û evîna wê dilêm bû miþt.


14

Ez ji sewda te birîndar im
Kes nizanê ez evîndar im
Kafirê bavê te nayê rayê
Ez ji bo te birîn xedar im.


15

Çemê Diyarbekir lem e lem e
Ji evîna te dilêm pir bi xem e
Ma tu bi derd û kûlêm nizanî
Li nava rezê gelî li benda te me.