PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mem û Zîn
Ahmedê Xanî



Mem û Zîn

Di dema berê de padîþahek hebû, ku navê wî Mîr Zeyneddîn bû û jê re digotin «Mîrê Botan». Emîrê Kurdan bû û paytexta wî jî bajarê Cizîrê bû. Mîrekî gellek bikêrhatî, di îdara xwe de xwedan hêz, edalet û merhamet bû. Bi merdî û camêriya xwe ji Hatemê Tayî merdtir, bi mêrxasiya xwe ji Rustemê Zal pêþdetir bû.

Xwedê dewlemendiyek û navdariyeke mezin dabûyê. Xezînên wî bi zêr û mucewheran, qesr û haremên wî bi xulam û cariyên wekî horiyên buhuþtê tijî bûn.
Wî Mîrî du xuþkên ji hev sipehîtir hebûn ku navê yekê Zîn û ya din jî Sitî bû. Zîn zeriyeka weka horiyekê û Sitî jî esmereka weka periyekê bû. Ew her di haremê de bûn, ji dervayî haremê kesî ruyê wan nedîtibû, lê nav û dengê sipehîtiya wan bûbû daxa dilê herkesî.

Di dîwana Mîrê Botan de wezîrên wî û gellek xulam, xizmetkar, fedaî û emirber hebûn. Hemî di xizmeta wî de bûn, sadiqên wî, li ber emr û fermana wî bûn. Le di nava wan de du meriv hebûn ku ji tevan bêtir hezkiriyên ber dilê Mîr bûn. Mîr baweriya xwe dida wan û xwe disparte wan. Ew jî bi her awayî li ber fermana Mîr bûn. Yek jê navê wî Tacdîn bû ku , çeþnîgir, serdefter û serwerê muhafizên Mîr bû, kurrê Iskenderê wezîr bû. Tacdînî du bira hebûn ku navê yekî Arif û yê din Çeko bû.

Merivê din navê wî Mem bû ku ew jî hevalê herî nêzîk ê Tecdîn bû. Ew ji biran jî nêzîktirî hev bûn. Mem jî kurrê Debîrrê Dîwanê bû. Ew bi xwe jî muhafizê Mîr bû.

Di wê demê de adet welê bû gava sal vedigeriya û dibû Newroz, qet kes di mal û xaniyan de nediman, herkes ji zarokên pêçekê heta bigihîje pîr û kalan ji malan derdiketin û diçûn ser mêrg û çîmenan, nava bax û baxçeyan, serê kanî û avan ji xwe re dikirin ciyê þahî û ahengan. Bi taybetî keç û xortên nezewicandî, xwe dixemilandin û derdiketin meydanê ku hev du biecibînin û piþt re bi riya mezinên xwe hevdu bixwazin.

Newroza wê salê jî gava hat kes di bajêr de nema hemû derketin dervayê bajêr. Hin peyatî çûn nava baxan, hin bi siwarî çûn ber quntarên çiyayan. Hemû xanim û xatûn derketin nava gulîstanan.

Memo û Tacdîn jî rabûn, cil û xemlên keçikan li xwe kirin û derketin nava þahiya Newrozê. Gava li nava ahengê digerriyan, pê hesiyan ku du xortên nenas ên gellek li hevhatî û bikêrhatî û mêrxasên del û dînane daketine nava þahî û ahengê, dikin þerr û dueloyan. Ne bi xweþikiya xwe kes digihîje wan û ne bi mêrxasiya xwe kes dikare bi wan.

Memo û Tacdîn þaþ bûnn meraq kirin ku gello ev her du xort kî ne û ji cinsê kê ne. Her du bi evraz ketin ku ber bi wan kuran ve biçin û wan bibînin bê kî ne. Carekê pêrgiyî van her du kurran hatin ku Xwedêwo çi kurr in. Du kurrên wekî du peykeran(heykelan)! Wekî du þahên stêrkan. þêl û lixwekirina wan wek hev in. Bi carekê de dilê xwe berdan wan û bêheþ ketin, aqilê xwe revandin!

Wan her du kurran jî dîtin ku yarebî, du horî û periyên sipehî li ber wan rawestiyan e. Tu dibêjî qey wek du perçên hîvê ne, lê ne welleh wekî tîrêjên rojê ne! Wan jî bi carekê de dilê xwe xistin wan û wan jî aqilê xwe ji ber sipehîtiya wan „keçan¾ revandin û bêhiþ ketin!

Piþt re hemî bi hiþê xwe ve hatin û hema gustîlkên xwe bi hev guherrandin û ji hev veqetiyan.
Memo û Tacdîn gava vegeriyan malê, ji ber wê dilketina xwe nexweþ ketin û ketin nava nivînan, þewk û taqeta jiyanê bi wan re nema. Gellek lê fikirin û bala xwe dan gustîlkan. Dawiya dawî tê derxistin ku xwedanê gustîlkan ne du kurr in, lê Sitî û Zîn bi xwe ne!

Tu nebê roja ku bûye Newroz wan her du xwiþkên Mîrî jî rabûne cil û bergên kurran li xwe kirine û bi vî awayî daketine meydana þahiyê û ketine þerr û dueloyan. Tacdîn dawiya dawî gote Memo:
- Rabe bira çi eyba vê heye, em du þêr in û ew du xezal in! Pir eyb e ku em ji destê wan binalin!
Memoyî got:

- Bira ma tu nizanî, tu zen meke ku di laþ û ruhê min de cihekî saxlem maye, ez bi her awayê xwe ji ber destê vê evînê perçe perçe bûme! Bi vî awayî ew man birîndar.

Em werin ser Sitî û Zînê. Ew jî vegeriyan malê, lê ew jî hîn bi tevayî bi ser hiþê xwe ve nehatibûn.
Dayîneka wan a bi navê Hayzebûn hebû, yeka dinya dîtî ya bi tecrube bû. Gava halê Sitî û Zînê dît pirsî got:

‚‚Hûn gellek guherî ne, we xêr e, çi bi serê we de hatiye?
Zînê got:

‚‚ Ey hewesa dil û hinavan, ey ronahiya her dû çavan, ya Dayînê! Gava em çûn ahenga Newrozê, me du keç dîtin ku wan dilê me revandin û em dîn û nexweþ kirin û bi vî awayî bêhal kirin.
Dayînê got:

- Lawo, tiþtekî ecêb e ku hûn dibêjin ew keç bûn. Piþtî ku hûn keç in ne tebiî ye ku dilê we ketibe keçan, çimkî ya tebîî ew e ku meyla we ber bi kurran ve herre!

Wan got:

-Dayê, vane gustîlkên wan û yên me jî bi wan re ne. De here xwediyên van gustîlkan bibîne, bê kî ne!
Dayîn rabû çû ba remildarekî û remil avêt, dît ku xwediyê gustîlkan yek jê Memo ye û yê din jî Tacdîn e. Vegeriya hat ji keçan re mesele got. Zînê got:
- Dayê, here wan bibîne û ji wan re bibêje ku Zînê Mem û Sitîyê jî Tacdîn divê. Heke we jî em divên, li gor adet û usûlan xwazgîniyan ji Mîr re biþînin û me bixwazin.

Dayîn rabû çû gustîlk rê Memo û Tacdînî dan û tiþtê Zînê jê re gotî ji wan re got.

Wan jî rabûn hinek alim, mîr û kal û pîr wekî xwazgînî rêkirin huzûra Mîr ku pêþiyê Sityê ji Mîr bixwazin. Ew çûn, gotin:

- Ya Mîrê mezin, Tu Tacdînî dinasî , ew ew qas nêzî te ye. Me divê em erz bikin ku Tacdîn Sitîyê ji te dixwaze heta niha ew xizmetkarê te ye niha dixwaze tu wî bikî damadê xwe jî.

Mîr dibêje:

-‚ Ser seran û ser çavan, piþtî ku hûn hetine, min jî Sitî daye Tacdînî. Heta îro Tacdîn di xizmeta me de bû, de rabin dawetê li dar xin îro em jî deynê xwe eda bikin di dawetê de ez jî jê re xizmetê bikim.
Daweteka nedît hat li darxistin. Bi þev û rojan kêf û aheng hatin kirin, saqîyan þerab gerrandin, xulaman sifre danîn û rakirin. Raqqas reqisîn û mûsîkajenan jî musîk lêdan û stran gotin. Piþt re Sitî kirin bûk û birin xistin qesra Tecdînî. Ew zewicîn bi dilê xwe þa bûn.

Li wê derê man Mem û Zîn.

Di vê der ê de divê em bêjin ku Mîrî bi navê Beko dergevanek hebû. Ew yekî fesad, dekzan û dilreþ bû. Kes ji wî ne razî bû, ji Mîr re digotin ku « ya Mîr vî merivê fesad ê dilreþ li ber dergehê xwe mehêle, wî bavêje, ew rûmeta mezinayî û edaleta te dixîne.
Lê Mîr jê ne digeriya û digot:

- Em kesên Mîr u hukumdar, ne ku tenê tabiên rast û durust, her kesên bi vî awayî jî me divên. Yên wiha lazim in ji bo aþê me zaliman bigerînin. Ev Beko rojekê het, wî ji Mîrî re got:

- Mîrê min te qîmet da Tacdînî, te Sitî lê mahr kir û ew kir zavayê xwe, lê ez dibêjim qey wî çav bera textê te daye. Roja ku te Sitî da wî, wî jî ji ber xwe ve Zîn daye Memê.

Gava Mîr ev yek bihîst ji hedê der aciz bû, bi hêrs got:

- Ez difikirîm ku zînê bidim Memê, lê ez son dixiwim bi text û taca xwe ku ji niha pê ve kî were Zînê ji min bixwaze ezê serê wî bibirim.

Bi vî awayî nema kesî karî were Zînê ji Memê re bixwaze. Zîn ma di haremê de bi tena xwe. Berê Sitî heval û hemderda wê bû, lê îro ew jî tunebû, ew bi tena xwe di nava agirê evîna ji ber Memê roj bi roj diheliya û zirav dibû. Bi þev û rojan digiriya û dinaliya.

Memê jî ji ber evînê sergerdan bûbû, sekn û tebat lê nemabû, geh li ber ava Dîcleyê û geh li çol û çiyan, li ser burc û kelatan bi tena xwe digeriya û diket xewn û xeyala bi Zînê re. Ew jî roj bi roj diheliya diçû.
Rojekê, gava wextê nêçîr û þikarê hat, Mîr hemû peyayên bajêr kom kirin û li gel mîr û axayên dora xwe çûn nêçirê. Memê nexweþ bû neçûbû nêçîrê. Gava fikirî ku kes zilam nemaye di bajêr de. Rabû ber bi baxçeyê qesra herema Mîr ve çû bi wê hêviyê ku belkî Zînê bibîne. Di wê demê de Zîn jî derketibû nava baxçeyê qesrê. Li wir ew û Memo rastî hev hatin, heta êvarê têr bi hev þa bûn. Êvarê ew ji xwe ve çûbûn ku Mîr tevî maiyeta xwe ket nava baxçe bi ser wan de hat. Zînê firsend nedî ku bireve ji wê derê here, hema ket bin Eba Memê. Mem o xwe li nexweþiya giran danî û ji ber Mîr ranebû, lê Tacdîn fahm kir ku Zînê di bin eba wî de ye . Zû çû agir bi qesra xwe xist ku Mîr û maiyeta xwe ber bi hewara wî de werin, Zînê jî ji vê firsendê xelas be, here alî malê. Welê kir, hemî çûn ber bi hewara Tacdînî ve ku agirê qesrê bitemirînin. Bi vî awayî Zîn jî xelas bû.
Lê roj bi roj evîna Mem û Zînê ket ser zarê xelkê. Li nava xelkê Cizîrê herkesî behsa evîna wan kir. Xeber ket belavbûneka wiha ku Beko ev yek firsend dît çû xwe gîhand Mîr û got ku têkiliyên Mem û Zînê di devê her kesî de ne. Mîr gellekî pê êþiya, lê got:
‚‚ Bi gûman û texmînan nabe, ma gelo em ê çawa rastiya wê derxin?

Beko got:

- Memo yekî welê ye ku tu caran ji bo te derewan nake. Bang bike pê re setrencê bileyize. Gava te ew bir, þertê xwe li ser ferz ke, bipirse ku hezkiriya wî kî ye. Ew ê rast ji te re bêje ku Zîn e. Bi vî awayî ku wî bi xwe ev yek îtîraf kir îdî ferman a te ye, tu yê cezayê wî bidiyê.

Li ser vê yekê Mîr Memo vexwend ji bo leystika setrencê. Mem hat bi Mîrî re setrenc leyist. Di leystikên pêþiyê de Memo zora Mîr dibir. Beko di wê gavê de dît ku di pencereyeka piþt Memo re ji alî haremê ve Zîn jî leystika setrencê temaþe dike. Hîleyek ket bîra wî, got:

-‚ Ya Mîrê min, ji bo þansê te vegere tu û Memo ciyê xwe bi hev biguherin. Welê kirin û cardin dest bi leystikê kirin. Gava Memo cihê xwe guherand berê wî ket Zînê û çavê wî bi Zînê ket. Ji wê deqê pê ve çavên wî tim li Zînê man, heþ ji serê wî çû, nema karî bala xwe bide ser setrencê. Çend leystik gerandin jî hemî caran Mîr zora wî bir. Dawiya dawîn Mîr xalib û Memo mexlûb îlan bû.

Mîr li ser þert ji Memo pirsî, got:

-‚ Memo ka ji min re bêje ya ku dilê te revandiye kî ye navê wê çi ye?

Hema Beko xwe avêt meydanê û got:

- Mîrê min ya ku Memo dilê xwe xistiyê keçeka Bedewî ya Ereb a reþ a lêv deqandî ye!

Ev yek gellek bi Memo nexweþ hat, got:

-‚ Na Mîrê min ya ku dilê min revandiye yeka Kurd a esilzade ye, keça mîran e û nevê wê jî Zîn e.
Gava Mîr ev yek bihîst gellek hêrs bû û ji muhafizan re got ku rabin wî bikujin. Muhafizan þûr û xencerên xwe kêþan û berê xwe dan Memo. Mem jî þûrê xwe kiþand. Gava Tacdîn, Çeko û Arif ev yek dîtin, wan jî þûrê xwe kiþandin û xwe dan piþta Memo û berê xwe dan Mîr:

-‚ Heta hûn me hersiyan nekujin em nahêlin kes destê xwe bigihînin Memo. Bira muhafiz xwe vekêþin, piþt re Mîrê me çi ferman dike bira ew bixwe bike. Muhafizan xwe vekiþandin, Mîr rabû dest û piyên Memoyî bestin û ew þand avêt zîndaneka bêbinî.

Memê di zîndanê de û Zînê di haremê de dest bi çîlekêþiyê kirin. Çîleya Memê hat nuxteyek wilo, ew qas kiþiya ku Memê ji derdê evîna dinyayî ya Zînê xwe wenda kir ket nav evîna îlahî û heþ û aqilê xwe di wir de wenda kir, hemî têkiliyên xwe ji dinya maddî birrîn, bû murþîdekî evîndarê îlahî. Zîn jî bi wî awayî xwe da çîleyê û bû weka murîdeka vî murþîdê evîndar. Nav û dengê derd û êþa wan li nava Cizîrê bela bû, xelk jî bi derd û kulên wan re êþiyan, nalet li Beko barandin û dilê xwe ji Mîr hiþtin ku çima ev neheq lî van evîndaran kiriye. Aciziya xelkê gihîþt noxteyeka welê ku Tacdîn û birayên xwe biryar dan ku herin huzûra Mîr bêjin bira ya Memê ji Zîndanê derêxe yan ew amade ne ku þerê wî bikin.
Gava Beko pê hesiya ku xelk her ku diçe bîhnteng dibe, Tacdîn û birayên xwe haziriya derketina hemberî Mîr dikin, ji serîhildanekê tirsiya, zû çû xwe gîhand Mîrî û mesele jê re zelal kir ku xelk aciz bûye, ya çêtir ew e ku di demeke wiha de riyeka nerm bide ber xwe û aciziya milet daxe. Got ku :

- Here ji Zînê re bêje ku min Memo efû kiriye, tu serbest î herî wî bibînî. Gava ew here ziyareta Memo, Memo ew qas zeîf û bêhal bûye ku dilê wî debar nake ji ber çavpêketina Zînê wê bimre here, bi vî awayî wê mesele bitemire.

Mîr çû ev yek ji Zînê re got, lê tam di wê wextê de xeber hat ku Memo di zîndanê de miriye. Zînê, Dayîna wê, Sitî û gellek cariyên wê bi bezî bezî çûn zîndanê, dîtin ku Memê miriye. Lê gava Zînê destê xwe di serê wî da û gazî wî kir, ew vejiya, lê Zîn nasnekir, jê re gotin vaye Zîn hatiye huzûra te, tu jî rabe here bexiþîna xwe ji Mîr bixwaze, Mîr hazir e te efû bike. Wê gavê tê ji zîndanê derkevî û bigihîjî Zînê. Lê wî ev yek red kir got;

- Ez tenê Xwedê wek mîrê xwe dinasim, ez naçim ji qûlan efûyê naxwazim.

Zîn û dora xwe vegeriyan qesrê. Ku Mîrî ev yek bihîstin, bi rastî îdî poþman bû, hem Mem û hem Zîn efû kir. Lê xeber hat ku Mem ebediyen miriye. Girî û þîn bi vê xeberê re ket nava bajarê Cizîrê. Xelkê Cizîrê hemî bi hev re rabûn bi merasim û hela helayeka mezin a wekî roja heþrê Memo birin di gorrê de veþartin. Zînê jî ji Mîr Zeyneddînê birayê xwe re got ku:

- Piþtî mirina Memo ez nikarim bijîm, ez ê jî bimrim xwe bigihînim wî. Lê min divê di zewaca Tacdîn û Sitîyê de te çawa dawetek mezin li dar xist tu ji bo me jî dawetek wiha li dar xî.

Zînê çû xwe avêt ser gorra Memê û giriya, heta ku ew jî mir. Di wê navê re gava Tacdîn ber bi hawara mirina Memo ve diçû, rastî Beko hat, þûrê xwe kêþa û ew li wê derê kuþt.

Cizîrî rabûn Zîn jî anîn xistin gorra Memê û Beko jî li goreka nêzî wan veþartin. Piþtî demekê du darên servîyan li ser gorrê þîn bûn lê stirîyek di navbera wan de hilat û nehiþt ku ew xwe bigihînin hev.
Ji wê rojê pê ve xelkê heta heta Mem û Zîn bi navê evîndarên zulmlêkirî û Beko jî bi navê fesadî û gelaciyê bibîr anîn ji xwe re kirin îbret.