Erebê belengaz û þewitî Erebê belengaz û þewitî Mam Xosrov, ku bi xwe mêrekî qereseyî bêteþe mezin bû, û kesekî ecêb dilbiþewat bû, salekê bi mêrekî tel-biçûk ra bûbû heval, ku ew jî ji welatê berê bû. Ev hevalê teze, kesekî di hundîrê xwe da wisa melûl û bêdeng bû, te digot qey kevirek e. Wî xem û êþa dilê xwe hertim bi dawþandina toza ser çokên xwe û bi neqisekirinê dianî der. Ev mêrik bi xwe Ereb bû, navê wî Xelîl bû. Bi gewdê xwe, ji lawikekî heþt salî mezintir xuya nedikir, lê simbêla wî wek ya mamê Xosrov mezin bû.Temenê wî bi texmînî li dor þêst û çend salî bû. Digel vê simbêlê jî, ji mirov ra wisa hesil dibû ku ew di dilê xwe da ji zilamekî bêtir zarokek bû. Çavên wî çavên zarokekî bûn, lê bi hesreta salan dagirtî bûn, çendî- çend sal bûn ku ji tiþtên xwe yên hezkirî, ji delalîyên xwe veqetîya bû, dibe ku hesreta welatê xwe dikiþand, yan jî bîra dîya xwe, bavê xwe, birayê xwe, hespê xwe yan jî tiþtekî din dikir. Porê wî nerm û gumreh bû, û heta bêjî reþ bû, û li alîyê çepê þekirî bû, eynî wek yê wan lawikên biçûk ku wexta nû hatibûne Amerîkayê, dê û bavên wan fêrî wan kiribû ku bi çi teherî porê xwe þe bikin..Serê wî hetanî nêzîkî simbêlê wek yê þagirtekî dibistanê bû, gewdê wî jî wisa. Wî qet îngîlîzî nedizanî, tenê hinek tirkî, çend gotin kurdî û gelekî hindik ermenîkî dizanî, lê wê çi bikira ji zanînê, çawa hebe qise nedikir. Dema carekê qise bikira jî, bi dengekî wisa dipeyîvî te digot qey ew deng ji wî bi xwe bêtir ji welatê berê derdiket. Wexta qise dikir, te digot qey lêborînê dixwaze çima ku mecbûrî qisekirinê bûye, mîna ku bi qisekirinê tenê derd û keserên ku di dilê wî da hebûn her zêdetir dibûn, çi jî bigota cîhê êþ û azarê bû, lewma bêdengî dipejirand. Mam Xosrov ê ku tu wextê ne mumkûn bû ku li ser her tiþtekî îlla gotinekê nebêje, gelo çawa bi vî mirovî ra wisa ji nêzîk va bûbû heval, ev tiþtekî seyr bû ku heta niha jî em sebebê wê nizanin. Mam Xosrov û ereb her hal cara pêþîyê li qehwexana Araks hevdu dîtine û naskirine. Mam Xosrov dost û dijminê xwe li gor þêweyê tavleleyîstina wan hildibijart. Hemû leyîstik ji bo dîyarkirina xûyê siruþtî yên însanan bergên ceribandinê ne û Mam Xosrov bi xwe dema di leyîstikê da bixesirîya gelekî lê zor dihat, lê, dema reqîbê wî bixesirîya û nerazîbûna xwe dîyar bikira Mam Xosrov zehf aciz dibû. - Yaho! Çi mize-miza te te ye wisa? wî li yekî xesirî kir qêrîn. Ma çi bû te winda kir, leyîstik e, qey dinya xirab nabe! Dinya wî bi xwe xirab dibû, gava carekê leyîstikek jê biçûya, lê bi ser asoya wî diket dema yekî din bikaribûya sembolîka leyîstikê bi qasî wî cîddî bigirta. Ji bo kesên din leyîstik leyîstik bû, tiþtekî ne ewqas ciddî bû di çavê wî da. Lê ji bo wî bi xwe leyîstik qeder bû - li ber masekî, li alîyê din jî kesekî beredayî rûdiniþt zar dihejandin, bi bi tirkî tiþt digotin ji wan ra, lavayî wan dikir, piste-pist dikir, diqêrîya û bi gelek awayên din xwe li ber wan biçûk dixist. Mam Xosrov bi xwe ji zaran ditirsîya, wî ew wek dijminên xwe yên taybetî didîtin û tu wextê gotineke qenc li wan serf nedikir, wî zar digirtin di pencerê ra diavêtin, yan jî ji serîkî odê dipekande serîyê din û bi lez û bez sandoqa tavlê ji ser masê paqiþ dikir. - Segbav! diqêrîya. Û bi hêrs berê xwe dida reqîbê xwe, di ser da diqêrîya: - Yaho! hemþerîyê min! Tu qet þerm nakî ? Çima ewqas xwe nizim dixî li hember wan. Tu lava û tika dikî ji wan, di þûna te da ez þerm dikim. Ez bi xwe tifî wan dikim. Yên ku carekê bi Mam Xosrov ra tavle bileyîstana êdî hew careke din pêra dileyîstin. Ev qehwexane di wextê xwe da cîhekî gelekî naskirî bû û xelk pir dahitine wir. Hîna jî wisa ye, lê gelek ji wan kesên ku bîst sal berê dihatin niha mirî ne. Ev der cîyê ermenîya bû, lê kesên din jî dihatin. Hemû kesên ku welatê berê dianîn bîra xwe dihatine vir. Hemû kesên ku ji welatê berê hez dikirin. Hemû kesên ku berê tavle leyîstibûn, îskambîl leyîstibûn li welatê berê. Hemû kesên ku ji xwarin, þerav û reqîya welatê berê û qehwa wê ya ku di fîncanên biçûk da danê esrê vedixwarin, hez dikirin. Hemû kesên ku ji stran û çîrokan hez dikirin. Û hemû kesên ku dixwastin werin cîhekî wisa ku bîna welat jê bê, bi hezaran mîl ji welat dûr. Mam Xosrov her car piþtî nîvro di saet sisîyan da dihate qehwexanê. Weha carekê çavê xwe li lokalê digerand dûra li koþeyekî bi tenê rûdiniþt, û paþê bi hêrs û û mirûzekî tirþ radibû û diçû, bêyî ku tu kesî jê ra tiþtek gotibe. - Feqîrên belengaz, her tim wisa digot. Mexlûqatên bêçare û belengaz. Yan jî weha digot: Feqîrên belengaz û þewitî. Belengaz û þewitî - ev gotin nayê wergerandin li zimanekî din, lê di vê dinyayê da ji vê gotinê hezîntir û xembartir gotin tunene. Her hal Mam Xosrov rojekê dema li koþeyê xwe rûniþtîye çavê wî bi vî erebê biçûk ketîye, û yekser li cem xwe biryar daye ku ev mêrekî gelekî qenc e. Dibe ku ereb rûniþtîye û tavle leyîstîye, bi wê navmila xwe ya fire enîþkên xwe danîye ser masê û serê xwe spartîye qefa destekî xwe, serê xwe yê reþ, yê ku bi aqil û bi derd û kulên dinyayê tijî bûye, û dibe ku gava wî leyîstika xwe kutakirîye û rabûye ser pîyan, hingê Mam Xosrov dîtîye ku bejna wî ji ya zarokekî ne dirêjtir e. Yan jî dibe ku ereb rojekê hatîye qehwexanê û bêyî ku nas bike li ba Mam Xosrov rûniþtîye û pê ra destek tavle leyîstîye û xusirîye, lê qet berneketîye; û lavayî zaran nekirîye lewma sempatîya Mam Xosrov qezenc kirîye. Axir sedemê pêkhatina dostanîya wan çi bûye, di navbera wan da çi celeb hevfehmkirin hebûye bila hebe, heqîqet ew e ku carna herdu tevayî dihatin mala me û herdem bi kêfxweþî dihatin ezimandin. Dema Mam Xosrov cara pêþîn ereb bi xwe ra anî mala me, qet pêwîst nedît ku wî bi me bide naskirin. Dîya min jî li cem xwe bawer kiribû ku ew hevwelatîyekî me ye, dibe ku xismekî me yê hinekî dûr e, her çend porê wî ji porê piranîya me reþtir, û bejna wî ji kurttir bû. Belê ji xwe tu maneyeke van tiþtan jî tunebû, pirrengîyeke weha tenê cîhê þanazîyê ye ji bo xelkekî. Ev xusûsiyet tenê þêleke mirovî dide civatekê, jiyanê jîyanbartir û xweþtir dike. Ew roja pêþîn bû ku ereb hate mala me, piþtî ku rûniþt dîya min dest bi xêrhatina wî kir, belkî nîv dizûne car jê ra got ku rehet rûnê wek ku li mala xwe ye. Gelo guhên wî kerr in? wê li cem xwe meraq kir. Na, xuya bû ku baþ dibihîst, ji ber ku bi baldarî guhdarî dikir. Dibe ku ji zaravayê me fehm nake. Dîya min jê pirs kir ka ji kîjan bajarî ye. Wî tu bersiv neda dîya min, tenê piçekî toza ser milê qapûtê xwe dawþand û hew. Paþê dîya min bi tirkî jê pirsî: Tu ermenî yî? Wî fehm kir; bi tirkî got ku ereb e. -Belengazê þewitî, Mam Xosrov bi nermikayî got. Pêþîyê dîya min welê bawer kir ku ereb wê qise bike, lê dûra zû serwext bû ku - eynî wek Mam Xosrov- bona vî mirovî jî bi qasî qisekirinê tiþtekî nexweþ û xirab tuneye li vê dinyayê. Wî dikaribû qise bike, eger hewce bikira, lê bi rastî tiþtekî wî yê gotinê tunebû. Dîya min titûn û qehwe danî ber herduyan û bi destê xwe rîya derî nîþanî min da ku ez ji odê derkevim. - Ew dixwazin bi tenê bin, ji xwe ra qise bikin. - Qise bikin? min got. - Ew dixwazin bi tenê bin, wê got. Ez çûm li ber masa oda xwarinê rûniþtim û min dest pê kir rûpelên jimareke sala çûyî ya Saturday Evenîng Post welgerand, ya ku min hemû tiþtên tê da ezber kiribûn- xasma wêneyên wê: wêneyên mîmarî yên þahane; otomobîl û kesên sosyetê; maseyên raxistî û li ser wan tasên þorbê yên ku jê hulm-gulm radibûn; mêrên ciwan ku bi taximên kincan gelekî elegan xuya dikirin û gelek wêneyên din. Herhal min bê hemdê xwe rûpelên wê bi hiþkî welgerandine û deng derxistîye ku: - Huþ be, kuro, huþþþ..! Mam Xosrov bangî min kir. Min jî hema di wê navê da awirek avête hundirê oda rûniþtinê û dît ku ereb hinekî toza ser çoka xwe dawdiþîne. Ew saetekê di hundir da rûniþtin û paþê ereb rabû ser xwe, bîhneke kûr kiþande cîgerên xwe û bêyî ku tu tiþtekî bêje, kete ser rîya xwe û çû. Ez çûm oda rûniþtinê û li þûna ereb rûniþtim. - Navê wî çî ye? min got. - Huþ be, Mam Xosrov got. - Erê, lê navê wî çi ye? Mam Xosrov wisa aciz bû, nizanibû çi bike. Wisa bi dengekî bilind li dîya min kir qêrin, te digot qey hin kes dikin wî bikujin. - Marîam! Marîam! Dîya min bi lez hat. - Çi ye? wê got. - Ka evî ji vir derxe, Mam Xosrov got. - Çima, çi bûye? - Dixwaze bizanibe navê ereb çî ye. - Êê, îcar? dîya min got. Çi dibe, tu jî jê ra bibêje. Ew zarokek e, meraq dike, tu jî jê ra bibêje. - Wa! tu jî! axîneke kûr kiþand Mam Xosrov. Erê tu jî. Xûþka min jî. Xûþka min, belangaza þewitî. - Êê, navê wî çi ye? dîya min pirsî. - Ez nabêjim, Mam Xosrov got, ez hema qet nabêjim, ewqas, nabêjim. Rabû û çû. - Ew nizane navê wî çi ye, dîya min ji min ra zelal kir, tu jî nekeve rikê wî, bi serda meçe, wî aciz meke. Sê roj paþê, dema Mam Xosrov û ereb dîsa hatin mala me, ez li oda rûniþtinê bûm, Mam Xosrov rast hate ba min û ji min ra got: -Navê wî Xelîl e, hadê here îþê xwe. Ez çûm li hewþa pêþ xanî sekinîm da ku ji kurapên min yek were derva em bileyîzin. Lê piþtî deh deqîqan min dît kes nayê, ez rabûm çûm mala kurapê xwe Mûrad û li wir bi qasî saetekê me wextê xwe bi niqaþan derbas kir: ka piþtî pênc salan kî ji me wê bi hêztir bibe. Me sê caran gulaþ girt, her sê caran jî wî zora min bir, lê carekê hindik mabû ez wî li erdê xim. Dema ez vegerîyam malê ew çûbûn. Min bazda ez rast çûme oda rûniþtinê, li wir nebûn. Tenê bîna wan û bîna dûyê titûnê mabû. -Wan qe çi qisekirin? min ji dîya xwe pirs kir. -Min guhdarî nekir, wê got. -Ma qet nepeyivîn? -Ez nizanim. -Na, ew napeyivin, min got. Hinek mirov dipeyivin, gava tiþtekî wan ê gotinê hebe, dîya min got, û hinek ji qet napeyivin. - Mirov çawa dikare bipeyive, bêyî ku yek gotinekê bibêje? min got. - Mirov dikare bê peyv jî qise bike, em her dem bê peyv qise dikin. - Wê çaxê peyv ji bo çi ne? feyda wan çi ye? - Feyda wan ewqas tune. Ew bêtir ji bo ku mirov rastîyên xwe pê veþêre tên xebitandin, tiþtên ku di dilê mirov da hene û mirov naxwaze bide xuyakirin. - Qey tu dibêjî ew herdu dipeyivin bi hev ra? min got. - Erê ez wisa texmîn dikim, dîya min got. Ew tên rûdinên, gulma li qehwa xwe dixin û cigarê dikiþînin. Ew tu wextê devê xwe venakin lê herdem qise dikin. Ew ji hevdu fehm dikin û hewce nabînin ku devê xwe vekin. Tu tiþtekî wan nîne ku ji hevdu veþêrin. -Îcar ew bi rastî dizanin ku ew li ser çi dipeyivin? -Belê, bêguman, dîya min got. -Çi qise dikin, ji min ra bêje? -Ez nikarim bêjim, ji ber ku danûstandina wan ne bi gotinan e. Lê ew dizanin çi ye. Tam salekê Mam Xosrov û ereb wisa ji xwe ra car-caran dihatin mala me, saetekê carna du saetan rûdiniþtin. Carekê Mam Xosrov ji niþkêva kir qêrîn. Tiþtekî ez bibêjim tune - ma tu serwaxt nabî, hal ew bû ku ereb jî tu tiþtek negotibû. Lê pirî caran bêyî ku yek gotinekê ji hev ra bêjin, wextê xwe diborandin paþê radibûn û diçûn. Kengê rabûna, Mam Xosrov hêdîka digot: Feqîrên belengaz û þewitî! û yê Ereb hinek toza çoka xwe dawdiþand. Rojekê dema Mam Xosrov bi tenê hate mala me, wisa li ba min meraq çêbû, gelo ev çend meh e, ereb çima êdi nayê mala me. -Ereb kanê? min got. -Kîjan ereb? Mam Xosrov got. -Ew erebê biçûk ê belengaz û þewitî, ku carna bi te ra dihat, min got. Ew li kêderê ye? - Marîam! Mam Xosrov kir qêrîn. Li wir sekinî bû te digot qey serçavê wî ji qehra reþ bûye. O,o ! min di dilê xwe da got. Ev çi ye, ma min çi got? Min çi þaþî kir? - Marîam! wî kir qêrîn: Marîam! Dîya min hat. - Çi ye? wê got. - Ji kerema xwe ra, Mam Xosrov got. Ev kurê te ye. Tu xûþka min a biçûk î. Ka evî derxe derva. Ez gelekî jê hez dikim. Ew amerîkan e. Li vir çêbûye. Rojek wê bê ew ê bibe mirovekî mezin. Qet þika min tune. Ka ji kerema xwe ra wî derxe derva. - Çima? Çi qewimî? dîya min got. - Çima? Çima? Qise dike. Tiþtan pirs dike. Ez jê hez dikim. - Aram, dîya min got. Ez li wir sekinîbûm, madem Mam Xosrov ewqas li min hêrs dibû ez jî bêtir li wî hêrs dibûm. - Kanê ereb? min got. - Mam Xosrov berê xwe da dîya min û ez bi dest nîþan kirim-bi hêrs û lerz. Aha tu dibihîsî, bi jestên xwe got. Kurê te. Xwarziyê min. Kurê xûþka min. Ji goþt û xûna min. Tu fehm dikî? Em hemû feqîrên belengaz û þewitî ne. Hemû, xêncî wî, tenê ew ne wek me ye. - Aram, dîya min got. - Ez fehm nakim, qesta Mam Xosrov çî ye, dema ku qet tiþtekî nabêje, min got. Kanê ereb? Mam Xosrov bê gotin û bê deng ode terk kir û çû. - Ereb mirîye, dîya min got. - Wî kengê ji te ra behs kir? min got. - Wî behs nekir. - Lê tu çawa dizanî? - Ez nizanim, dîya min got. Lê mirîye. - Mam Xosrov bi rojan nehate mala me. Min bawer dikir ku êdî wê tu wextê paþda neyê. Dawîyê da, dema hat, li oda rûniþtinê li ser pîyan sekinîbû, þewqê wî di dest da û got: - Ereb mirîye. Bi tenê, bê xwedî li welatê xerîbîyê, hezar mîl ji mala xwe dûr. Ew li wê hêvîyê bû ku vegere welatê xwe û li wir bimre. Wî zehf dixwast ku berî mirinê lawên xwe bibîne. Wî zehf hêvî dikir ku bi wan ra xeberde berî ku bimre. Wî zehf dixwast ku carekê wan dîsa bîn bike. Qet perê wî tunebû. Tim difikirî ji bo pera. Aniha êdî mirîye. Hadê here îþê xwe. Ez ji te hez dikim. Gelek tiþt hebûn ku min dixwast ez jê pirs bikim, xasma derheqa kurên ereb da, gelo çend kes bûn, çiqas wext û zeman bû ku ji wan dûr ketibû û.hwd. lê min biryar da ku ez herim mala pismamê xwe Mûrad û biceribînim ka niha pê dikarim yan na, û ez derketim çûm bêyî ku yek gotinekê bibêjim- bêguman ev tewrê min gelekî bi dilê Mam Xosrov bûye, dibe ku jê ra bawerî çê bû ku dîsa jî ji bo min hêvî heye. Wergera ji zimanê swêdî: Haluk Öztürk |