PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xortanî û Kaltî - A. Bûnîn





Grafik: A. Sevinç

Xortanî û Kaltî - I. A. Bûnîn

Rojên havînê yên xweþ in, Derya Reþ bê pêl û bê deng e.
Gemî di bin giranîya merivan û barê giran da dinale- di hundurê wê da cî-sitar ne maye.
Riya wê dûr e. Ew ê ji Qrîmê destpê bike û bi riya çivane berê xwe bide Kavkazê, ber kenarên Anadolîyayê, Konstantînopolê...
Tav diqijilîne, ezman çîk-sayî ye, ciwanîya derya narîn xemleke kaw dide wan der-dora; em ê hela ji gelek hêwirgehên bi îskelên qerebalix ra derbaz bin, dengê qibe-qiba qulinga, gotinên ne li rê û qarîn-qûjîna alîkarê fermandarê gemîyê: mayna! vîra! bibhên - û paþê dîsa ew der wê lap bêdeng bibe, gemî wê bi hemdî xwe berbi warên çiyayî bilive, ku mirov dibê qey di nav þewqa royê da winda bûne.
Di odên gemîyê yên dereca yekê da cî fire û paqij e. Lê rex wê qirêj e, cî teng e, rêwîyên tu dibêjî qey cerdên ji esîran pêkhatî ne, hineka xwe dane bin sîberê, hineka pala xwe dane aspêjxanê, yên mayîn jî dora kûpê gemîyê çarmêrkî rûniþtine. Li van dera bîna her tiþtî tê, hey bîna germê û bîna ku te dilbaristan dike tê, hey bîna pîs û golegenîyê tê, lê her bîn jî bîneke taybetî ye, ya gemîyê ye, ku tevî bîna ava deryayê ya xweþ dibe. Vira meriv dikare jin û mêrên rûs, xoxol, rahîbeyên Afonê, usa jî kurda, gurca, huruma bibîne... Kurdên vira lap beyanî ne, ji sibê hetanî êvarê radizên, gurc hey distirên, hey cot-cot direqisin, pêra jî bi sivikayî û çapik-çeleng xwe hildavêjin, mînanî qubeqaza xwe dilivînin û çepika dixin: tas-tas, tas-tas! ûrisên, ku diçine Filistînê ber ziyaretê, gelekî çayê vedixwin, mêrekî þîþman, ku piþta pîlê wî hinekî ser da gêr bûye, bi rîyê tenikî zerîn û porê dûz bi deng Încîlê dixwîne, lê xanimeke mînanî hîva çerdehþevî bi kirasê sor û þe`ra kesk li sêrî heta gerdenê girêdayî, pala xwe daye dîwarê sivderê û çavên xwe yên xweþik qet ji wî nabire.
Gemî li îskela Trabzonê demeke dirêj sekinî. Ez çûme ber kenêr û gava vegerîyam, min bala xwe dayê, wê dîsa komek kurdên çekdar bi kincên zîtol-zîtolî, bi pêlekana hildikiþin. Kalemêrekî qerase û bi hestuyên gir, bi cil û bergên çîl-qerqaþ, bi qayîþeke bi xisrên zîvîn li pistê zexm girêdayî, dabû pêþîyê û xulam-xizmetkarên wî jî dabûne dû. Kurdên, ku bi me ra di gemîyê da bûn, bi koma xwe va li cîkî bûn. Wana ji xwe ra cîkî fire vala kiribûn. Peyayên kalemêr çend xalîçe li wir raxistin, balgî danîne ser. Kalê mîna padþakî xwe li wir dirêj kir. Rîyê wî mînanî þeba sipî sîs bû, sûretê wî yê zuha usa qimilîbû, ku rengê qemer lê diket. çavên wî bi þewqeke nebî- nayî diçûrisîn.
Min ranêzikayî li wî kir, qerefîska rûniþtim, selam dayê û bi rûsî jê pirsî:
-Hûn ji Kavkazê ne?
Ewî jî bi rûsî, bi dilxweþî bersiva min da:
-Tu gotina xwe bêje, camêr. Em kurd in.
-Hûn kuda diçin?
Ewî bi awakî sade, lê kubar bersiv da:
-Em diçine Îstenbolê, maqûl. Diçine bal sultan bi xwe. Em hedyayê jê ra dibin: hevt qamçî, hevt þelmaq. Sultan her hevt kurên min birine ber þer, giþk jî þer da þehîd bûn. Sultan hevt cara dua li min kir, pesnê min da.
-Hî, hî, hî! - xortekî bedew û tîtal, ku hurumekî ji Kêrçê bû, cixare dêst da li ser serê me sekinî bû û kurtikekî gewr bi êlekê sipî va, þalwarekî ku gelekî lê dihat lê bûn û cotek konderên biriqokî li lingan bûn, bi awakî qerf serê xwe bir-anî û got:- kalekî ha bi emir mezin e û bi tenê maye!
Kalê li fînoyê wî nihêrî.
-Tu çi yekî xiþîm î,- ewî bi awakî sade lê vegerand.- A tuyê kal bibî, lê ez ne kal im û tu cara jî kal nabim. Te mesela meymûnê bihîstîye?
Xortê bedew bin lêva da kenîya:
-Meymûnê çi?
-De îcar guh bide. Xwedê erd û esman xuliqandîye, zanî - ne?
-Belê, zanim.
- Paþê, Xwedê meriv rû dinyayê xist û gotê: meriv, tê li rûbarê dinyayê sî salî emir bikî,- tê rind bijî, tê þa bibî, tê bifikirî ku Xwedê hemû tiþt li dinyayê her tenê bona te xuliqandîye. Tu ji vê yekê razî yî? Lê meriv fikirî: ewqas baþ, lê ser hevdu sî sal! Çiqas hindik e!- Guhê te li min e,- kalê bi hêbet jê pirsî.
-Belê, guhê min li te ye,- xortê bedew got.
-Paþê Xwedê ker xuliqand û jê ra got: tê palanê xelqê hilgirî, wê xurcên giran li te bar kin, wê li te siwar bin û bi qamçîya nav çevê te xin. Sî sal ji te ra bes e? ker ponijî, kire zirînî, da zîtika û ji Xwedê ra got: ewqas sal êz ê çi jê bikim?! Xwedê, panzdeh sala bide, besî min e.- Lê panzdeh salên wî, ji kerema xwe ra, ser temenê min da zêde bike,- meriv ji Xwedê ra got.- Xwedê razî bû, usa jî kir, emrê meriv gihîþte çilûpênc sala.- Bextê mêriv lê xist, ne usa ne?- kalê li xortê bedew nihêrî û jê pirsî.
-Welle, xirab nîne,- ewî bi dudilî got û wek xuya bû, tê nedigihîþt ev serhatî bona çi ye.
-Paþê Xwedê kûçik xuliqand û sî sal emir da wî jî. Tuyê, Xwedê gote kûçikê, timê dirr û har bî, tuyê miqatîyê li mal û milkên evda bikî, tuyê bawerîya xwe bi xelqê xerîb neynî, tuyê biewtî nenasa, bikî kaste-kast û þeva bêxew bimînî. , zanî, kûçikê kire zûrînî: xwezî te nîvê wî emirî bida min! meriv dîsa hîvî ji Xwedê kir: ewê nîvîyê jî ser emirê min da zêde bike! Xwedê dîsa ser da zêde kir.- Emirê meriv niha gihîþte çend sala?
-Gihîþte þêstî,- xortê bedew bi dilekî baristan got.
-Paþê Xwedê meymûn xuliqand, sî sal da wî jî û got, ku ewê bêy dijwarîya û xema bijî, qaranîya tu tiþtekî wê nekeve ser mila. Ew ê tenê gelekî çirkîn be, ji husnê dinê elîwat be,- texmîn dikî, keçel, qerçimokên li enîyê, birûyên rût,- û her kes wê bixwaze li wî mêze bike, lê her kes jî wê bi wî bikene.
Xortê bedew pirsî:
-Ango, ewî jî temenekî ewqas ne xwest û tenê nîvê wî xwest?
-Belê, ewî jî ne xwest,- kalê got, hizing da xwe, hinekî xwe da ser linga, destê xwe dirêjî kurdekî nêzîkî xwe kir û mistika qelûnê ji dest wî hilda.- meriv hîvî kir ku wan sala jî bide wî,- ewî got û dîsa pal da û gulbek li qelûnê xist.
Ew bê deng ma û li pêþberî xwe nihêrî, te digot qey çavên wî rê dikiþînin û mîna ku em qet ne li hizûra wî ne. Paþê bêy ku berbirî tu kesî bibe, destbi xeberdanê kir.
-Meriv sî salên emirê xwe mînanî merîya derbaz kir: xwar, vexwar, da û sitend, di sera da ber xwe da, di saya da reqisî, ser keçên kezîdirêj û jinên bedew bengî bû. Lê panzdeh salên kerîtîyê xebitî, mal û milk da ser he,. panzdeh salên kûçiktîyê jî miqatî li hebûna xwe kir, ewtîya, hêrs ket, þeva raneza. Lê paþê wek wî meymûnî bêcûre û kal bû, giska jî wek te serê xwe birin-anîn, ser kaltîya wî kenîyan. Ev hemû wê bê serê te jî,- kalê bi awakî qerf xortê bedew ra got û mistika qelûnê di devê xwe da bir-anî.
-Lê ew yek çima ne hate serê te?- xortê bedew pirsî.
-Ne hate serê min.
-Sebeb çi ye?
-Merivên wek min hindik in,- kalê bi bawerî got.- Ez ne bûme ker, ne bûme kûçik,- çima ez ê bibime meymûn? Îcar çima ez ê kal bim?

--------------------------------------------------------------------------------
Têbînî:
mayna! vîra!:gotinên ûkraînî ne û tên mana werin! lez bikin!
xoxol:ji ûkraînîyên protestant ra tê gotin û ne gotineke lîteratûrî ye.
hurum:grekî, yûnanî.

--------------------------------------------------------------------------------

Wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl
Ji pirtûka Roza Ierîxona
Berhemên bijare
Wesanxana Panorama
Moskow 1994
Çapa kurdi: Roja Nû 1999ê hejmar 10?