PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Helbestên, Kemal Burkay



Kemal Burkay


HÊVÎ

Li wir, li gundan, li çîyan, bin berfê da
Bi hêrs be, bê hêvî mebe, serbilind be
Bi dil û can bêje stranên azadîyê
Roj wê bê û erd bi gulan bixemile

Li wir, li çol û bajaran, li Kurdistanê
Ger birçî û bê derman bî jî, serbilind be
Ev e hêza xebatkaran, rîya þoreþê
Yek be û bimeþ, rizgarî bi yekitî dibe

1974

EVÎN

Evîn çi ye, germîya dest û çavan e
Evîn çi ye, ji dil tê, kilam e
Baran e li ser axa havînê
Pel û ba ye
Evîn azadî ye
Him dilop e, him derya ye

Nîsan 1990

ROJBAÞ

Rojbaþ dinya!
Rojbaþ ewrên reþ û sipî
Dar û ber, gîya, mêþ û mûrî
Rojbaþ roja zer û sîs
Gulên rengîn
Çûkên dengîn
Rojbaþ zinarê mezin
Toza ber lingê min
Gelîyê kûr
Çîyayê dûr
Ava çirik
Gula dirik
Ba û baran
Rojbaþ jîyan!

Çileyê Pêþîn 1990

MEÞKA KURDAN

Dengê meþkê nerm e
Ji lorîya dê
Dengê meþkê nerm e
Ji kilameke xemgîn

Lê meþka kurdan
Deh qat xemgîn e
Di têlên dil da dilerze
Rojên koçerîyê tîne bîran
Çîrokên evîndaran
Ku tim bê mirad mane
Zulmê, berxwedanê û çîyan
Û mêrxasên þikestî

Meþka kurdan
Wek ji sedsalan nisilîye
Hunguvê êþ û jan e

Çileyê Pêþîn 1993


DENGBÊJ


Dengbêjî ji dil e
Dilê dengbêj dikele
Dengbêj bayê beriyên welatê min e
Berhemên zozanên rengîn e, gul e
Kilamên wî dengê simên hespên kumêt in
Ava belakiyan e, bi þirrîn e
Geh çemekî dîn e, dixulxule, bi qîrîn e
Geh giran dikiþe, dilorîne
Li dengê wî geh þer e, geh aþtî ye
Þayê dîlanan e, gîrîya þîn e
Dengê wî jana birînan
Tama bîranînan
Germiya evîn e
Berxwedan e, hisret e, hêvî ye
Dengê wî zmanê me yê þîrîn
Çîroka Kurdan e, jîn e