PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Inê can




Inê can

Kuliyê berfê danîne
Ser serê te inê can
Her yek keserê tîne
Ewladê te, inê can

Te çetinayî zehf dîtin,
Berf û baran, inê can,
Piþta te ça peyakin
Barê giran inê can.

Êdî mezin im îro,
Tu yî, min ra inê can,
Bextê min ra tu gîro
Ruh î min ra, inê can.

Îro berf e û pûs e
Ser serê te, inê can
Ka destê te ramûse
Eskerê te inê can.


Eskerê Boyîk