PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



BÎRANÎN




BÎRANÎN

Ey dilo jaro li kûne,

Desht û zozanê dimin?


Kanî ew cejn û sema û

Geþt û seyranê dimin?


Guh bide ber qîr

Û nal û ah û waxanê dimin


Min divê ku nû ciwanbim

Biçme nav bax û rezan


Kanî ev reng nuciwanî ?

Kanî bostanê dimin ?


Þahî û nûroze îro

Tên semayê kesk û sor


Têne ber çavên me gav û

Çax û dewranê dimin


Keske sorin çox bi surme

Ser bi zêrin cerg û bez


Ka li kûne: dehrî û

Xeftan û mîtanê dimin?


Ah di bîra minde mane

Ew demên þêrîn û xweþ


Tevger û lîzên bi lotik

Dengû xoþxwanê dimin


Min di nav bax û rezande

Lot didan bê tirs û pirs


Min gul û nêrgiz didan hev

Ka gulistanê dimin?


Serxweþê dengê bilûra

Wî þiwanê ber zinêr


Kanî îro ew bilûr û

Ew bilûrvanê dimin ?


Tev di bin lingên neyaran

Tên pelaxtin yek bi yek


Ew kelat û ew sera û

Birc û eywanê dimin


Ey Cigerxwîn bes bibêje

Pir dirêje ev deram


Maçê lêvê erxewanî

Derd û dermanê dimin.


Cigerxwîn, Dîwana 6a, Þefaq´




Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !