PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN PDK - XOYBUN
Seyra biskbitêl û zerîyan.
Seyra biskbitêl û zerîyan.
Wer in em herin seyra biskbitêl û zerîyan
Berîya ku canê șêrîn ji bedenê derkevê
Wer in em herin warê evînê nav baxê dilan
Berîya ku ax bi ser cendekên lașên me kevê
Serîyekî bidin Zêwa Seyid Bilal
Berîya ku melkemot fermanê bixwînê
Xwe berdin cihê kêfê Keferdê
Ka çito ye li wir bayê baxê evînê
Em bibin mêvanê civata dilan
Em bidin alîyekî kul û mitalan
Dest bidin hev bikin govendik pir xweș
Da dilê melûl carekê din bibê geș
Meha Adarê Newroz û seyran
Dema dildaran dil didan yaran
Cot û rêzên xizêm șor û gerdenzêran
Da bibê xemil û xêla newal û bestan
Beza hespan yek ji wan toreyên malan û dil
Li ser pișta van ciwanîyan xort û nașîyên bi kul
Silavekê bidin xort û nașîyên kurdan
Baqên gulan bidin dest biskbitêl û zerîyan
Ev e xaka kurdan bihișta dil û evînê
Mizgînîyekê bidin șahê dilan Mem û Zînê
Gorî teye canê șêrîn ey Xanîyê pir mezin
Gulavdûn di șopa te de dê her biçit û bikudînê
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...