MELAYÊ CIZÎRÎ (1570-1640) Dîwana Melayê Cizîrî ne tenê di edebiyata kurdî da, lê herweha di tevaya edebiyata Rohilatê da berhemeke bijarte ye. Latînîya wê cara pêþin di sala 1987an da di nav Weþanên Roja Nû da hat çapkirin. "Gulê baxê Îremê Bohtan im Þebçiraxê þebê Kurdistan im" Dil ji min bir Þox û þengê zuhre-rengê Dil ji min bir, dil ji min Awirên heybet-pilingê Dil ji min bir, dil ji min. Wê þepalê misk î xalê, Dêm-durê gerden þemalê, Cebheta biskan sema lê Dil ji min bir, dil ji min. Zulf û xalan nûn û dalan Wan ji min bir dil bitalan Goþeê qewsê hîlalan Dil ji min bir, dil ji min. Dêm nedirê bo ebîrê Xemrî yû gîs û herîrê Sîne kir amancê tîrê Dil ji min bir, dil ji min. Sur-þirînê nazenînê Kuþtim û nakit yeqþnê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir, dil ji min. Fetl û taban da xuraban Ebleq û cuhtê þebaban Dame ber pence w kulaban Dil ji min bir, dil ji min. Xoþ-xeramê, ez xulamê Nazikê þirîn-kelamê Tûtîya eywan meqamê Dil ji min bir, dil ji min. (...) |