PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



NALÎ (1798-1855)




Nalî

Navê Nalî yê rastî Xidir e. Nalî navê wî yê nivîskariyê ye. Kurê Ehmed Þaweys e, ji eþîra Mikayilan e. Di sala 1798a da li gundê Xaluxol hatiye dinyayê.
Nalî, ji ber xwendina xwe ya medresê li gelek bajarên cuda maye, wek; Sinnê (Senendaj), Sabilax, Helebce, Silêmaniye.

Di sala 1830 da çû hec, di vegerê da hate Þamê û li wir çend salan ma û dû ra çû Îstenbolê. Wî li Îstenbolê gelek rewþenbîr û alimên kurd naskir û bi wan re dan û standin kir.

Di heyamê Nalî da, li baþûrê Kurdistanê mîrîtiya kurdan ya bi navê Mîrîtîya Erdelanê desthilatdar bû. Ji hin helbestên Nalî dîyar dibe ku pêwendiyên wî û mîrê Erdelanê Sulêman Paþa (1938 mirîye) û kurê wî Ehmed Paþa hebûye. Ehmed Paþa mîrê Baban yê here paþîn bû (1846 mirîye).

Dema Nalî li Þamê dima, di sla 1937a da, mîrîtiya Baban ji alî dewleta Osmanî ve hat belavkirin. Li servê yekê Nalî gelekî xemgîn dibe. Wî evîn û hesreta welat di gelek helbestên xwe da aniye ziman.

Þi`reke wî ya gelekî bi nav û deng heye ku wî ji Þamê ji helbestvanekî dewra xwe Salim re þandiye û tê da dinivîse:
"Qurbanî tûzî rêgetim ey badî xoþ mirûr.
Ey peykî þareza bi hemû þarî Þarezûr".

Salim jî di helbestekî da bersiva wî dide û behs dike çawa tirk ketine Kurdistanê ( hêla Sulêmaniyê ) û zulmê dikin.

Li cîyekî weha dibêje :
"Lew sayewe ke hakimî Baban be der kiran.
Ney dîwa kes le çehreyî kes cewherî huner".

Nalî, bilî zimanê kurdî, zimanê erebî, tirkî û farisî jî baþ zanibûye. Dîwaneke Nalî heye ku heta niha gelek caran hatiye çapkirin.