Rewşa Jinên Kurdistanê !![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() Rewşa Jinên Kurdistanê :Di civaka Kurdan de cihekî jinan ê girîng heye. Di serdema Neolîtîkê de şêweya jiyana ku jinê hilberandiye û çêkera hişmendiya wê li ser gelê Kurd zêde bibandor e. Ji ber vê li ser feraseta jiyana gelê kurd û cîhana baweriya gelê Kurd şêweya jiyana jinê bibandor e. Jin kirdeya civakî ya bingehîn e. Ev ji wan gelê ku bi destê jinê derbazî jiyana cîwarbûyî bûye, şoreşa çandiniyê ava kiriye. Pêşketina Kurdan di vê mijarê de bi lîstina rista jinan ji nêz ve têkildar e. Cardin di serdema ku di civaka Kurdan de artêş nebûn, şer nedihatin kirin, di pêvajoya Neolîtîkê de, dibe encamên kesayeta jinê û dibe malê civakî ye. Çanda çandiniyê, çanda aştiyê, nebûna êrîşan, feraseta mulkiyeta hevkar bandorên pergala jinan ku heta roja me hatine ne.Bi pêşketina şaristaniya çînî re ji bo Kurdan rewş hatiye guhertin. Ji ber di navenda Împaratoriyên koledar û dewletan de cih girtine Kurd her tim bi dagiriyê re rû bi rû mane. Bi serdema koledariyê re li gor çerçoveya parastina rewa yekîne û artêşên Kurdan ên leşkerî weke artêşên din bi feraseta zilaman şêwe digirin. Rexmî vê li hember êrîşên hatine kirin û di berxwedaniyên hatine raberkirin de bi radeyeke mezin jinan cihê xwe girtine. Bi taybet di nava hêzên leşkerî yên piştgiriya eşîrî de jinan risteke çalak lîstine. Di nava Kurdên ku li hember êrîşan bi awayekî bi hev re xwe parastine û vekişiyane çiyayan de jinan jî cihê xwe di nava vî şerê parastina rewa de girtine. Derveyî zayenda jinan tu astengeke din ji bo pêşengiya wê tune ye. Jin bi hêza xwe di çiyayan de şer dike û jiyan dike. Lê belê ji ber kesayeta zilam ê desthilat pir caran ev rista pêşeng tê astenkgirin. Rexmî vê hin jinên ku bibandor bûne hene. Di hinek pêvajoyan de jî jin ji ber rewşa xêzanên xwe (girîngiya xêzanan) derfeta derketina pêş û derfetên xweraberkirinê dîtine. Li hemberî vê rastiyê bi giştî jinên Kurd hêzên berxwedan û serhildanan in. Li Kurdistanê di demên destpêkê de gelek xêzan bi navê jinan tên binavkirin. Jinên pêşengên eşîran, şer jî bi rê ve dibin. Bi belavbûna bandorên feodal ev rewş jî tê guhertin. Jina Kurd bi pejirandina îslamiyetê êdî statuya xwe ya berê bi radeyeke mezin wenda dike. Di pêvajoyên destpêkê de her çiqas rasterast bi piştgiriya gel berxwedanî dihatin meşandin, tevlîbûneke şer jî hebû, paşê bi hevkariya hêzên leşkerî yên navendî û begîtiyan ji nava artêş û jiyana leşkerî bi temamî tên dûrxistin. Ji destpêka dîroka Kurdan ve ruhê berxwedaniya ku heye di jina Kurd de bi zêdehî hakim e û hatiye domandin. Ji ber vê jî jina Kurd xwedî taybetiyeke şerker û berxwedêr e. Di pêvajoya Medyayê de hin nivîserên ku tevlîbûna jinan a şer xuya dikin hene. Mînak : Nivîskar Dreoyesen di pirtûka xwe ya bi nave “Îskenderê Mezin” de rave dike ku di sefera Îskenderê Mezin a rojhilat de Setrapekî Medyan 206 jinê şerker ên Kurd daye artêşa Îskender. Ev mînak tevlîbûna jinê ya şer nîşan dide. Derveyî vê jî gelek mînak hene. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn tê zanîn ku di şerê rizgariya neteweyî de jinên Kurd bi hejmareke mezin rista xwe di nava şer de lîstine. Ev şerkeriya jina Kurd ji çavkaniya cewherê çanda berxwedan û welatparêziyê tê. Jinên Kurd Ên Di Dîrokê De Navê Wan Derbaz Dibin. Di lêkolînên dîroknas û lêkolînvanên berî sedsala 19. de di encamên hatine peydakirin de tê nîşankirin ku di civaka Kurdan de jin car caran ristên bibandor lîstine. Ji ber çavkanî û çêkera xwe ji dayîksalariyê digire, di nava civakê de giraniya jinê û bandora wê ji jinên civakên din cudatir bi jiyan dibe. Bi taybet berî sedsala 19’an hikumdarên jin, şervan û hunermend derketine holê. Ji ber sedema pêvajoyên xwe rista ku lîstine, jinên Kurd ên ku dîroka civaka Kurdan de cî girtine, derfetên jiyanê, tevlîbûna çalak û balkêş jî derxistine holê. Di Temaşekirina Me Ya Dîrokê De. Di sedsala 13. de heyama rêvebiriya Selahadînê Eyûbî ya Misrê de di xanedanên demê de em rastî navê jinekê jî tên. Ev jina bi navê Şeceret-EL-Durr hevsera Mihemed Salih Eyûbî ye. Di demeke kin de hem di asta polîtîk, hem jî di asta aborî de serkeftinên mezin bi dest xistiye. Piştî kuştina kurê xwe û hevserê xwe di sala 1250’yan de dibe Melîka Misr ê. Lê belê mantiqê zilam ê serwer li hember rêvebiriya wê derdikeve. Li hemberî Şeceret-EL-Durr propaxandayên dijber tên destpêkirin. Propaxandaya li gor rêgezên îslamiyetê ku nikare bibe hikumdar tê pêşxistin û di sala 1257’ an de tê kuştin. Di sedsala 17. de li Rojhilatê Kurdistanê di Kela Dimdimê de di destpêkirina berxwedaniya mezin a pêşengiya Kurdan de jin bi ruhê xwe yê welatparêz risteke mezin dilîze. Ji bo berxwedaniya Kela Dimdimê ya di sala 1608-1610’an de li ser wêrekî û fedakariya ku jina Kurd nîşan daye gelek destan, sitran, roman û hwd. berhemên wêjeyî hatine nivîsandin. Dema hêzên leşkerî yên Şah Ebbas ber deriyê Kela Dimdimê digirin, jinên Kurd ji bo nekevin destên leşkerên dijmin xwe ji Kelê de davêjin, jehrê vedixwin û dawî li jiyana xwe tînin. Her çiqas Kurd li vê derê têk biçin jî piştî 6 salan jineke Kurd cardin vê Kelê bi dest dixe. Ev jina bi navê Xanima Zadîne hevsera Emîr Xan e. Bi hêzeke leşkerî ku ji hezar kesî pêk tê tevlî hêzên Xanê Çengzêrîn dibe. Piştî mirina hevserê xwe dibe rêvebira eşîrê. Di serê sedsala 17. de jineke Kurd ku gelek behsa navê wê tê kirin Sultana Xanzade ye. Sultana Xanzade ku 13 salan begîtiya herêma Soran kiriye bi navê kralîçeya Soran tê bîranîn. Di dema Miradê IX. (1623-1640) de herêma Herîr û Soranê bi rê ve dibe. Sultana Xanzade bi artêşa xwe bi ser Îranê de gelek seferan pêk tîne. Di encama van êrîşan de digihîje ber sînorên Hemedan, Dorgnzîn û Cancanbê. Cardin di sala 1842’yan de di dema îsyana Bedirxan de jina Kurd a bi navê Xanima Helîme li herêma Başqaleyê hikmê xwe bi rê ve dibe. Parastina Kelê digire ser xwe. Lê belê di sala 1845’an de ji bo zêde xwîn neyê rijandin Kelê radestî Osmaniyan dike. Di sala 1854’an de Fato Reş bi sêsed suwariyên xwe derbasî paytaxta Osmaniyan Stenbolê dibe. Derdikeve pêşberî padîşah û amadebûna xwe ji bo derketina pêşiya artêşa Rûsan eşkere dike. Jina herî navdar a sedsala 20. jî Xanima Edîle ye. Jineke xwedî bandor û zane ye. Di 1895’ an de bi serokê eşîra Caf re dizewice. Lê ji zilamê xwe zêdetir tê naskirin. 15 salan rêvebiriya eşîra Caf dike. Di şerê cîhanê yê yekem de Edîle Xanima rêvebira eşîra Cafê, di nava karên rêveberiyê de çalak e. Pêşengiya beyzadeyên Cafê bi xwe dike. Weke jineke gelek bi bandor derbasî belgeyan dibe. Piştî şer li hember pirsgirêkên ku derdikevin polîtîkayeke serbixwe dide meşandin. Heta sala 1924’an ku dimire jî rêveberiyê dike. Di Serhildanan De Rewşa Jinên Kurd. Di dîroka serhildanên gelê Kurd de, rewşa jinan baldar e. Rexmî bandorên giran ên feodalî, dextên olî û nirxdaraziyan tê dîtin ku di van serhildanan de jin di çerçoveya welatparêziyê de bi zilaman re di nava şer de li hemberî dijmin cihê xwe girtine. Her çiqas Besê û Zerîfe mînakên herî balkêş bin jî bi hezaran jinên Kurd di nava van îsyanan de cihê xwe girtine. Moltkeyê ku ji bo serhildanên Kurdan biçewisînin di nav Artêşa Tirk de cih girtiye di vê mijarê de ev gotine; “Jinan jî bi ser nîzamiyê de gule direşandin. Jineke Kurd xencer li leşkerekî da û kuşt”. Moltke tenê yekê vedibêje. Lê bi hezaran jin weke di vê mînakê de ji bo welatê xwe ji fedakariyê xwe dûr nexistine. Jin dizanin çekê bixebitînin û nîşana bigirin. Jinên di vê mijarê de nezan bi kevir û daran şer kirine. Kesayetên di nava van serhildanan de cih girtine weke kesayetên Besê û Zerîfe kesayetên girîng in. Ji bo jinê ne tenê di asta welatparêziyê de, li hember hêzên desthilat jî dibin mînakên bi biryar û şerker. Bi taybet di nava wan şert û mercên jiyanê de xwe gihandina jinê ya vê astê, ji bo cewherê di rastiya jinê de girîng e. Besê : Hevsera pêşengê Serhildana Dersimê ye navdar Seyîd Riza ye. Lê belê ya ku Besê dike Besê di nava serhildanê de bi hêza xwe ya xweser, bawerî, welatparêzî, bi biryar rist lîstina wê ye. Çapemeniya Tirkan xwestin Besê di dijpropaxandayê de bi kar bînin. Lê Besê li Dersimê dibe efsane. Di rojnameyên Tirkan de weke navê piştperdeya serhildana Dersimê tê dayîn. Pir şerker, fedakar û di xebitandina çekê de osta ye. Heta nefesa xwe ya dawî şer dike. Rojnamevan Barbaros Baykara di pirtûka xwe ya vegotina serhildanan de ji bo Besê dibêje; “Jineke çavnetirs, heta dawiyê berxwedêr bû”. Û cardin behsa pevçûna Besê di zinarên Keçî Sekmez ku bi hejmara mistek mirov li hember artêşa dijmin çawa şer kiriye û ya herî girîng jî li hember wan balafirên ku ji asîmanan mirin dibarandin heta qurşûna wan heye şerkirina wê dikin. Dema qurşûnê wê xelas dibin keviran davêje leşkerên ku nêzî wê dibin. Û kêliya fêm dike dê were girtin bi gotina “hûn nikarin min bi saxî bigirin”qîr dike û xwe ji zinaran davêje. Zerîfe : Ev jî jineke Kurd a ku di nava serhildanan de cih girtiye ye. Hevsera Elîşêr a navdarê duyem a îsyana Dersimê ye. Zerîfe jî weke Besê jineke şerker e. Çeka xwe her tim li gel xwe radigire. Pêwendiyên wê û Elîşêr pêwendiyên rêhevaltiyê ne. Ji du zayendên cuda zêdetir weke du mirovan rêhevaltiya xwe saz kirine. Di şer de jî heta dawiyê bi hevdu re ne. Di bûyera kuştina Elîşêr a ji aliyê Rêber ve de ew çeka xwe derdixe, yek ji wan xayînan dikuje. Li gel vê yekê Rêber Zerîfe şehîd dixe. Zerîfe ya li Dersimê weke keçeke Kurd a bêhempa tê naskirin bi rastî jî bi welatparêziya xwe, bi rêhevaltiya xwe jineke bêhempa ye. Bandora Şer Li Ser Rastiya Civaka Kurd û Rewşa Jinê. Di Kurdistana ku her tim rûbirûyî dagirî û desteseriyan bûye de qismê herî zêde ji şer bandor dibin jin in. Di nava van şeran de jin bûne têrker ên hêzên serwerên ku ji bo gihandina armanca xwe hatine û weke xenîmeta herî girîng jinê veguhertine. Di aliyê din de feraseta serhildêr a di kesayeta Kurdan de û encamên wê li ser jinê şopên kûr hiştine. Nêzikatiyên hêzên serwer ên bi hedefgirtina jinê civak pasîfkirin, radestgirtin, xesandin hema hema di her demê de hatiye jiyîn. Jin weke amûra xistinê hatiye bikaranîn. Zilamê Kurdistanê ku feraseta namûsê pê re gelek serwer e, di vî alî de hatiye lêdan û hatiye xwestin ku ji hestên neteweyî were qutkirin. Tê xwestin ku gelek serhildan û berxwedan bi vê rêyê werin têkbirin. Şikandina rûmeta gelê kurd, ew tehrîk-kirin, ji têkoşînê dûrxistin hêrî zêde bi ceribandina vê rêyê pêk tê. Ev rewş hem di rastiya civaka Kurd de, hem jî li ser jina Kurd rûxandinên mezin ava kirine. Di rastiya civaka me de feraseta namûsê ya hatiye avakirin bi zêdehî trajîk e. Êrîşa bi ser jinê de, zilam dide kuştin. Girêdana di navbera jin û zilam de ji armancên neteweyî û civakî ew qas dûr û paşverû ne ku ji aliyê dewletên serwer ve ev baş hatiye dîtin û ji bo zilam radest bigire yan êrîşî keça wî dike an jî jina wî. Di Kurdistanê de ev bûye xefka herî mezin. Jin weke koz tê xebitandin. Tê pêşkêşkirin. Di serî de sertewandin hemû neyênî li ser xêzan û civakê tê sepandin. Di nava civakê de jin û xêzana ku di wateya feraseta felsefe, jiyan û namûsê bi wate dibû her dem derbas bû, dibe weke girêka kor. Jina ku di vê rewşa herî xeter de hatiye hiştin, bi her awayî bêrist hiştin jî rastiyeke din a herî biêş e. Bêje, hizir, hêza biryarbûna jinê li aliyekî bimîne, rewşa wê ya herî ketî tê jiyîn. Dagiriya pergala zilumkar û rejîma şerê taybet di asta herî tûj de li ser jinê tê jiyankirin. Zilamê ku serê jinê ditewîne, ew bixwe jî hem di nava civakê de hem jî li hember dijmin rastiya herî sertewandî jiyan dike. Zilamê ji dijmin zilmê dibîne tola vê ji jinê hiltîne. Ev rewşa jinê di nava van têkiliyên paşverû û kevneşop de kûrtir dibe. Bêzimanî û bêhêziya jinê ji ber xwe ve pêş neketiye. Bingeha ku herî zêde dagirkerî tê de hatiye bikaranîn û xwe tê de îfade kiriye, rastiya jinê, li Kurdistanê di asta rakirina barê herî giran ku ji şer jî girantir e ye. Rewşa Merhaleyên Bişaftinê Ku Li Ser Jinê Daye Çêkirin. Di rastiya Kurdan de bi polîtîkayên bişaftin û tunekirina nirxên neteweyî jina Kurd ku tu têkiliya wê bi dewletê re tune ye, qismê ku herî zêde nirxên neteweyî diparêze ye. Bi hêsanî ziman û çanda xwe ya Kurdîtî bernedaye. Lê ji aliyê din ve ji polîtîkayên bişaftinê zirar dîtiye. Weke Kurdekê jina Kurd bi dagiriya çînî û zayendî re rû bi rû maye, di nav civakê de wendabûna herî ketî jiyan kiriye. Di ruh, hizir û hestewerî de tam bi perçebûnê re rû bi rû hatiye hiştin. Bi koçberiyê di hizir de parçebûneke mezin jiyan kiriye. Cardin bûye hedefa şerê taybet. Bi her awahî rû bi rûyî zilm, zor, tacîz û gelek pêkanînên pergalî maye. Lê rexmî van hemûyan jina kurd a ku bûye hedefa hêzên dagirker jî, ji têkoşîna şoreşgerî ya neteweyî re weke zayend, ji rizgariyê re hêza herî vekiriye û xwedî azwerî ye. Di rastiyê de ew potansiyela di jina Kurd a şoreşgerane de, çavkaniya xwe ji ber vê sedema binpêkirinê digire. Ji ber vê yekê her çiqas jina Kurd zayend, netew û çîna bindest îfade bike jî, nûneriya taybetiya dînamîk a pêşveçûna şaristaniya dema nû jî îfade dike. Di nava civakê de cardin ristgirtina pêşengiya jinê û li Rojhilata Navîn cardin bûyîna kirdeya şaristaniyê ya bingeh, di sedsala 21. de rista bingeh li ser jinê dide avakirin. Jina kurd li hember pergala desthilatdariya zilam bi avakirina antîteza xwe ji bo mirovahî li gel xwe gihandina pergala nû bi qasî qada siyasî, civakî, di qada leşkerî de jî, li hemberî gelek xebatan rûbirû ye. Di Kurdistanê de bi taybet di Têkoşîna Rizgariya Netewî ya di pêşengiya PKK ê de Têkoşîna Rizgariya Jinan jî çêbûye û ew bendên paşverû, yên didin tunekirin ji binî ve qetandine. Jin êdî di nava jiyan, siyaset, zanist, şer yanî di hemû qadên civakî de cihê xwe girtiye û bi vê rewşa xwe ya baldar bi awayeke çalak tevlîbûna xwe daye çêkirin. Ev asta jinê ya ku gihîştiyê bi giştî di rewşa bandorkirina civak, xêzan, zilam yanî hemû hêmanan de ye. Şoreşa Kurdistanê bûye şoreşa jinê. Di heyamekê de ew axên Mezopotamyayê yên ku bi tevlîbûna jinê û hilberînên wê xizmetkariya hemû mirovahiyê dihat pêşkêşkirin cardin ji bo berxwedaniyên nû dibe bingehê jê nayê revandin. Di vê wateyê de sedsala 21. dibe sedsala jina Kurd a zane û xwedî îdîa ye ku pêşengiya jinên cîhanê bike. Di sedsala 21. de di bingeha Partiya Jina Azad de cardin vegeriya cewherê jiyana we. Di Hizra Zerdeşt De Jin û Nêzikbûna Ji Bo Jinê. Rastiya jiyana serdema Neolîtîk a li derdora jinê hateye avakirin, Zerdeştê ku di nava lêgerîna mirovbûnê de bû bi zêdehî bandor kiriye. Lê dema ku Zerdeşt jiyan dikir; Serdema Koledar a Antîk, dixwest ku herî zêde jinê di bin dest de bihêle û biçewisîne û wê tune bike. Pergala koledarî ya ku bi awayê desthilatdariya zilam cara yekem bi kûrahî sazîbûna xwe çêdikir, herî zêde jî bi jinê re şer kiriye. Bi kûrtirkirina pergala xwe ya çewisandinê, hewl daye ku derzeke berxwedêr a herî biçûk jî dernekeve. Ji bo vê her tiştê ku ji dest tê pêk aniye. Helwest û hizrên Zerdeşt ên ji bo beriya zewacê, him xwestiye pêşdarazên paşverû yên civakê têk bibe û him jî bi civakê bide pêjirandin ku jin jî mirovek e û ew jî dikare biryarên li ser jiyana xwe bixwe bigire. Li gorî wî, keça pê re bê zewicîn pêwîst e ji beriya zewacê hatibe ditîn. Ji vê tê fêmkirin ku Zerdeşt rewşa heyî ya jinê nepejirandiye. Li hember derketina ev cure merasîm û pîrozbahiyên ku di teşegirtina civakî de xwedî cihekî girîng in wêrekiyeke mezin û baweriyê dixwaze. Bi qasî ku ji jiyana wî ya xêzanê tê fêmkirin di vî temenê xwe yê ciwan de helwesteke wiha nîşan dide, di viya de roleke mezin a dayîka wî heye. Xuya ye ku li ser vê mijarê bi kûrahî sekinandineke wî heye. Ji ber ku di hizra Zerdeştî de jin û zilam her tim di nava hevsengiyekê de hatine destgirtin. Zerdeşt ev helwesta xwe ya ku her du zayend wekhev girtiye dest, di asta rêgezekê de pêjirandiye û jiyan kiriye. Ji ber vê yekê ye ku dema zewaca keça xwe de tenê bi şîretan dimîne û di hilbijartina hevjînê wê de keça xwe serbest dihêle. Di vê mijarê de ji biryara keça xwe re rêz digire. Di zewacê de zilam tu car dernaxe pêş. Ev helwest û hizra wî piştre dibe kevneşopiyeke civakî, dema pêkanîna zewacan de jin û zilam bi hev re soza hev pêjirandinê didin. Hevserek ji ya/yê din ne binirxtir e. Her du jî di heman demê de heman sozê didin. Xwesteka Zerdeşt dubare afirandina jina afirînêr, xwedî vîn û azad a Aryenî ye. Rewşa jinê ya hatiye çewisandin, biçûkxistin dîtiye û têgihîştiye ku rêya guherîna vê, bi jinê gengaz e. Nirxa giranbiha ya ku ji bo jinê daye, di cewherê wê de dîtiye. Pêşketina civakî di heman nirxdayina jin û zilam de dîtiye û ji bo derbaskirina zîhniyeta paşverû ya civakê, ji bo ji holê rakirina zayendparêziya civakî hewl daye. Ji ber ku hizr û hewldanên wî yên ji bo jinê bi tevahî nehatine temamkirin, piştre jî bi nêzikbûnên cuda cuda jin, li rewşa xwe ya pir ketî ya berê hatiye vegerandin. Hatina Îslamiyetê Ya Kurdistanê Û Guhertinên Di Rewşa Jinê De Derxistine Holê ! Hatina Îslamiyetê Nava Kurdistanê. Hatina Îslamê ya Kurdistanê derdora sedsala 8. de ye. Heta wê demê di encama şerên desthilatdariyê yên weke qirkirina Kerbela de, aliyê şoreşgerî yê Îslamê hatibû têkbirin. Cewhera rastîn an jî Îslama rast û dirust a Muhamed bi vê qirkirinê ji aliyê kurê Muaviye, Yêzîd ve hatibû radestgirtin. Bi kurt û cewherî Îslama di vê serdemê de ketiye Kurdistanê, ne Îslama rastî lê ya ji cewhera xwe hatiye valakirin, Îslama Muaviye ya siyasî û dagirker bû. Yên ku Îslamiyetê rasterast pejirandine, li hember şûrê îslamê cara yekem serî tewandine; deştên weke Mêrdîn, Sêrt û Ruha ne. Di Kurdistanê de ev dibin ji navendên cara yekem ku bi giranî hevkariya Îslamê derketiye holê. Rêberiya me ji bo van navendên bajaran û derdora wan weke; “îxaneta super, hevkariya mithîş û berjewendiyê” bi nav dike. Qismeke çiyayî di biryarbûna berdewamiya baweriya Zerdeştî de ye û weke yezîdiyên îro hebûna xwe didomînin. Weke kesimên sêyemîn Elewiyên ku aliyê îslamê yê herî lewaz pejirandine û bi tevkirina baweriya xwe ya Zerdeştî formê civakê berxwedêr dane avakirinê ne. Ji aliyê Rêberiya me ve weke sosyalîzma îslamê tê binavkirin. Elewîtî, şîroveya ku piştgiriya xwe ji kevneşopiya Zerdeştî ya berxwedêr digire lê belê ji berxwedaniyê zêdetir îfadekirina çandî ye. Elewîtiya Ereban li hember şîroveya îslamê bi hêrs pêş dikeve. Lê Elewîtiya ku li nav Kurdan pêş dikeve bi giştî hêrsa li hember Îslamê ye. Nepejirandina aliyê Îslamê yên bi zilm û zor cardin li hember dagirî û zilmê bersiva berxwedanê ye. Li Kurdistanê qismên Elewî li herêmên Dersim, Erzîngan, Mereş, Meletî, Çewlik, Koçgîrî û Gimgimê dijîn. Çanda Elewîtiya Kurdan, bi armanca parastina çanda xwe, refleksa ku hatiye pêşxistinê ye. Elewî pirtûka ola îslamê weke pirtûka xwe ya pîroz nabînin. Formên wan ên bingehîn napejirînin. Şêweyên îbadetên bingehîn, mekan û xwedayîtiya ku li pêşberî tê îbadetkirin napejirînin. Di van mijaran de elewî çiqas bendeyî (tabî) Îslamê ne û çiqas mezhebeka Îslamê ne di nîqaşê de ye. Wisa ye ku diyardeyên weke bihuşt û dojeh ên di Îslamê de wek diyardeyên bingehîn in, di baweriya elewiyan de cih negirtiye. Îslamiyet ji bo Elewîtî di rewşa perdekirina felsefeya bawerî û jiyanê de ye. Li gel vê ev jî rastiyek e ku çand û baweriyên xwe bi awayekî giştî nikarin jiyan bikin. Di bin êrîşên hêzên dagirker de, di rewşa parastinê de mane, li hember pêkanînên tunekirin û di nav xwe de hiştina desthilatiya sunî, çanda xwe ya cewherî wek felsefeya jiyanê ya bisînor encax bijiyan kirine. Di elewîtiya Kurdan de bandorên taybetiyên çanda Neolîtîk di hêmayên elewî de dikare were dîtin. Serdana perestgehên çiya, ji bo bextê xerab bê astengkirin dehî dayîn, tabûyên wan ên xwarinê, rêzdariya ji bo rojê, heyvê û agir didin nîşandan tê dîtin. Rêzdariya roj û xwezayê, rewşekê berevajî ola îslamiyetê dide raberkirin. Bandora Îslamê Li Ser Rewşa Jinê. Bi pejirandina Îslama ku ne li gor civaka Kurdan bû aliyê herî zêde ji vê pejirandinê zirar dîtiye jina Kurd e. Ji ber ku di têgiha Îslamiyetê ya xenîmetê de desteseriya ser jinê weke ferz hatiye eşkerekirin. Koteka olî ya yekemîn ku xwariye cardin jin e. Li ser koletiya ku bi şikandina zayendî ya yekem hat pêşxistinê bi desteseriya ser bedena jinê, vîna wê tinekirinê, xistina mulkê xwe re şikandina duyem li ser hatiye dextkirin. Bi ola Îslamê feraseta zewaca pirjinan ketiye nava civaka Kurdan. Ev bûyer bi serê xwe hiştiye ku di navbera zayenda jinê de perçebûn, hesûdî, ji zayenda xwe dûrketin, bêrûmetî aniye. Rêya van daye vekirin. Li gor ola Îslamê bi cil û bergan xwepêçana jinê, ji derveyî lixwekerina jina civaka Kurdan e. Ji jina Kurd ku bi cil û bergên xwe yên rengareng nûneriya pirrengiya jiyanê dikir re rengê reş ê mirî rewa hatiye dîtin. Her çiqas ev di gelek qadan de neyê pejirandin jî di hindek qadan de pêk tê. Rûpoş û cil û bergên ku li mele û şêxan dihatin kirin li jinê hatine kirin. Cardin jin bi zayenda xwe bûye amûra pêkanîna xwestekên zilam û berdewamkirina nîjada wî. Rêgezên ku di navbera zayendan de newekheviyê didin dextkirin, jina Kurd di nava qalibên eşîrî de bitevahî bê vîn hiştiye. Di nava eşîrê de sekna jinê ya berxwedêr bi tevahî hatiye wendakirin. Êdî jin der barê xwe de ne xwediyê biryargirtin û nêrîndayînê de ye. Bi feraseta namûsê pêçana jinê, bi kevneşopiyên eşîrî re hatiye yek-kirin û şêweya jiyana paşverû ji her tengahî, dagirî û teng re derketiye holê. Jina Kurd a ku bi van nêzikatiyên tengî, girtîtî û dextê re rû bi rûy maye di cîhana wê ya hizir û ruhî de şekil daye avakirin. Hestewarî, her tim ji girî re amadebûn, bêçaretî, xemgînî û bêkêfiyeke her timî, di zanebûna nirxên civaka xwezayî ya ku hatiye wendakirin de bûn lê mehkûmî jiyaneke gelek di bin wî de û berevajî wê bê kirin di binhişê jinê de nakokiyên bingehîn çêdike. Bê encamiya van pevçûnan jî dibe sedem ku jin her tim qeyranan (krîz) Bi şikandinên zayendî yên dîrokî re mirovê Kurd hatiye zuhakirin. Jina Kurd hêmana ku ji herî kûr ve vê zuhabûnê jiyan dike ye. Jina ku gihîştibû asta xwedawendî êdî bi ajalan re yek tê dîtin, bi civakê didin pejirandin ku jin limêj û destmêjê xera dike, demên pîroz ên biyolojiya jinan weke qirêjî û kêmahî nirxandin, jin hem weke koleyeke zayendî tê dîtin hem jî bi qirêjiya wê ya zayendî tê xwestin ku xwe paqij bike, di jinê de şikandina vînê avakirin û viya di hişê jin û civakê de bicîkirin bi kinahî kiryarên ku Îslam li ser jina Kurd didin pêşxistin e. Ev kiryar jixwe nêzikatiyên desthilatiyê ne û desthilatî piştgiriya xwe ji vana digire. Bi van kiryaran jina Kurd li pêşberî zilam dibe heybera fermanberiyê (îtaat). Rewşa jinê di asteke wiha de xira dibe ku zarokê herî biçûk yê xêzanê, li pêşberê dayîka xwe, xwe weke xwediyê her mafî ye dibîne. Wiha lê tê ku hinek cihan, lê dayna xwe, ji xwe re weke mafekî dibîne. Êdî wiha lê tê ku pîrejinek jî bê ku zilamek li gel hebe nikare ji mala xwe derkeve. Jin dibe amûreke namûsê, têgeha namûsê tenê di beden û taybetiyen wê yên zayendî de tên dîtin. Bedena jinê bi tevahî ji însiyatifa zilam re tê hiştin. Biyanîbûna jinê ji bedena xwe û civakê re di asta herî bilind de tê pêşxistin. Jin li her derê weke amûreke kirîn û firotinê, weke mulkekî tê dîtin. Li gelek cihan, ji bo vî mulkî mirov tên kuştin. Şerên mezin pêk tên. Dijminahî tên pêşxistin. Bi xistina jinê re rastiya civaka Kurd jî serbejêr diçe. Jina di malê de hatiye hepiskirin ji her alî ve bi zilam re tê girêdan. Zilam jî bi rewşa xwe ya ji aliyê pergalan ve bindest û hatiye çewisandin, dixwaze bi desthilatdariya xwe ya li ser jinê kêm bike, veşêre. Têkçûn û parçebûna xwe ya giyanî(ruhî) bi awayê şîdeta li ser jinê dide der. Jin û zilam ku ji her cureyê mafan bê par mane û tenê jê re qada xêzanê hatiye hiştin, di çarçoveyê xêzanê de bi hev ve têne girêdan û ketina herî kûr jiyan dikin. Zilamê ku welat, keramet û mafên wî yên bi her awayî ji dest hatiye derxistin tenê, jinê destdayî dibîne ku ji xwe re bike mal û mulk. Li aliyê din jina bi heman zîhniyetê koletiyeke herî kûr jiyan dike xwe weke mal û mulkê zilam dibîne, fêrî vê tê kirin; ji vê bawer dike. Rewşa li herêmê û Kurdistanê tê jiyankirin bi tevahî rewşeke herî ketîtir e. Serhildana PKK’ê li dijî vê rewşê weke çarenûsekê lê hatiye. Rewşa Zilam Vê bi qanûnên pirtûka pîroz fermî dike. Tek vebijêrka ku ji kesê/a Kurd re hatiye hiştin; an li aliyê dewleta netew a desthilat an jî li dijî wê cihgirtin e. Li dijî wê sekinandin jiyana bixwîn, şer û pevçûnê rave dike. Pêrebûn jî kesê ji xwe dûr, bê vîn û hevkar rave dike. Zilamê Kurd di her du rewşan de jî bi qalibên olî hatiye dorpêçkirin. Zilamê Kurd hedara xwe bi rêya ku ji nava pirsgirêkên girtina jina Kurd, dexta li ser wê, mafê biryardariyê ji destgirtina wê û di bin perda namûsê de hiştina wê ve girêka kor a derdikeve de ji bo xwe rêya çareseriyê dibîne. Di sedsala 19. de beramberî pêşengiya şêxên olî pêşengiya wan a siyasî jî hiştiye ku di nava civakê de diyar bibin. Navbeynkariya heta wê demê ya civakî kiriye ku li hemberî wan rêzdariyek pêş bikeve. Şêx ji van aliyên civakî jî sûd girtine û cihên xwe yê hiyerarşiya siyasî ya herî jor saxlem kirine. Ev rewş aliyê saziya şêxîtî ya neyînî derxistiye holê. Ya rastî pêşengiya olî, siyasî ya bênîqaş hiştiye ku di nava civakê de gelek bûyerên rû didin ser lê bên girtin, li ser ferdên civakê bi taybet li ser jinê rêya desteseriyê were vekirin. Ev şêxên ku gotinên wan nabin dudu dikarin keçek ciwan ji bo xwe bixwazin, kengê kêfa wan bixwaze wan berdin, nirxên civakê dagir bikin, aliyên wan ên hizirandinê bidin cemidandin. Piştî ku şêxtî bi sazbû, weke amûra desthilatiya siyasî, civakî û aborî hatiye bikaranîn. RÊBERÊ PKKê APO Û JİN Lêgera Rêbertiyê ya jina azad bi PKK’ê re dest pê nekiriye. Ji zarokatiya xwe û pê ve her tim di nava lêgerekê û hewldana bi jinê re hevaltî kirinê de ye. Di mijara jinê de hilbijêrker û hesas e. Yani hîn di temenê xwe yê zarokatî de xwediyê pîvanên ya baş çi ye, ya nebaş çi ye ye. Jina jîr û zîrek xweşik dibîne; jina xweşik jî weke jîr û zekî ye dihizire. Jina ku hewldana derbaskirinê sînorên heyî nade xweşik û balkêş nabîne. Bi giştî ji rewşa ku jin jiyan dike re di dilê xwe de hêrs û kîneke mezin hildigire. Her çendî hizir û helwestên wî yên di wê temenê de negihîştibin asta birexistinkirî jî li dijî kevneşopiyên paşverû yên civakê bûn. Weke tê fêmkirin pêşketina van hizr û helwestan, çavkaniya xwe ji zayendparêziya civakî ya heyî digire. Zayendparêziya ku xwe dispêre serekebûna zilam ji aliyê Rêbertiyê ve hîn wê demê nayê pêjirandin, nirx nade hizrên bi vî awayî. Ji ber ku dema xwişka wî ya jê pir hez dike di bedela çend tiştan de didin zilamekî, keçikên bala wî dikêşin di temenên biçûk de bi zilamên ji wan mezintir re têne zewicandin, dibe sedem ku hêrs û kîna Rêbertiyê li hember vê kevneşopiya paşverû ya civakî zêde bibe. Di encamê de kesayetiya Rêbertiyê bi awayê di asteke herî li pêş bi pergalê re nakok pêş dikeve û şikil digire. Her ku asta zanebûna xwe bi pêş dixe, ev nakokî hîn jî kûrtir dibin û weke xetekê şikil digirin. Di şikilgirtina bîrdoziya PKK’ê de ev şikilgirtina kesayetiya Rêbertiyê diyarker e. Dibe ku gelek kes di zarokatiya xwe de gelek nakokiyan jiyan bikin, lê bi paranî ji vê tu encam nayên girtin. Ev, tê wateya ku pirsgirêk ne bi tenê jiyankirina nakokiyan e. Pirsgirêk ew e ku nakokiyên tên jiyankirin çendî ji bo hewldanên lêgera azadiyê tên vegerandin. Ya girîng ev e. Ji bo mirov bikaribe rastiya Rêbertiyê fêm bike pêwîst e lêgerên wî yên zarokatiyê û rawestana wî ya jiyanê bê fêmkirin. Têkoşîna Rêbertiyê ya li dijî Fatmayê vedigere kûrbûna li ser pirsgirêka azadiya jinê. Fatma ji xêzaneke arîstokrat, Kemalîst û hevkarê dewletê ye. Dema serhildana Dersimê, ev xêzan hevkariya dewletê kiriye. Fatma ji aliyê bavê xwe ve bi hesasiyeteke mezin, bi taybet tê perwerdekirin. Pir zane, jîr û xweşik e. Têkoşîna wê ya bi Rêbertiyê re li derdora desthilatdarbûnê ye. Zilaman bandor dike, tîne rewşa bi rêxistinê re nakok. Di giştî de jî di nava rêxistinê de roleke nebaş dileyîze lê ji bo mijara jinê hîn bêtir xwediyê helwesteke neyînî ye. Xwe li ber pêşketina jinên di nava Rêxistinê de ranagire. Ji bo bikaribe jinên li pêş bêbandor bike dikeve nava hewldaneke taybet. Teşhîr dike, kêm dibîne, vîna wan dişkêne. Têkoşîna Rêberiyê ya li hember Fatmayê vedigere pêşxistin, birêxistinkirin û bilindtirkirina vîna jinê. Li dijî şerê desthilatdariyê ya Fatmayê, jinê di nava rêxistinê de dike hêz. Li gel Rêbertiyê ev taybetiya ku li gel tu rêbertiyan nîn e, heye. Ev nivîs, ji berhemê, Çira TV yê, hatîye girtin. ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() Alî Cahît Kiraç / Alî Cahît Kiraç![]() ![]() Kurdistanî yên Hêja ! Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
![]() ![]() ![]() Büyük Kurdistan Projesini, Amerika, Britanya, Rusya, Israil ve Avrupa Devletlerine Sunuyorum.![]() ![]() Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun![]() ![]() ![]() ![]() ![]()
![]() ![]() ![]() Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !![]() ![]() ![]() http://www.pdk-xoybun.com & http://www.xoybun.com![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]()
|