PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kurtiyek Ji jîyan u serhata Hemze Miksî, rewþenbîr û xebatkar û sîyasetvanê gelê Kurd



Cengîz Teymûriyan


Hemze Miskînî gedrican@yahoo.com

Hemze Miksî êk ji rewþenbîr, zana, sîyasetvan û xebatkarê gelê Kurd di destpêka seda sala bîstan da bûye. Bo destve anîna hêv[ ên gelê Kurd xebitiye û afirandinên mezin di çand û dîroka veþartiye gelê Kurd re çê kiriye. Em her gav navê hemzeyê þehîd di nava sitranên dengbêjên herî nevdare gelê me de guhdarî dikin. Zaf kes hene navê wî bihîstine û çi zanyarî li ser jiyan û xebata wî nînin.

Hemze Miksî li dawiya sed sala nozdan li serdemê þoreþên Botan û Þêx Ubeydulayê Þemzînan li Mîksê a Wanê ji dayik bûye. Xwandina xwe ji dibistanên Wanê dest pê kiriye û heya xwandina Ilahiyat li Stenbolê domandiye, li ser malbata w[ zan[nên berçav nehatine xuya kirin.

Hemze li sala 1910 e Zayînî çoye nava refên xebatkar û rewþenbîrên Kurd di rêxistinên wî serdemî ên ku li bajarê Stenbolê ava bûyin.

Mezintirîn xebata wî a çandî û edebî xirve kirin û çap kirina Mem û Zîna Ehmedê Xanî li sala 1918 e Zayînî bûye û pêþgotinekî têr û fireh jê re nivîsandiye, emê di dawiyê da bijardeyek ji wê pêþgotinê ji hogirên çand û edebiyata Kurdî re pêþkêþ bikin.

Hemze êk ji damezrênerê "Civata Feqîê Kurdan" bû ku li sala 1912an hate damezrandin. Govara "Jîn" ku organa na fermî a wê rexistinê bû, pitir ji 30 hijmaran lê derço û ji hejmara yekem heya hejmara 20 an, Hemze berpirsê wê bûye. Her wisan êk ji damezrênerê "Komela Pêþketina Kurdistanê" bû. Komela navbirî "Þerîf Paþa" wek nonerê gelê Kurd diþîne Konfiransa Parîsê û peymana Sêvirê imza diket ku mezintirîn hêviya gelê Kurd "Serxwebûn" ji soz û xalên wê peymanê bû ku eva han nîþana hiþyarî û xebata siyasî a Hemze û hevalên wî bû, li ser bextê Kurdan ev peymane mirî hate zanîn.

Piþtî veþandina hijmara 20 an a rojnama Jînê Hemze tê girtin û wisan tê xoya kirin ku Hemze þehîd bûye, heta di rojnameya Jîn de seba þehîd bûna wî nûçên balkêþ hene û Ebdurehîm Rehmî Hekarî wek pexþan û çîroknivîsê wê govarê de ku yekem þanoya Kurdî a "Memê Alan" di wê govarê da veþandiye, helbestek bi navê "þehîdê Kurdistan . . . Hemze" di hijmar 36 an de, a 17 ê Gulana sala 1920 an veþandiye. Lê þehîd bûna wî rast der neket. Hemze li serhildana Þex Seîdê P[ran carek din tê girtin, bi hêceta wê çendê ku di devera Mardînê gotiye: "Dema ku hemû miletên c[hanê heqê xwe bist[nin, çima Kurd ji pirensîpên Wîlson fêde nebînin."

Bi wê axavtinê bi guneha "xiyanet bi welat re" hatiye giritn, ku ji gor govara Jîn a wî serdemî iþkence kirine û þandine hepsxana Dîyarbekirê û cezayê sêdaredanê jê re dane. Li gor pêkolên Mihemmed Em[n Boz Erselan û Dr. Noredîn Zaza li Surye cihvar dibe. Hemzeyê Miksî bilî zimanê Kurdî, zimanê Turkî, Farsî û Erebî bi baþî dizanî, li Eyndewerê bajarekî biçûk di nava Cizîrê di bin desthilata Feransewîyan û dewleta Suryê da ku bi destê Feransewîyan ji bo koçerên Kurd, Asorî, Ermenî û Kildaniyan hatibû ava kirin, cihvar dibe. Hemze di wî bajarî da ku gelek kes wek gund lê nêrîne dibe mamosta û rêveberê dibistanê, ji Kurdan kes zarokên xwe naþîne dibistanê, wek tê zanîn Hemze diçe ber deriyê wan û bi kurmancî a xwe ya Miksî, daxwaz û ricayê ji wan dike ku zarokên xwe biþînin dibistanê, heta bi Erebî jî be, gava ku dît fêde naket, rojekê cendirmeyekê tev xwe dibe ber derîyê xanîyan û ji wan re dibêje: "Heger hûn zarokên xwe neþînin dibistanê, dewlet dê we ceza bidet."

Di sala 1940an Feransewiyan û dewleta Suryê ji Eyandewerê paþda vekêþan û gundê Eyndewerê ji wê derê rakirin û birine ser tuxîbê Îraqê.

Bi wî terzî Hemzeyê Miksî bi heyamê 20 salan bûye mamostayê zarokên Kurd, Ereb, Sieryanî û Ermeniyan û zaf ji zarokên wê dibistanê gehiþtine xwandina bala di bajarên mezine Suryê da.

Tê zanîn ku Hemze yê Miksî tev Dr. Kamiran Bedirxan elfbayea latînî ji Kurdî ra danaye. Jîna wî wek jîna Êhsan Nurî Paþa Turk bû û heya dawiya jîna wî tevî kul û derdên wî ra ma. Roja wexera wî gotinên cor bi cor hene, hinek kes dibêjin sala 1958 an û hinek kes sala 1965 an roja wexer kirna wî dihijmêrin.

Hemze Miksî piþtî jînekî bi kul û keser tev xebat û têkoþîn bo rizgariya welatê bab û kalan, bi destê evîndarên çand û edebiyata Kurdî di nava axa bab û kalan de di gundê Dugerê devera Cizîrê nêzîkatiya bajarê Tirbe Sipiyê teslîm axê hate kirin.

Li ser kêla wî helbesta xwarê hatiye nivîsîn:

Mamosta, Hemze beg, rehberê fidakar

Pir kes ji xwe te kirine hiþyar

Raze bi xweþî bes em sala

Peyman elême ev hevala

Roja welat bijî bibînim

Ev mujde bi xwe bo te bînim

**************

Hilbijartiyek ji "dîbace"ya Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi nivîsîna Hemze Miksî.

Hemze Miksî di destpêkê da wiha nivîsandiye: "Ji bo her qewm û miletekî edebiyat û asarê edebî wek xîmê qewîne ji bo serayêt alî miletê xwe ê edebiyat çi qedr bikevite serayê selteneta wî yê maddî bi herifit dîsa bi himetekî tête temîr kirin."

Hemze rizgariya gelên din ên ku pêþtir bindest bûn, wek nimûne aniye: ". . . bingehê li vî heqîqetî her qewm û miletê ku arezûya mewcudiyet û selteneta xwe ya millî bikin, hewceye ewelê emir ve ihtimadekî qewî bidene edebyat û asarê xwe yê edebî.

Ev heqîqeta han di pêþiya çar esran da Hezretê Ehmedê Xanî derk kiriye û ji bo wê xebitiye. Dibêjît: "Min lisanê Kurdî anîye nizam û intizamê:

Da xelq nebêjin ku Ekrud

Bê merifetin, bê esl û binyad

Xasma di wî esrî da di alema medeniyetê da hucet û beratên miletan lisan û edebiyata wan e, miletê bê hucet, bê berat dewa wî nayête se kirin, kes guhê xwe nadetê meger meelom bibe . . . .

" Her wisan li ser dîroka vehandina Mem u Zîn û jîna Ehmedê Xanî û bandora wî li ser xelkê Kurdistanê bi giþtî, wiha nivîsandiye: " . . . di (1061) ê da hatiye dunyayê.

Lewra ku dema ji xeyb fek bû

Tarîx hizar û þest û yek bû

Tarîxa nivîsîna Mem û Zînê (1105)e, merhumê mexfor piþtî nivîsîna weladeta xwe axirê (Mem û Zîn)ê da wihe dibêjît:

Îsal gehiþte çil û çaran

Wî pêþrewê gunahkaran

Sed heyf ku rekevta wefata wî meelom niye, medfena wî li Bayezîdê ye ziyaretgeha Kurdan e, çend eser nivîsîne, hemî Kurdîne (no biharê biçûkan) e erek[ xayet nivîsîye di (1094) da nivîsîye, dibêjit min ev eser nivîsîye:

Ne ji bo sahib rewacan

Belkî ji bo biçûkên kurmancan

Tarîxa heyata wî ger çi "mutezimen" ne meelome, ema ji asarê wî tête zanîn ku Ehmedê Xanî wek Firdosî ji bo miliyeta xwe xebitiye, temamê mevcudiyeta xwe di wê rê da serf kiriye, asarê Ehmedê Xanî di Kurdistanê xayit mueteberin, her kesek bi ihtiram navê wî zikir diket.

Feqet dereca tesîrê da negihaye Firdosî, çunke Firdosî bi qelema xwe Îran hejand, Ehmedê Xanî nehêla ku Kurdistan temam bimirît ji mewta muebed xilas kir. Ema temam ehya nekir, çunke zemanê Firdosî ji bo fikra wî musaid bû, zemanê Ehmedê Xanî xeyat bere bad û çetin bû, dewleta Usmanî di gel hikûmeta Îranê muttefeqen Kurdistan di navbera xwe da teqsîm kiribûn, dest û pê wan wisan girê da bûn ku ne dikarîn xwe bihejînin, çonku made bi her terefan da çawan esker soq li ser wan di kirin bi curên hîle ixtilaf û þiqaq êxistibûne nav Kurdan."

Hemzeyê Miksî derbarê egîdiya xurtên Kurdan û zimanê Kurdî û di dawiyê da gaznide ji xurtên welat dike û ji xwedê daxwaza serketina wan diket: "Hezretê Ehmedê Xanî xayet muteesîr bûye, himeta wî hatiye . . . bi wî terzî kiriye hewar.

Ez mame di hikmeta xudê da

Kurmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wech mane mehrûm

Bilcumle ji bo çi bûne mehkom

Temaþa Kurdistanê û Kurdan kiriye, þucaet û xiret û himeta di Kurdan da dîtiye, di miletekî dî da nedîtiye, dest bisîna a Kurdan kiriye.

Her mîrekê wan bi bezlê Hatem

Her mîrekê wan bi rezmê Rostem

Bi fikir ji Ereb hetawe Gurcan

Kurmanciye bûye þibhê Burcan

. . . Ji ber wî qasî lisana Kurdî lisana resmî nebûye rewac nekiriye ax û keser ji dil aniye.

Ger dê hebûye me jî xudanek

Elî keremek letîfe danek

Min dê elemê kelamê mewzun

Alî bikara li bûnê gerdun

Nînin ji qumaþ ra xerîdar

Rastî bazara xurtê me jî wek bazara Ehmedê Xanî kesad e, ç qedr izhara himîqî diken . . . xilas nabin ji kola welat ji wir selamet namînini, ya eb tu wan mehfoz bidêr û muwefeq bike."

Jêder:

1-Govarta Rojnamewanî jijmar 6 -7

2-Mem û Zîna Ehmedê Xanî, þirove kirin û vekolîna Emînê Usman

3-Govara Jîn xirve kirin û çap kirina Mihemmed Emîn Boz Erselan