PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dûwemîn festîvala Þanoya Parta Demukrata Kurdistana Îranê


Di refa kesên mîna Ayetulla Tahirî da, cihek ji bo Xelxaliyê cellad çi nine



Ayetullah Seyd Celaledi'n Tahrî

Piþtî belav bûna istifanama ser vekiriye Ayetullah Seyd Celaledîni Tahirî "Imam Cumê"(pêþnivêjî)ê bajarê Isfehanê, gelek kesayetiyên siyasî, çandî û oliye Îranê ku ji mêjveye ji terzê deshelatdariya gurûpekî deshelatparêze pawanxwaz di welatê xwe da wêzar bûne, bi metodên cur bi cur hevdengiya xwe tevî Ayetulla Tahrî beyan kirin û piþtîvanî ji wan pêngavên egîdaneye navbirî kirin. Zaf wan kesan eva han veneþartine ku peyvên Ayetulla Tahrî ku di istifanama xwe kiriye, qisa dilê wan û giþt xelkê bi þeref û bi wijdane Îranê ye û ev jî ji wê fesad u gendelî û sitem û zordariya deshelatdaran ku Ayetulah Tahirî dengê wêzarî û gazinde kirinê dijberî wan bilind kiriye, wêzarin.


Pêngava egîdane û dîrokiye Ayetulah Tahirî her wisan ku tevî pêþwazî a hevwelatiyên azadîxwaz û xebatkar berevrû bû cardin rêz û xweþteviya xelkê ji bo aliyê wî mirovî rakêþa, ev kesane jî tûre û sil kir ku destê wan heya anîþkê bi xwîna xelkê sûr bûye û hetanî gewriyê di fesadê da niqim bûne û oxra parastina pile û paye ên xwe û deshelata rijîma xwe tirs û þerm ji encam dana çi cure cinayetekê nînin.

Helbet her du cur ji dijkiryarên jorê hemberî helwîsta Ayetulah Tahirî karekî gelek xwezayî û çavrê nekirî bûn. koarekî edetiye eger her pêngav û kirinekî kivþker û her perde ladanekî vêrekane li ser wê sîstema niqum bûyî ji find û direv û gendelî û mixenet û cinayetên Komara Islamî, ji aliyê civatên bi zalhatiye xelkê û kesayetiyên siyasî, olî û civakî ên azadîxwaz û xebatkar, pêþwazî û piþtîvanî jê were kirin û her pêka wê jî bibine sedema tirs û xeyandina deshelatdaran, deshelatparêzên ku dîn û ol û navê Xwedê û Pêxember û Imaman û giþt tiþtên pîroz kirine amêrek bo sepandina deshelata xwe bi ser xelkê û dirêj kirina temenê rijîma xwe. Tenê eva ku di wê navberê da awarte û wekî qewmînekî ecêbmayî dihate berçav û kêm kes li benda wê bûn, piþtîvaniya celadê bi nav û denge xurtên gelê Kurd û xelkê Îranê Þêx Sadiq Xelxalî ji wê kiryara Ayetulah Tahirî bû.

Sadiq Xelxalî roja 24 ê Tîrmeha sala 1381 e Rojî (15.7.2002) di nameyekê da bo Ayetulla Tahrî ku ajansên nûçeyan, naveroka wê weþandibûn, wê kiriyara Ayetulla Tahrî dipejrîne ` tekezê jê re diket. Xelxalî di nama xwe da bo Ayetulla Tahr[ niv[sandiye:

"Li despêka serketina þoreþê, me hemiyan ku di rêya serketina armancên islamê û berjewendiyên welat tevî kirêgirtî ên ser bi rijîma þah cîhad û xebat dikir, me hindek soz û ehd seba rizgar bûn ji êþ û eleman û cî bi cî bûna maf û dadperweriyê, dabûne xelkê bisilman û zor lêkirî ku mixabin zaf ji wan ne tenê desve ne hatin, belkî gelek ji berê bê encamtir bûn". Xelxalî jî bi dura xwe itirafê bi wê hindê diket ku "Bi sedema gurûpekî kêm û pawanxwaz bi navê dîn û islamê gelek kiriyarên berevajî þer'i diqewimin û mezintirîn berjewendî dikevne ber tirsê û di nav xelkek[ zor xasmanî qata ciwanan da, bawerî bi bingehên "þer'ê mubîn" lawaz û bedmêze kirin li hemberî "ruhaniyet" û sîstemê xurt bûye û zirarên çvkanî girtî ji wê rewþê bi hêsanî nahête cubran kirin. Rewþa dilsar bûn û xirape hejaran ku encama zêdexwazî û serwet û heyiya li ser hev xirve kirina gurûpek ji "axa û axazadeyan"e û li gor ehd û sozan, qerar wisan bû ku di civakê da were binbir kirin, zêdetir ji berê bersîngê qata hejar girtiye"!

Em naxwazin giþt kakila nama Xelxalî li ser pejirandina istifanama Ayetulla Tahrî di wê þirovê da belav bikin. Ji ber ku eva ku navbirî xwastiye derheq xirapiya reftara rayedaran û ne razîbûna xelkê ji wan di nameya xwe da bêje, di istifanama Tahrî da bi zelalî û eþkere hatiye û Xelxalî jî giþt pejirandiye. Lê xirap nine em aliyeke dinê ji wê pirsê bi kurtî bêxne ber basê. Ev jî hevdengî a Xelxalî tevî Ayetulla Tahrî ye ku du kesayetî ên bi tewahî ji hevdu cuda ne û li warê reftara wan tevî xelkê du karnamên bi tewahî berevajî hevdu hene. Eva ku pêwendî bi Ayetulla Tahrî ve heye, di dirêjahiya du dehên raborî da, tiþtekî weto derbarê rêveçona her cure livlivîn û kiriyarekî cinayetkarane ji aliyê navbirî ve û piþkdarî a raste raste wî di nexþe û cinayetên deshelatdarên Komara Islamî da ne hatiye belav kirin, an aliyê kêm ne me bihîstiye û ne me xwandiye. Ev qasê jî ku me zaniye hogiriya Ayetulla Tahrî bi ders û ders gotin û rênimayiyên oliye bisilmanan û cî bi cî kirina wezîfên þr'iye xwe wekî muctehidekê, ji hogiriya gelek ji melayan bi deshelatê û destve anîna pile û payeyên siyasî û idarî, zêdetir bûye. Paþda vekêþn ji pêþnivêjiya xelkê û endamîniya "Meclisa Xubrigan" û þeq lêdan ji navê noneratiya "Weliyê Feqîhê" bisilmanan, bi daxwaza xwe û bi fermana wijdan agehe wî bûye.

Lê karnama Xelxalî ji kêm kesekê re veþartiye. Eger îro neslek jî pê gehiþtibe ku cinayetên Xelxalî bi çavên xwe nedîtibin, aliyê kêm ji mezinên xwe guhdarî kirine ku ev insanê dilreq û xwînxwar, her bi wê sedemê ku ji her cure dilovanî û mêhrevanî û insaf û wijdanekê dûr bû û kêmtirîn qanûn û rewiþt û tîtalên mehkemeyekî dadperwerane ên pêdvî ne dizanî, li 5ê Reþemeya sala 1357e Rojî(24.2.1979), ji aliyê Xumêniyê rêber û avakerê Komara Islamî wekî yekem "hakimê þer'" yê wê rijîmê hate dîharî kirin (1). Her di yekem rojên despêka deshelatdariya Komara Islamî da, sedan kes ji þolbidest û rayedarên rijîma berê di mehkemeyekî ser pêyî da û bê guhdan bi rewþt u tîtalên insanî û pejirandî ji aliyê cîhana pêþkevtî û bajêrvanî ve, li piþt deriyên daxistî û di heyamê çend demhijmêran da, ji aliyê Xelxalî ve bi îdamê hatin mehkom kirin û dane ber desrêjiya gulleyan. Eva han ku ev cure hesane di rijîma berê da çi þol dikirin û bi rastî giþt jêhatî cezayê mirinê bûn an na, çi ji wê rastiyê na guhore ku bi her hal mafê wan bû bi terzekî dirust û usolî bihêne mehkeme kirin, ne bi wî metodî ku her di civîna bi nav "dadgehî kirinê" da, raste rast ji aliyê "hakimê þerî" Xelxalî, ev hemî sivikatî bi wan were kirin îcar li dû re bihêne îdam kirin.

Lê eger terzê mehkeme û reftara Xelxalî tevî wê piþkê ji karbidest û rayedarên rijîma berê, bi sedema bednavî û kerb û kîna xelkê ji rijîma berê, zû ji bîr çoyeve, eva ku mîrxezebê Xumênî tevî þriþvanên gelên Îranê û xasmanî xortên xelkê Kurdistanê di sala 1358ê Rojî(1979-1980) da kir, qet li bîra xelkê Kurdistan û Îranê naçe. Ji bîra xelkê naçe ku çawan piþtî derçona fermana cîhada Xumênî dijberî xelkê Kurdistanê, Xelxalî hate kurdistanê û li her kîjan bajarên Kurdistanê ku merema wî bû, kom kom ciwanên Kurdistanê piþtî çen pirsiyarên ser pêyîbi îdamê mehkom dikir û disipartine desteya gillebaran kirinê. Çawan dibe ji bîra me here ku di heyamê kêmtir ji du hevtiyan(ji 28ê Gelawêjê heya 10ê Xermanana 1358 e Rojî) zêdetir ji 80ê kes ji bajarên Pawe, Sine, Kirmaþan, Merîwan û Seqizê bi destê Xelxalî û dar û destikên wî hatine gullebaran kirin. Ev jî kesenek ku piþkekî zafe wan ne di çi cure ji hevdanekî leþkerî da piþkdar bûn, ne heta endamên çelenge rêxistinên siyasî bûn û yên wisan jî nava wan da hebûn ku dest û pêyê wan di gêçê da bûn û bi nexweþî û birîndarî li ser "birankardan" bo meydana îdamê îna bûn.

Eger Xelxali di dirêjahiya du dehên raborî da, awirek ji piþt xwe bidabayeve û hizrek ji wan kiriyaran kiriba û bi sedema wan xwînên wisan bi dilreqî û bi neheqî rijandiye û ev ciwanên ku li ser maf û azadîxwaziyê kuþtine, tûþê ezaba wijdan hatiba û nifret û wêzarî û poþmanî ji raboriya xwe beyan kiriba, evdem me dikarî hisabekî din bo wî kiriba. Lê her wekî 5 sal beriya niha di gotûbêjekê da tevî piþka Farsî a Radiyo a BBC, me bihîst ku li encama wan cure cinayetane ne her poþman nine, belkî wijdana wî jî rehet e!(2)

Çîroka vebirrbûna Xelxalî ji deshelatdarên cinayetkar û pawanxwazên wekî Xamineyî, Refsencanî, Yezdî, Cennetî, Miþkînî û evên ku îro qahîm bi deshelatêve nûsawin, tiþteke dinê ye. Eger Ayetulla Muntezirî dijberî kuþtara girtiyên siyasî di havîna û payiza sala 1367e Rojî(1989) da dengê gilî û gazindeyê bilind kir û xwîna xwe ba Xunênî û murîd û berdestkên wî tal kir û li dû re jî hazir nebû li hemberî ne zanîn û bê rêveberiya Xameneyî û piþkdarên wî di deshelatê da bêdeng be, lewma bûye xweþtiviyê zelkê û kete ber kerb û hêrsa deshelatdaran; an eger Ayetulla Tahrî di bûyer û guhertinên çen salên borî da hergav piþta xelkê û bizava riformxwaziyê girtiye û dijberî dîktatorî û pawanxwaziyê helwîst girtiye û bi wî metodî refa xwe ji deshelatperweran cuda kiriye, Xelxalî berevajî daxwaza xwe ji gorepana deshelatê hate derkirin. Ev celadê navdar her bi wê sedemê ku navê wî sembol û nîþana dilreqî û xwîn rêtin û îdama bi kom bû û cinayetên Komara Islamî li Kurdistan û seranserê Îranê li salên despêkiye deshelatdariya wê rijîmê diîna bîra xelkê Îran û Cîhanê, li deheya duyem a deshelatdariya Komara Islamî ji aliyê rêveberên rijîmê ji meydanê hate derkirin. Ev jî ne bi wê sedemê ku þolbidestên hingiye rijîmê bawerî bi kuþtina dijberan û îdam û tepeserkirinê nebûn, wan her wekî ku bi kiriyar jî nîþan dane dest ji çi cure reftar û cinayetekê ji bo tepeserkirina dijberan û berev pêþ birina meremên xwe hilnegirtine. Lê bi wê sedemê ku dixwastin bi Rojava nîþan bidin ku piþtî dawî hatina þerê navbera Îran û Îraqê û bi deshelat gehiþtina serok komarekî "nermrê" û "piragmatîk", rewþ di navxwe da hatiye guhertin û kesên bîna Xelxalî ku çi baweriyek bi berçav girtina çi cure qanûn û erwþt û tîtalan ji bo ji nav birina dijberên sîstemê nînin, hatine ladan.

Lê tevî giþt wan rastiyane jî hevdengiya Xelxaliyê celad tevî keseke rêzdar mîna Ayetulla tahrî û dijberiya wî cinayetkarê kevin tevî "Welî Feqih" û gurûpa pawanxwaz û deshelatperwer manayekî gelek zelal heye ev jî eva hane:

Evên ku niha bi zora topiz bi ser xelkê Îranê da deshelata xwe disepînin û giþt kar û barê Komara Islamî di destê wan daye, bi sedema çen sal dijatî tevî giþt maf û azadiyên xelkê Îranê û seba giþt wan cinayet û zordarî a ku kirine, evqas li ber çavên xelkê wêzar bûne, ku xebat kirin dijberî wan, ji aliyê kesên din itibar û xweþtivî bûna wan di nava xelkê da pêk tîne bi terzekê ku wan serdemekê destê xwe bi kuþtina xortên þoreþvan û azadîxwazên welatê me sor kirine, li rêya bi xwe ve girtina þklê riformxwazî û dijberiyê tevî pawanxwazan bi xeyala xwe dixwazin di nava xelkê da xweþtivî û xwedî rêz û itibarê bin. Lê Xelxalî dibe erxayin be ev hêrs û nefreta ku xelkê ji Xameneyî û hevdestên wî evqas zêde jî be, dîsan nikare karname û naveroka kesên wekî wî ji bîr bibeteve û rêz û xweþtiviyê ji bo wan pêk bîne.

Serekanî
1. Rojnama "Umîdi Cewan" hijmar 64, yekþembî 26 ê Rêbendana sala 1367 e Rojî, rûpela dawiyê

2. Gotubêja "Sadiq Seba" nûçegihanê Radiyo a BBC tevî Xelxalî þeva pênc þembî 23.11.1376 e Rojî