PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kosp û astengên ser rêya çand û edebiyata kurmancî li Kurdistana Iranê û çen qiseyek



Çaxekê ku mirov çav ji rol û nexþê çand û edebiyat û . . . li pêþve birina qursî û bihagiraniya fulklor, huner, edebiyat, ziman, dîrok û kultora millet û netewên dinêye cîhanê diket, wê demê bo mirov der dikeve ku wan çi qas biha û nirx û giringî daye wê piþka bingehiye jiyana civakî û netewiye xwe.

Di Dîroka giþt welatên cihanê da li qirax u teniþta warên siyasî, abûrî û civakî ye wan netewe û welatan, çand u edebiyat û helbest û pirosên çandî . . . jî ciheke xasmanî li bername û pirogrem darêtin û armancên bingehiye û qanûni ye civaka wan da pêk dêt.

Her weku mirovan bo geþe kirinê hewcehî bi av û hewa heye, edebiyat û helbest û warên cor bi core çandî jî cewa jiyan û serhildanê dixwaze. mezintirîn kosp û astengên ser rêya warê çand û edebiyata Kurdî de, nebûna derfeta xwandin û nivîsînê bi zimanê Kurdiye. Mînak û nimûna berçav helbest, edebiyat û warên dinêye çanda Kurdî li Kurdistana Baþûr (Îraqê) daye, eger ragehandina 11 ê Adarê neba, izn û derfeta xwandin û nivîsînê bi zimanê Kurdî azad neba, qet helbest, edebyat û hunerên din ev hinde keys û mecala pêþve cûnê nedibûn. Tax û qatên cur bi cure civaka Kurdî di wê piþka Kurdistanê da li meydanên cuda kar û têkoþîna çandî bi mirama xizmet kirin bi çanda gelê xwe girtine pêþ û deskevtên zor baþ jî hebûn ku cihê þanaziyê ye. Qatê rewþenbîr, nivîser, helbestvan, zimanvan, torevan û rojnamenivisên Kurd roj bo rojê zêdetir dibûn. Zimanê Kurdî bi avayekî fermî li dibistan, medrese û hetanî zanîngehan da dihate gotin û xwandin. Kom û komikên edebî û hunerî têkoþneke berçav dest pê kiribûn. Giropên Þano, mosîqa, dawet û stranbêjan, fîlm cêkeran û nîgarkêþan ketin þolê ku ji aliyê civakê ve pêþwaziyeke germ ji wan û berhemên wan hate kirin. Ev bizava rewþenbîraneye Kurdî ku derkevtinên zor berçav hebûn hasila pejirandina ragehandina 11 ê Adrê ji aliyekê u terxan kirina zewq u þiyan û karîn û bîr û hizra Kurdên wê piþka Kurdistanê bo zindî kirina huner û edebiyata netewî a gelê xwe û bo nîþan dana berheq bûna xwastik û daxwazên mêjîne gelê xwe û mikûr bûn li ser ev hemî zulm û zordarî û tepeseriye ku Kurd di dirêjiya dîroka xwe da li gel wan berevrû bûye.


Êkim bizava revþenbîrane li kurdistana Îranê dizivire bo salên 1900 hetanî 1930 e Zayînî. Êkim pêngava revþenbîrî peywendiya Simkoyê Þikak tev Edylrezaq Bedirxan (Nonerê dewleta Usmanî li Îran u Stirazborgê) kurê Nezîb Paþa yê kurê Emîr Bedirxan, Emîrê Cizîra Botan û hinek revþenbirên din bû. Li roja 24.10.1913 e Zayînî li bajarê Xoyê medreseyeke Kurdî ku di wê medresê da dibêjin 29 kes mijûlê ders xwandin bi zimanê Kurdî bûn hate damazirandiun. Simkoyê Þikak li damezirandina wê medresê da roleke berçav hebû. Di wî heyamî da dinek rojname û govar û belavokên Kurdî hatine veþandin, hin binik û navend û kom û komikên çandî pêk hatin. Wê tevgerê reng û rûyeke din dabû civaka Kurdî. Em dikarin bêjin ku ev heyame mezintirîn serkevtin bû li dîroka revþenbîriya Kurmancî li Kurdistana Îranê.

Li bajarên Ormiye û Selmas û Xoy û Makoyê da civat û navendên çandî û rewþenbîri zor kêmin, Eketî û sendîka û tîp û girop û nevendên xasmanî bi hunermend û nivîseran zor kêmin û eger hebin kêm karin yan bi avayekî nepenî têkoþînê dikin, radio û televiston pirogrem û bernamên zor zor kêm bilav dikin, radio her çi nine, lê pirogermên televisyonî li heyamê heftiyekê 2 demhijmêr pirogremê belav dike ku ji aliyê xelkê ve pêþwaziyeke baþ jê nahête kirin, çi kom û komik bo vekolîn karan bo xizmet bi fulklor, Huner, Edebyat, ziman, dîroka kurdî ninin. Bi giþtî têkoþî û xebata çandî zor kêm reng u berteseke. Wezîfe û erkê ser milê law û xurtên kêm temen û rewþanbîrên wê herêmê eveye ku zortir xwe mandi bikin û bi wê bizava ku evro li giþt bajarên dinêye Kurdistana Îranê da dest pê bûye bigihînin. Baþtirîn rê haydana giþt a qatên civakê bo xwandin û nivîsîn bi zimanê Kurdiye.

Rastiyek heye ku eger bo heyamê dehan salan, bi tenê herêmeke bertesk li navenda Kurdistanê (Mokiryan) navenda têkoþîna çandî û çelengiya Edîb, helbestvan, nivîser, rovþenbîrên xizmetkar bi edebiyat û çanda kurdî bû, hatina helbesvanên weku Hejar, Hêmin, Seyd Kamil û zor kesên din niha li piraniya herêm û bajarên Kurdistana Îranê çi civatên pêkhatî ji rewþenbîr û xweandevarên Kurd ninin ku mijolê cehd û têkoþînê bo xizmet bi tore, huner, edebiyat, ziman, . . . û bi giþtî çanda Kurdî nebin. Li piþka baþûrê kurdistana Îranê ev bizav û tevgêre pitir li giþt herêm û bajareke din çelengtir û xurt tire.

Pêngaveke zor baþ û pîroze çandî weþandina govarên Kurdi li piraniya here zore Zanîngehên Îranê ji aliyê xwandikarên Kurde weye. devrûberê 52 govar li wan zanîngehane da têne weþandin.

Li zanîngeha Ormiyê govara "ROJA NU"

Li zanîngeha Ormiyê govara xasmaniye jinan bi navê "ZÎLAN"

Li zanîngeha Tewrêzê govara "RIWENGE"

Li zanîngeha Tehranê govarên "RAWE" û "ÇIRÎKE" ku hatiye daxistin.

Li zanîngeha Hemedanê govara "WEJÎN"

Li zanîngeha Erakê govara "TIRÎFE"

Li zanîngeha Sine govara "JIWAN" hinek ji wan govaranene.

Dujminên Kurdan li Îranê Her du Deshilatên dîktator û milhor û kevnarperewerên Paþatî û Komara Islamiya Îranê her cure kiryar û bizavên çandî û rewþenbîrî e Kurdî bo xwe bi xeter û encamekî ne baþ di zanin û niha eger iznê derçonê hebin li çarçoveke diyarî û eyan kirî daye ku eger li wan la bidin di gel cezayê daxistin, heps û cirîme û zor sûçên din têne mehkûm û gunehbar kirin.

Ev serdeme bi ser ço ku rijîmên deshelatdar li rêya berbest kirina giþt emraz û keresên pêdvî bo kar û barên çandî, bikaribin kontirol û pêsîya wê karwanê bigirin. Em roj bo rojê þahdê wê çendêne ku cîhan û civata mirovayetiyê bi peþweçona warê cor bi core teknolojî û ragehandinên giþtî wisan diçe pêþ ku rêya her cure dîktatorî, zordaran û zêrevaniyê hakiman digire.