PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ji bo Fistîvala Hejar Mukriyanî


Nameya Mamosta Ebdullah Hesenzade bo Birêz Mamosta Mehmod Mehemed Mehmod Wezîrê Rewþanbîriya Hukumeta Herêma Kurdistan - Hewlêr
--------------------------------------------------------------------------------


Birêz Mamosta Mehmod Mehemed Mehmod Wezîrê Rewþanbîriya Hukumeta Herêma Kurdistan - Hewlêr

Rêzdarên nivîskar uî rewþenbîr uî hunermendên piþikdare Festîvala rêz girtin ji nivîskar uî wergêr uî helbestvan uî zimanzan uî helbestnivîsê navdare Kurd mamosta Hejarê Mukiryanî!

Tevî germtirîn silavan!

Çi qas bo min ciyê þanazî uî bexteweriyê buî ger min bikarîba di vê komê da piþkdar bim uî ji coxîna hizr uî kerem uî hunera helbestvan uî nivîskar uî hunermendên bijartiye Kurd ku di vê Festîvalê da piþkdar in behreyek wergirtiba! Mixabin bi sedema sefereke pêwîst uî duîr ketin ji Kurdistanê ji vê behrê hatime bê par kirin.

Ji kuîrahiya dil ve supas uî pîrozbayiyan pêþkêþî we dikim ji ber rêxistina vê Festîvalê bo rêz girtin ji xizmetên mezin uî girane Mamosta Hejarê nemir. Rêxistina vî Festîvalê her di vê gavê da ku Padaþeke bo kar uî xizmetên Hejar bi ziman uî edebyat uî dîroka Kurd, Palderêke bo dirêjederên riya Hejar uî xizmetkarên ziman uî edebyat uî huner uî çand uî kelepuîra Kurdî ku em dibînin deshelatdar uî bijartiyên Kurd uî giþt civatên xelkê Kurdistanê xizmetên wisan ji bîr nakin uî bîranîna mirovên wisan di dîroka Kurdistanê da bi zindî radigirin.

Ev rêz girtine ji Hejarê Mukiryanî gelek baþ buî. Ne tenê ji ber wê ku Hejar siwarkarê meydana Nivîsîn uî wergêr uî Helbest uî edebyata Kurdî uî Ferheng nivîsîn uî dewlemend kirina pirtuîkxaneya Kurdî bi hemuî terzê xwe buî. Belkî her di wî demî da jî ji ber wê ku Hejar xebatkarekî mukome riya xebat bo rizgarî uî destve anîna hêvî uî armancên dîrokiye gelê Kurd buî. Hejar þair uî nivîskarekî bi bîr uî bawer buî ku giþt jiyana xwe di riya xebat bo rizgariya gelê Kurd da bext kir uî hemuî axa Kurdistanê bi welatê xwe dizanî.

Kurdim uî le rêy Kurd uî Kurdistan Ser le pênaw uî giyan le ser destan
Be Kurdî dejîm, be Kurdî demirim Be Kurdî dedem welamî qebrim
Lew dunyaþ dîsan zînduî dibimewe Ser le niwê bo Kurdî hel deçimewe

Hejarê Mukiryanî ger rojekê di bin suîbera Komara ciwanmerge Kurdistanê uî di bin suîbera edîb perewer uî edebdostiya pêþewayê nemir Qazî Mihemedê Serok Komar nasnavê Helbestvanê Netewî wergirt, bi hiloþîna Komara Kurdistanê uî derizandina koþka hêviyên wî, qelaya moral uî baweriya wî ne herifî, armanc uî hêviyên gelê Kurd daye ser milên xwe uî bajar bi bajar uî welat bi welat li pey cihekî digeriya, di dawiyê da piþt çend salan derbiderî uî tamkirina duîrî ji welat uî derbideriyê di bin suîbera bizava Kurdên Îraqê uî di bin balê serokê navdare Kurd xwedê jê razî Barzanî veheviya uî maydanek ji bo dirêjedan uî berev pêþ birina xizmetên xwe destve anî.

30 saliya dawî a temenê Mamosta Hejar him li warê cehd kirin ji bo haydana xortên Kurd berev xebat di pêxema rizgariyê da uî him li warê xizmet bi ziman uî edebyat uî dîroka Kurd salên pir berhem buîn uî xasmanî li warê nasîn uî nasandina resenayetî uî dewlemend kirina zimanê Kurdî samanekî pir mezin piþtî xwe bo neviyên îroye pêþeroja Kurd cih hiþt.

Mixabin ecelê izin neda, heya Hejarê li benda azadiyê her wek bi xwe gotiye:

"Wetenim her wekî bo xom demevê Serdemê çawmî wa pê bikewê

Ew demey giyan be desî xom teslîm Dekem u namewê ba çî dî nejîm "

Destê ecelê gelek zuî hejar li hembêza Kurdistan uî kar der anî uî ziyanekî mezin bi gel uî welatê me gehand. Hêvîdarim gelek derbas nebe hêvîyên bilind uî dîrokiye Hejar uî Hejaran deste ve bêt uî di giþt parçên Kurdistanê da gelê Kurd maf uî azadiyên berheqe xwe destve bîne. Înca keç uî xortên mezin uî nazdar uî dilber uî dilter uî dildar wesyeta wî bi cî bînin ku digot:

"Kîju kur her çî be lama lada Pêm bilê u pêye be qebrim dada

Ey Hejar besyetî mirdin heste Mujde bê mewteneke serbeste"

Carekî din pîrozbahîyê ji we dikim uî her bijîn.

Birayê we



Ebdula Hesenzade