Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geş bive...
21. 03. 2010 - Ez li ser navê Malpera ; http://www.pdk-xoybun.com ( http://www.xoybun.com ) ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, Cejna Newrozê, ango, Cejna Sersala Kurdî, li Netewa Kurd û li hemû gelên li Kurdistan ê pîroz dikim.
Hêvîdarim, di pêşerojê da, Kurd, di Kurdistana Yekgirti, Sebixwe û Demokrat da, bi azadî, Cejna Newrozê, ango, Cejna Sersala Kurdî, pîroz bikin.
Disa hêvîdarim, Kurd bi azadî, cejnên Olî jî, pîroz bikin, rojên bixêr û serfirazî bivînin.
Ez bi pirozbahî ya xwe ra, ji boy gelê cîhanê wekhevî, biratî, azadî û demokrasî dixwazim. Dibê ku, hemû Kurdên li derva yê Kurdistan ê û Kurdên, li seranserê Kurdistan ê, bi rengekî hevbeş bê jîyan kirin. Hêvîdarim netewa Kurd, serfiraz, dil xweş, şad û serkeftî be.