Mehmûd Lewendî : Hecî Qadirê Koyî (1815-1897) Piþtî Ehmedê Xanî (1651-1706) yek ji þaîrên me yên millî Hacî Qadirî Koyî ye. Ew di 1815an de, li Kurdistana Îraqê, nêzî bajarê Koyeyê, li gundê Gorqerecê hatîye dunyayê. Navê bavê wî Mela Ehmedê Mela Salihê Mela Ehmedê Gewre ye. Navê diya wî jî Fatê ye. Hacî Qadir derheqê dê û bavê xwe de di helbesteke xwe de weha dibêje: Bawkim Ehmed bû nawî fikrim dê, Xelqî ladê bû, daykî min Fatê. (Bavê min Ahmed bû navê wî, tê bîra min Xelkê gunda bû diya min Fatê.) Hacî Qadir hê biçûk e bavê wî dimire. Diya wî, wî dide ber destê Mela Ehmedê Gunbetî daku bixwîne. Lê Hacî Qadir dibe neh salî diya wî jî dimire. Mela Ehmed, Hacî Qadir digre cem xwe wî dide xwendin. Paþê Hacî Qadir diçe bajarê Koyê, li wir dixwîne. Pistre wek mela li Koy, Xoþnav, Serdest, Mehabad, Kerkuk, Silêmanî, Hewlêr û gelek bajarên Kurdistanê digere, dixwîne û melatîyê dike. Piþtî salên 1850î Hacî Qadir ji Kurdistanê derdikeve, diçe Îstenbolê. Li Îstenbolê danustendinên wî bi gelek kurdan re çêdibe. Bi taybetî pistî ku malbata Bedirxaniyan dinase, Mîr Bedirxan wî wek mamoste ji bo zarokên xwe digre. Hacî Qadir piþtî ku dibe mamostê zarokên Mîr Bedirxan, ew bêtir fêrî pirsa kurdî dibe. Çi li Îstenbolê be, çi xususî li mala Mîr Bedirxan be, gelek tiþtên nû yên derheqê kurdan de fêr dibe. Wek nimûne, cara pêþî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî li mala Mîr Bedirxan dibîne, wê dixwîne, felsefa Ehmedê Xanî fêm dike. Û ev felsefa Ehmedê Xanî ya millî tesîrê li wî jî dike ku di helbesteke xwe de weha dibêje: (Wî ev helbesta xwe li ser kitêba Ehmedê Xanî bi destnivîsa xwe nivîsiye.) "......... Eman qedrî bizane em kitêbe le dunya êstakey hemtay nemawe Le eyyamî heyatî Þêxî Xanî le ser nusxey xetî ew nusrawe Le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet xezîney gewhere w kîse diraw e Le mecmûî duwel; Soran û Botan le sayey em kitêbe nasirawe Le Kurdan xeyrî Hacî w Þêxî Xanî esasî nezmî kurdî danenawe." Dîsa di helbesteke xwe de ji bo kurdan weha dibêje: Ta rêk nekewin qebîlî ekrad Her wa dibine xerabe abad! Enwa'î mîlel le gewre ta çûk Xemilîwe memalîkî wekû bûk Yek berg in û yek zuban û yek reng Bê xeybet û xeyb û 'ar û bê deng. Hacî Qadirî Koyî ji hin helbestên wî xuya dike ku nezewicîye. Di vî warî de di helbesteke xwe de weha dibêje: Her min im êsta warisî Îsa Bê kur û mal û bê jin û mewa. Lê ji bo Hacî Qadir kur û mal û jin, welatê wî, milletê wî û bi taybetî helbestên wî ne. Dîsa di rêzekê de ji bo vê yekê jî weha dibêje: Ewî þaîr nebê koreocaxî Le sayey þîîrekan babî kuran im". Hacî Qadirê Koyî di 1897an de li Îstenbolê wefat dike. Tirba wî jî dîsa li Îstenbolê li Goristana Karaca Ahmed Nivîskar : Mehmûd Lewendî http://www.pdk-xoybun.com |